Di sala 2013an de li Amedê komek akademîsyen, rewşenbîr û karsazên kurd bi navê “Weqfa Mezopotamyayê” saziyeke sivîl ava kirin.
Weqfê di rêziknameyê de; armanca xwe, rê û rêbazên xebatên xwe bi awayekî berfireh destnîşan kiribû. Weqfê; dê siyaseta ku li ser ziman, çand, zayend û baweriyan dihat meşandin red bikira. Dê mirovên ronak, azad ên bi zanistê ve girêdayî bihatina gihandin. Bi vê armancê, dê di her astê de dibistanên ku bi kurdî perwerdehiyê dimeşînin bihata avakirin.
Li Amedê dê zankoyeke pirzimanî bihata vekirin. Ji bilî kurdî; dê bi tirkî, bi îngilîzî, bi ermenkî û suryankî jî perwerdehî hebûya. Rêziknameya Weqfê ji aliyê dewletê jî hatibû qebûlkirin.
Mixabin rewşa siyasî ya Tirkiyeyê bi carekê serobin bû. Dewletê berê xwe ji demokratîkbûnê guherî, vegeriya ser siyaseta xwe ya ku di dema avakirina komarê de hatibû qebûlkirin. Ango; yekperestî, dagirkerî, înkar, pişavtin, kedxwarî û tunekirin.
Gava rewş wisa xerab ket, Weqfê, bo avakirina zankoyê di warê aboriyê de desteka ku dihat hêvîkirin bidest nexist. Proje hat taloqkirin. Niha Weqfê giranî daye ser xebatên çand û ziman. Weqfa Mezopotamyayê bi xebatên rewşenbîr û akademîsyenan berhemên hêja diweşîne.
Piştî berhema “Rêbera Rastnivîsê” Du berhemên nû hatin weşandin. Yek jê, “Tûhfetu’l Xîlan Fî Zimanê Kurdan” (Diyariya Dostan di Zimanê Kurdan de) ku Rêzimana Kurdî ya Mela Mahmûdê Bazîdî ye. Berhem ji koleksiyona Aleksandre Jaba hatiye wergirtin. Weqfê berhem latînîze kiriye. Orjînala berhemê destnivîskî 144 rûpel e.
Berhema din ya nû, ku dixwazim bidim nasîn jî “Ferhenga Têgihên Hiqûqê” ye.
Ferheng, ne tenê hebûn û dewlemendiya bêje, biwêj, term û têgihên zimanan nîşan didin. Ferheng di heman demê de; şêwe û şîroveya jiyanê, kevneşopî, dîrok û jiyana civakî ya neteweyan jî nîşan dide. Ferheng gencîneya bêjeyên zimanê civakê ye.
Ji bermayiyên Sumeran hatiye famkirin ku bi zimanê sumerî û akadî wek ferheng, bêje hatine nivîsîn.
Di destpêka mîladê de ferhengeke ku wateya bêjeyên grekî û latînî rave dike, hatiye dîtin.
Tê gotin ku Aristophanesê Bîzansî beriya zayinê bi du sed salî, ji bo pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ferhengek amade kiriye.
Ferhenga ku ji aliyê Bawetshi di sedsala yazdemîn a beriya zayinê de, bi zimanê Çînê hatiye amadekirin, ji 40 hezar bêjeyan pêk tê. Ev ferhenga nîvîskî ya herî kevn a pêşketî tê qebûlkirin.
Xebatên amadekirina ferhenga kurdî ji mêj ve heye. Belê xebata yekemîn kîjan e, ez bi xwe nizanim. Em di Rêzimana Mela Mahmûdê Bazîdî de dibînin ku beşekî berhemê wek ferhengeke kurdî-tirkî hatiye amadekirin.
