Osman Özçelik: Şerê Cegerxwîn û Malmezinên Kurdan…

KurdiYazarlar

“Sala hezar û nehsed û sê ez hatim dinyayê

Bi navê siltan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê”

Cegerxwîn wisa dest bi helbesta, “Bi Kurtî Jîna Min” dike. Kê dizanî vê jîna ku li gundê Hesara Kercewsê destpêkiriye dê heştê û yek salan; di nava birçîbûn, feqîrî, lêdan, zindan, koçberî û bi kezebreşiyê derbas bibe. 

Kê bîr dibir ku ev kurikê bi navê Şêxmûsê Hesarî, dê bibe Cegerxwîn. Û ew ê di dîroka Kurdistanê de, di dîroka wêjeya kurd de bibe stêrkek.

Bavê wî Hesen û diya wî Eyşanê ji ber feqîriyê, ji ber zilm û zora axayên Hesarê; kurên xwe Xelîl û Şêxmûsê nûgihiştî û keça xwe Asîya, hildidin bar dikin diçin Amûdê. Rewşa Amûdê ji ya Hesarê ne çêtir e. Zêde dirêj najo, bav li Amûdê serê xwe datîne, alîjiyan dibe. Piştî salekê jî dayik dide pêy wî.

Du bira bi xuşka xwe ve şûnde vedigerin Hesarê. Li Hesarê her tişt wek berê ye. Nezanî, xizanî û zilma axê didome. Ji nû ve berê xwe didin Amûdê. Şêxmûs biçûkê malê ye. Xelîl û Asîya zewicîne. Şêxmûs geh li mala Xelîl e, geh li mala Asîya ye. Feqîr in, diltengiyan ji Şêxmûs dikin. Serdema Şerê Cîhanê yê yekemîn e, nan bi destê her kesî nakeve. Diviya Şêxmûs jî karek bikira. Şêxmûsê ciwan, li cem axa û dewlemendan şivantî, rêncberî, paletî dikir.

Şerê Cîhanê qediyabû, di navbera Mêrdînê û Amûdê de “xet” hatibû kişandin. Di wan rojan de Şêxmûs hêj bîrnedibir ku ev xet, ji nû ve parçekirina Kurdistanê ye. Dê nikarîbûna bi serbestî biçûna Hesarê. Fransiz ketibûn Sûriye û Cezîrê. Navê herêma bajarên; Qamîşlo, Amûd, Dêrika Hemko… bû, Cezîr.

Şêxmûsê ciwan di zaroktiya xwe de, xwe di nav şerê herî dijwar, xwe di nav şerê jiyanê de dît. Zordestî, şelandin, birçîbûn, durûtî, neheqî bi çavên serê xwe dît. Cehaletî, nezanî û belengaziya miletê xwe nas kir. Şêxmûsê biçûk dikewiya, kesayetiya wî ya civakî biruh dibû.

Qîma wî bi vê jiyana bêkêr û bêxêr nedihat, di kûraniya dilê wî de agirekî nenas pê ketibû. Diviya bixwenda, dê hîn bibûya. Li welêt dibistan tunebûn. Di hîjdeh saliya xwe de li cem melayan û li medreseyan dest bi xwendinê kir.

Di bîranînê xwe de dibêje, “Em dixwazin bixwênin bibin mela û dersa feqehan bêjin, zekata gundiyan bixwin, keda destê belengazan bidizin. Bindestê axa û rêncberên wan bin, ji wan re gundiyan tazî û talan bikin, yan jî hevparê diza bin.”

Piştî xwendina du salan ya li ber destê melayên Cezîrê, Şêxmûs berê xwe dide medreseyên Amedê ji wir xwe bera Dêrika Çiyayê Mazî dide. Bihîstiye ku ji çar melayên herî mezin ê Kurdistanê yek jê, mela Îskender e ku ew li Dêrikê ye.

Li Dêrikê jiyana wî, hestên wî serobino dibe. Li wir aşiq dibe. Dibêje, “Li wir ez ketim tora porsorekê.” 

Ev eşqeke platonîk a bêhêvî ye. Haya porsorê ji wî nîn e. Senema wî, periya wî keça axayekî, ew jî feqiyekî bi ratiba xêrxwazan zikê xwe têr dike. Dibêje, “Nikarim bighêmê, yan newêrim bighêmê. Belengaz im, parsek im, ne li gora wê me.” 

