Osman Özçelik : Wêje û Werger

KurdiYazarlar

“Wêje hunereke ji hunerên bedew e…” 

Gelo ev tarîf, ev pênase têra têrnaskirina wêjeyê dike? Bi ya min; “wêje, hunerekî bedew ê bi zanistî re dimeşe.” Wêje beşek ji beşên hunerên bedew e, temam. Ji ber ku; wêje bandorê li ser hestên mirovan dike, mirovan hestiyar dike, xemgîn dike. Wêje, di ruhê mirov de kelecan, tirs, kêfxweşiyê diafirîne, rastiya mirov û jiyanê, bi xeyal û bi fanteziyan dihûne û bi awayekî estetîk rastiyê radixe ber çavan. 

Wêje di heman demê de, zanist e, ji ber ku; amûreke girîng bikar tîne: Ziman… Wêje li ser rê û rêbazên zanista ziman dimeşe. Ziman embara çand, dîrok û civaknasiyê ye. Ango hunera wêjeyê nikare xwe ji zanistê bidûr bixe. 

Heke di vegotinekê de ev hêmanên hunera bedew û hêmanên zanista zimên, hemû bi hevre nîn bin, em nikarin behsa vegotineke wêjeyî bikin.

Ereban ji wêjeyê re gotine, “Edebiyat” Ango ew tiştê ku exlaqê rind (edebê) hînî mirovan dike. Bawer nakim armanca wêjeyê tenê hînkirina exlaqê rind be. Ji xwe “exlaq” têgîneke guherbar a razber e. Exlaq li gor civakan û li gor demê dirûvên cuda digire.

Me kurdan çima li şûna edebiyatê gotiye, “wêje” û etîmolojiya bêjeyê çi ye, nizanim. Xuyaye ev bêje, ji ferhenga zaravayê me yê soranî tê. Tenê dizanim ku bêjeyeke xweş e û ji bêjeya edebiyatê watedartir e. 

Berhemên hunerên bedew xwerû û bêemsal in. Bi hostetî, bi zanayî û kesayetiya hunermend ve girêdayî ye. Derveyî hunermend tu kes nikare wê berhemê biafirîne. Her hunermend dikarin li gor hest û ramanên xwe yên resen, berhema xwe ya xwerû biafirînin.

Di nav hunerên bedew de ya herî bi şans wêje ye. Peyker, wêne, şano, dans, konserên muzîkê di cihekî diyarkirî de li benda hezkiriyên xwe dimînin. Her çiqas bi riya teknolojiya pêşketî ev hunerên bedew jî dikarin di cihê xwe de nemînîn, dikarin bigerin, biçin ber destê hezkiriyên xwe. Belê ev ger û tevgera wan bi sînor e. Berhem li cihekî ye, divê mirov biçe lê guhdarî bike, lê temaşe bike.

Wêje ne wisa ye, wêje gerok e, bi xwe diçe ber destê xwendvanên xwe. Dikeve kutubxaneyan, dikeve malan. Heta destpêka sedsala 19an wêje, hema hema li tevahiya çandên dinyayê bi vegotina; stran, çîrok, helbest, şano û metnên olî yên perestinê xwe nîşan dide. Di vê sedsalê de beşekî din li wêjeyê zêde dibe: Roman û kurteçîrok.

Bi derfetên çapxaneyan pirkirina berhemên wêjeyî bidest dikeve. Wêje, bi riya wergerê sînorên ziman û çanda ku tê de hatiye afirandin diqetîne, belav dibe, dibe malê mirovahiyê. Û werger, wek beşekî zanista wêjeyê, derdikeve holê. Êdî helbest, gotar, çîrok, nivîsên ceribandinên wêjeyî, roman û berhemên din ên ku hatine afirandin dibe malê çand û zimanên din jî. Mirovahî dewlemend dibe. Çand û zimanên cuda hevdu nas dikin. Hevnaskirin; hestên xweşbîniyê, hestên aştiyê bilind dike.

Bi riya wergerê hêza xweîfadekirinê, hêza afirandinê û ziman, pêlikekê bilind dibe. Her ziman, ji zimanekî din re dibe çavkaniyeke nû.

Em dikarin bêjin ku zimanê me di serdema ronesansa xwe de ye. Her sal bi sedan berhemên wêjeyî tên afirandin ku êdî nivîskarên me yên di hêz û asta wêjeya navneteweyî de berheman dinivîsin hene. Belê di warê wergerê de ewqasî ne xweşbîn im. 

Bi qasî ku tê zanîn berhema yekemîn ku bo kurdî hatiye wergerandin, berhema bi navê “Tarîxa Kurdistanê” ya Şerefxanê Bedlîsî ya di sala1597an de, bi farisî hatiye nivîsîn. Mele Mahmûdê Bazidî di sala 1859an de ev berhem, wergerandiye bo kurdî. 

Tevgera wergerê, piştî darbeya leşkerî ya sala 1980, li dîasporayê, bi taybetî li Swêdê bi awayekî berbiçav bi pêş dikeve. Kovara “Nûdem” û weşanxaneyên “Apec” û “Roja Nû” ji gelek zimanên cuda berhemên hêja werdigerînin bo kurdî.

