Osman Özçelik: Pirtûka “Rêbera Rastnivisînê” 

KurdiYazarlar

Di vê nivîsê de, dixwazim behsa pirtûka “Rêbera Rastnivîsînê” ya Komxebata Weqfa Mezopotamyayê û di wêjeye de çibûn û çinebûna; rexne, polemîk û reşkirinê bikim. 

Bi boneya weşandina pirtûka, “Ferhenga Têgihên Hiqûqê” ya Weqfa Mezopotamyayê, min di “Nûpel”ê de, bi sernavê, “Bi ferhengan zimanê nivîskî û pirtûkxaneya kurdî dewlemend dibe” gotarek nivîsî bû. Di wê nivîsê de min wisa behsa Weqfa Mezopotamyayê û xebatên wê kiribû: 

“Di sala 2013an de li Amedê komek akademîsyen, rewşenbîr û karsazên kurd bi navê “Weqfa Mezopotamyayê” saziyeke sivîl ava kirin (…) Weqfê, dê siyaseta ku li ser ziman, çand, zayend û baweriyan dihat meşandin red bikira. Dê mirovên ronak, azad ên bi zanistê ve girêdayî bihatina gihandin. Bi vê armancê, dê di her astê de dibistanên ku bi kurdî perwerdehiyê dimeşînin bihata avakirin (…) Mixabin rewşa siyasî ya Tirkiyeyê bi carekê serobin bû. Dewletê berê xwe ji demokratîkbûnê guherî, vegeriya ser siyaseta xwe ya ku di dema avakirina komarê de hatibû qebûlkirin (…) Proje hat taloqkirin. Niha Weqfê giranî daye ser xebatên çand û ziman…”

Weqfê di 2019an de, li pêy hev, du çapên “Rêbera Rastnivîsînê” (bi çapek paqij) weşand. Berhem, wek “Komxebata Kurmanciyê” hatiye pêşkêşkirin. Komxebat, li gel zimannasên serbixwe, ji akademîsenên zanîngehên; Duhok, Zaxo û Artukluyê pêk hatiye. Pisporên zanîngehên; Sileymaniye û Raperînê jî alîkarî daye komxebatê. Xebata wan du salan (2015-2017) ajotiye.

Ji pêşgotin û “spasî” ya berhemê tê famkirin ku “Rêbera Rastnivîsînê” ya Mistefa Aydogan wek bingeh hatiye qebûlkirin ku M. Aydogan bi xwe jî beşdarî xebatan bûye.

Standartkirina zimanê ku di hezaran salan de ava bûye û ji aliyê bi milyonan kesan ve li ser erdnîgariyeke fireh hatiye peyivîn, ne karê salekê du salan e. Ziman, bi nivîsê, bi xebatên zimannasan, bere bere digihîje asteke yekgirtî. 

Ziman, wek hebûneke zindî, bi guherîn û pêşketinên jiyana civakî û aborî re, xwe diguhere, xwe nû dike. Tu ziman wek roja ewil nemaye, namîne.

Em spasdarê Mîr Celadet Alî Bedirxan in ku wî serê xwe bi zimanê me yê kevnare re êşandiye û bi awayekî metodolojiya zimannasiyê bingeha rêzimana kurdî daniye. Bi xwezayî xebata wî jî ne xebateke temambûyî ye. Em nikarin bêjin ku wî hemû pirsgirêkên rêziman û rastnivîsa kurdî çareser kiriye.

Ji derveyî zaravayên cuda yên kurdî, di her zaravayan de devokên herêmî jî hene. Helbet ev dewlemendiya kurdî ye. Belê ev rewş di zimanê nivîsînê de, dibe sedema tevliheviyekê. Bandora zimanên sedestan û bandora zimanên Ewropiyan, tevliheviyê zêdetir dikin. Em her nivîskarekî kurdî di bandora devoka xwe ya herêmî û zimanê xwe yê perwerdehiyê de dimînin û wisa dinivîsin.

Komxebata Weqfa Mezopotamyayê bi riya “Rêbera Rastnivîsînê” zimanekî yekgirtî yê nivîsînê pêşniyaz dike. Bi zehmetiya xebatên ku wisa bi dildarî tên kirin, dizanim. Carinan mirov li ser hevokekê, li ser peyvekê an li ser gireya (qertafa) peyvekê bi saetan nîqaş dikin, dîsa jî nagihêjin encamekê.