Ehmedê Xanî bi navê “Nûbara Biçûkan” ji zarokên kurd ên di medreseyan de dixwînin re, berhemek nivîsiye. Berhem bi awayekî helbestî, bêjeyên erebî û kurdî rûberî hevdu kirine. Em dikarin bêjin ev jî ferhengokek e.
Ferhengên kurdî pirtirîn bi xebata kesan derketine holê. Bi pêşketina zanista ferhengnasiyê (Lexikoloji) ferheng li akademiyan bi destê komên akademîsyenên zimannas û ferhengnasan têne amadekirin.
Min çav li ser pirtûkxaneya xwe gerand, min dît ku min nêzî bîst ferhengên kurdî berhev kirine. Ferhenga yekemîn a ku min pêde kiribû ya D. Îzolî bû ku weşanxaneya Deng weşandibû. Paşê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ferhenga Zana Farqînî ya Tirkî-Kurdî û ya Kurdî-Tirkî wek du cildan weşand. Di Ferhenga Zana Farqînî de zêdetirî 131 hezar bêjeyên kurdî hene. Farqînî berhema xwe wek berhemeke netamambûyî dibîne.
Weşanxaneya “do” ferhenga Kamêran Botî Kurdî-Kurdî weşand.
Ferhengên bi zaravayên soranî û kirmanckî (zazakî) jî refên pirtûkxaneya min dixemilînin. “Ferhengî Kurdistan Kurdî-Kurdî” ya Givî Mukrîyanî ji aliyê Enstîtuya Kurd a Amedê ve hatiye weşandin, zehf dewlemend e.
Weşanxaneya Wate bi weşandina “Ferhengê Dimilkî -Zazakî- Tirkî” bêjeyên zaravayê me yê qedîm berhev kiriye.
Enstîtuya Kurd a Parisê bi navê “Dîctionnaire Kurde-Français/Ferhenga Kurdî-Fransızî” ferhengeke ji 85 hezar bêjeyan pêk tê weşand. Avesta jî berhem gihand ber destê me.
Ji bilî ferhengên giştî, ferhengên mijarên taybet û zanistî jî hatine weşandin.
Weqfa İsmail Beşikçî, “Ferhenga Termên Fenî/ Kurdî (Kurmancî)-Tirkî-Îngilîzî”;
Weşanxaneya Doz, Ferhenga Erdnîgariyê” ya Abdurrahman Önen;
Weşanxaneya Nûbihar, “Ferhenga Zanistên Civakî” ya Prof. Abdullah Kıran;
Enstîtuya Kurd a Stenbolê, “Ferhenga Biwêjan” a Mustafa Borak;
Weşanxaneya Lîs, “Ferhenga Biwêjan” ya Dîlawer Zeraq wek sê cildên ku ji 18 hezar biwêjan pêk tê weşand.
Weqfa Mezopotamyayê û Baroya Diyarbekirê; bi keda çar salên 20 zimanzan, hiqûqnas û akademîsyenên kurd ên ku wek “Komxebata Hiqûqê” xebitîne, berhema bi navê “Ferhenga Têgihên Hiqûqê” diyarî pirtûkxaneya kurdî kirin.
Mîkaîl Bilbil û Sabîr Ebdulahîzad jî, bi edîtoriyeke profesyonelî qîmeta berhemê bilind kirine.
Berhem bi hevoka, “Em vê xebatê dîyarî Tahir Elçîyê nemir dikin ku ev xebat, xeyaleka wî bû…” dest pê dike.
Ferhenga Têgihên Hiqûqê ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de, têgihên hiqûqê her yek bi paragrafekê û bi kurdî hatine ravekirin.
Beşa duyemîn bi pênc zimanan (tirkî, kurdî, îngilîzî, erebî, farisî) wek lîsteyeka têgihan hatiye amadekirin. Di berhemê de nêzî hezar têgihên qiqûqê yên bi kurdî cih girtiye.
Destê kedkarên vê xebatê sax be û spas bo Weqfa Mezopotamyayê û Baroya Amedê.