Min bi xwe jî, çend berhemên klasîk wergerand bo kurdî, wek:  “…Û ronahî di tariyê de dibiriqe” (Tolstoy), “Rojeke Îvan Denîsovîç” (Soljenitsin), “Lîstikvanê Kişik” (Zweig), “Qaqlîbaz” (R.Bach) û ji Celadet Alî Bedirxan “Rojên Almanyayê” (Celadet, “Rojên Almanyayê” bi tirkiya osmanî nivîsîbû.) Weşanxaneya Apecê xelata yekemîn a wergerê da wergera romana “Rojeke Îvan Denîsovîç”

Wergerên hêja yên nivîskarên me yên din jî hene. Belê hejmar netêr e. Divê bênavber klasîkên dinyayê bi kurdî bigihîje xwendevanên kurd. Weşanxaneyên me yên wek Avesta, Lîs, Nûbihar di vî warî de fedekariyeke hêjayî pesinandinê, dikin. Teva ku kêm tên firotan jî, berhemên wergerî diweşînin. Hewldanên weşanxaneyên me yên din jî hêjayî spasiyê ye.

 Bi taybetî di nav xwendekarên zankoyan de, dibînim ku wêjehez zehftir dibin û yên dinivîsin jî ne kêm in. Divê nivîskarên me yên ciwan dest biavêjin wergerê jî. Bi hezaran berhemên klasîk ên dinyayê, li benda wergerê ne.

Li dinyaya modern dewlet piştgiriyê didin hunerên bedew. Em bêdewlet in, mixabin bar li ser milên rewşenbîrên kurd e.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Komara Tirkiye, Hasan Ali Yücel (Bavê şair Can Yücel) di sala 1940î de bi navê “Tercüme Bürosu” saziyekê ava dike ku klsîkên dinyayê wergerînin bo tirkî. Dizanin ku zimanê wan zimanekî lawaz e, bi riya wergerê dê zimanê xwe pêşve bibirana. Armanca xwe wek; “Afirandina ruhêkî humanîst” diyar kirin. Dixwestin zimanê wan di nav dinyaya “hizir û çanda rojava” de cihekî peyda bike. 

Nivîskarê wan ê navdar Nurullah Ataç serokatiya saziyê dikir. Nivîskarên wek; Sabahattin Eyüboğlu, Sabahattin Ali, Enver Ziya Karal, Halide Edip Adıvar, Orhan Veli, Melih Cevdet Anday, Vedat Günyol û gelek nivîskarên din, dest bi wergera klasîkan kirin. Di nava şeş salan de, ji zimanên; yewnaniya kevn, latînî, frensî, almanî, rûsî, îngilîzî û ji klasîkên îslamê 496 berhem wergerandin bo tirkî. Pirtûkên ku dihat çapkirin bi buhayekî pir erzan belav dikirin. Di salên 1950î de pergala siyasî bi hinceta, “em ji kokên xwe bidûr dikevin,” sazî fesix kir. Humanîzma bi kêrî wan nehatibû.

Berhemên wêjeyî wek malê mirovahiyê tê qebûlkirin. Wergera van berheman jî mîna ji nû ve berhemeke hunerî  were nivîsîn e. Werger ne karekî hêsan e, divê bi baldarî û bi berpirsiyareke bilind, were kirin. Beriya her tiştî divê wergêr, bi zimanê xwe û bi zimanê berhema ku dixwaze wergerîne, qenc bizanibe.

Naskirina rêziman û bêjeyên herdu zimanan têr nake. Divê; têgeh, biwêj û gotinên pêşiyan yên herdu zimanan bi kûranî were zanîn, divê hafizaya wergêr xwediyê ferhengeke dewlemend be. Heke wergêr, dîrok û civaknasiya xwediyê herdu zimanan nas neke û bi taybetî şerd û mercên ku bûyerên di berhemê de diqewime, qenc fam nekiribe, dê şaşiyên ku neyên qebûlkirin, bike.

Wergêr, divê li hember berhemê û nivîskar objektîf be, xwe ji angajmanên siyasî û bîrdozî bidûr bixe. Tiştekî ji berhemê kêm neke an lê zêde neke. Wergêr nikare hizrên xwe bi nivîskar bide gotin. Nivîskar çi gotibe, an xwestibe çi bibêje, divê wisa û bi zimanekî wêjeyî, were gotin.

Me dît kesên ku “Ansîklopediya Îslamê” wergerandin bo tirkî, xala “kurd û Kurdistanê” ji ansîklopediyê derxistin. Dîsa me dît ku çepgirên tirkan, dema klasîkên sosyalîzmê werdigerandin bo tirkî, bi hestên nîjadperestî gelek hevokên ku nedihat hesabê wan; an ne dinivîsîn, an li gor fikir û ramanên xwe diguherîn… Di wergerê de şermeke ji vê girantir nîn e.

Ji bo wergereke qenc, pêwistiyeke girîng jî, naskirina nivîskarê berhemê ye. Wergêr, beriya ku dest bi wergerê bike, divê herî kêm du caran berhemê bixwîne, li ser bihizire. Paşê jînenîgariya nîvîskar û berhemên wî yên din jî bixwîne ku, bigihîje kûraniya hest, raman, perspektîf û şêwaza vegotina nivîskar.

Kurdî zimanekî qedîm ê dewlemend e, ji her zimanî bi awayekî serkeftî werger bo kurdî pêkan e. 

Me xebat divê.

İlginizi Çekebilir

Temel Demirer : Eleştirel Arabesk Hikayesi
Osman Özçelik : Me Xezala Xwe Azad Kir

Öne Çıkanlar