Osman Özçelik : Me aştî pêk anî

Yazarlar

    Min telefon kir.

–   Merheba Celal, tu çawayî?

–   Abê, tu yî?

–   Erê ez im. Min got tu çawa yî, yanî rewşa hilbijartinê, xebatên we çawa diçe?

–   Em bûne agir û bi canê wan ketine. Em pirr û pirr baş in. Qet meraq meke.

Celal li Siwêregê namzetê me yê şaredariyê bû. Siwêreg di destê cerdewanên Bûcakên ku Siwêreg kiribûn biryargeha kujerên hov. Ji Tansu Çiller, Meral Akşener û Mehmet Ağar, hêz digirtin. Di wan rojên tarî de, agir berdabûn erd û ezmên. Eşîrên Siwêregê bêdeng hiştibûn. 

Di patozan de mirov dikirin qiyme. Ne yek ne dudo, welatparêzan di patozan de can dabûn.

Di hilbijartina şaredariyan de çendek namzetên me yên bêtirs hebûn ku dixwestin li Siwêregê li hember Bûcakan, ango li hember dewletê bibin namzet. Wek gelek cihan li Siwêregê jî hêviya hilbijartineke demokratîk tune bû. Diviya namzetê me xwedî hêzeke feodalî bûya ku bikaribûya berxwe bida. An na, Bûcakan bi hêzên xwe yên çekdar, dê nehiştina namzetê me lingê xwe jî biavêje Siwêregê.

Celal, serokê partiya me ya şaxê Ruhayê bû. Siyasetmedarekî zana, dilsoz, bêtirs bû. Li Ruhayê û li derdorê pirr jê dihat hezkirin. Wî ala partiyê ji destê Muhsîn Melik ê ku bi destê “qesas nediyaran” hatibû kuştin, hilgirtibû. Celal xwarziyê eşîreke bi hêz û welatparêz bû. Li Siwêregê her kesî hesabê wan dikirin, rêz digirtin. 

Celal, li ser teklîfa navenda partiyê ku ew li Siwêregê bibe namzetê şaredariyê, “Min bi xwe serî li namzetiyê nedaye, hevalên ku serî lê dane hene. Bi min nakeve ku ez bikevim şûna wan,” gotibû. 

Partiyê wek peywirekê namzetî da Celal. Ew ne yê ku ji peywiran xwe bida alî. Namzetî qebûl kir.

Min di telefonê de jê re got, “Ez ê jî werim, çend rojan li gel te bixebitim.”

“Ser serê min, ez ê kêfxweş bibim,” got.

Ez li Siwêregê bûm. Li avahiya partiyê sih çil kes hebûn, haziriya serlêdana esnafan dikirin. Celal di rewşa herî xerab de jî dikarî henek bikira, derdora xwe bikenanda. Henek, ne îşê henekan bû, karekî ciddî bû. Ji henekeke di cih de, zekâ diviya. Celal zekî bû.

“Abê, bilîsen,” got. Got, “Dema ez hatim Siwêregê li partiyê sê çar kes hebûn, di ser hev de diponijîn, digotin em ê çawa ji bin vî karê giran derkevin? Bûcakan her kes tirsandibûn.”

“Maşale, va ye niha sih çil kes hene li partiyê.”

“Roja ku ez nû hatibûm min ji wan re got, derkevin! Derkevin em ê di orta çarşiyê de bimeşin!”

Min pirsî. “Bi sê çar kesan ve?”

“Erê bi sê çar kesan… Ma tevgera azadiyê jî bi sê çar kesan destpê nekiribû? Û min ji wan re got, serê xwe bera ber xwe nedin, bila serê we tîk be… Fisek fisek nemeşin ha!..”

Ji endaman yekî peyva Celal birrî, bi ken; “Ma başqan wele te em hemî li hember navenda partiyê rezîl kirin ha! Îcar fisek fisek çi ye?” got. Em hemî keniyan. 

Celal domand, “Abê bilîsen, niha li Siwêregê gel çi dibêjin?”

“Çi dibêjin Celal?”

“Dibêjin başqanek ji me re hatiye Siwêregê, serê wî wisa tîk e wisa tîk e, serê wî digihîje ezmanan.”

Endaman hemiyan li çepikan dan, “Bijî Başqan!.. Bijî Başqan Celal!” Moral û coşa endaman bilind bûbû.

Min bi ken jê re got, “Êêê Celal, wekî din gelê Siwêregê çi dibêjin?”

