Her netew xwediyê rojên taybet ên “rojên pîroz” in. Du rojên me yên pîroz ên li çar aliyê Kurdistanê têne qebûlkirin hene.
Yek ji wan, 21ê Adarê “Cejna Newrozê” ye.
Roja me ya din a pîroz jî, 15ê Gulanê “Cejna Zimanê Kurdî” ye.
Bi xwezayî li her parçeyekî jî rojên din ên taybet hene. Pirtirên van rojan siyasî û herêmî ne. Wek rojbûna serokekî, wek destpêk an biserketina di şerekî neteweyî, wek roja damezirandina partiyekê an wek roja bidestxistina mafekî neteweyî.
Em dikarin rojên wisa zêdetir jî bikin.
Hin roj hene ku di dema xwe de wek rojeke pîroz a herêmî ne lê, dibe ku bi demê re, ew roj li çar aliyên Kurdistanê bibe rojeke pîroz a neteweyî. Dem biryarê dide.
15 ê Gulanê, roja ku di sala 1932yan de Celadet Alî Bedirxan li Şamê hejmara yekemîn a “Kovara Hawarê” weşandiye ye.
Celadet, sala 1925an ji ber naçariya debara rojane û li ser daxwaza birayê mezin Sureya Alî Bedirxan, ji Almanyayê tê Îskenderiyaya Misrê. Piştî demekê, ji wir diçe Qahîreyê gel bavê xwe Mîr Emîn Alî Bedirxan ku li wî bajarî sirgûn e.
Koçberiya Celadet didome. Bêrûda Lubnanê, paşê jî Şam. Celadet dê li Şamê koça dawîn bike. Koça nav dilê kurdistaniyan, koça bîra kûr a zimanhez, hunermend û rewşenbîrên kurd.
Celadet 31 salî ye, xwîna wî dikele. Diviya ji bo azadiya gelê xwe tiştek bikira. Kadroyên “Azadî” yên ji ber şikesta serhildana Şêx Seîd filitîne; li bin xetê, li Şamê, li Bêrûdê gihîştine hev.
Ji wan, Memduh Selîm Begê Wanî ku bi nasnavê Îskender tê nasîn, li pêy sazkirina rêxistineke azadîxwaz a neteweyî ye. Li ser pêşniyaza M. Selîm, roja 5ê Cotmeha 1927an rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, li Lubnanê, li mala lîderê Partiya Taşnak, Vahan Papazyanê ermen, dicivin. Civîna yekem a “Xoybûn” ê bi vî awayî lidar dikeve.
Qenc nayê zanîn ku di civînê de çend kes hene, belê bi qasî ku tê zanîn; Memduh Selîm, Celadet, Dr. Mehmet Şükrü Sekban, Îhsan Nûrî Paşa, Şerîf Paşa, Alî Riza (Kurê Şêx Seîd), Mustafa Şahînê Berazî, Sureya Alî Bedirxan, Haco Axa, Emîn Beg hazir in.
Celadet wek serokê Xoybûnê tê hilbijartin. Bawer dikim ji mala Cemîl Paşa jî kesên beşdarî civînê bûne hene. (Dibe ku paşê tevli Xoybûnê bûbin) Îhsan Nûrî Paşa wek berpirsiyarê leşkerî tê hilbijartin.
Xoybûn, di serokatiya Îhsan Nûrî Paşa de, dest bi “Serhildana Agirî” dike. Mixabin piştî şerê sê salan, dewleta tirk bi alîkariya Îran û Soviyetê serhildanê têk dibe.
Di şerê Agiriyê de qehremaniya Îhsan Nûrî Paşa, Biroyê Heskê Têlî, Ferzende Beg, Xalis Beg û jinên kurd, nayên jibîrkirin. Seyitxanê Kerr û Elîcan du fermandarên yekîneyên gerîlla ne, bi mêrxasiyên xwe nav û deng didin.
Di rojên dawiya şer de Celadet jî xwe digihîne qada şerê çiyayê Agirî. Belê berxwedan şikestiye, Celadet derbasî Îranê dibe, ji wir jî vedigere Şamê.
Bi şikesta Agiriyê re Xoybûn lawaz dikeve. Celadet jî ji siyaseta aktîf vedikişe. Sê kurên Mîr Emîn Alî Bedirxan; Celadet, Kamiran û Sureya giraniya xwe didin ser ziman, wêje, dîrok û dîplomasiyê.
