Yılmaz Güney, yek ji qehremanên rojên me yên bi sînemayên ku di dema xwe de reng didan rojên me bû. Ne wekî îro telefonên ”zîrek” hebûn, ne komputerên weha pêşketî hebûn, ne bi Facebook, Twitter och Instagramê sosyal medyaya weha xurt hebû, ne Youtube hebû. Mînak pirr in.
Radyo û dû re jî televîzyon tenê li hin malan hebûn, lê têkiliyên rojane hema hema temamî bi rûbirû bûn. Ew lîstikên li kûçeyên me, ew çîrok û sohbetên mezinên me li havînan li ser xaniyan di bin çirûskên stêrkan me rojên me dixemilandin.
Di dem û jîyaneke weha de ew sînemayên havînê û zivistanê ku li Sêwregê hebûn, herçend malbatên me nediwextin ku em zêde herin, di gel hin rojnameyên bi mehdûd, yek ji wan çavkanîyan me bûn ku aso, xewn û xeyalên me bi xwe re dibirin war û bûyerên din.
Yılmaz Güney, di demeke weha de taybejî jî bi rîya fîlmên xwe ji bo me zarok û ciwanan bû qehremanek. Bi mêrxasî, dilsozî, alîgirîya feqîr û mazlûman, parastvanîya edelate civakî û her wekî din Yilmaz Güney di dilên me zarok û ciwanên ku li gorî zanînên xwe yên wê demê bi gellek alîyan hin temayên fîlmên wî di jîyanên xwe de hîs dikirin de bû wekî îdolek. Ji fîlmên wekî Aci, Umut, Ağit, Baba, Hudutlar Kanunu, Aç Kurtlar, Çirkin ve Cesur, Umutsuzlar, Dağların Oğlu, İnce Cumali, Kaçaklar, Kanının Son Damlasına Kadar heta Sürü, Yol û Duvar ku êdî nasnameya Yilmazî ya Kurdî û Kurdistanî pirr zelal derdiket holê wî di çavên me de qehremanî û îdolîya xwe xurtttir kir.
Bêşik wekî me hemûyan kil û kêmasîyên wî yên wekî kes jî hebûn ku hinekên wan wî bixwe jî dû re anîye ziman. Ji serpêhatîyên hin kesayetîyên Kurd ên dema wî mirov dizane ku herçend Yilmazî vekirî ji bo doza Kurd û Kurdistanê kar nekiribe jî, ew tişt taybetî jî di salên dawîn ên jîyana wî de derketibin pêş jî, ew wekî Kurdekî ku li Sêwregê hatîye dinê, dû re wekî malbat çûne Adanayê û bixwe pirranîya jîyana xwe li Istanbulê derbas kiribe jî wexta pêwistî henbûye alîkarîya hin kesayetîyên Kurd, wekî mînak alîkatîya mêrxasekî me yên din Necmettin Büyükkayayê kirîye.
Dema ku Yılmaz Güney mecbûrî penaberîyê bû, ji bo wî û doza Kurd û Kurdistanê rûpeleke nû vebû û wî bi her awayî nîşan da ku ew dê ne tenê ji bo sînemaya Kurdî, her weha ji bo doza Kurd û Kurdistanê jî pir karên baş bike. Filma Duvar herçend di şertên penaberîyê de hate kişandin jî di vî warî de mînakeke pêvajoya nû bû. Lê ne bû û nexweşîya giran Yılmaz Güney di demeke pirr bêwext de ji nav me bir. Ji kûrayîya dilê xwe dibêjim ku dil dixwest ku Yılmaz Güney bijîya, him di warê sînemayê de, hin jî di warê doza me ya rewa de gavên nûn bavête.
Bi van hestên ji zaroktîya li Sêwregê heta nuha îro, Yılmaz Güneyê me di gel sînemaya wî ya birûmet, wî bi mêrxasî, dilsozî, alîgirîya feqîr û mazlûman, parastvanîya edelate civakî û gellek hêjajiyên weha yên wî ji dil bibîr tinîm; ji malbata wî re, heval û dostan re, me hemûyan re sebir dixwazim. Yılmaz dê her di dilên me de bijî…