Bi pêşketina teknolojiya ragîhandinê û medya civakî re, mirov dikarin di derbarê pirsgirêkên jiyana civakî û siyasî de ramanên xwe diyar bikin, parve bikin, dikarin bi hêsanî dengê xwe bidin bihîstin.
Bi rêya medya civakî mirov dikare bandorê li ser bîr û baweriyên civakê bike, dikare bîr û baweriyên civakê biguhere, dikare li ser bûyerekê civakê rake ser piyan. Di vî warî de mînaka herî balkêş li Tûnisê pêk hat.
Li Tûnisê polîsan dest danîn ser dezgehê ciwanekî ku cixareyên qaçax difirot. Ji bo protestokirinê ciwanê cixarefiroş agir berda bedena xwe, xwe şewitand. Ev bûyer bi rêya twîtterê belav bû û bi navê “Bihara Ereban,” di serî de li Tûnisê, paşê li bakurê Efrîqa û li Rojhilata Navîn bi milyonan mirov rabûn ser piyan, şerên mezin qewimîn. Alozî hê jî didome.
Tê gotin ku ciwan, rojê heft saetên xwe li ser medya civakî derbas dikin. Ne ewqasî be jî, Kurdên me jî medya civakî bikar tînin. Divê em vê rewşê bi erênî binirxînin. Kêfxweşiyek heye ku, her diçe kesên ku di medya civakî de, bi kurdî dinivîsin zêdetir dibe.
Çend roj berê, Prof. Dr. Abdullah Kıran li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyameke ku ji aliyê gelek kesan hat ecibandin, weşand. Peyam wisa bû:
“Ez Misilman im, ne Kurd im.” “Ez Elewî me, ne Kurd im.” “Ez Zaza me, ne Kurd im.” “Ez Kurmanc im, ne Kurd im.” Ez Soran im, ne kurd im.” “Ez Êzidî me, ne Kurd im!”
Birêz Kıran, di heman peyamê de, ji kesên ku wisa dibêjin, dipirse:
“Lê tu çi yî? Ka bêje xwelîlsero tu çi yî?”
Bi awayekî hêrsbûyî, bersîva pirsên xwe dide:
“Ez dibêjim tu hîç î; tu reben, ketî, pepûk, belengaz û pûç î!”
Prof. Dr. Abdullah Kıran mirovekî welatparêz ê bê şik û guman e. Di her şerd û mercî de li kurdbûna xwe xwedî derdikeve, ji bo avakirina “kîbûneke” netewî, ji bo pêşxistina zimanê kurdî, bê rawestan hewl dide û xizmeteke hêja dike.
Mirovên disîplîna zanistê girtibin divê bi xwînsarî li bûyeran binêre, şîrove bike û ji bûyeran encameke rast derîne. Bo wê jî, beriya her tiştî divê pirsên mîna; “çi” “kî” “kê” “çima” “çawa” “li ku” “bi çi sedemê” “kengî” di cî de bipirse û li bersîvên herî rast bigere. Divê xwe ji şaşfamkirinê biparêzin. Mirovên zanistê bi ber bayê hestên xwe nakevin.
Em ê bi vê wesîlê, li ser têgînên “kîbûn” (kimlik) û “kesayetî” yê (kişilik) rawestin. “Kîbûn” û “Kesayetî” du têginên nêzî hevdu, belê ciyawaz in. Ji ber ku pir nêzî hev in, ev herdu têgîn gelek caran têne tevlihevkirin, li şûna hev têne bikar anîn.
Bê guman kurdên ku dibêjin, “Ez Misilman im, ne Kurd im,” hene. Belê hemî kurd ne wisa ne. Ên ku kurdbûna xwe înkar nakin û dibêjin, “Ez Misilmanekî kurd im,” an “Ez kurdekî Misilman im,” ji yên ku dibêjin ez ne kurd im, tenê Misilman im, zehftir in.
Ev meseleya “Kîbûn” û “Kesayetîyê” ye. Beşê ewil, kesayetiya xwe didin pêşiya kîbûna xwe. Beşê duyemîn jî, kîbûna xwe didin pêşiya kesayetiya xwe.