Celadet li Şamê çapxaneyekê saz dike, amadekariyên Alfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî û Rêzimana Kurdî qedandiye, dest bi weşana “Hawar- Kovara Kurdî ” dike.
Di 15ê Gulana 1932yan de hejmara yekemîn çap dibe. Îro em vê rojê wek “Cejna Zimanê Kurdî” pîroz dikin. Celadet di hejmara yekemîn de, Hawarê weha dide nasîn:
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.
Hejmara yekemîn bi nivîsên Celadet û Kamiran hatiye dagirtin. Em di hejmara duyemîn de navê Qedrîcan û Osman Sebrî dibînin. Ev her du şairên kurd ên çalak, heta hejmara dawîn, terka Hawarê nakin.
Her diçe nivîskarên Hawarê zêde bibin jî, barê giran li ser pişta Celadet e.
Ji bo hejmara nivîskarên Hawarê zêde xuya bide, Celadet di Hawarê de, bi gelek nasnavên cuda, wek; Herekol Azîzan, Nêrevan, Xeberguhêz, Çîrokbêj, Şevger, Seydayê Gerok, Mamosteyê Gerok, Bişarê Segman, Cemşîd, Diya Ferzo, Newîn, Dilistan, Şebistan… dinivîse.
Cegerxwîn xwendina melatiyê qedandiye, li Senceqa Emîn (Amûd) li nik Seyda Fethilah dersên seydatiyê dibîne.
Celadet tê serdana Seyda Fethilah. Dixwaze Cegerxwîn jî bibîne ku bihîstiye ew ristên ciwan (helbest) çê dike. Cegerxwîn çend helbestên xwe ji Celadet re dixwîne.
Celadet dixwaze Cegerxwîn helbestên xwe ji wî re bişîne ku di Hawarê de werin weşandin û şîretekê lê dike. dibêje, “Bi ya min bî, tê dev ji awayê Xanî, Mem û Zînê berdî, ev îşê çîrokan e seyda!” Tê fam kirin ku, Celadet dixwaze Cegerxwîn ji şêweya helbesta klasîk derbasî helbesta modern bibe. Cegerxwîn di kîtêba xwe ya “Jînenîgariya Min” de dibêje, “Min gotina wî xist serê xwe.”
Û Cegerxwîn di hejmara çaran a Hawarê de, bi helbesta “Gotina Welat” xuya dibe. Êdî, Cegerxwîn jî kadroyekî Hawarê ye.
Hawar ji 15ê Gulana 1932yan heta, 15ê Tebaxa 1943yan wek 57 hejmaran tê weşandin. Bîst û sê hejmarên ewil nîve nîv bi alfabeya latînî û aramî tê weşandin. Piştî hejmara 23yan tenê alfabeya latînî tê bikaranîn. Heta dawiyê di her hejmarê de beşekî frensî jî heye.
Em spasdarê Firat Cewerî ne ku, bi hezar zehmetî her 57 hejmarên Hawarê bi dest dixe û di sedsaliya rojnamegeriya kurdî de, bi awayekî hemançapî, wek du cildan ji nû ve diweşîne. Bi vî awayî xezîneyeke dewlemend ya ziman, çand û wêjeya kurdî ji wendabûnê xelas dibe.
Dîsa em spasdarê Emîn Narozî ne ku ew jî bi Firat Cewerî re dibe pîbar, tîpguhêziya nivîsên bi alfabeya aramî hatine weşandin dike. Bi xêra vê xebatê îro em dikarin wan nivîsan bi alfabeya latînî bixwînin.
Cegerxwîn di jînenîgariya xwe de pirr pesnê Dêrika çiyayê mazî dide. Wî li wir, li cem Seyda Îskender feqetî kiriye. Dibêje ji çar alimên mezin ên Kurdistanê yek jî Seyda Îskender bû. Sedemeke din a ku Cegerwîn ji Dêrikê hez kiriye heye.
Cegerxwîn li wir aşiqê keçeke axayekî Dêrikê bûye. Dibêje, “Li wir ez ketim tora porsorekê.”
Ev eşqeke platonîk a bêhêvî ye. Haya porsorê ji wî nîn e. Senema wî, periya wî keça axayekî, ew jî feqiyekî bi ratiba xêrxwazan zikê xwe têr dike. Dibêje, “Nikarim bighêmê, yan newêrim bighêmê. Belengaz im, parsek im, ne li gora wê me.” Aşiqê belengaz navê wê senema porsor nade.
