Osman Özçelik : Yûûûh!..

KurdiYazarlar

297 meh berê, ji mehan, meha dawiya wê salê bû. Ji her bajarî zêdeyî deh hezar mirov, wê sibeha qeşagirtî, gihîştibûn Enqerê… Kongreya partiya “Xezalê” lidar diket. 

Di destên wan de alên bi xezal, bi cilên neteweyî yên rengomengo, bi sloganan dikişiyan hundir salona kongreyê. Hemî di salonê de hilnehatibûn. Nîvê wan man li baxçê salonê. Xem tunebû. Ji xwe derdê wan ne guhdarîkirina axavtinên kongrê bû. Dixwestin hêza xwe, bi biryarbûna xwe nîşan bidin. Ên li dervemayî dest bi govendgerînê kirin.

Ên li hundir, bi sloganan salon dihejandin. Kedera xwe, nerazîbûna xwe ya vê jiyana bê rûmet, bi hêrsa sedan salan diqîriyan.

Sê meh berê wekîlê wan Mehmet Sincar li Batmanê hatibû kuştin, serokê partiya wan avêtibûn zîndanê. Hêrsa wan bilindtir bûbû.

Di kongreyên partiyan de, bi navê “Komîserê Hikûmatê” heyetekê kongre dişopand ku rapora kongrê bidin dozgeriyê. Komîserê Hikûmatê cîgirê waliyê bajêr, bi heyeta xwe ve, li dor maseya ku partiyê amade kiribû rûniştibûn, dest bi nivîsîna notên xwe kiribûn. Hevoka wan a yekemin:

“Kongreyê bi sloganên derqanûnî û bi zimanê qedexekirî destpê kir,” bû.

Di makezagona ku generalan piştî darbeya leşkeri, bi darê zorê dabûn qebûlkirin de, kurdî ji binî de hatibû qedexekirin û di Qanûna Partiyên Siyasî de, axaftina bi kurdî, wek sedema qedexekirina partiyan hatibû destnîşankirin. 

Dîwana Kongrê hatibû hilbijartin. Sekreterê Giştî, ji bo axaftinê li ser kursiyê bû. Belê ji ber sloganên ku dihat qîrîn, nedikarî dest bi axavtina xwe bikira. Demek wisa derbas bû. Serokê Dîwanê bi tirkî, “Ez we şiyar dikim, ji kerema xwe re, derveyî sloganên ku hatine diyarkirin, sloganan neavêjin… Û bihêlin ku Sekreterê Giştî dest bi axaftina xwe bike,” got. Axirê hebekî aram bûn, bêhna xwe vedan. Di nîvê axavtina Sekreterê Giştî de, dîsa dest bi sloganên xetere kiribûn. 

Endamên Dîwanê bi ewraqên kongreyê ve meşxûl bûn, di nava hev de bi germî nîqaşa tiştekî dikirin. Serokê Dîwanê dîsa mîkrofon girt destê xwe, salon şiyar kir ku sloganên qedexe neavêjin. Hêdî hêdî ji salonê dengên nerazîbûna ji Dîwanê, bilind dibû. Wek ku ji hilbijartina vê Dîwanê poşman dixuyan.

Bi dengekî bilind, bi xezeb heta deng di wan de hebû û heta dengê wan diket, slogan diqîriyan. Dîwan, bi karê xwe ve meşxûl, mîna ku piçekî xwe kerr kiribûn dixuya. Piştî demekê dîsa hatin şiyarkirin. Bi şiyarkirina Dîwanê re, bêhnek vedidan.

Dor hatibû ser axavtinên delegeyan. 

Delegê bîst û çaremîn hatibû ser kursiya li ser dika bilind. “Merheba! Merheba delege, endam û mêvanên ezîz, ez we hemûyan ji dil û can silav dikim!.. Ez ê axavtina xwe bi zimanê dayika xwe, bi zimanê xwe yê pîroz, bikim,” got. 

