PEN’a Navnetewî Banga Berdana Demîrtaş kir

GündemKurdi

“ PEN’a Navnetewî cezayê 42 sal yê girtîgehê ku bi sedemên sexte li Selahattîn Demîrtaş hatiye birîn, bi tundî şermezar dike û divê karbidestên Tirk, Demîrtaş ku nivîskar, siyasetvanê opozîsyonê û endamê PEN yê rûmetê ye demûdest û bê şert berdin. Divê qanûnên antî-terorê jibo bêdengkirina dengên rexnegir neyên karanîn. “

Serokê PEN’a Navnetewî Burhan Sonmez dîyar kir ku tekbirina jîyana Demîrtaş ya li pişt dîwarên girtîgehan tê berdewam kirin ku rewşa sosret û tarûmar ya sîstema dadwerî ya Tirkîyê tîne ber çavan.

“Demîrtaş jixwe ev 7.5 in bi awayekî dijhiqûqî girtîye, dûrî malbat û hezkirîyên xwe. Ev biryar jibo serwerîya hiqûqê ya li Tirkîyê trajedîyeke din e.“

Sonmez ku bi xwe jî nivîskarekî Kurd e herwiha anî ziman ku wek PEN’a Navnetewî wê li gel Demîrtaş û hemû nivîskarên ku bi neheqî girtî ne bisekinin, heta ku ew azad bibin.

PEN’a Navnetewî ku bingeh li London, Brîtanya ye di sala 1921 ‘an de hatiye damezrandin û li zêdetirî 90 welatan bi 130 navendan piştgirîya nivîskaran û hevdem berevanîya pevguhertina azad ya ramanan, û xurtxirina nirxê wêjeyê dike.

Hejayê gotinê ye ku PEN’a Navnetewî jibo berdana Demîrtaş demeke dirêj e kempenyeke dimeşîne û bale dikşine ser karên wî yên wejeyî, bi taybet di Kempeyna Roja Nivîskarên Girtî ya 2021’an de.

Meclîsa Nûneran ya PEN’a Navnetewî jî di Îlona 2022’an de biryarek qebûl kir; ku bang li karbidestên Tirkîyê dike ku dawî li darizandin, desteserkirin û girtinên nivîskar û rojnamevanan bîne, jiber naveroka nivîsên wan û piştgirîya wan ya jibo ziman û çanda Kurdan.

Di heman biryarê de, erkdar kirina qayyûman li şûna şaredarên hilbijartî yên li bajarên Kurdan Tirkîyê û herwiha girtinên revebir û endamên HDP’ê jî hatin şermezar kirin.

Pirtûka Demîrtaş ya bi navê Seher (Saha) ku di 2017’an de weşand, gelek bal kişand, hat wergerandinê gelek zimanan û di 2018an dexelata Wergerên PEN’ê ya PEN’a Îngilîzî wergirt.

Pirtûka wî ya dawîn Devran di sala 2019’an de derket.

Kempeyna PEN’a Navnetewî ya jibo Demîrtaş bi nave ‘Şer, Sansûr û Zulm, Lîsteya Dozan’, didome ku tê 122 dozên nivîskarên li çaralîyê cîhanê ku wek ‘di bin zilmê de’ têne dîtin, hene.

/Jêder: VOA-Kurdi/

Etiketler: Öne çıkanlar

İlginizi Çekebilir

Efrin’de 6 yıl içinde binlerce kişi kaçırıldığı yüzlerce kişi katledildi
Li Rojavayê ezmûn dest pê dikin

Öne Çıkanlar