Em ê tirsê têk bibin!
“Em ê tirsê têk bibin!” slogana me ya sereke bû. Me di her civînên bi gel re, ev slogan dubare dikir. Sloganê wêrekî dida me. Diviya em netirsiyana û me bi wêrekî biajota ser neheqîyan û zilmê. Têkoşîna azadiyê ne karê tirsonekan bû.
Gelê me tirs têk biribû.
Mixabin me neyar qenc nas nedikir. Me ê gav bi gav hovîtiya neyar bidîta. Ji bo em bitirsin dê gelek sedem derketina holê. Belê me dizanî şikandina tirsê, bi xwespartina girseya gel, pêkan bû.
Li Stenbolê me dest bi rêxistinkirina gel û avakirina navçeyan kir. Gel bi coşeke bilind em pêşwazî dikirin. Tecrubeyên me yên rêvebirina partiyeke legal pir kêm bûn. Wekîlên me jî di nav de, me kêm kesan di rêvebertiya partiyeke siyasî ya legal de kar kiribûn.
Pergala dagırkeriyê, li welatên dagirkîrî, ne tenê nirxên maddî yên sererd û binerd; çand, huner, dîrok û ziman jî talan dikin. Bixwebawerî, nasîna berjewendî, qabîliyeta rêveberiya civakê ya mirovên welatê dagirkirî pûç dikin. Çiqas nezan, çiqas bêhiş bin jî, xwe şareza didin qebûlkirin. Serdestî wisa tê domandin.
Me di peydakirina rêveberiya navçeyan de gelek zahmetî kişand. Me doza rêvebertiyê li kê bikira ji xebatê nedireviyan, belê pirtirên wan digotin, “Em nizanin, em nikarin… Hûn bikin, em li pêy we…”
Axirê, bi xebateke şev û roj, bi kedeke mezin, me di nava pênc şeş mehan de li Stenbolê pirtirên navçeyan saz kirin. Hevalên me yên ku serokatiya navçeyan qebûl kiribûn û bi fedâkarî kar dimeşandin wisa bûn:
Dilaver Eren (Şişli), Latif Epözdemir (Eminönü), Adnan Şenol (Zeytinburnu), Abdurrahman Demir ( Kadıköy), Hüseyin Altun (Silivri), Şemsettin Polat (Beyoğlu), Niyazi İletmiş (Üsküdar), M.Ali Sarıçimen (Kâğıthane), Ercan Sezgin (Bakırköy), Yaşar Kilerci (K.Çekmece), Serap Mutlu (Sarıyer), Nusret Türkkan (Kartal), Hakkı Çetin Özdemir (Pendik), İsmet Erdemli (GOP), Zeki Aktaş (Beşiktaş), Hikmet Can Özdemir (Fatih), Orhan Kaya (Büyük Çekmece-Esenyurt), Ali Aslan (Ümraniye), Mehmet Ölçer (Yalova)
Dê paşê jî navçeyên; Bayrampaşa, Adalar, Şile û Eyüp jî bihata birêxistinkirin.
Li Kurdistanê şer giran dibû. Dewlet, ji serhildaneke wisa re ne amade bû, nema dikarî ji heqê şervanan derkeve. Pergala dewletê serobin dibû, otorîteya dewletê hildiweşiya. Dewletê bi navê “Köy Koruculuğu” pergalek ava kiribû. Dê gundiyan çekên dewletê hildana û qaşo dê gundên xwe ji “terorîstan” biparastina.
Dewletê du rê dida ber gundiyan. An dê derketina serê çiyan şerê dewletê bikirana, an dê çekên dewletê hildana, şerê “terorîstan” bikirana.
Polîtîkaya dewletê ya sedan salan, di nava eşîr û malbatên kurdan de nakokî, hesûdî, dijberî ava kiribû. Eşîrên ku li pêy heyfhilanîn an zordariyê li eşîrên dijberên xwe bikin, fersendek bi dest xistibûn, dê bi alîkariya hêzên dewletê, dijberên xwe tune bikirana. Di ser de, dê meaş bigirtina, dê dest danîna ser mal û milkên dijberên xwe.
Hinek eşîrên ku destên wan ji mal û milkên wan nedibû û nedixwestin bi çolan bikevin, bê dil be jî, çekên dewletê hilda bûn. Di nav wan de eşîrên ku berê wek welatparêz dihatin naskirin jî hebûn.
Gundiyên feqîr, xizan û nezan jî, ji naçarî û bi timaya meaşekî biçûk ketibûn xefika dewletê, bûbûn dijminê qewmê xwe.
Gundên ku nedixwestin çekên dewletê hildin dihatin şewitandin dihatin wêrankirin. Ji Kurdistanê bi milyonan mirov gundên xwe terk dikirin, li bajarên mezin belav dibûn.
Ji bo rawestandina şer û aştiyeke bi rûmet, gel hêviyeke mezin ji HEPê dikir.
Şer, zilm û zora li ser gel, îşkenceyên li girtîgehan dibû sedema çalakiyên radîkal. Li bajaran jî grevên birçîbûnê dest pê kiribû. Avahiyên HEPê bûbûn wargehên grevên birçîbûnê. Li avahiyên partiyê bi rojan grev didomiya, xebatên me betal dibûn. Beşdarên grevên birçîbûnê bi tundî partî rexne dikirin ku çima em tiştekî nakin.
