Pirtûka Şeveke Lêvsor ya Çidem Baran (Çîrok) alîyên Weşanên Avesta de derket.
Şeveke Lêvsor Çidem Baran (Çîrok) derket ! Bi dengê peyamê wêneyê ku xêz dikir ji destê xwe danî. Demeke ne kin ne jî dirêj li fotoyê ku hevala wê ya zanîngehê bi rêya watsapê jê re şandibû û herdu di foto de dilşad dixuyan meyzand.
Bêyî ku karibe bi xwe li ser wî zemanî giriya û fam kir ku êdî zeman ji bo wê beriya mirina dê û piştî mirina dê ye.
Çidem Baran di sala 1985an de li Midyadê çavên xwe li jiyanê vedike. Di sala 2018an de li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Wêne diqedîne. Di sala 2022yan de li Zanîngeha Artûklûyê di Fakulteya Hunerên Bedew Beşa Wêne de mastera xwe xilas dike. Demeke dirêj di Kargeha Hunerên Bedew a Fewzî Bîlge de perwerdehiya wêne dibîne. Di dîrokên cuda de, li welêt û derveyî welêt gelek pêşangehên wêneyan li dar dixe. Aniha li Farqînê mamostetiya wêne dike.
Berhemên wê yên ku hatine çapkirin
• Li Peravên Torê Torên Evînê, Roman, Weşanên Ronahî, 2011
• Lerizînên Tenêtiyê, Roman, Weşanên Ronahî, 2012 •
Li Dû Siya Sêwiran, Roman, Weşanên Ronahî, 2014 •
Şikefta Helbestê, Hevpeyvîn, Weşanên Ronahî, 2014 •
Ferhenga Hunerê, Ferheng, Weşanên Dara, 2022 •
Bor, Roman, Weşanên Zîz, 2024
Şeveke Lêvsor Çidem Baran (Çîrok)
ISBN: 978-625-5535-14-6 13×19.5, 80 rûpel