Hinek bi kurdî, hinek bi erebî, dest bi nîvîsa helbestan dike. (Ew ji helbestên xwe re dibêje, Rist)

“Bi rastî jêderê ristevaniya min, jêderê peyxam û pêşveçûna torevanî û ristevaniya min, Dêrik bû. Wê; jîn, evîn raçavî min kirin,” dibêje. 

Di betlaneyekê de Şêxmûs bi hevalekî xwe yê feqe re, ku kurê axayekî Qerejdaxê ye, ji Dêrikê diçin Qerejdaxê, gundê hevalê xwe. Rojekê çend siwarî tên Qerejdaxê. Ji rabûn û rûniştina wan, ji cil û bergên wan, mîna mirovên maqûl, mîna began dixuyîn.

Tu nabêjî ew, Şewqî Begê Erxenî û birayê wî Evdila Beg in. Bi çend merivên xwe re, ji ber waliyê Amedê reviyane, hatine xwe spartine Qerejdaxê. Hêj şerê Şêx Seîd despê nekiriye. (Şewqî Beg, kalikê Aziz Yıldırım ê ku bi salan serokê Klûba Fenerbahçe bû.)

Şêxmûs, bi zanîn û tevgera xwe ya baqilane bala Şewqî Beg dikişîne. Şewqî Beg rojekê Şêxmûsê feqeh xewle dike, şîretan lê dike. Feqe Şêxmûs, dê paşê bibêje, “Ez Kurdperweriyê ji Şewqî Begê Erxenî hîn bûm.”

Şêxmûs êdî dizane dê mijara helbestên wî çi bin. Dev ji nivîsîna helbestên bi erebî berdide, tenê dê bi kurdî binivîse. Şêxmûs keçên Dêrikê yên çavmêşinî, porsora xwe û dilê xwe li wir dihêle, vedigere

Cezîrê. 

Belê, eşqa wî weke bayê kur bû, bi qeyd û bendan nedihat girêdan. Dê paşê gelek caran ji bo dîtina porsora xwe vegeriya Dêrikê. 

Li medreseyên Kurdistanê geriya, xwendina xwe domand. Piştî xwendina li deştê qedand, çû welatê Soran û ji wir gihîşt Deşta Lehîcanê, nav Kurdistana Rojhilat. 

Li ber Şêxmûsê pale dinyaya zanistê vebûbû. Di medreseyên Kurdistanê de çand û edebiyata kurdî ya klasîk nas kir. Bi ber lehiya bi coş a zimanê Feqiyê Teyran ket. Tîna şiîrên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî gihîşt kezeba wî û birîna yekemîn di van salên şagirtiyê de, di dilê wî de, di cegera wî de, vebû.

Jiyana kurdan a civakî; ziman û zargotina kurdî, folklora gel dilop dilop dadiwerivî ruhê wî. Şiîrên Hecî Qadirê Koyî, Hejar û Bêkes, di mejiyê wî de bingeha neqşê şiîra wî ava kir. Ev bingeha xurt ku koka xwe ji kûraniya dîrokeke serfiraz distend, di dilê wî de mizgîniya katên dareke biber, dida.

Sal 1925, li Bakurê Kurdistanê şerê Şêx Seîd destpê kiribû, kurdan têr piştgirî nedan Şêx Seîd. Şer şikest. Şêx Seîd û hevalên wî hatin daliqandin. Bi milyonan kurd koçber bûn, rewşenbîrên kurdan mecbûr bûn ku welatê xwe biterikînin. Kemalîstan li ser Kurdistanê zilm û zordariyeke bêhawe dimeşandin.

Ev bûyera mezin, volqana ku di dilê Mela Şêxmûs de dikeliya, teqand. Êdî ew Cegerxwîn bû. Piştî Ehmedê Xanî û Hecî Qadirê Koyî ala zimanê kurdî ketibû destê wî. Cegerxwîn wek lehiyeke harbûyî bi gurmîn ket nav edebiyat û jiyana kurdayetiyê. Wek avbendek hilşe û ava har, dar û beran bide ber xwe, belav bibe, hemî deşt û newalan tije bike, ket nav jiyanê. Pêtiyên volqana dilê wî her yek, bû şiîrek, pijiqî. 