Xebatên wisa bi destê saziyên dewletan tên meşandin. Dewlet, her sal budçeyekê ji vî karî re vediqetine û pisporên zimanan di van saziyan de, bi profesyonelî dixebitin. Ji bo qenc were famkirin em bala xwe bidin ser “Saziya Zimanê Tirkî” (Türk Dil Kurumu-TDK) ya dewleta tirkan. Ev sazî di sala 1932yan de, bi destê Mustafa Kemal, hatiye avakirin. Ev serê 88 salan e ku her sal ji budçeya navendî, ji bo vê saziyê budçeyeke taybet tê veqetandin. Budçeya sala par, 17 milyon û şeş sed hezar TL bû. Zanîngehên dewletê û beşên ziman jî xwediyê budçeyên taybet in û hê jî pirsgirêkên xwe yên rêzimanî û rastnivîsê çareser nekirine.

Endamên Komxebata Weqfa Mezopotamyayê her yek ji devereke Kurdistanê; nivîskar, akademîsyen û zimannas ên navdar, bi dildarî beşdarî xebatê bûne, lêçûnên xwe ji kîsê xwe dane. Ev ked, ev xebat hêjayî pesinandinê ye. Pir normal e ku ev xebat, bi qasî pesindanê, dê were rexnekirin jî. 

Komxebat, li ser van mijarên wek: kîtekirina peyvan; navên bajar û bajarokên Kurdistanê; navên welat, paytext û yekeyên pereyan; navên gel/netewe û zimanan; navên roj, meh û demsalan; nivîsîna bêjeyên biyanî; tewang; îzafe; nivîsîna cihnav, rengdêr, daçek, hejmarnav û lêkeran; nivîsîna tarîxê; nivîsîna xalbendan û hwd. rawestiyaye. Ferhengokek jî li pirtûkê hatiye zêdekirin.

Xuyaye endamên komxebatê li ser gelek mijaran bi yekdengî li hev kirine. Li ser hin mijaran jî tu kes ji ser ya xwe daneketiye, dîtinên xwe li hevdu ferz kirine. Paşê riyek hatiye dîtin. Hinek mijar ne bi yekdengî, bi pirdengî hatine qebûlkirin. 

Di kurdî de, gelek bêje bi gelek awayên cuda tên gotin. Di her zimanî de bêjeyên hemwate (sînonîm) hene ku wek nîşana dewlemendiya ziman tê qebûlkirin. Ne şerd e ku em ji wan bêjeyan tenê yekê wek ya herî rast qebûl bikin. Divê em vê dewlemendiyê teng nekin.

Navdêr, gire û têgehên zimanên ku hene, bi keda hezaran salan dirûvê xwe girtine, kemilîne. Tê gotin ku nema mirov dikare bêjeyeka (navdêreke) nû biafirîne. Bêje ji hêmanên; rayek, rader û gireyan pêk tên. Di her zimanî de ev hêmanên bêjeyan diyar in, sînorkirî ne. Rayek, rader û gireyên nû û pêve girêdayî bêjeyên nû nayên afirandin.

Belê bi pêşveçûna jiyana civakî, aborî û teknolojiyê pêdiviya bêjeyên nû derdikevin holê. Wê gavê 

ji hêmanên heyî, bêjeyeka nû tê dariştin (türetme). Ev ne afirandin, dariştin e. Dariştina bêjeyeke nû, di her zimanî de, her dem dibe sedema; nîqaş, rexne û aloziyan. Li ferhengê zêdekirina bêjeyeke dariştî, mîna veguhêztina uzwekî bedenê (transplantasyon) ye. Heke beden uzwê nû qebûl neke, dikuje, diavêje derve.

Ziman jî wekî jîndaran heke “bêjeya dariştî” qebûl neke, di ferhenga xwe de cih nadê. Bêje tê jibîrkirin, pûç dibe, wenda dibe. Bêje, li gor rê û rêbaz û mantiqa ziman be, ziman bêjeya dariştî qebûl dike, dihewîne, diparêze.