“Abê bilîsen, dibêjin ev başqanê me yê nû, gava li çarşiyê serê wî tîk dimeşe, lingê xwe wisa li erdê dide, lingê wî bihustekê bi erdê ve diçe, mirovekî wisa ye başqanê me dibêjin.”

Çepik… Çepik… Çepik û sloganên “Bijî Başqan!.. Bijî Başqan!” avahiya partiyê hejand.

Bi wî moralê em derketin nav çarşiyê, em li esnafan geriyan. Bi rastî jî esnafan pêşwaziyeke germ nîşan didan. Em bi sih çil kesî derketibûn, bi heftê heştê kesî ve vegeriyabûn partiyê.

Ji esnafan hinekan bi dengekî nizm, “Wele dilê me ji we re dixwaze, lê em çi bikin…” digotin. Ên ku didîtin em ber bi dikana wan ve dimeşin, direviyan dawîka dikanê ku kes nebîne wan destê xwe daye me. Li dikanê mişterî tunebûya, “Bi navê Xwedê em bi we re ne, belê zarokên me yên ku li benda pariyek nan in hene, divê em xwe bisitirînin,” digotin. Ên ku bêtirs em pêşwazî dikirin û bi coş li çepikan didan ne kêm bûn. 

Ên herî, wêrek û bi coş zarokên Siwêregê bûn, bi me re dimeşiyan, “Yaşa Başqan… Yaşa Başqan!” digotin. Ew hêj hînî slogana, “Bijî” nebûbûn. 

Ji bo xebatê çûbûm herêmeke din.

Roja hilbijartinê nêz dibû. Hêzên dewletê tahm nedidan me. Her diçû zext û zorên li ser namzet, endam, xebatkarên partiyê girantir dibû. Gef li gel dixwarin ku dengê xwe nedin namzetên me.

Guhê min her li ser hilbijartinên Siwêregê bû. Destê min di dilê min de bû. Gelo dê hilbijartin bi silametî derbas bibûya û dê tiştek bi Celal nekirina? 

Ji hilbijartinê re du roj mabûn. Celal gotibû, “Em pirr baş diçin,” kêfa min dihat. Celal domandibû, “Roja beriya hilbijartinê, roja şemiyê mîtînga me heye, dê her tişt di mîtingê de diyar bibe.” 

Wê şevê min telefon dayê.

-Mîtîng çawa çû Celal?

-Abê, qiyamet rabû… Me qezenc kir… Siwêregê di heyata xwe de coşek wisa nedîtiye.”

-Pirr kêfxweş bûm Celal, ji niha de ez te pîroz dikim.

Heke rewş li Siwêregê wisa bûya, naxwe serkeftineke mezin li benda me bû.

Derengê şeva yekşemê hêdî hêdî encamên hilbijartinê dihat ber destê me. Bi giştî rewş baş dixuya. Me gelek şaredariyên nû bi dest dixist. 

Le Siwêreg?..

Min telefon da Celal.

-Rewş…

-Me qezenc kir abê. Got.

-Çawa Celal? Telezwiyon wisa nabêjin…

-Abê, me hilbijartin wenda kir, belê me aştî pêk anî.

-Çawa?

-Ma ne me digot, ‘Aştî!.. Em ê aştiyê bînin,’ me aştî anî abê. 

-Aştiya çi Celal? Tu behsa çi dikî?

-Abê çi eşîrên Siwêregê yên ku ji hev mirov kuştibûn, dijminên hev bûn, hemî li hember me bûn yek. Me di navbera eşîrên Siwêregê de aştî pêk anî. Ma ji vê çêtir?.. 

Celal di rewşeke wisa de jî mîzahek afirandibû. Em reş keniyan. 

Di van rojên dawîn de, kurdên Rojavaya Başûr jî aştiyeke din pêk anîn. Li ser biryara êrîşkirina Rojava, partiyên Tirkiye, rojname, telewizyon hemî bûn yek. Ew partiyên ku dijminatiya hev dikirin, dijminatiya hev jibîr kirin, li hev hatin û bi hev re biryara êrîşkirina Rojava dan. Gotin: “Me niha yekîtî divê.” 

Netewebûn tiştekî wisa bû.

İlginizi Çekebilir

Müslüm Yücel : Selçuk Mızraklı, en kısa zamanda görüşmek üzere
Müslüm Yücel : Bütün bunların sorumlusu sensin Nazım Hikmet, kimse bağışlamayacak seni

Öne Çıkanlar