Wek hespeke bêgem bi hîrehîr ajot ser kevneperestiyê û kevneşopiyên ku li ber pêşketina gel bûbû asteng. Li dijî axa û şêxên dijminatiya gelê xwe dikin derket; hevalbendiya gundiyên bê zar û ziman kir. Ji bo şiyarbûn û pêkanîna yekîtiya kurdan çi asteng hebûn, wî êrîşî wan kir. Dixwest xofa di dilê kurdan de bişikîne, bêtirs diajot ser astengiyan. 

Diviya berê şoreşa mezin di jiyana xwe de nîşan bida. Xwe ji bidûketina malê dinyayê rizgar kir. Şaşik û cubê melatiyê avêt, riha dirêj qusand. Dev ji nimêj û rojiyê berda. Dibêje, “Zendikên min kin bûn, sînga min vekirî bû, şewqe li serê min bû. Min yekcaran pantironê şort li xwe dikir.”

Cegerxwîn rojekê erebokeke servekirî ya çar teker ku bi hespekê dikişe, kirê dike. Pantilonekî şortî yê heta çongê, kurtikekî kurt ê heta enîşkê li xwe dike û ji wan şewqeyên ku nêçîrvanên Ewropî yên ku li Efrîqa derdikevin sefariyê dide serê xwe, bi berçavkeke reş derdikeve, gund bi gund digere.

Li meydanên gundan şêniyên gund bi meraqa temaşeya vî tiştê seyr li dora wî kom dibin. Heta niha wan tiştekî wisa nedîtine. Çawa dibe mirovekî mela yê navsere, xwe kiriye vî halê ecêb ê kesnedî.

Armanca Cegerxwîn hasil bûye, guhdar pêde bûne. Dest bi xwendina şiîrên xwe dike.

“Destê şêk maçî mekin ew şêx ne qutbê razî ye

Tac û şewket tev xebata destê sar û tazî ye”

Gundî şaş dimînin. Dibêjin dê niha şêx li vî mirovî bixwîne, wî hişk bike. Cegerxwîn didomîne.

“Ew ne dîn e, dîn mebe, dîn serxwebûna milet e

Ser mebe ber lingê şêx, kengî xwedê jê razî ye.”

Dor hatiye ser melayên parsek ên derewkar. Berê tîra xwe dide melayan.

“Ew bi xwe parsê dike, kengî xwedê wer gotiye

Ma keramet tizbî ye, yan tang û top û qunbere”

Şêx, mela, axa û beg dikevin ber devê tivinga şiîra wî. Wî cahiltiya şêx, mela, axa û begleran dîtiye, hevalbendî û hevkariya wan a bi cendirmeyan re dîtiye, jiyaye… Xemgîn e, dibêje:

“Şêx û beg û axa dijminin, xweş mêr in

Bindestê xelkê ne, ji we re wek şêr in”

“Ew begler û axa, em ê jar û geda bin

Ew rêncberê dijmin û em ê rêncberê wan bin”

“Çiqas bêjim bêfêde ye, wek bilûra ber ga

Ax ji destê we şêx û melan ez bûm Cegerxwîn”

Gundî keviran, hêk û firingiyên xerabûyî, davêjinê. Hinek dibêjin dîn bûye, xurifî ye, hingî xwendiye xiriyaye. “Tiya heyfa kurê bavan ku wilo dîhn dibin,” dibêjin. Cegerxwîn berê ereboka xwe dide gundekî din ku li meydana gund ji wan re şiîran bixwîne, wan şiyar bike, wêrekiyê bide wan. 

Sed sal berê, kurdên ku Cegerxwîn dixwest wan şiyar bikî, di nav tariya nezanî û xizaniyeke nedîtî de mîna nebînan bûn. Cegerxwîn dibêje, “Wan bîra serxwebûnê nedibirin, heta ji sedî not û nehê wan nizanîbûn Kurdistan çi ye. Tenê dizanîn ew misilman in.”

