Osman Aytar: Di van rojên Koronayê de hizirkirinek ji bo bêmalan…

KurdiYazarlar

Di van rojên bi Koronavîrusê de hema hema di tevayîya dinyayê de tedbîrek ku hukûmet û dezgehên eleqedar ên dewletan tînin ziman ew e ku, yên ku hin semptomên wan ên Koronayê hene divê li mal bin û yên din jî çiqas ji destên wan tê ji malên xwe kar bikin.

Wexta ez li jîyana xwe û yên derûdorên xwe jî dinêrim gellek feydeyên tedbîrên weha hene. Mal stareke me ya girîng ê rojane ye û di rewşên weha de girîngîya wî zêdetir diyar dibe.

Baş e wexta maleke mirov tune be mirov dê çi bike? Yan jî malek hebe, lê ji standardên bingehîn bêpar be mirov dê çi bike? Raportora taybetî ya ji bo mafê xwedîbûna malekê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Leilani Farha bi çend munasebetan dewlet û hukûmetan di derbarê rewşa kesên bêmal û kesên bi malên bi standardên xerab de şîyar kir û got ku divê ew tedbîrên pêwist bigrin.

Beşa Swêdî ya Amnesty Internationalê (Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê) jî ji bo perîoda 30ê Adara-14ê Nîsanê kampanyaya îmzeyê vekir ku dezgehên berpirsiyar ên Swêdê di derbarê bêmalan de tedbîran bistînin.

Kampanya, daxwaz û çalakîyên weha li hin welatên din jî bi awayên cuda didomin.

Ji bo kes û malbatên ku malên wan biçûk in, yan malên wan ne xwediyên standardên pêwist in jî Konronavîrus dikare zêdetir zirar bide.

Bêşik Koronavîrus wekî ”mayinên serserî” dikare li her derê derkeve, lê hemû agahdarîyên di van rojên bi Koronayê de nîşan didin ku kes û grûbên ku aborî û îmkanên civakî yên wan zeîf in zêdetir di bin rîskan de ne. Di wîr de malên ku li wan standardên bîngehîn tûnene dibîn sebebên zêdetir rîsk ji bo Koronayê.

Li gorî agahdarîyên dawîn ji Yale University îro nêzî 150 milyon mirov li dinyayê bêmal in û nêzê 1 milyar 600 milyon kes jî li malên ku ne xwedîyên standardên pêwist in dijîn. Ew rastîyên dinyayê bi awayên pirr vekirî bêedelaetî û berxeterîyên ku zêdetirê milyar û niv mirov beramber in nîşan didin.

Hele hele ew 150 milyon bêmalên dinyayê ku nuha herkes behsa li malên xwe bimînin dike, her çend hin dezgehên dewletan û rêxistinên mafên mirovî hin karên baş dikin jî, metirsî û xemgînîyeke mezin dixin dil û ruhên mirov.

Ji ber wê jî bangên wekî Leiani Farha û Amnesty International girîng in ji ber ku di vî warî de berpirsiyarîya herî mezin li ser milên dewlet û hukûmetan e. Bêşik ew nayê wê maneyê ku rêxistinên sivîl, grub û kes nikarin tiştekî bikin. Di wî warê gellek mînakên baş li dinyaê tê nîşandan ku karên weha dil û ruhê mirov germ dikin.

Bi vê munasebetê ji kurahîya dil û ruhê xwe piştgirîya hemû babetên alîkarîyên ji bo kesên bêmal û kesên ku malên wan ji standardên bingehîn bêpar in dikim.

Di gel ku em hemû divê jîyana xwe û yên heskirî û nasên xwe biparêzin jî carekê din bangî hemû kesên mirovhêz dikim ku piştgirî bidin karên ji bo bêmalan û ji bo yên ku malên wan ji standardên pêwist bêpar in.

Ji germayîya dil û ruhên xwe pesina îro taybetî ji wan 150 milyon kesên bêmal û 1 milyar 600 milyon kesên li malên standardxerab in dişînim…

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de cotepeyv- Ê-    
Halil Dalkılıç: Koronayê rindiyek kir!..

Öne Çıkanlar