Meseleya, “Ez Elewî me, ne Kurd im.” Heman tişt e. Kesên ku dibêjin, “Ez Elewiyekî kurd im,” an “Ez kurdekî Elewî” me, ji yên ku dibêjin ez tenê Elewî me, zehftir in.
Ên dibêjin, “Ez Zaza me, ne Kurd im,” ji her du kategoriyên li jor cudatir e. Meseleya wan, ne meseleya, pêşdedana “kîbûn” an “kesayetiyê” ye. Pirsgirêk, pirsgirêka “kîbûn” ê ye. Ew, zazaaxêvan mîna neteweyekî cuda dibînin, an wisa dizanin. Xwe kurd nahesibînin.
Ev jirêderketinek e. Du sedemên vê helwestê heye. An, di bandora propagandayên Dewletê ya parçekirina kurdan de mane, an dixwazin xwe ji giraniya pirsgirêka kurdbûnê bidûr bixin, kurdbûna xwe înkar dikin. Em dizanin ku pirtirên zazaaxêvan, dizanin ku ew kurd in û bi vê “kîbûn” a xwe serfiraz in.
Belê yek kes jî nayê dîtin ku bibêjin: “Ez Kurmanc im, ne Kurd im.” Ez Soran im, ne kurd im.” “Ez Êzidî me, ne Kurd im!” Tam tersê wê, kurmanc, soran û êzdî hemî dibêjin, “kurdên esas em” in.
Xebat û têkoşîna wan di astên cuda de bin, an qet tevlî têkoşîna azadiya kurd nebin jî, hemî “kîbûna” xwe wek “kurd” pênase dikin, xwe înkar nakin.
“Kîbûn” û “Kesayetî-Çikesbûn” du têgînên zanista civakî ne. Mijarên; psîkolojiya civakî, felsefe, wêje, zanista siyasî û antropolojiyê (mirovnasî) ne.
Bersîva, pirsa “Tu kî yî?” an “Ez kî me?” kîbûna mirov nîşan dide.
Kîbûn; mensûbiyet (aîdîbûna) mecbûrî (bivênevê- bêgavî) ya mirov e ku, bi qebûlkirinekê, bi hilbijartinekê an bi razîbûnekê, bidest nakeve. Bêyî vîna (îradeya) mirov, jixweber “kîbûn” li mirov bar dibe. Kîbûn, lîzeke (roleke) mecbûrî ya mirovan e. Em dikarin bêjin, kîbûn, eslûfesl e.
Bersîva, pirsa “Tu çi kes î?” an “Ez çi kes im?” jî, kesayetiya mirov, çikesbûna mirov nîşan dide.
“Kesayetî,” çikesbûn-şexsiyeta mirov e. Kesayetiya mirov, ji zayînê heta mirinê gav bi gav teşe digire, diguhere, nû dibe. Kesayetî nazik e, guherbar e, di bin bandora şerd û mercên jiyanê de ye.
Freud, avabûn û teşegirtina kesayetiyê bi zayendê ve girê dabe jî, tê zanîn ku kesayetiya mirov bi gelek pêkerên (faktor) cuda teşe (form) digire. Zanista Derûnnasiyê du faktorên girîng destnîşan dike.
Faktorên Biyolojîk û Faktorên Dorhêlî du faktorên pêkhênerên kesayetiyê ne.
Faktorên Biyolojîk, faktorên irsî (genetîk) ne. Taybetiyên ruhberan yên fizîkî, wek; rengê çerm, rengê por û çavan, xweşikbûn, dirêjbûn û kurtbûn, nexweşî, hesûdî û dilsozî û hwd. Ev hemû li gor “gen” ên di xwezaya ruhberan de hene, derdikevin holê. Xisletên wek zekâ, bîrbirî û aqilmendî jî bi “gen”an ve girêdayî ne.
Belê ji bo kesayetî bi awayekî xwerû diyar bibe, Faktorên Biyolojîk bi tena serê xwe têr nakin. Kesayetiya mirov, li gel Faktorên Biyolojîk, bi Faktorên Dorhêlî ava dibe, temam dibe.
Faktorên Dorhêlî, bi giranî Faktorên Malbatî û Faktorên Çandî ne.