Ji bo axa, mela, şêx û began dibêje, “Ew diz bûn, belê gundî nezan û neşiyar bûn, wan diz nas nedikirin. Lê ne tenê dizê malê wan bûn, ew dizê ziman, dizê welat, dizê miletê kurd bûn.” Wisa dibêje belê naxwaze neheqiyekê bike, dibêje, “Lê gerek e em ji bîr nekin ko dîsa ewên ko bi kurdî nivîsandin û nivişt (kitêb) çêkirine, rist, serpêhatî û çîrok danîne, nivîsandine, mela û şêxên zana bûn. Ewên ko li ber dijmin dest hilanîne, ewên ko bi ser çiya ketine, şêx û mela bûn.”

Cegerxwîn dizanî di sedsala nozdehan û di destpêka sedsala bîstan de li Kurdistanê, malbatên wek; Bedirxaniyan, Nehrîzadeyan û Çemîlpaşazadeyan ên arîstokrat û feodal ji bo azadî û serxwebûna kurdan, (biser neketibin jî) fedakariyên gelek mezin kirine. 

Serhildana Mîr Bedirxan, Serhildana Şêx Ubeydulah Nehrî, Serhildana Koçgirî, Serhildana Şêx Seîd û Şerê Agirî.

Avakirina sazî, partî û komeleyên wek; “Komeleya Tealî ya Kurdistanê”, “Komeleya Alîkarî û Pêşketina Kurd”, “Komeleya Hêvî ”, “Hêvî Civata Telebeyên Kurdan”, “Kürt Kadınları Tealî Cemiyetî”, “Kurdistan Spor”, Xoybûn”, “Civata Alîkariyê ji bo Kurdên Belengaz”

 Weşanên; “Kürt Teavün ve Terakkî Gazetesi”, “Rojnameya Kurdistan”, “Rojî Kurd”, “Hetawî Kurd”, “Serbestî”, “Jîn”, “Hawar”, “Ronahî”, “Stêrk”, “Roja Nû” û gelek sazî û weşanên din, an bi destê malmezinên kurd ava bûne an bi alîkariya wan hatine avakirin.

Cegerxwîn bi xwe tevli xebatên Xoybûnê bûye, di Hawarê de gelek şiîr, nivîs nivîsiye. Cegerxwîn dibêje, “1925an de min dest bi xebatê kir. Wê çaxê ez dostê beg û axayên miletperwer bûm. Heçî kesê ko bi destê Turkan hatibû kuştin, li nik min şehîdê Kurdistanê bûn, gelek caran min pesnê wan dida.”

Saziya Xoybûnê di şerê Agirî de têk çûye (1930), navbera Bedirxaniyan û Cemîlpaşazadeyan xera bûye, Celadet dev ji siyaseta aktîf berdaye. Xoybûn her diçe lawaz dibe. Paşê ji ber hev dikeve. 

Cegerxwîn digihê baweriyeke nû. Niha bawer dike ku sedema têkçûna azadiyê, malmezinên kurd in. Divê hevsar bikeve destê karker, cotkar û belengazan. Ji Xoybûnê vediqete, li Cizîrê komeleya “Nadiya Ciwankurd” (Qêrînên Ciwanên Kurd) ava dike. Li komeleyê, ciwanan hînî xwendin û nivîsandina kurdî dikin. Ciwanên kurd bi hestên welatperwerî têne perwerdekirin. Xebata wan du salan dajo (1937-1939) bi hewldanên axayekî komele tê girtin. 

Li Almanya Hitler û partiya wî ya Nazî li ser kar in. Di haziriya Şerê Duyemîn ê Cîhanê de ne. Cegerxwîn dijminê faşîstan û Nazîyan e. Şer bi têkçûna faşîstan diqede. Di vî şerî de Stalîn derbeke mezin li faşîstan dide, li dinyayê nav dide.

Bi zora Îngilîzan Fransa ji Sûrî derdikeve (1946), desthilatî bi tevahî dikeve destê erebên nîjadperest. Ji bo kurdan rojên dijwartir destpê dike. Niha hêviya Cegerxwîn û çend hevalên wî sosyalîzm e.

Ew û Dr. Ahmed Nafiz Beg li şûna Xoybûnê partiya “Azadî û Yekîtiya Kurdistanê” ava dikin. Li gor wan Xoybûn hevalbendê rojava bûn, ew hevalê Rojhilat in. Ango ew hevalên Bolşevîkan in.

