Hin bûyer hene, çûqas sal derbas bibin jî, wexta tên bîra me, hema agir bi rûh û dilê me dikeve. Ew ji alîyê dem, babet û encamên xwe pirr taybet in û her ku munasebet û agahdarîyeke nuh derdikeve alaw dîsa bi me digrin. Bûyera ”Enfala Barzanîyan” ku di 31î Temmûza 1983an de dest pêkir bûyereke weha ye. Wekî tê zanin nêzî 8000 zilam û xortên Barzanî ji aliyê hêzên rejîma Baasîyan û hevkarên wan hatin qetilkirin; malbatên wan ji marûzê gellek zilm û zordestiyan bûn.
Wekî tê zanîn dagirkerên Kurdistanê, ji bo kirinên xwe yên qirêj pirrî caran navên wusa bikar anîne ku xwestine rûyên xwe yên reş û qirêj veşêrin. Gotina “Enfal” jî yek ji wan e ku ji Sûreya Enfal ji Quranê hatiye girtin û tê maneya “Xenîmetên Şer” û ji alîyê rejîma Baasîyên Iraqê dû re jî di perîyoda navbera 12ê Adara 1986-7ê Hezîrana 1989an de ji bo qetlîam, jenosîd û talanên xwe yên li hember Kurd û Kurdistanê hatîye bikaranîn. Wekî tê zanîn jenosîda Halepçeyê jî di vê demê da çêbû.
Di vê perîyoda bi zilm û zordestîya nedîtî de nêzî 182 hezar Kurd hatine girtin, birin çolên Iraqê û li wir pirranîya wan zindî kirin çalên mirinê. Bi hezaran jin û keçên Kurd wekî ku DAÎŞê dû re li hember Kurdên Êzîdî yên li Şingala pîroz kir, hatin firotin û marûzî zordestî û tecawûzên nedîtî bûn.
Bêşik di dîroka me Kurd û Kurdistanîyan de bûyerên weha bi hêsir û xwînê pirr in. Yên sedsalên berê bidin alîyekî, hema qetlîamên dem û piştê serîhildanên Qoçgirîyê, Şêx Seîdî, Zîlanê, Agirîyê û Dersîmê li Bakurê Kurdistanê; têkçûna 1975an li Başûrê Kurdistanê; têkçûna Komara Mehabadê û şerî di destpêka salên 1980yî li Rojhilatê Kurdistanê ji hin ew mînakên bi hêsir û xwîn in ku dagirkeran û hevalbendên wan li hember Kurdan tu sînor nas nekirine. Lê divê ev rastî nayên wê maneyê ku sebebên taybetî yên her demî neyên analîzkirin.
Dema ku Enfala Barzanîyan hate holê, di navbera hêzên Başurê Kurdistanê de şereke fireh hebû, di serî de dewleta Îraqê, Îran û Tirkîyê jî bi gellek awayan dixwestin dijberîyên navbera Kurdan ji bo berjewendîyên xwe bikar bînin. Ev mijara nakokîyên navbera Kurdîstanîyan û sîyasetên qirêj ên dewletên dagirker gellek girîng e, lê ew dikare bibe mijara nivîseke din. Enfala Barzanîyan ji alîyê dewleta Îraqê di şertên weha de hate holê ku dewleta destbixwîn xwest PDK û hevkarên wê bitîrsîne û piştgiriya gelê Barzan ku her tim di tevgerên neteweyî de rolên girîng leyistîye qut bike.
Kurdan bedelên mezin dan, lê partî û rêxistinên neteweyî di gel zeîfbûnê jî têkoşîna xwe dewam kirin, di destpêka salên 1990î de desthilatdarîya Kurdistana Başur xistin destên xwe. Pêvajoja piştî vê desthilatdariyê jî tê zanîn û di gel hemû darbe, wendayî, kil û kêmasîyan jî dîsa jî Kurd û Kurdistanî li ser axa xwe serdest in; bîranînên şehîdên hemû enfalan, di gel êş û hêsirên li dilan, li Kurdistana Başûr bi monument, peyker, goristan, navên cih û waran jî bi heskirin û hurmet tên parastin.
Bi van hestên bi hêsir û êşên li ruh û dilê xwe hemû şehîdên Enfala Barzanîyan bi van rêzên jêrîn ku di germayîya salvegera 2016an de min anîbûn ziman jidil bibîrtînim û ji kûrahîya rûh û dilê xwe dibêjim ku EZ ÎRO BARZANÎ ME wekî van 8000 zilam û xortên me yê di himbêza welatê rojê û agir de veşartî:
Ew zarok bûn,
ew ciwan bûn,
ew navsere bûn,
ew îxtîyar bûn,
lê ew Kurd bûn,
lê ew Kurdistanî bûn,
lê ew law û mêr bûn,
lê ew tirsa zaliman bûn,
dayikên bi hêsir û êş,
jinên bi hêsir û êş,
keçên bi hêsir û êş,
xuşkên bi hêsir û êş,
heskirîyên bi hêsir û êş,
bi xemgînî û metirsî li dû xwe hiştin.
Yên enfalkirî,
bi awayên sîstematîk,
hatin qetilkirin,
keç û jinên mayî,
di kampan de,
di malan de,
di her warê jîyanê de,
bi heş û dilên birîndar,
babet babet zehmetî dîtin,
babet babet zilm û zordestî ditîn,
lê ew her bi hêvî man,
li benda heskirîyên xwe man.
Hezkirî venegerîyan,
lê ew hemû law û mêr,
wekî serdilîyên heskirîyan,
wekî heskirinên şikestî,
wekî rûmetên azadiyê,
wekî rûmetên berxwedanê,
wekî strîyên nava çavên zaliman,
di her dilê birîndar de,
di her ramanê xemgîn de,
di her hesreta bêsînor de,
di her hêsir û êşê pey heskirîyan de,
her û her man,
dê her û her bimînin…
/Nupel/