🔴Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi daxuyaniyekê, ligel êrîşkariya DYA û Îsraîlê, bertek nîşanî zextên rejîma Îranê jî da. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Çareserî ne di mudaxeleyên emperyalist de ye, di vîna jiyana azad a gelan de ye.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li dijî şerê ku li Rojhilata Navîn kûr dibe, mudaxeleyên emperyalist û rejimên zordar ên herêmî, li avahiya Şaxê 1’emîn a Eğitim Senê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku bi şiarê “Ne rejîmên kujer û yekperst ne jî êrîşên mêtînger; bijî vîna jîyaneke azad e gelan” hat lidarxistin, bal kişand ser bandorên wêranker ên şer û girîngiya aştî û demokrasiyê.
“Polîtîkayên êrîşkar mirinê tînin”
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxê 2’emîn a Amedê ya Sendîkaya DİSK/Genel-İşê, Sebahat Sever ve hat xwendin. Sever diyar kir ku ew pêngavên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê bi fikar dişopînin û got ku ew li dijî her cure mudaxeleya leşkerî ya ku gelên herêmê ber bi hilweşînê ve dibe ne. Sever bal kişand ku Rojhilata Navîn salên dirêj e veguheriye qada şerên wekaletê û wiha axivî: “Polîtîkayên êrîşkar ên ku bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê tên meşandin, ji gelên herêmê re ne aştî û ewlehî; xizanî, bêîstîkrarî û mirinê tînin.”
“Em rejîma Mollayan jî qebûl nakin”
Sever polîtîkayên rêveberiya niha ya Îranê jî rexne kir û got: “Em rejîma Mollayan a ku bi polîtîkayên zext, komkujî û cudakariyê yên li ser nasname û baweriyên cuda, bi taybetî li ser gelê Kurd, desthilatdariya xwe didomîne jî qebûl nakin. Têgihiştineke rêveberiyê ya ku daxwazên demokratîk ên gelan tepisandine, bi tundiyê bersiv daye têkoşîna azadiyê ya jinan û lêgerîna mafan a kedkaran wek sûc hesibandiye, nikare ne ji gelên herêmê re ne jî ji mirovahiyê re pêşerojekê pêşkêş bike.”
“Bedela şer sivîl û xweza didin”
Sever bi bîr xist ku fatûreya herî giran a polîtîkayên şer ji gel re tê birîn û diyar kir ku bombardiman û pêşbaziya çekdariyê hem mafê jiyanê tehdît dike hem jî dibe sedema hilweşîna ekolojîk: “Şer hestên dijminatiyê di navbera gelan de kûr dikin û hêviya jiyana bi hev re lawaz dikin. Di heman demê de hilweşîna ekolojîk lez dikin; çavkaniyên avê, qadên çandiniyê û qadên jiyanê bi rengekî ku nayê vegerandin wêran dikin.”
Çareserî: Siyaseta demokratîk û têkoşîna hevpar
Sever destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkan ne di mîlîtarîzmê de ye, di diyarkirina qedera gelan bi xwe de ye û daxuyanî bi vê bangê bi dawî kir: “Em wek Platforma Ked û Demokrasiyê dizanin ku çareseriya rast û mayinde ya Rojhilata Navîn ne di mudaxeleyên emperyalist de ye, ne jî di polîtîkayên zextê yên rejimên yekperest û otorîter de ye. Çareserî; di avakirina pergaleke civakî de ye ku gel tê de di nav nîzameke wekhev, azad û demokratîk de bi hev re bijîn, bawerî û nasname bên mîsogerkirin, mafên jinan û kedkaran bên naskirin. Em bawer dikin ku çareseriya pirsgirêkan ne di polîtîkayên şer û pevçûnê de ye, di israrkirina li ser siyaseta demokratîk û polîtîkayên aştiyê de û di pergaleke ku gel xwe bi xwe birêve dibin de ye. Em bang li hemû gelên herêmê dikin ku li dijî şer, dagirkerî û polîtîkayên zextê, di têkoşîneke hevpar a aştiyê de werin cem hev. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê li dijî emperyalîzm, mîlîtarîzm û otorîterîzmê; helwesta xwe ya li aliyê wekhevî, azadî û demokrasiyê bidomînin.”
/Çavkanî: Evrensel/