Cegerxwîn dibêje, “Bolşevîkên rûs bi serdariya peyayê herî mezin û rêzanê karkerên cîhanê Lenîn, di sala 1917an de hate meydanê. Hefsarê fermandariya welêt ket destê proleterya. Bi dewletên şikestî re li hev hatin û leşkerên xwe ji Kurdistanê kişandin.”

Ew bi xurtî bawer dikin ku dewleta proleterya, heval û dilxwazên gelên bindest in. Naxwe, ji bo rizgarî û azadiya Kurdistanê dê destekê bidin kurdan. Cegerxwîn û hevalên xwe jibîr kiribûn ku di Şerê Agirî de, heke Soviyetistanê hevkariya tirkan nekiribûya, şerê rizgariya Kurdistanê zû bi zû têk nediçû.

Dizanîn an nedizanîn, nizanim. Belê Sosyalîst Enternasyonala Bolşevîk, bi propagandaya komunîstên tirk (bi esasê xwe nîjadperestên tirk bûn) û ji ber berjewendiyên xwe yên bi tirkan re; şerê Şêx Seîd û Şerê Agirî wek lîstikeke emperyalîstan dinirxandin, pişta xwe dan miletê kurd, destek dane Komara Kemalîst a nîjadperest. Dê paşê heman tişt bianîna serê Komara Mahabad a li Rojhilatê Kurdistanê jî. 

Stalîn di sala 1937an de kurdên li Ermenistanê û Azerbeycanê; di sala 1944an jî, kurdên li Gurcistanê sirgûnî Asyaya Navîn kiribûn.

Cegerxwîn di sala 1948an de dibêje, “Dubendî ketiye navbera min û malmezinan, dixwazim şerê wan bikim. Bûme hevalê qomonîstan…” Û vê çarînê dinivîsîne:

“Beg ji min xeyidiye, axa hew dinêre

Di nav min û wan de bûye ceng û şer e

Ew dema borî îdî hew vegere

Begim here…”

Cegerxwîn dikeve nav “Civata Aştîxwazên Surîya” ku bi destê Partiya Qomunîst hatibû avakirin. Pirtirên endamên Partiya Qomunîst kurdên ku dibêjin em, ne “miliyetçî” em, “enternasyonalîst” in. Ji ber ku di qomunîzmê de miliyetçîtî ne rast e, ew li dijî Cegerxwîn û miletperweriya wî nin. Belê li hember erebên qomunîst (!) ên nîjadperest, ên ku hebûna kurdan înkar dikin, dernakevin.

Dîsa jî Cegerxwîn li Cezîrê propagandaya Bolşevîkan û Soviyetistanê didomîne. Dibêje, “Dixwazim li ser destê qomonîstên cîhanê û qomonîstên kurd, ala sor a bi çakûç û das hildin û serbixwe bijîn.” Di vê serdemê de Cegerxwîn helbestên pesnê karker, cotkar û proleterya dinivîse. Li hember şer, helbestên aştiyê dinivîse. Piştgiriya şoreşgerên qomunîst ên dinyayê dike, li ser wan bi sedan helbestan dinivîse. Di helbesta “Heval Pol Robson” de dibêje:

“Ji vî derdê me Markis Îngilîs

Bûne du rêzan bûne du hozan

Lenîn Sitalîn rê şanî me dan

Pale şiyar bûn xebat û lebat” 

Gazî kurdan dike, hêviyekê dide wan:

“Ey kurd tu bizane ko cîhan her dem dor e

Serbestî û azadî bizan kotek û zor e

Zencîrê ji gerdan bişikîn zû were meydan

Îdî tu metirs û bira leşkerê sor e”

Di helbesta “Neçin Şer” de li hember şerê Korê derdikeve, dibêje neçin şer.

Em şer naxwazin bimrin şer û ceng

Me natirsînin ev qêrîn û deng

Eger dixwazin silma alemî

Ji axa Korê derkevin hemî”

Û helbestên ku mirov ji ber şerm bike jî dinivîse. Pesnê Stalîn dide.