Nivîskarên me yên heweskar, bêyî ku morfolojî, sentaks, fonetîk û mantiqa zimanê kurdî qenc nas bikin, pir meraqdarên dariştina bêjeyên nû ne. Bi vê sedemê, di bikaranîna têgehan û bi taybetî têgehên rêzimanî û di navên mehan de tevliheviyeke serêşker derdikeve holê. Em ê li benda demê bimînin ku heta dem, van bêjeyan li bêjingê bixe.

Di mijarên; tewang, zayend û mêjerê de (ku ez jî di nav de) nivîskar şaşiyan dikin. Komxebat, ji nivîsên ku heta niha li ser van mijaran hatine nivîsîn zêdetir, rawestiyaye. Ev her sê mijarên xwerû yên kurdî, hêjayî di hecmê pirtûkekê de were nivîsîn ku zelaltir bibin.

Komxebat, tewanga navdêrên zayendnêr (eril) ferz dibîne. Li gelek deveran navdêrên zayendnêr gava bi serê xwe bin, tewandina wan ji zimên (zimanî) rabûye. Min nedîtiye ku kesî gotiye: “Osmanî hat” an “Osmên hat” dibêjin “Osman hat” Gava navdêr, zayendnêr be û bi daçekekê re an bi cihnavêkî nîşander re hatibe bikaranîn ditewînin. “Vî Osmanî gelek xêr û xêrat kir” an “Min ji Osmên re got,” tê gotin.

Komxebatê nivîsîna daçekên “de, ve, re” weke “da, ve, ra” standart qebûl kiriye. Di nivîsîna “bazinedaçekan”de jî heman mantiq heye.

Li şûna: “di … de” (di bêrîkê de), “di … da” (di bêrîkê da); “bi … re” (bi Xezalê re), “bi … ra” (bi Xezalê      ra); “ji … re” (ji hevalan re) “ji … ra” (ji hevalan ra) hatiye pêşniyazkirin. 

Di hin devokan de, bazinedaçekên; “bi … ve”, “Ji … ve”, “di … ve” weke; “bi va”, “Jiva”, “diva” tên bikaranîn. Başe ku komxebatê “ve” nekiriye “va” 

Dengên “da, ra, va” ji dengên “de, re, ve” hişktir in. Bi ya min bikaranîna dengên nerm çêtir e. Ez bi xwe, bi dengên nerm dinivîsim.

Di zimanan de lêkerên guhêr (regulier-değişken-awarte) û yên neguhêr (irregulier-değişmez) hene. Kêşana lêkerên neguhêr li gor kayideyan pêk tê. Rayek (kok), rader (mastar) û gireyên cihnavan li gor deman sabît in, nayên guhertin. Lêkerên guhêr jî, gelek caran ji rayek û gireyên xwe bi dûr dikevin.

Di kurdî de jî wek lêkera “hatin” û lêkera “gotin” lêkerên guhêr hene. Komxebatê lêkera “hatin”ê, wek lêkereka neguhêr qebûl kiriye, wisa bi kar aniye, zor daye lêkerê ku bi qayideyan were kêşan. 

Em li kêşana vê lêkera “hatin” binêrin. 

Raweya Daxwiyanî- Dema Niha: ez têm, tu têyî, ew tê/em, hûn ew tên 

Raweya Daxwiyanî- Dema Bê: ez ê bêm, tu yê bêyî, ew ê bê/em ê, hûn ê, ew ê bên

Raweya Daxwiyanî- Dema Niha- Neyînî: ez nayêm, tu nayêyî, ew nayê/ em, hûn, ew nayên

Raweya Fermanî: bê/ bên

Raweya Daxwazî- Dema Niha: (divê ) ez bêm, tu bêyî, ew bê/ em, hûn, ew bên

Versiyoneke lêkera “hatin”ê ya ku bi tevahî derveyî kayideyan tê kişandin jî heye.