Bavê min yekcaran behsa hevaltiya xwe û Cegerxwîn ya li Dêrikê dikir, belê wî ji me re qet behsa eşqa Cegerxwîn ya bêderfet nekiribû. Xuyaye şairê mezin eşqa xwe ji hevalên xwe jî veşartiye.
Ji bo ronîkirina vê eşqa bilind, bar dikeve ser milên lêkolînerên dîroka wêjeya kurd.
Cegerxwîn di hejmara pêncan a hawarê de risteya (şiîr) xwe ya bi sernavê “Pesna Dêrikê” diweşîne.
Dêrik çi xweş e, bi dar û av e
Ev av e, li erdê bû belav e
Yek Xab e, belê bihuşta me’wa
Pir mişmiş û sêv û darên selwa
Pir gwîz û hejîr û xox û hinar
Sed kanî û aş û gol û cobar
…
Cegerxwîn ji ber rewşenbîrî, welatperwerî û xebatên wî yên ziman û dîroka kurdan, dibe heyranekî Celadet. Helbesta “Ji Bona Hawarê” dinivîse û bi nameyeke kurt helbestê diyarî Celadet dike.
Dibêje, “Ji bo Mîrê zirav û giran û serfiraz û hunermend Mîr Celadet Alî Bedir-Xan.” Didomîne, “Bende go bi navê Cegerxwîn hatiye naskirin destê te maç dikim… Hebûna serê te li cîhanê ji padşahê mezin dixwazim û bi van çend xweşxwanê jêrin ez Hawara te pîroz dikim.”
Helbest di hejmara şeşan de tê weşandin. Cegerxwîn Hawarê dişibîne welêt ku bi deşt û zozanên xwe, bi bax û bostanên xwe wek baxçeyekî gulîzar e. Cegerxwîn bilbilê wî baxçeyî, Celadet jî baxçevan e. Bangî xwendevanan dike ku Hawarê bikirin. (Salaneya Hawarê 500 qirûşê Sûrî ye)
Hezar carî pîroz bitin ev hawar
…
Qelen kêm e erzan e pêncsed qirûş
Di nêv baxê wê da dikin ah û zar
Bixwazin ji Alî Celadet bi xar
Cegerxwîn li Qamîşlo, li Amûdê gund bi gund digere, Hawarê bi dest belav dike, pesnê Hawarê û Celadet dide, xwendevanan pêde dike. Helbesta “Kula Me” dinivîse. Di hejmara nehan de ev helbest tê weşandin.
Begê min, serwerê min ey Celadet
Şahê min, rêberê min pur edalet
Tu binivîse di Hawarê selavan
Ji ber min ve li kurdmancan temaman
Çi kurdmancên Enadol û çi sûrî
Çi loran û çi gewran û çi sorî
Çi gavan û çi sapan û çi mîr e
Gelek behtir li kurdmancên Cizîr e.
…
Di hejmara dehan ya Hawarê de, helbesta “Berdêlk” ku ji bo şairê soran Ebdulxaliq Kerkûkî nivîsiye, hatiye weşandin. Cegerxwîn pesnê şair dide. Dibêje:
Ey bira şehbazê ewc î fen û hem îrfan î tû
…
Tîrê xweşxanê te suhtan can û dil ey kakî xwom
Natiwanim ez xwe ragêrim li ber xweşxwanî tû
Di heman hejmarê de, nameyeke Cegerxwîn a ku “Ji bona Şêx û Melan” hatiye nivîsin, bi sernavê, “Rastiyê Bibêjin Çendî Ko Li Ser We Be Jî” hatiye weşandin. Şêx û mela bi tundî rexne dike. Dibêje:
“ … Lewra şêx û melayên me rojekê ji me re nabêjin ko ji xwe re dibistan û medresan çêkin. Eger çend medrese li welatê me hene jî dîsan seydayên me ji me re ‘zeyd-un qaîm-un’ pê ve nabêjin. Ilmê hîsab û hendese û felekiyat û hîkmet û sen’et tev ji nav me rakirine. Gelo ‘zeyd-un qaîm-un’ ji me re çi dike? Em şanzdeh salan dixwînin, hêj nizanin erebî mijûl bibin û nikarin çend xeberan bi erebî binivîsînin û zimanê xwe jî ji bîr dikin û nizanin bixwînin. Ev jî ji destê şêxan hatiye serê me. … …”
Di hejmara yazdehan de helbesta wî ya “Zarînek” cih digire. Dilê Cegerxwîn dike gazî, dike qêrîn dike Hawar.