“Dema şikestin nazî û faşîst

Nîvê dinyayê bûye quminîst

Seydayê zana pîrê Sitalîn

Ala me hilda ala sêrengîn”

Heftê saliya Stalîn wek rojeke cejnê bi nav dike, wisa dibêje:

“Ey Sitalînê mezin her her bijî amalê tû

Xoş û pîroz û ciwan bî cejnê heftê salê tû

Kurdê zehmetkêş û cotkar wek Cegerxwîn dikne qîr

Her bijî sed salî bêtir, xoş bî tim sersalê tû”

Li ser mirina Stalîn jî dikeve şînê, wê rojê wek reşmizgînekê dibîne. 

“Dilê Sitalîn gernas û hozan

Ebed rawesta deng daye cîhan

Li ber radyo em diljar û xemgîn

Gava me bihîst ev reşmizgîn

Heval Sitalîn heval sitalîn 

Çiqas xweş e pir ev navê şêrîn”

Ava Cegerxwîn û Qomunîstên Sûrî di cokê de naçe, li hevdu nakin. Sala 1957an têkiliyên xwe ji wan dibirre. Dibêje, “Çawa ko bûm dostê qomonîstan sê hezar kaxetên min mabûn, ew jî tev bi devê qomonîstan çû. Min heta bazinên destê diya Keyo jî ji bo wan firot.”

Bi rêxistinî ne bi qomunîstan re be jî baweriya wî ya pergala sosyalîzmê naşikê. Wek sosyalîstekî di nav “Partiya Dîmuqratê Kurd-Suriya” de, xebatên polîtîk dimeşand. Sala 1959an de li Zankoya Bexdayê beşa ziman û wêjeya kurdî vedibe.

Cegerxwîn vedixwînin ku li zankoyê dersan bide. 150 xwendekarên zankoyê hene. Vêca di navbera wî û mamosteyên sorîaxêv de pirsgirêka zaravayên kurmancî-soranî derdikeve.  Ji ber fikrên wî yên sosyalîst, ne siyaseta kurdên Başûr ne jî dewleta Iraqê jê hez nakin. Mecbûr dibe, bi dizî vedigere Sûrî.

Cegerxwîn çar salên dawiya jiyana xwe li Swêdê derbas dike. Gihîştiye vê baweriyê, dibêje, “Baweriya min ew e ko, çi kesê xebatê bikî û bikeve qada xebatê ew mirov welatperwer e, baweriya wî çi dibe bila bibe.” Ev nîşana poşmaniya dijberiya malmezinên kurdan e û xwerexnekirineke sivik e. Ew welatparêzekî bê şik û guman e. 

Muhasebeya jiyana xwe ya 81 salan dike, “Ji ber ku baweriya me bi miletê kurd hebû ko em ê bikaribin wî şiyar bikin û ji vê riya çewt, şaş dagerînin û bibin ser rêka rast, me xwe kire qurban û xwe şewitand. Me xwe şewitand ku miletê me neşewitî, me xwe şewitand ko welat bi agirê laşê me ronî bibî.”

Û di şeveke bi mij û sar a Swêdê de, stêrkek ji edebiyata kurdî tarî bû. Dilekî ku şêst salan bê rawestan ji bo yekîtî û azadiya Kurdistanê lêdabû; li welatê xerîbiyê, ji deşt û çiyayên Kurdistanê; ji keç û bûkên delal ên Kurdistanê dûr, sekinî. Wî dilî êdî nema xwîn dida cegera bi xwîn. Şairê welatparêziyê, şairê serxwebûnê, şairê eşqê, hunermendê mezin li pêy xwe xezîneyeke mezin a zimanê şêrîn hişt û çû.

Berî laşê wî wilo sar, cemidî bikeve morga Stokholmê, cara dawî li eyneyê nêrîbû, bi sûretê xwe re axivîbû, gotibû;

“Hey ayîna min, diçim tu dimênî

Li vî rûpelê jînê dixwênim,

Tu ayîna min ez ayîna kê?

Şeveke tarî, reş û winda,

Ez û tu herdu remz in Cegerxwîn!

Lê nizanim paşê çi dibênî,

Li rûpelê dî ka tu çi dixwênî…

Kî me diçênî, kî me hiltênî?

Di vê rê de kes kesî nabênî…

Hemî yek in em, çi hişk çi şênî

 

  

 

İlginizi Çekebilir

Osman Özçelik: Kîbûn û Kesayetî
Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de cotepeyv- G-

Öne Çıkanlar