Me dikarî çi bikira, me jî nedizanî. Ji destê me çi dihat? Hêj me nikarî di wextê de mehaneya avahiyên xwe, fatoreyên telefonên partiyê bida. Daxuyaniyên ku me dida çapemeniyê, bi ber bê ve diçû, çapemeniyê em tune dihesibandin. Ciwanên ku hêviya wan ji partiyê nedima, qefle bi qefle derdiketin serê çiyan.
Rewşa karkerên bajaran jî her diçû xerabtir dibû. Em rojekê li serdana grevên karkerên fabrîqeyan, rojekê li sersaxiya malbateke kurd bûn. Di partiyê de, hêdî hêdî pirsgirêkên navxweyî jî rû dida.
Di serê Tebaxa 1990an de, Iraqê Kuveyt dagir kiribû. Emerîka bi 37 dewletan re koalîsyonek ava kiribû û di serê 1991an de êrîşî Iraqa Seddam kiribûn.
Serokwezîr Turgut Özal dixwest tevlî koalîsyona Emerîka bibe ku bi artêşa xwe bikaribe bikeve Iraqê. Çavên wî li petrola Kekûk û Mûsilê bû, hêvî dikir ku Iraq parçe bibe, Bakurê Iraqê (wisa digotin) ango Başûrê Kurdistanê bi Tirkiye ve were girêdan.
Me dizanî heke Tirkiye beşdarî şer bibe, dê Kurdistan bibe qada şer û dê tu tişt bi dest kurdan ve neyê berdan. Ji xwe ji niha de Seddam gefên giran li kurdan dikir.
Kurdan Seddam nas dikirin, birîna Helebçeyê hêj nekewiyabû. Seddam bi bombebarana kîmyewî pênc
hezar kurd kuştibûn, jê bêtir jî birîndar mabûn. Ji tirsa bombebarana kîmyewî ya Seddam, li bajarên nêzî tixûbê Iraqê gel an mala xwe diterikandin an derî û pencereyên xwe bi naylonan dipêçan, maskeyên xazê peyda dikirin. Wisa bawer dikirin ku dê bi naylonan xwe ji xazên kimyewî yê Seddam biparêzin. Diviya em li hember şer derketina. Navenda HEPê li dijî şer daxuyaniyên tund didan.
Serokê şaxê SHPya Stenbolê Ercan Karakaş, bi rêya telefonê pêşniyazek ragihand min. Gotibû, “Heke hûn jî bixwazin, em serokên partiyên Stenbolê dikarin li dijî şer kampanyayekê vekin, bi hev re li dijî şer, xebatan bikin.” Bi dilê min jî bû. Me ê derveyî ANAP û MÇP (MHP ya îro) ev pêşniyaza xwe bibira hemû partiyên Stenbolê.
TBKP (Türkiye Birleşik Komunist Partisi), YP (Yeşiller Partisi), SBP (Sosyalist Birlik Partisi-ya Sadun Aren), DYP (Doğru Yol Partisi ya S.Demirel), SP (Sosyalist Parti ya D. Perinçek), RP (Refah Partisi ya N. Erbakan) hemûyan qebûl kirin. Tenê DSPya B. Ecevit ji navenda xwe destûr negirtibûn.
Civîna yekemîn li Sharaton Otel li dar ket. Civîna duyemîn li SHP yê û heftê carekê em li partiyekê diciviyan, piştî her civînekê me li dijî şer daxuyaniyek dida çapemeniyê.
Di civîna li “Refah Partisi” (28.01.1991) de bi hevdengî biryarek derket holê: Me ê bi navê “Meşa Aştiyê” çalakiyek lidar bixista. Wîlayetê destûr neda. Me TRT û Televîzyona Magic Box ziyaret kir ku ew, dev ji propagandayên şer berdin.
Me daxuyaniyeke tund amade kir. Em ê ji Eminönü heta Taksimê bê destûr bimeşiyana, bi meşê re dê daxuyanî bihata belavkirin. Ercan Karakaş wek berdevkê çalakiyê, ez û Recep Tayyip Erdoğan jî wek berpirsê ewlehiyê hatin hilbijartin.
Meşa me bê pirsgirêk derbas bû, em nehatin binçavkirin û doz li me venebû. Çalakiyên me heta bidawîbûna şerê kendavê domiya.
Serokên partiyên Stenbolê li navenda “Refah Partisi” -28.01.1991 Ji çepê ber bi rastê yên şipiya: 1-Ercan Karakaş (SHP) 2-Osman Özçelik (HEP) 3-Mustafa Birçek (SP) 4- Recep Tayyip Erdoğan (RP) Ji çepê ber bi rastê, yên rûniştî: 1-Zeynep Vardal (TBKP) 2- Türkan Başer Kafaoğlu (YP) 3-… (SBP) 4- Recai Diblan (DYP)
Di dawiya meha sibatê de, koalîsyona navdewletî, Seddam ji Kuweytê derxistin, cirmê şer (tezmînat) jê wergirtin.
Recep Tayyip Erdoğan ê aştîxwaz, niha Serokkomarê Tirkiye ye. Agir ji devan diçe. Bakurê Suriye dagir kiriye, balafirên wî li Lîbyayê şer dike, Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û tu kes nikare wî rawestîne.
Doğu Perinçekê sosyalîst (!), niha bi MHP ya nijadperest re bûye yek, destekê didin Erdoğan, li pêy tunekirina kurdan e.
HEPa sih sal berê, niha bi navê HDP bûye partiya sêyemîn a mezin û hêj li pêy azadî û aştiyeke birûmet e.
Di nivîseke din de ez ê sedema îstîfa xwe ya ji serokatiya şaxê Stenbolê binivîsim…