Osman Özçelik: Min pirr bi şewat nivîsî bû pirr

KurdiYazarlar

Ji gelek kesên derdora xwe dibihîzim. “Nema dikarim televîzyonan guhdarî bikim. Tu kîjan kanalê vedikî ya Recep Tayyip Erdoğan hinekan tehdît dike, ya jî bi ser gel de diqîre; an pêgirên wî propagandaya wî dikin,” dibêjin.

Bi rastî ne neheq in. Ez jî hema hema nema li televîzyonan temaşe dikim. Ka ew bernameyên ku fikrên cuda dihat nîqaşkirin? Niha di bernameyên televîzyonan de yek deng heye.  

Mirov şaş û metal dimîne. Çawa dibe ew mirovên ku li pêşiya navên wan Prof. Dr. hatiye danîn, dikarin bi derewan pesnê RTE û AKPyê bidin.

Sê sal berê ansîklopediya navneteweyî “Wikipedia” ku ji xwe re dibêjin ansîklopediya azad, ji ber agahiyên ne bi dilê RTE, hatibû qedexekirin. Li Tirkiyeyê mirovan nedikarî rûpelên Wikipedia vekira. Piştî sê salan, bi biryara dadgehê Wikipedia ji nû ve vebû. Ji meraqan min rûpelê Recep Tayyip Erdoğan vekir.

Tayyip, navê kalikê wî yê gurc bûye. Ji Batûma Gurcistanê hatine. Recepê me li Stenbolê mezin bûye. Bala min kişand “Lîseya Îmam Xetîb a Stenbolê” ku li navçeya Fatihê bûye, qedandiye paşê ji Liseya Eyupê jî dîplome wergirtiye. Li gor agahiyên Wikipediayê ev pevajo di heşt salan de qediyaye.

Kîjan salê dest bi xwendina unîversîteyê kiriye û di kîjan salê de qedandiye, ne zelal e. Dîplomeya ku nîşan daye sexte derketiye filan… 

Belê tiştekî din ê zelal heye. Malbat pirr feqîr e, debar zahmet e. Recep, li xeraca otobosên şaredariya Stenbolê karekî bi dest dixe. Dibe çayciyê şofêrên xeracê. Ez şofêran nas dikim, ew her çayê naecibînin. Kes nizane di wê serdemê de Recep ji şofêran çiqas “firçe” xwariye. 

Kê dizanî dê ew çayciyê kêrnehatî rojekê bibe serokkomar; dê parlamentoyê bêbandor bike;  dê temama çapemeniyê, televîzyonan, dadgeh û dadgeran, hêzên ewlekariyê bi xwe ve girê bide û hêrsa xwe ya salên feqîrtiyê di serê heştê milyon însanan de derîne.

Ji ber ku derveyî muxalefeta welatparêzên kurd, muxalefetek ku baweriyê bide gel nîn e, hijdeh salin ku RTE hukim diajo. Kemalîstên laikperest ên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr, di sê çar kanalên televîzyonan de RTE û AKPyê rexne dikin. 

Yekcaran li kanalên wek “TELE 1” û “Halk Tv” guhdarî dikim. Belê mîna pêşiyên me gotine “Ker çû seferê, hat kerê berê.” Kemalîst jî kemalîstên berê ne. Ne doza kurd û Kurdistanê, ne pergala ku li ser derew û neheqiyan ava bûye ne xema wan e. Hebe tunebe, “Laîsîzma Kemalîst..”

Çend roj berê min li bernameya “18 dakika” ya ku Merdan Yanardağ û Prof. Dr. Reşit Emre Kongar di TELE 1de dimeşînîn, temaşe dikir. Merdan Yanardağ gerînendeyê giştî yê TELE 1 ye û xwe wek sosyalîstekî nîşan dide. Emre Kongar jî wek yekî lîberal tê nasîn. Belê herdu jî kemalîstên xas in. Ji serê bernamê heta dawiya bernamê pesnê kemalîzmê û pesnê hevdu didin. 

Ev her du kemalîst, bi qasî êrîşî AKPyê dikin, ewqasî jî êrîşî lîberalên ku berê çepgir bûn, dikin. Li gor kemalîstan heke “çepgirên çivanok” ên lîberal destek nedabûna AKPyê dê RTE ewqasî bêperwa nebûya. Ango dixwazin bêjin dê RTE nikaribûya ewqasî “sîr di serê me de biçikanda.” Bi rastî jî lîberal zû bi RTE xapiyan. Paşê rastî dîtin û poşman bûn. Belê çi fêde? 

Mesele ne meseleya lîberalan û ya siyaseta oldar e. Mesele kûrtir e. Ev dewlet li ser hîmên nîjadperestiyê ava bûye. Bîrdozeke xwe ya fermî heye. Kî were ser hukim bila were, zû an dereng werdigere ser bîrdoza fermî. Ya xerabtir, bi riya perwerdehiyê gel jî bîrdoza fermî wek ayetên Quranê pîroz dibîne.

