Osman Aytar: Geşkirina harmoniya Kurdan çawa mumkun e?

KurdiYazarlar

 

Di warî de tecrûbeyên berê hene, li hemû perçeyênKurdistanê, jîyana siyasî û civakî bi sedan caran nîşanê me daye ku hin partî û rêxistinên me yên sîyasî ku bi sîyaset, îdeolojî û rêbazên cuda kar dikin di hinek deman de têkiliyênxwe bi hevdu re qut kiribin , heta carna hevdu bi ”xayintîsûcdar kiribin , roj hatiye ew hatine ba hev, wekî ku berêtiştekî `nebûbe´ bi hev re meşîyane. Ev `hatin` û `çûyin`ênweha gellek caran dewam kirine, hetta hinek dewlet û hêzênnavneteweyî bûne navberçî . Ji ber polemîkên nepêwistnaxwazim navên hin partî û rêxistinan bidim, wexta em li partî û rêxistinên heyî yên li perçeyên welatê me binerên û tiştên ku di van dehsalên dawîn de bûne bînin li ber çavan, taybloyên nêzbûn û dûrbûnên `radikal´ pirr in

Bêşik pirr normal e ku sîyaset, îdeolojî û rêbazên din cuda binji ber ku her çend pirsên neteweyî û bêdewletbûnê giranî de bin , civata me wekî civatên din ji grûb û kategorîyên cudapêk ; cudabûnên sîyasî, civakî, kulturî, aborî, cinsî, fonksiyonî û her wekî din bi xwe re cudabûnên partî û rêxistinan bînin

Bêşik di rewşên heyî de, ji ´mecbûrîyet´ê yan ji hin tercîhêncuda be , hin têkiliyên hin partî û rêxistinan bi hin dewlet û hêzên nexêrxwaz re hene û ew zextên cuda dixin ser van partîû rêxistinan

Bêşik di berpirsiyarî û sebeban de di navbera partî û rêxistinancudabûnên girîng hene

Bêşik di rastîyên ew hemû tiştên ku qewimîne û têkiliyên heyîyên pirralî de gellek astengî û zehmetî henin ku hevkarî û ahengên ku dikarin dilê her kurdekêdilsoz şad, bextewar û germ bikin ne hêsan in…

Ew lîste dikare pirr dirêj be

Ji alîyê din di gel hemû astengî û zehmetîyên ku Kurd û ûKurdistan rûbirû ye , Kurd û Kurdistanî û dostên wan li Kurdistana Başûr xwedîyên federasyonê ne, li KurdistanaRojava hîn statûyeke resmî nebe xwedîyên desthilatdarîyêne, li Kurdistana Bakur ´de facto´ xwedîyên desthilatdarîyênherêmî ne û li Kurdistana Rojhilat hîn ´bêdengî´ hebe wekîagirê binê xwelîyê her gav dikarin bi çirûskên xwe pêvajoyêronî bike. Li diasporayê , her çend pêwistiya koordînasyonênfirehtir hebe , Kurd û Kurdistanî bi piştgiriya dostên xwekarûbarên ja dikin, aktorên gellek girîng in di avakirin û geşkirina raya giştî de.

Çi yên ji aliyê hêzên xêrnexwaz û çi yên ji alîyên me Kurd û Kurdistanîyan bixwe, di gel hemû astengî û zehmetîyên heyî, ez bixwe ne li gel bi giranî taswîrên `tabloyên reş´ û ´haho`me. Bêşik em `tabloyên reş` bibînin, wexta pêwist be `haho` bikin, tucarî ew destkeftîyên heyî, desthilatdarî û hêzên ku Kurd û Kurdistanî henin, beyî ku bikevin rehawetê,qet jibîr nekin, bi wan serbilind bin, geşbîn bin. Ez bixweserbilind û geşbîn im di gel hemû astengî û zehmetîyan. Ji ber van tiştan , dilê me li gel kîjan partî û rêxistin dibe bila bibe, divê ne tenê rexneyên avakar û dostane, herweha divê emspasîya partî û rêxistinên xwe bikin ku li gorî bawerî û hêzên xwe welatê rojê û agir bi serkeftiyan xemilandine û dixemilînin.

Ez bawerîyê de me ku ger em bikaribin li pêvajoyan bi perspektîfên weha firehtir, avaker û dostane zêdetir û xurtirbinerin û li hember hesûdî û bêwefayiya siyasî şiyartir bin, carnan tiştên herî biçûk, wekî mînak jesteke yekalî, wefadarîyeke vekirî, silavake jidil an ´bêdengîyeke` dostane di navbera partî û rêxistinên me de bi xwe re bayên xweş kudikarin germayî di dil û ruhên me de çêkin bînin; di gel hemû´mecbûrîyet`ên heyî me berbî destkeftinên bibin; harmonîya di navbera zarokên welatê rojê û agir de herkes bi reng û dengê xwe geştir bike ku xewn û xeyalên bi hesretahezar salan nêztir bibin; xêrnexwaz , hesûd û bêwefa jiqehran dîntir bibin. Ez wekî navê xwe dizanim ku ew hestênbi mîlyonan Kurd û Kurdistanîyên dilsoz û biwefa ne. Herweha dizanim û spasdar im gellek partî û rêxistin bi endamû dostên xwe di warî de gellek tişt kirine û dikin .

Ya min dilxwestinek û nêrîneke vekirî ji bo bi hev re zêdetirgeşkirin û xurtkirina harmonîya zarokên welatê rojê û agir e; dewlemendtirkirina perspektîfan e û pewistiya gavên ye kubeyî ku partî û rêxistin li benda hevdu bin, ji alîyê xwexurtkirina gavên heyî ye û avêtina gavên ye. Ew bi awayekîli hember hesûdî û bêwefadarîya siyasî, heval û dostanî yasîyasî ye, wefadarîya sîyasî ye. Gelo ev çiqas mumkun e? Astengî û zehmetî pirr in û pirralî ne, ji tevayiya dilê xwebawer dikim ku bi tiştên herî `biçûk`, wekî mînak jestekeyekalî, wefadarîyeke vekirî, silavake jidil an ´bêdengîyeke` dostane be di warî de gelek tişt ji nuha ve dikarin bênkirin û divê kirin . Ew gavên `biçûkji qama xwe gellekmezin in û dikarin bibin dermanên baş ji bo hêsir û êşên me kucarnan digihîjin asîmanên me. Di warî de sewîyeyaberpirsiyarî li gorî partî, rêxistin û kesayetîyan cuda be , li gorî zanîn û karîna her Kurd û Kurdistanîyê/a, ya me hemûyane, beyî ku em li behda hevdu bisekinin

/Nupel/

 

 

İlginizi Çekebilir

Umur Hozatlı : İki cennet ülke ve CHP’nin umudu
Müslüm Yücel: Melih Cevdet Anday’ın Romanları

Öne Çıkanlar