Raweya Daxwiyanî – Dema Bê: Ez ê werim, tu yê werî, ew ê were/em ê, hûn ê ew ê, werin

Raweya Fermanî: were/ werin

Raweya Fermanî- Neyînî: neyê/ neyên

Raweya Daxwazî- Dema Bê: (divê) ez werim, tu werî, ew were/em, hûn, ew werin. (1)

Lêkera “gotin”ê jî wisa lêkereke guhêr e. Bi kurtî çend mînak:

Raweya Danzanî-Dema Niha: Ez dibêjim (…) Em dibêjin

Raweya Danzanî-Dema Wêbê: Ez ê bibêjim (…) Hûn ê bibêjin

Raweya Danzanî- Neyînî: Ez nabêjim (…) Ew nabêjin

Raweya Fermanî: bibêje, bibêjin

Raweya Danzanî- Dema Borî: Min got (…) Me, we, wan got

Raweya Mercî- Dema Niha- Neyînî: Min ê negota (…) wî ê/wê ê negota. (2)

 Li gor min pêşniyaza komxebatê ya nivîsîna; “î” û “ê” ya ku berî “y” ya pevgirêdanê tê nivîsîn, ne di cih de ye.

Gava bêje bi dengdêra “î” an “ê” diqede û gireya îzafeyê (tamlama) digire, tîpa “y” yê her du dengdêran bi hev (pev) girê dide. Tîpa “y” yê bandorê li dengdêra bêjeyê dike û wê diguherîne. Dengên “î” û “ê” nerm dibin, wek “i” derdikevin. Belê di hejmarnavan de, “î” û “ê” wek xwe dimînin. Newxe divê wisa jî bên nivîsîn. 

Bêjeya “Azadî” gava wek “Azadî ya Kurdistanê” tê gotin, dibe “Azadiya Kurdistanê”

Bêjeya “Derzî” gava wek “Derzî ya min” tê gotin, dibe “Derziya min”

Bêjeya “Dê” gava wek “Dê ya min” tê gotin, dibe “Diya min”

Bêjeya “Rê” gava wek “Rê ya mala me” tê gotin, dibe “Riya mala me”

Komxebatê wek; “Azadîya Kurdistanê”, “Derzîya min”, “Dîya min”, “Rîya mala me” pêşniyaz kiriye. Rast e, kesên wisa dinivîsin hene. Belê divê heke şaşiyek rêzimanî tune be, em ji ser şopa Celadet Alî Bedirxan venegerin ku wî wek komxebatê negotiye.

Li gor min di nivîsîna hin bêjeyan de jî pirsgirêk heye. Belê li gel van tiştan hemûyan, komxebatê gelek tiştên ku me şaş dizanî û şaş dinivîsî jî, zelal kiriye.

Di beşa “Tewanga hejmarnavan” de mijar wisa hatiye zelalkirin û pêşniyazkirin:

-Ji hejmarnava “du”yê heta “nozdehan” hemû hejmarnav bi “an”ê tên tewandin: ji duyan, ji pêncan, ji nehan, ji dehan, ji çardehan, ji nozdehan.

-Hejmarnavên ji “du”yan heta “nehan” di dawiya kîjan hejmarnavên mezin de bin, bi “an”ê tên tewandin: 

Ji bîst û duyan, ji bîst û çaran, ji sih û şeşan, ji çil û heftan, Ji nod û heştan, ji sed û heftan, ji du sed û çardehan, ji pênc sed û bîst û çaran, ji hezar û sed û şeşan…

-Hejmarnavên ji duyan heta nozdehan ku bi “an”ê tên tewandin, navdêran li gor xwe bi “an”ê ditewînin: bi du zêran, bi sê bizinan, bi çardeh dolaran, bi sêzdeh gundan, bi nozdeh hespan…

-Hejmarnavên; bîst, sih, çil, pêncî, heştê, nod, sed, hezar, milyon, milyar… bi “î”yê tên tewandin: Ji bîstî,  ji sihî, ji sedî, ji hezarî, ji milyonî…

Em çend mînakên din jî bidin: Bi bîst merivî, bi çil dolarî, bi hezar endamî, bi milyon merivî û hwd…

Gava xebateke wisa tê pêşkêşkirin, bi xwezayî dê were; şîrovekirin, nirxandin, rexnekirin jî. Divê mirov erênî û neyîniyên xebatê bi hev re, bi awayekî hevgirtî û bi niyeteke çêker binirxîne, rexne bike. Di rexneyê de armanc balkişandin, şiyarkirin an bibîrxistina rastiyeke din e ku xwendekar û nivîskar bikaribin sûdê jê wergirin. Di nivîsên rexneyê de erênî, xweşbînî heye. Rexne li dostan tê kirin.