Ji çepikên, tilîlîlî û ji sloganan salon hejiya, te digot qey salon dike hilweşe. Delegeyên li zemînê salonê bi cih bûbûn heta wê gavê bêdeng mabûn, tenê bi rûkenî  li sloganên endaman guhdarî kiribûn, êdî ew jî rabûbûn ser piyan, bi çepikan destek didan axavtvan û sloganan… 

Heta wê gavê her kes bi tirkî axivîbûn. Axavtvan domand, “Zimanê me hebûna me ye. Em qebûl nakin ku zimanê me were qedexekirin. Divê Partiya me…” 

Serokê Dîwanê, “Axavtvanê birêz, li gor Makezagonê û Qanûna Partiyên Siyasî; di kongreyên partiyan de, axavtina bi kurdî qedexe ye û sedema girtina Partiyê ye… Divê hûn bi tirkî biaxivin!..” gotê. Axavtvan fitilî ser Dîwanê, awirek da Serokê Dîwanê, belê tiştek negot. Axavtvan tiştek negot, belê salon dîn û har bûbû. Bi hevre bi dengekî bilindtir slogan diqîriyan. Ji endaman hinekan xwe ji trîbûnan avêtibûn zemîna salonê, dixwestin êrîşî Dîwanê bikin. Delege jî rabûbûn ser piyan, ji wan hinekan, destê xwe dabûn ber devê xwe;

“Yûûûh… Yûûûh!..” digotin.

Tûjoyekî ji tûjan tûjtir, xwe nêzî dika Dîwanê kiribû, “Di Meclîsa tirkan de, serokê Meclîsê, nahêle wekîlên kurd biaxivin, tu jî wek wî û ji wî xerabtir î. Ne serokatiya dîwanê, ne jî endamtiya vê partiye bi te nakeve, divê derhal tu dîwanê biterikînî û ji partiyê îstîfa bikî. Yûûûh!” 

Temama salonê destpêkirin, bi yek dengî diqîriyan, “Yûûûh Dîwan!.. Dîwan îstîfa… Dîwan îstîfa!”

Coşa salonê gihîştibû asta herî bilind, êdî hinekan ji dûr ve şûşeyên pet ên avê diavêtin Dîwanê. Hinekan ji wan, xwe gihandibûn ser dikê, heta ber maseya dîwanê hatibûn. Serokê Dîwanê, mîna tiştek nebûbe, bê kelecan, sar, di cihê de li salonê temaşe dikir. Ji rêveberên  navenda Partiyê yekî ji aliye endaman dihat naskirin, hat ser dikê, bi destan îşaret da ku her kes rûne. Salon piçekî aram bû.

Axavtvan, “Çi dibe bila bibe, ez ê axavtina xwe bi kurdî bidomînim,” got.

Serokê Dîwanê, “Min mecbûr neke ku ez dengê mikrofona te bibirim, bi tirkî…”

“Ez berpirsiyariyê digirim ser xwe… Ez ê bi kurdî…”

“Em partiyeke demokrat in, şiyarkirin li me… De hûn dizanin.” 

Berxwedana salonê, kiribû ku Dîwan, şûnde gavekê biavêje. Axavtvan di nava çepikan de, axavtina xwe qedand. Delegeyên mayî jî, hinekan bi tirkî, hinekan bi kurdî axavtinên kurt kirin. 

Rojeva kongrê û xala hilbijartinê qediya. Cîgirê walî bi heyeta xwe ve derketin ser dikê, bi kêfxweşî hatin endamên Dîwanê pîroz kirin. Di nav dengên “Yûûûh!..” ên ji salonê bilind dibû de, “Em we pîroz dikin, heta niha me Dîwaneke wisa serkeftî, kongreyeke wisa bi rêk û pêk nedîtibû,” gotin û daketin.

Serokê Dîwanê, bi dengekî herî hindik be jî, wek endamê Meclîsa Partiyê hatibû hilbijartin. 

Di civîna yekemîn a Meclîsa Partiyê de Serokê nû, ji bo cîgirên serokatiyê çend nav pêşkêşî meclîsê kiribû ku meclis pêşniyaza wî qebûl bike. Di pêşniyaza wî de, navê Serokê Dîwanê jî hebû.

Ew tûjoyê ji tûjan tûjtir, bê destur rabû ser piyan, “Birêz serok ez we şermezar dikim ku we navê Serokê Dîwanê jî wek cîgir pêşniyaz kiriye… Bi ya min divê ev meriv ji Partiyê were îxrackirin…”

“Çima?”

“Ma we nedît?.. Nedihişt delege bi kurdî biaxive. çawa dibe yekî dijminatiya zimanê me bike, rabe bibe cîgirê serokê vê Partiyê. Ez û hevalên xwe di îxraca vî merivî de îsrar dikin.”