Em dîsa werin ser bernameya 18 dakika ya TELE 1 ê. Prof. Dr. Emre Kongar pesnê Merdan Yanardağ û pirtûkên wî dide. Kongar, hemî pirtûkên Yanardağ xwendiye û ecibandiye, belê pirtûkên “Liberal İhanet” û “Bir Amerikan Projesi olarak AKP” pirr ketiye serê Kongar û ji ber wê ye ku dixwaze temaşevanên wan jî van pirtûkan bixwînin.

Kongar li ser girîngiya xwendinê weha got. “Mirov çiqas bi xwe bûyeran bijî jî, bi demê re mirov tiştinan jibîr dike… Gava paşê ez pirtûkên xwe dixwînim, ji nû ve hînî tiştinan dibim û xwe bi xwe; ‘binêre çi bûyer qewimîne û min çiqas xweş nivîsiye,’ dibêjim.”

Gava min ji devê Kongar ev tesbît bihîst, tu nabê li ser rûyê min şopên bişirînê rû daye û bişirîna min bala hevjîna min kişandiye. 

“Xêr e tu bi çi dikenî?” got. 

Bûyerek hatibû bîra min.

Em di nav amadekariyên hilbijartinân de bûn. Berendamên me kêm bûn, li gelek bajaran lîste temam nedibûn. Em di tengasiyê de bûn; xulqê me, bêhna me teng bû.

Ji bajarên ku me lîsteya wan hazir kiribû yek jê Dêrsim bû. Ji Dêrsimê re du kes diviya. Çar kesan serî lê dabûn, ewraqên sê kesan temam bû. Pişta me ji ber Dêrsimê rihet bû.

Tûjoyê me ketibû bin çengê yekî kal, hatin ketin hundir odeya lijneya hilbijartinê. Heta niha Tûjo tiştekî wisa nekiribû, her bi çavekî gumanbar li berendaman dinêrî, bi gelekan re şer dikir. 

Me bigota; “Kuro Tûjo ev berendam bi zehmetî bidest me ketiye, tu çima lê weha dikî? Ew ê rahêle dosyaya xwe û here ha!” jî, Tûjo guh nedida me. NihaTûjo ketibû bin çengê yekî û bi rêzdarî, bi nermî ew dimeşand. Gurek li miribû? 

Min bi çavan ji Tûjo pirsî: “Xêr e, ev kî ye?”

Bi bişirîn, “berendam e,” got. 

Mirovê kal rûnişt.

“Tu bi xêr hatî”

“Hii?”

“Min got tu bi xêr hatî!”

“Ha! Saxolasin.”

“Tu bi kurdî nizanî?”

“Na. Piçekî bi zazakî dizanim”

“Baş e. Em ê bi tirkî biaxifin. Te dosya xwe bo kîjan bajarî hazir kiriye?”

“Tûncelî”

“Yanî Dêrsim”

“Erê”

Me pirsên xwe yên standart rêz kir ku em berendamê xwe binasin.

Navê wî Heyder bûye, ji Tûnceliyê bûye, li Afyonê mezin bûye, belê mala wî li Stenbolê bûye. Ji mamostetiyê emeklî bûye. Dixwaze ji Tûnceliyê re xizmetê bike. CHPyê dosyaya wî qebûl nekiriye, hêviya wî maye partiya me.

Got: “Ez di heman demê de nivîskarim jî”

Nivîskariya wî bala min kişand. “Ha! Pir baş e. Tu çi dinivîsî?” min gotê.

“Min bi navê ‘Tunceli Olayları’ kitêbek nivîsiye”

“Te navê kitêbê kiribûya, ‘Dersim Katliamı’ dê ne çêtir bûya?”

“Min navê kitêbê sivik danî ku her kes bikaribe bixwîne”

“Başe. Tu dikarî ji me re piçekî behsa bûyerêke ku te nivîsiye, bikî?”

“Min ji mêj ev kitêb nivîsîbû. Niha bûyerên ku min nivîsiye nayên bîra min.”

“Çawa tiştên ku te nivîsiye nayên bîra te? Ma tu yekcaran kitêba xwe venakî naxwînî?”

“Berê min yekcaran vedikir dixwend… Min ewqasî bi şewat nivîsîbû ku her carê bi xwendinê re ez digiriyam. Paşê min nema deyax kir, min dev ji  xwendina kitêba xwe berda. Niha jî ji çavên xwe emeliyata kataraktê bûme, bixwazim jî bi vê berçavka xwe ya stûr nikarim bixwînim.”

“Baş e. Tiştekî din ê ku tu dixwazî bêje heye?”

“Niha bûyer nayên bîra min… Belê min pirr bi şewat nivîsî bû pirr…”

Tûjo ket bin çengê apê Heyder ê nivîskar; ew hêdîka, bi himetî derxist derve.

 

 

    

 

İlginizi Çekebilir

Osman Özçelik: Biratî an Yeksanî
Hasbey Köksal: Zimanê Kurdî , di zaravayê Kurmancîyê  da Cotepeyv -2-

Öne Çıkanlar