Têkiliyên di navbera endamên malbatê de, perwerdehiya ku di malbatê de hatiye dîtin, bicihanîna pêdiviyên wek xwarin, vexwarin û cilûbergan, wek hezkirin, giramî û kevneşopiyên malbatî, di geşedana kesayetiya mirov de, di avabûna kesayetî û tevgerên xwerû yên mirovan de, roleke girîng dilîzin.
Mirov di nava dorhêla çandekê de mezin dibe. Bi rêya perwerdehiya dibistanê, amûrên ragîhandinê, şerd û mercên pergala aborî û siyasî ya civakê, adetên civakê, baweriyên dînî, çandekê ava dike. Kesayetî di bandora çanda ku ava bûye, teşe digire.
Di binê bandora faktorên me behs kir, her mirov dibe xwediyê kesayetiyek pir rengîn a taybet. Mirov, li gor vê kesayetiya avabûyî tercîh û tevgerên xwe tenzîm dikin. Mirov li hember her hebûnek an bûyereke civakî, aborî, siyasî tevgerekê-tercîhekê nîşan dide.
Mirov dikarin ji tevger an tercîhên xwe yekê, wek parçeyek hebûn û kesayetiya xwe ya jêneger bibînin û kesayetiya xwe bi wê tercîha xwe îfade bikin. Belê bi demê re mirov dikare di heman mijarê de, tercîha xwe biguhere. Ango tercîh jî, kesayetî jî di destê mirov bi xwe de ye, îradî ye.
Yekî ku kesayetiya xwe bi pîşeyê xwe îfade dike, dikare pîşeyê xwe biguhere, dest bi karekî din bike.
Mirovekî wek kesekî çikûs tê naskirin, dikare bibe yekî xêrxwaz ê bonkor.
Mirovekî misilmantiya xwe wek kesayetiya xwe dibîne, paşê dikare bibe xiristiyan, bûdîst, deîst an ateîst. Xiristiyanek jî dikare bibe misilman, ateîst an bûdîst…
Mirovekî sosyalîst, dikare ramanên xwe yên siyasî biguhere, bibe yekî lîberal. An lîberal be, dikare bibe yekî qomunîst.
Guherîn an guhertina taybetmendiyên bîyolojîk, ji taybetmendiyên ku bi Faktorên Dorhêlî pêk hatine zehmettir in. Belê ew jî guherbar in. Taybetmendiyên bîyolojîk di pêvajoya jiyanê de; jixweber, bi travmayekê an bi mudaxeleyeke tibbî dikare werin guhertin.
Em dikarin mînakan dirêj bikin. Gelek caran kesayetî ewqas xurt derdikeve holê ku mirov “kesayetiyê” wek “kîbûnê” qebûl dike. Belê gava mirov ji nêz ve lê binêre, dê bibîne ku “kesayetî” ne “kîbûn” e.
Di zimanê zanistê de, “kîbûn” bi têgîna “İdentity” tê îfade kirin ku, “cudahî” û “domdariyê” îfade dike. Ango wek “kesayetiyê” ne guherbar, domdar e.
Du “kîbûn”ên mirovan hene ku heta dawiya jiyana wan nayên guhertin. Kîbûna Zayendî (cinsiyet) û Kîbûna Neteweyî.
Mirov bi zayendê; “nêr”, “mê” an “nêremo” ne. Kîbûna zayendê, li gor giraniya hormonên ku di xwezaya mirovan de heye diyar dibe. Di xwezaya mirovan de, hormonên “nêrtî” û “mêtî” yê bi hevre hene. Heke hormonên östrojen di giraniyê de be, zayend wek “mê”, heke hormonên testosteron di giraniyê de be zayend wek “nêr diyar dibe.
Giraniya her du hormonan nêzî hev bin, zayend wek “nêremo” diyar dibe. Kîbûna zayendê ne di destê mirov de ye.
Kîbûna neteweyî jî ne di destê mirov de ye. Mirov derveyî îradeya xwe, li malbatekî tê dinyê. Malbat endamê eşîrekê, eşîr endamê miletekî (netewe) ye. Naxwe mirov bi xwezayî wek endamê neteweyekî tê dinyê.
Her netew; kevneşopiyên hevpar, teşeyeke hilberînê, dirûvê jiyanê, rê û rêzikên jiyana civakî, nirx û pêşdarazên civakî, derûniyeke taybet û zimanekî diafirîne.