Meclîsa nû wek koalîsyoneke rêxistinên kurdan saz bûbû. Rêxistina vî hevalî jî bi çar endaman di Meclîsa Partiyê de, temsîl dibû. Ji tûjan tûjtir bûn.

Serokê Partiyê mizicî. “Bi rastî ez jî, ji tevgera Dîwanê aciz bûbûm. Piştî kongrê min gazî endamên Dîwanê kir. Serokê Dîwanê got bila ew hevalê delege jî were. Me gazî wî jî kir.” Serok, çavên xwe li ser endamên Meclîsê gerand, hemûyan bi meraq lê guhdarî dikirin. 

“Min ji Serokê Dîwanê pirsî ku ew nivîskarekî zimanê kurdî ye, belê çima nedixwest bi kurdî were axavtin… Bersîva ku dabû min, bila rabe ji we re jî bibêje,” got. 

Serokê Dîwanê rabû ser piyan: “Hevalên hêja, gelek caran rastî ne ew tiştên ku mirov dibînî ye. Li pişt tiştên ku we di kongrê de dît, tiştekî din hebû û ne mumkun bû ku we pê bizanîbûya. Hûn di bertekên xwe de mafdar bûn. 

Hevalino, zimanê me bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye. Qedexekirina zimanê me xetereyê girantir dike. Diviya me bi awayekî ev çember bişikanda. Cihê herî baş jî Kongreya Mezin bû. Di lîsteya delegeyên ku ji bo axavtinê navê xwe dabûn nivîsandin, sih kes hebûn. Ji wan, çavê min li du kesan dibirî ku bikaribin bi kurdî biaxivin. Min ê ji wan yek, bi kurdî bida axavtin. Ez bi hevalên Dîwanê şêwirîm, me nîqaş kir, hevalên ku digotin dibe ku ji bo Partiyê ne baş be jî, hatin îqnakirin. 

Min ji Dîwanê hevalek şand cem wan du delegeyên kurdiya wan baş. Li gel silavên min, yek bi yek ji wan re hat gotin ku Serokê Dîwanê dixwaze ew axavtina xwe bi kurdî bikin. Ê yekemîn bi hinceta ku wî axavtina xwe bi tirkî amade kiriye, nikare di demeke wisa kurt de axavtinê wergerîne kurdî… Dibe ku rast gotibû û dibe ku tirsiya bû, nizanim… Ê duyemîn jî axavtina xwe bi tirkî amade kiribûye, belê heke dem hebe, dê bikaribûya axavtin wergeranda kurdî. Wisa bersîv hatibû. 

Xebatên kongrê, xirûcira kongrê didomiya. Min dîsa xeber jê re şand ku, bila axavtina xwe wergerîne kurdî û dema ew hazir be, bila bi destan îşaretekê bide min, ez ê wê gavê gazî wî bikim ku were ser mîkrofonê. Min gotibû ez ê ‘ûsûlen’ wî şiyar bikim ku bi kurdî neaxive. Belê bila guh nede şiyarkirina min. Bi vî awayî me li hev kir û bûyera ku we dît, me pêk anî. 

Haaa! min çend caran piştî ku endaman têr sloganên xwe digotin û diwestiyan,  min salon jî şiyar dikir… Di vê kongreyê de me bi dilê xwe sloganên xwe jî got û me çembera qedexekirina zimanê xwe jî şikand. Me çend çêr û ji serê xwe çend şûşeyên pet xwar. Bila canê we sax be.”

Serok, “Hevalê axavtvan û endamên Dîwanê rû bi rû bûyer mîna ku niha hat vegotin, teyîd kirin. Heta niha doz li temama kongreyê me hatibûn vekirin, tenê doz li vê kongreya me ya herî sert nehat vekirin. Di ser de cîgirê walî Dîwana me pîroz kir. 

Divê em jî bizanibin wisa siyasetê bikin. Spas hevalê Osman…” got û navber da civînê.

İlginizi Çekebilir

Müslüm Yücel : Selim Temo’nun Se Deng (Üç Ses) adlı şiiri üzerine
Osman Aytar : Min bêrîya te kirîye hevalê mêrxas Azad!

Öne Çıkanlar