Heger rexne bi armanca dijberiyê hatibe kirin, ji xeta rexneyê derdikeve, dibe polemîk, dibe reşkirin. Mirov bi dostên xwe re nakeve nava polemîkan. 

Polemîk, ji zimanê yûnanî tê û di wateya “şer” an “êrîşkarî” yê de ye. Di siyaset û wêjeyê de polemîk, wek “nîqaşên hişk” tê pênasekirin. Dijber, bi polemîkan dixwazin hevdu têk bibin. Li pêy lawaziyên hev in. Polemîk, heta hevdureşkirinê diçe.

Li ser “Rêbera Rastnivisînê” birêz Yaşar Eroğlu jî di kovara “Nûbihar”ê de, bi sernavê “Rêbera Rastnivîsînê çi rast nivîsiye?”  nivîseke dirêj nivîsî bû. Min gelek rexneyên wî di cih de dîtibû ku min jî li jorê behsa hinekan kir. 

Eroğlu dibêje, “divê navê vê xebatê, ne ‘Rêbera Rastnivisînê’ wek ‘Rêbera Rastnivîsê’, yan ‘Rêbera Rastnivîsandinê’ bûya” 

Eroğlu balê dikişîne ser, “Dengdêrî û dengdariya dawiya peyvê û tîpa kelijandinê ‘y’ ” Ez jî di wê baweriyê de me ku komxebatê li gelek cihan tîpa “y” ya pêvgirêdanê, ne di cih de bikar aniye. Bêje bi nedengdêrekê (dengdarekê) qediyabe, heke gireyên îzafeyê li pêy tê, cuda hatibe nivîsîn pêwistî bi tîpa “y” ya pevgirêdanê namîne. Eroğlu ji pirtûkê mînakan dide:

 “Îzafe û navdêrên nêr yên yekjimar” Divê wisa were nivîsîn. “Îzafe û navdêrên nêr ên yekjimar”

 “…kesan ya destpêkê…” divê wek  “…kesan a destpêkê…” were nivîsîn.

Hevokên; “…pîroz ya destpêkê”, “…yek ya din…”, “…xurt, ya bêhnokê…” , “…bêjeyek yan beşeka…” jî bi heman awayî hatine nivîsîn.

Eroğlu rexneyên di cih de dike. Belê rexneyên wî hevnegirtî ne. Di destpêkê de wisa gotiye: “Weqfa Mezapotamyayê ji damezirandina xwe heta îro xebatên hêja pêk anîne. Yek ji van jî pêkanîna ‘Rêberê Rastnivîsê’ ye. Ji bo vê hewldana waqfê divê bêyî ku em gotinê biqurtînin, em bi spasiyên xwe Weqfa Mezapotamyayê pîroz bikin.”

Li cihekî din gotiye: “Rastnivîs ji aliyê komxebateke hêja ve hatiye pêkanîn. Ew nav in ku tu car yek kes nikare li ser hêjayiya xebatên wan ên ziman îtirazekê bike. 

Li cihekî din jî, piştî balkêşana şaşiyan, gotiye: “… Belê Komxebatê kedeke hêja daye, berhemeke hêja amade kiriye.” 

Gava mirov van hevokan dixwîne, dipê ku nivêsê bi spasiyê biqedîne. 

Eroğlu wisa nekiriye. Gotiye: “We tire komxebat saziyeke dewleteke rêkûpêk e, hatiye erkdarkirin, dixwaze xeletiyên nivîsa kurdî weke otorîte teqez ji holê rake û teqez rast bike û bibe otorîteyeke esas.” 

Ev tesbîtek şaş e. Komxebatê xwe wek otorîte qebûl nekiriye, dîtinên xwe wek tercîh û pêşniyazan aniye ziman.