Ev taybetmendiyên xweser hemû bi hevre “Kîbûna Neteweyî” pêk tînin û her netewe, bi van taybetiyên xwe têne naskirin. Kîbûna neteweyî ya hevpar, endamên netew bi hevdu ve girêdide.
Ev taybetmendî her yek bi serê xwe, mîna taybetmendiyên kesayetî yên bi Faktorên Dorhêlî pêk hatine, dixuyîn. Gava hemû taybetmendî bi hevre malê civakekê bin, êdî ji kesayetiyê derdikeve, dibe kîbûna wê civakê ku, civakên wisa wek netewe têne, bi nav kirin.
Ji xwe taybetmendiyên biyolojîk ên civakê nayên guhertin.
Naxwe mirov di yeksaliya xwe de jî, di sedsaliya xwe de jî; kurd e, ereb e, rûs e, gurc e, japon e, tirk e… Ev mensûbiyet ne bi demê re, ne bi daxwazê re, ne jî bi mudaxeleyê, nayê guhertin.
Di xwezaya mirovan de ajoyên; xwexwedîkirin, stargeh, jihevzêdebûn û lijiyanêmayîn heye. Bo wê mirov dilebite, dixebite ku xwarinê peyda bike, stargehekê bibîne an ava bike, ji bo domandina neslê xwe dizewice, zarokan peyda dike.
Ya herî girîng jî dixwaze jiyana xwe dirêj bidomîne, li heyatê bimîne.
Di xwezaya mirovan de pêwistiyeke din jî “jêhezkirin” û “rûmetdîtin” e. Mirov dixwaze jê were hez kirin, mirov dixwaze rûmetê bibîne, were ecibandin, teqdîrê bibîne. Ev xisletên mirovî ji bo civakan jî derbasdar e. Her civak, her netewe li pêy dewlemendî, xweşhalî û serfiraziya endam û civaka xwe ne.
Mixabin xisletên neçê ên mirov û civakan jî hene. Destdirêjî…
Destdirêjiya neteweyan (dewletan) dibe sedema dagirkeriyê. Dagirker, dest didin ser nirxên maddî û manewî yên civaka dagirkirî. Nirxên sererd û binerd û keda mirovan, têne talankirin.
Domandina dagirkeriya talanker, bi lawazkirin û gav bi gav tunekirina kesayetî û kîbûnên civakê û endamên civakê pêkan e. Bi awayekî zanistî û sîstematîk, polîtîkayên asîmîlasyonê (pişaftinê) têne meşandin.
Çanda ku bi keda hezaran salan hatiye avakirin, bi carekê dûçarî asîmilasyonê dibe. Hêmanên çandê, di serî de ziman, muzîk, folklor, huner, raman, baweriyên dînî, dîrok, zanist, adet, kevneşopî, bermayiyên dîrokî hwd. an tune tê hesibandin an nehêja têne dîtin. Tê xwestin ku mirov ji kîbûna xwe, ji nirxên hevpar ên netewê xwe bidûr bikeve.
Bi rêya perwerdehiyê li dibistanan, bi kitêban; bi rêya ragîhandinê bi radyo, televîzyon, rojname û kovaran propagandaya çanda serdest tê kirin. Çanda di hedefa asîmîlasyonê de, tê bêrûmetkirin.
Bi xwezayî mirov di bandora propagandayan de, dixwaze xwe bide aliyê birûmet. Pêyketina rûmeta sexte, mirov dirizîne, pûç dike, dike pepûk. Kesayetî dirûxe, dimire, kîbûneke birîndar dimîne. Birîndar be jî, kîbûna mirov wek siya mirov heta mirinê pê re dimîne.
Gava kesayetiya civakê bi awayekî giştî birûxe, civak kîbûna xwe wenda dike, tevkujî pêk tê, civak dimire. Bo wê ye ku asîmîlasyon wek sûcekî giran ê li hember mirovahiyê tê qebûlkirin.
Civak li hember tevkujiyê bi her awayî berxwe dide. Di serdema globalîzmê de, çeka herî xurt a berxwedanê, “Ziman” e.
Zimane ku hebûna civakê, hebûna netew li ser piyan dihêle.