Osman Özçelik : Mewlanzade Rıfat û Serbestî

KurdiYazarlar

     Ev sernivîs, navê pirtûkeke nivîskar Seîd Veroj e. 

     Seîd Veroj, mercek hildaye destê xwe, mercekê li ser dîroka ne dûr a kurdan digerîne, tê li ser “Rojnameya Serbestî” radiweste. Mercekê nêzîktir dike ku bikaribe vê rojnameya rojane ya herî temendirêj a serdema Împeratoriya Osmanî bixwîne. Ji van xwendinan pirtûka “Mewlanzade Rifat û Serbestî” derdikeve û Weqfa İsmail Beşikçi vê pirtûkê digihîne ber destê xwendevanan.

     Seîd veroj jî mîna lêkolînerên hêja Mehmet Emîn Bozarslan, Malmîsanij, Rohat Alakom, Ahmet Alan û gelek lêkolînerên din ên kurd, bi hişmendiya “Neteweyên ku bi dîroka xwe nizanibin, nikarin pêşeroja xwe ava bikin” tevdigere. 

     Veroj, li pêy ronîkirin, zelalkirin û şîrovekirina qewîmiyên dîrokî ketiye. Piştî pirtûkên; “Kuştina Said Elçi û Dr. Şivan” “Dadgehkirina Pêşewa Qazî Mihemed” “ Geşepêdanên Rojhelatanavîn, Sûriye û Kurdistana Rojava” “Mehmet Mihrî Hîlav û Kovara Kurdistan” Di sala 2017an de, du pirtûkên têkildarî hev, bi hevre diweşîne. “Abdurehman Nacîm: Edîb, Şaîr, Perwerdekar, Hiqûqnas” û “Mewlanzade Rifat û Serbestî” Pirtûka wî ya dawî jî, bi navê “Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan” hat weşandin.

     Seîd Veroj bi çend hevalên xwe ve heft salan kovara “War” diweşîne. Niha jî ji sala 2011an vir ve, li ser İnternetê bi dirûşmeya; “Bîr, kewara bîrxistina çand û dîroka me ya civakî û neteweyî ye; felsefe û rêbaza wê, ev gotina bapîran e; hûr binêre, kûr binêre û dûr binêre.” kovara “Bîr” diweşîne.

     Em werin ser pirtûka “Mewlanzade Rifat û Serbestî” 

     Akademîsyen Dr. Murat Issı (Zankoya Panteîon-Atîna) ji vê berhemê re pêşgotinek nivîsiye, dibêje; “Lêkoler Veroj, bi pêwistiya îzahkirina jîyana Mewlanzade Rifat Beg, ronahî dide li ser gelek mijarên dîroka kurdan û wan eşkere dike. Bi dilxweşî û hêsanî mirov dikare bibêje ku bi vê lêkolînê gelek mijarên nezelal û tarî tên xuyakirin.”

     Mewlanzade Rifat di sala 1869an de li Stenbolê tê dinyayê. Kurê Abdurehman Nacîm ê şaîr, perwerdekar, hiqûqnas ê kurd e. Malbata A. Nacîm ji mîrekên  bajarê Silêmaniyê ye û wek Mewlanbegzade tên binavkirin. A. Nacîm piştî perwerdehiya li Silêmaniyê û Bexdê dibe burokratekî navdar ê dewleta Osmanî. Demeke dirêj li Amedê serokatiya Mahkemeya Îstînafê dike. Ew aşiqê Amedê û aşiqê gelê xwe ye.

     Mewlanzade Rifat jî li ser riya bavê xwe, li Stenbolê “Mektebî Hiqûqî Şahane” dixwîne. Ji ber kesayetiya wî ya muxalif, serê wî her di belayê de ye. Sirgûnî ya bajarên; Sinop, Çorum, Qeyserî, Yemen (Sana), Sûriye… Û heps û tunebûn, birçîmayin…

     Sala 1908an Meşrûtiyeta duyemîn îlan dibe, ew jî bi ber efûyê dikeve, ji Yemenê vedigere Stenbolê. Têkiliyên wî yên bi Îtîhat Terakî û hinek saziyên muxalif ên îstîbdadê re, dirêj najo. Jiyana wî ya rojnamegerî bi avakirina rojnameya Serbestî dest pê dike. Li bin navê Serbestî weha dinivîse. “Serbestî rojnameyeke rojane ye û bêyî ku li cudahiya cins û mezhebên osmaniyan binêre xizmeta hiqûqa hemûyan dike.” Împeratoriya Osmanî bi ber hilweşînê ve diçe. Mewlanzade Rifat û Serbestî jî wek muxalifên din, bawer dikin ku dewlet li ser nirxên hiqûq û edaletê ve were meşandin, dê dewlet li ser piyan bimîne. Serbestî dibêje  “… Em dê ji bo ronîkirina hemû xelkê û pêkanîna yekîtiya ûnsûrên ciyawaz ên osmanî bixebitin, di rastiyê de yekvucûdiya tevna civakî pêk bînin…”

     Seîd Veroj 12 salên weşana Serbestî dike sê serdeman. Di serdema dawîn de, rengê Serbestî tê guhertin. 

     Di vê serdemê de, êdî tu hêviya kurdan ji Împeratoriyê nemaye, destê xwe ji dewletê şûştine. Gelek cemiyet û partiyên kurdan ava bûne, rojname û kovarên kurdan ên serbixwe derketine holê. Kovara “Hetawî Kurd/Tava Kurd” (1913-1914) dibêje  “Nuha wezîfeya me ev e, divê bîzatîhî em kurd bi xwe li çareseriya mesela xwe bigerin.” Gerînendeyê rojnameya Kurdistan, Mîqdat Bedirxan beriya gelek rewşenbîran bîr biriye ku divê kurd bi serê xwe tevbigerin.

     Di serdema sêyemîn de, “Serbestî wek weşaneke Cemiyeta Tealiya Kurdistanê kar kiriye. Piraniya nivîskaran kurd in, naveroka nûçe û nivîsên wan jî, li ser kurd û Kurdistanê ye.”

     Veroj, bi xebateke qenc, agahiyên me yên belawela û jihevqutbûyî yên di serdema 1900-1922 yan de û rewşa rewşenbîriya kurd, di vê pirtûkê de anîne gel hev.

     Gava kurdek dixwaze li ser mijarekê li xwe mikur were, dibêje “Tiştê ku ji Xweda ve eyan e, çima ez ê ji we veşêrim” Erê, ez jî ji we venaşêrim û li xwe mikur têm ku heta niha agahiyên min ên di derbarê Mewlanzade û rojnameya Serbestî de, ji paragrafekê ne zêdetir bû. 

Heke hûn jî bixwînin, bawer dikim dê hestên we ji yên min ne cudatir be.

     Berhem bi kurmanciyeke zelal hatiye nivîsîn. Veroj, peyvên erebî yên ku di wê serdemê de dihat bikaranîn, nexwestiye zêde biguherîne. Dibe ku xwendekarên ciwan piçekî zehmetiyê bikêşin. Belê çêjeke cuda jî di vî zimanê de heye ku mirov dibe destpêka sedsala bîstan.

     Destxweşî li Seîd Veroj dikim.

     28.06.2019 Amed

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Günay Aslan : 33 Kurşun Katliamı
Halil Dalkılıç : Çima Kurdistan qasî Stenbolê balê nakişîne!?…

Öne Çıkanlar