Eroğlu her di nav de diçe, gotinên xwe yên ku di serî de gotine, ji bîr dike. Ji asta rexneyê ber bi polemîkê ve diçe, dibêje: “Berî her tiştî Komxebatê xwe weke peywirdar dîtiye ku termînolojiya heta îro rûniştiye ser û bin bike û zimanekî neyê fêmkirin bixe ferhenga kurmanciyê.”

Didomîne: “Mijareke din jî zimanê ‘Rastnîvîsîna’ Komxebatê ye. Mixabin zimanê ‘Rêbera Rastnîvîsînê’ karesat e…” 

Eroğlu xwe li ser Celadet Alî Bedirxan jî pir dixeyidîne ku komxebatê Celadet daye aliyekî, dibêje: “Danêrê alfabeya kurdî-latînî û danêrê rêzimana kurdî-kurmancî Celadet Bedirxan e. Giregirên qada ziman danêrekî mezin weke Celadet Bedirxan nahewînin, qebûl nakin… 67 sal şûnde pêsîra rehmetî girtine, jê hesab dipirsin ku te ji ber çi mîna me nekir? Hewldana pûçkirinê pir aşkera ye. Eyb e, şerm e, fedî bikin.” 

Ev tesbît jî ne di cih de ye. Kes nikare Celadet bide aliyekî. Belê Rêzimana Celadet jî ne “ayetên quranê” ye. Pêwistiya lêzêdekirinê û nûkirinê eşkere ye. Komxebatê xwestiye karekî wisa bike. Qebûlkirin û redkirin jî di destê gel, nivîskar û xwendevanan de ye.

Eroğlu sedema helwesta neqebûlkirina Celadet wisa şîrove dike. “Mixabin hev qebûlnekirin weke qedereke kurdan di qada ziman de jî heye. Ev helwest mîna wezekekê ruhê her kurdekî de heye.”

Nizanim haya wî jê heye ku, ew -bi xwe- ji vê qederê bêpar nemaye.  

Eroğlu zimanê berhemê “pir tevlihev,” berhemê wek “reşnivîsekê,” xebatê wek “xebateke destlepkî,” ango wek xebateke bi destpelînkê, dibîne. Dibêje: “Divê mirov dewsa kil bike kor neke.” Berhemê kêm dibîne. “ev berhemeke gelek kêm e, ji tu derdê kurmanciyê re nebûye derman, her tişt tev li hev kiriye, bûye sedemê aloziyeke nû,” dibêje. 

Eroğlu, bi pesnê dest bi nivîsa xwe dike, derbasî rexneyan dibe, bi polemîkan didomîne. Nivîsê bi reşkirinê diqedîne. 

Dibêje: “Rastî ev e. Kurtewateya ji vê nivîsê derketiye ev e: Komxebat weke Kêmxebat, Rastnivîsîn weke Şaşnivîsê, zimannas weke zimannenas derketine pêş.”

Endamên komxebatê her yek ji wan, bi salan kedeke mezin dane ziman, berhemên hêja nivîsîne, bi fedakariyeke mezin ev xebat pêk anîne. Mirov çawa dikare ji wan re bibêje “zimannenas”

Yaşar Eroğlu mirovekî welatparêz, zimanhezekî diyar e. Mixabin nivîseke hevnegirtî nivîsiye. Bi polemîkan û bi hevokên reşkirinê, qîmeta rexneyên xwe bêwate kiriye.

Li gel rexneyên ku min nivîsî û yên ku min nenivîsî, berhema “Rêbera Rastnivisînê ya Weqfa Mezopotamyayê” hêjayî xwendinê, hêjayî nirxandinê ye. Spas bo vê keda bi nirx.

————————————————————-

1- Kêşana Lêkeran, Brahîm Xelîl Taş, Weşanên Lîs 

2-Kesandina Lêkerên Kurmancî, Aynur bozkurt, Weşanên Doz

3-“Rêbera Rastnivîsînê çi rast nivîsiye?” Yaşar Eroğlu, Kovara Nûbihar, hejmar 149

 

İlginizi Çekebilir

Osman Şahin: Qanûna 7. û Bandora Wê Li Ser Civaka Êzîdî
Halil Dalkılıç: Dema li kolanên Cizîrê Kurdî neyê bihîstin!..

Öne Çıkanlar