Osman Özçelik : Zıman

KurdiYazarlar

Piştî qunciknivîsiya min a di rojnameyên “Welat”, “Welatê Me” û “Azadiya Welat” de, ku zêdeyî deh salan ajotibû, min qunciknivîskarî nedikir û heta niha min ji bo tu malperan jî nenivîsandiye.

Ji ber pêbaweriya min a bi birêz Günay Aslan û nîvîskarên Nûpelê, min biryar da ku heftê carekê di rûpelên Nûpelê de li ser ziman, wêje û çanda kurdî hest û ramanên xwe bi we re parve bikim.

Zanist dibêje; “Ziman amûra ragîhandinê ye.” Û mirov bi riya dengan, hest û ramanên xwe yên ku bêdawî ne, radigihînin hevdu.

Ji bo me kurdan girîngî û giraniya ziman, ji amûreke ragîhandinê wêdetir e.

Bi riya qedexekirin, astengkirin û pişavtina zimanê me: çanda me, dîroka me, kevneşopî û şaristaniya me ya hezar salan tê tunekirin. Ji bo wê ye ku em dibêjin, “Zimanê me hebûna me ye.”

Zimanzan, li ser mijara ku ziman kengî û çawa derketiye de, xwediyê gelek ramanên cuda ne. Belê bi giranî tê gotin ku ziman, bi zarîkirina dengên xwezayê û li ser pêwistiya ragîhandinê derketiye holê.

Ziman, pergaleke dengan e. Ziman, ji dengên bi pergal pêk tê. Bilêvkirina dengên bi pergal, axaftin e. Her ruhber (candar) dikarin dengan derînin. Belê her candar nikarin van dengan bi pergal ji bo ragîhandinê bikar bînin. Tenê mirov dikarin dengan; weke amûra lihevkirinê, ragihandinê û jihevfamkirinê bikar bînin.

Bikarîbûna axaftinê tenê di xwezaya mirovan de heye. Hêmanên axaftinê ya mirovan ji ya heywanan cudatir e. Anatomiya heywanan destûrê nade ku ew bikaribin mîna mirovan dengên niqirokî (boğumlu/knuckled sound/son claqué) û perdekirî derînin. Ji ber vê çendê heywan nikarin dengên bi pergal derînin. Tenê dikarin dengên xam derînin ku ev rewş jî, têra axaftinê nake.

Êdî tê zanîn ku beriya zayinê bi 5 milyon sal, li rojhilatê Efrîqayê “mirovên neandertal” xuya bûne. Zimanekî wan hebûye, belê zimanê wan, ji yên şempanzeyan ne pêşketîtir bûye. Mirovahiya îro, beriya 130 hezar sal, di “dema neolîtîkê” de bi navê “homo sapîens” şeklê xwe yê îro stendiye û hînbûna axaftineke bi pergal temam kirine.

Belgeyên nivîskî yên herî kevn, yên bi dest ketine, 5500 sal berê hatine nivîsîn. Ji ber vê ye ku em nizanin beriya wê demê, nivîs û axaftin di çi astê û di çi rewşê de bûye.

Mirovahî heta ji zimanê axaftinê derbasî zimanê nivîsê bûne bi hezaran sal derbas bûye.

Tê zanîn ku bi milyonan sal berê, mirovan li ser dîwarên şikeftan bi kolandinê û bi boyaxê gelek wêne û nîşandek xêz kirine. Dîsa welê tê zanîn ku, Sumeriyan “nivîsa bizmarî” icad kirine û gelek nivîsên ku li ser tabletên heriya hişkirî (keval) li şûna xwe hiştine.

Nivîsên wisa, pirtirîn nivîsên baweriyê ne û ji van nivîsan re, di wateya nivîsên perizandinê (îbadet-peristin) de, “nivîsên hyeroglîf” tê gotin. Dîtina nivîsê, mîna destpêka şaristaniya mirovahiyê tê qebûlkirin.

Hêdî hêdî, bere bere nivîs û teknîka nivîsê bi pêş ketiye û hatiye heta roja me.

Naxwe du cûreyên zimanan heye.

“Zimanê Axaftinê” û “Zimanê Nivîsînê.”

Zimanekî din jî heye ku bê deng û bê alfabe tê axaftin.

Ew, “Zimanê Bedenê” ye.

Di nivîseke din de em ê behsa “Ziman û Raman” bikin.

 

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç : Topal Osman û ‘qehremantî‘ya kurdkuj…
Hüseyin Topgider : Ortadoğu’da ikinci perde açılırken

Öne Çıkanlar