Agir bi Kurdistanê ket
Lewra dikit Hawar e dil
Sed bax û sed bostanê ket
Manendê bulbil jar e dil
Pêtek ji Kurdistanê hat
Mêlak û cergê min dipat
Eman welat eman welat
Bawer bikin xwûnxwar e dil.
…
Di hejmara sêzdehan de helbesta “Gotina Rast” tê weşandin. Cegerxwîn gazindên şêx, mela, axa û begleran dike.
“…
Em kêm xistin şêx û mela û axa begleran
Lewra em îro ji hukûmetan nayêne hejmar
Berê em hukûmeteke cîhangîr bûn li dinya
Were temaşe bike eywanê Kesra neqşê nîgar
…”
Di heman hejmarê de helbesta ku mîna sirûdekê (marş) di nav gel de belav dibe tê weşandin. Helbesta “Zaro Delên” ku nemaze bo zaruyên welatê jêrîn.
Welatê kurdan tev xêr û bêr e
Hemî maden e tev zîv û zêr e
Lê çi bikim îro maye ji xelkê re
…
Em ne ereb in ne tirk û rom in
Xwedan paşa ne leşker û kom in
Îro xirab in bin destê bûm in
…
Di hejmara çardehan de helbesta “Ji Kiriyaran re” tê weşandin. Hawar bi zahmetî tê weşandin, pirr kêm tê firotin, kiryar perê Hawarê nadin. Cegerxwîn gazî kiryaran dike.
“…
Çi şerm e ko Hawara
Me ta ebed nemînit
Hawar keç e ciwan e
Xweşbûk e çardesalî ”
Heta hejmara 31an (1 Tebax 1941) hema bêje di her hejmarê de nivîsek (pexşan) an helbestek Cegerxwîn dixuye. Helbestên;
“Şehnama Şehîdan- bir 1” di hejmara 18an de, “Şehnama Şehîdan-bir 2 û 3” hejmar 19, “Pendname” hejmar 24, “Ez û Dîlber” hejmar 25, “Welatê Min” hejmar26, “Derdên Cegerxwîn” hejmar 27, “Em Arî ne” û “Meşa Rêçenasan” hejmar 28, “Ala Rengîn” û “Kî bi ya min dike” hejmar 29, “Divê em bibin yek” hejmar 30, têne weşandin.
Demeke dirêj Cegerxwîn di nav rûpelên Hawarê de naxuye. Di hejmara 51an de (15.11.1942) “Pendname”; hejmara 52yan de “Marşa Keyanî”; hejmara 54an de “Pêşkevin”; hejmara dawîn a hawarê ya 57an de (15 Tebax 1943) “Ez û Yar” têne weşandin.
Pexşanên Cegerxwîn; “Xeyalên Cegerxwîn” hejmar 16 an de, “ Îlyas Efendî Çû Rehmetê” hejmar 21, “Hespên Xweşxanên Kurdî û “Mîr Mihê” hejmar 22, “Le bo yekîtiya zimanê kurdî” hejmar 23, “Behramê Gor” hejmar 31, têne weşandin.
Cegerxwîn hosteyekî “Fabl”an e. Ev sê fablên wî di hawarê de têne weşandin;
“Şêr û Piling û Rovî” hejmar 14, “Serxwebûna Mirîşkan” hejmar 20, “Serxwebûna Mûriyan” hejmar 42.
Têkiliyên Cegerxwîn û Celadet her diçe sar, lawaz dibe. Di sala 1945an de, Cegerxwîn diçe Şamê, di sê mehên zivistanê de, dîwana xwe ya yekem “Agir û Pirûsk” li çapxana Hawarê çap dike.
Berî ku xebatên “Xoybûn”ê bi dawî bibe (1946), Cegerxwîn di rêvebiriya Xoybûnê de ye. Bi belavbûna Xoybûnê re Cegerxwîn, têkiliyên xwe bi tevahî ji Bedirxaniyan û ji Cemîlpaşazadeyan dibirre.
Di nivîsa pêş de, em ê li ser vê mijarê û helwesta Cegerxwîn rawestin.