Osman Özçelik : Ziman û Raman

KurdiYazarlar

Li gerdûnê du alem hene. “Alema Hebûnan” û “Alema Tevgerê.”

Peyv, van her du aleman nîşan didin. Peyvên Navdêr (isim/nom/name) hebûnan; peyvên Lêker (fiil/verbe/verb) jî, tevgeran nîşan didin.

Mirov bi riya sehekan (duyu organları/sens organs/organes sensoriels) “Hebûnên Dîtbar,” (şênber /somut/béton/concrete) nas dike. Bi riya aqil jî, “Hebûnên Nedîtbar” (razber/soyut/abstrait/abstract) têne naskirin.

Aqil; hebûnên çi dîtbar, çi nedîtbar û tevgeran dişopîne, didarizîne, şîrove dike û encamekê jê dertîne. Di encama vê pêvajoyê de ramanek peyda dibe. Ku ev raman neyê bilêvkirin an neyê nivîsîn, bêwate ye. Ji ber vê ye ku, heke raman nehatibe zimên, weke ramanekê nayê pejirandin û qedexekirina zimên tê wateya qedexekirina ramanê jî.

Zimanekî ku pê neyê axavtin û nivîsîn; zimanekî mirî ye, an li ber mirinê ye.

Di têkiliya ziman û ramanê de gelek tiştên ji hev cuda hatine gotin.

Fîlozofê Alman, Leibnitz (1767 – 1717) dibêje, “ziman neynika hiş e.”

Zimanzan, Wilhelm Humbold (1767- 1835) di têkiliya ziman û ramanê de, zimên derdixe pêş û dibêje, “ziman ramanê diafirîne.”

Eflatûn (Platon /B.Z. 427- 347) gotiye, “raman (hizirîn/ fikir/idée/idea) axavtina bêdeng e.”

Kê çi gotibe bila gotibe, her kesî ziman û raman weke têkiliyeke bihevgirêdayî qebûl kiriye.

“Danezana Mafê Mirovan a Navneteweyî” girîngiyeke mezin dide mafê ramana azad. Di Danezanê de, hatiye gotin ku; mafê her kesî yê azadiya raman, wîcdan û dîn heye. Mafê her kesî heye ku bîr û baweriyên xwe, qenaet û ramanên xwe bi azadî îfade û belav bikin.

Serdestên dewletên nedemokratîk li ser kaxezê ev maf qebûl kiribin jî, ji ramana azad ditirsin. Heke ramaneke ne bi dilê wan be, xwediyê ramana azad, bi terorîzmê tewanbar dikin.

Oscar Wilde dibêje, “Ramaneke bê xetere, bi qasî ku ne raman be, nehêja ye.” Ango Oscar Wilde, “her ramanê” wek ramanekî nabîne. Ji bo raman hêjayî nirxandinê be, divê ew ramaneke nû be û derî qalibên ku dewlatan an civakan bi piranî qebûl kirine, be.

Bîrdoziya fermî ya Tirkiyeyê hebûna neteweyê kurd nas nake. Dubarekirina vê bîrdoziyê, ne ramaneke binirx e. Gava mirov bêje, “Na, neteweyekî kurd heye; ev netewe xwediyê zimanekî, xwediyê erdnîgariyekê, xwediyê dîrokekê, xwediyê şaristaniyekê ye û divê mafê vî neteweyî ji neteweyên din ne kêmtir be.”

Ev ramaneke ku ezberan hildiweşîne û wek ramaneke bi xetere tê qebûlkirin e. Heke mirov bi azadî bikaribe ramanên wisa bi xetere bîne ziman, wê gavê mirov dikare bêje, azadiya ramanê heye.

“Freedom House”, saziyeke sivîl a serbixwe, ya ku li tevahiya cîhanê azadî û demokrasiyê diparêze, li Washingtonê dixebite û her sal raporân diweşîne.

Freedom House, di rapora 2019an de dibêje: Tirkiye di warê azadiyê de, di nava 195 welatan de di rêza 114an de ye ku wek; Çîn, Îran, Sûriye, Rûsya û Wenezûela dewleteke “ne azad” e.

Li gor rapora “Komeleya Rojnamevanên Hemdem” a di meha gulana 2019an de, 140 rojnamevan di hepsê de ne. Hejmara rojnamevanên hatine hepskirin û paşê hatine berdan û rojnamevanên darizandina wan didome, ne di nav vê hejmarê de ye.

Li ser polîtikayên ku Dewletê li Kurdistanê pêk dianî, bi navê “Akademîsyênên Aştiyê” 1128 akademisyanan, daxuyaniyek dan ku ew “nabin hevparê sucê dewletê”

Li dijî van akademîsyanan doza cezayê hat vekirin, ji wan 191 kes hatin cezakirin, darizandinên yên din didome.

Bîrdoza fermî ya dewleta Tirkiyeyê, li ser avakirina “Netewe Dewlet” hatiye sazkirin. Naxwe diviya neteweyên ne tirk, an bihatina asîmilekirin an bihatina tunekirin. Wisa jî bû, Dewlet biser ket. Niha derveyî kurdan, çi bi darê zorê, çi jî bi dildarî tu netewe nemaye ku li hember bîrdoza fermî liberxwe bide.

Di xwezaya mirovan de heye ku her kes wek wan bin. Nimêjkar dixwazin her kes nimêj bikin; araqvexwir naxwazin bi tenê bimînin, dixwazin araqvexwir zêde bibin. Endamên netewyên asîmîlebûyî ji neteweya serdest pirtir dixwazin kurd jî wek wan teslîm bibin, asîmîle bibin ku şerma di binhişê xwe de, bincil bikin.

Kurd jî dixwazin her kes wek wan li hember polîtîkayên dewleta zordar berxwe bidin. Kesên vê bangê dibihîzin, dengê xwe bilind dikin. Ji ber wê ye ku rojnamevan, akademîsyen û siyasetmedar an di hepsê de ne, an bi cezayên giran tên darizandin.

22/06/2019 Amed

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Günay Aslan : İstanbul seçim sonuçlarına dair birkaç satır başı
Halil Dalkılıç : Öcalan; Bi xwe bikin, nepên!..

Öne Çıkanlar