Di wan demên dawî de dengê bilind radibin û gengeşî li ser kurdbûn an jî ne-kurdbûna êzîdiyan tê kirin. Ev guftûgo car caran bi gelek heste, agresîf, hêrîşkar û bê edeb ji aliyên hinek kurdên siyasî/netewî û misilman û êzîdiyan derbas dibe.
Beriya li ser nasnameya etnîk ya êzîdiyan û helwesta kurdên ne-êzîdî birawestim, ez dixwazim vê bêjim: kî dixwaze çi be, azad e. Lê mafê tu kesî jî tine bi kotek nasnameyekê bide kesan û koman.
Ev guftûgo bi temamî ji mijareke rewşenbîrî û zanistî derketiye û bûye meseleke derûnî, polîtîk, olî, perjewendî û provokasyonan. Ji xwe tukes guhê xwe nade zanyariyê û teolojiyê an jî dîroka rojhilata navîn, ez jî niha serê we nêşînim. Bi navê xwedê, herkes hertîştî dizanin û tu kes hev guhdar nakin. Wiha jî, diyaloga hevbeş û şanezî nabe; berevajî, herkes ketiyê aliyên ekstrem û radîkal, bê mantiq amade ne hev tar û mar bikin. ‘Ji xwe şerê navxweyî ji her şerî şêrîntir e.’
Kî sûd, feyda, ji vê tevlî hevbûnê digire? Bê guman ne kurd û ne jî êzîdî.
Baş e, sedem hene ku êzîdî bibêjin ¨em ne kurd in¨? Gelek sedem hene!
Ji destpêka îslamiyê ve heta îro êzîdiya tu xêr ji kurdên misilman nedîtiye. Talan, komkujî, tacîz, lêdan, ol-guhartina bi zor, êş û tadeyî… travma ser travma, nifş bi nifş, 1400 sal bê dawî. Ev jî ne bes e, 2014 an bi sedan kurd beşdarî DAÎŞê bûn û serê mêran bi navê xwedê jêkirin, keç û jinên wan birin. Hêjî (ez şahid im) hinek misilman xwarina ji destê êzîdiyan naxwin.
Baş e, çima bila êzîdî kurd bin an jî bimînin?
Êzîdî kurdên resen bin jî, çi xêrek û silametiyek ji wan re bi ve nasameyê heye. Ez behsa dijiminitiya tirk, ereb û eceman nakim. Ev meseleke cuda ye. Ez behsa biratiyê dikim, biratiyê!
Bila tu kes niha nebêje ez filan êzîdî nas dikim ku heval û dostê min e, an jî êzîdiyan ev tişt an jî ev tîşt kiriye. Ez behsa wekheviya hezar salan dikim, ku tucar êzîdiyan ji aliyê misilmanan nedîtiye. Bêguman bi milyonan misilmanên kurd qedernas, rêzdar, xweşmirov, bi rehmet û azadxwaz in. Qet gotineke min an jî rexneke min li ser îslamiyê tine.
Lê kurdên misilman û hinek serok û mîrên wan, li ser çi navî be jî bila bibe, êzîdî kuştine, talan û qirkirin e. Ku ez ser wan bûyeran binivsînim, ne nivîsek, ne pirtûkek û ne salek têr dike ku hemî rêz bikim. Lê ez bawerim hate têgihiştin.
Dîsa; êzîdî bila çima kurd bin?
Êzîdî û bi taybetî Şengal deh salên dawî xwîn digrîn. Hêjî 2600 Êzîdî winda ne, bi sedan bi kombûn hatin qirkirîn û cihê wan ne diyar e, bi sed hezaran li kampan dijîn û zêdeyî 150 000 rêviyan Ewrupa û welatên dine. Şengal hêjî weran ê, dijmin bombe baran û erîş dikin. Rêxistinên cuda li Şengalê li ser pişta êzîdiyan şerê hev dikin. Ev karasat û travma xilas nebûyê. Hestên wan bilind û tevlî hev in, bê–caretî xwe wek siyeke reş di nav êzîdiyan de belav kiriye. Hêvî nemayê, dîsa ketine nav baweriyê ku bi tenê ne, wek hercar bûnê sêwiyê gerdûnê û ticar ev ji wan fermanan rizgar nabin. Ev kasarat hundirê dilê êzîdiyan şikandiyê, giyan û kezeb sod kiriye. Êzîdxan xwîn digrî!
Rastiyek heye: Êzîdiyê beriya 3ê Tebaxê 2014 an hemû mirin. Ev Êzîdiyê îro cuda ne.
Di nav vê bê–caretiyê de destê xwe direjî herkesî dikin ku gotineke baş û sozê alîkariye bide, bila tirk, ecem an jî ereb bin. Bê–caretî wiha ye!
Êzîdî ji ber gelek sedeman kurdîtiya xwe, nêzîkbûna xwe bi mirovên misilmanên kurd re û paşeroja xwe didin ser mêzînê. Êzîdî niha destpêkirine û hertiştî di nav xwe de lêpirsîn dikin. Ez niha bibêjim encam vê ne li goriya dilên gellek mirovan be! Ez jî di nav de.
Jenosîd bawerî hevqas şikand ku êdî nayê cerbandin!
Êzîdiyên ku dikarbin ji Kurdistanê derkevin, diçin û guman heye ticar wenegerin, wek li bakûrê Kurdistanê. Belku wiha jî dilê hinek kom û şexsan jî rihet bibe. Ji xwe wan dixwest, ku êzîdî, xiristiyan (mesehî) û hemû olên ne misilman ji Kurdistanê derkevin.
Êzîdiyên ku nikaribin derkevin, vê bi hinek alîkarî dîsa wegerin Şengalê. Lê ev herdem di nav ji der û dorên xwe di nav tirsan de bin. Heta kengê ev tirs dê dom bike, kengê ev li axa bav û kalên xwe dê bi aramî, dostanî û insanî bijîn? Şengalî dibêjin ‘hêviya xwedê’!
Êzîdî û mafên taybetî
Êzîdî piştî vê jenosîdê naxwazin „qedera“ xwe bikin destên kurdan. Ev ji bo xwe û nifşên nû misagoriya statû û mafê xwe dixwazin. Di nav ciwan û rewşenbîrên êzîdiyan de hewldanên wiha li dervayî welat û Kurdistanê destpêkirin e. Heta niha ti mafekî êzîdiyan wek komeke taybetî yê siyasî û otonomî tine. Bexda ji xwe naxwaze û Erbîl jî mafê tayebetî dide xiristiyanan, tirkmenan ûhw. lê dibêje ji ber ku êzîdî kurd in, ev ne hewce ye. PKK jî derdê we cuda ye. Ev jî bi her babetî êzşdiyan ji bo perjewediyên xwe bi kar tîne. Qet xema wê ne êzîdî an jî mafê wan e. Êzîdî ji xwe re kiriye şervan û bi wan re bi Bexda û milisên Haşdî Şabî di nav pêwendiyan de ye. Niha jî, PKKê bixwe Mîrekî êzîdiyan çêkiriye û bi hinek eşîran êzîdiyan ji hev perçe dike. Hinke êzîdî êdî dibêjin: êzîdiyên PKK, êzîdiyên KDP û êzîdiyên Haşdî Şabî/Ereb.
Hêzên dervayî
Bexda, Tehran, Ankara û hinek komên li dervayî welat, heta Ermenistanê, car caran êşkere, car caran veşartî bi gelek ‘projeyan’ destpêkirine û dixwazin bi her awahî êzîdiyan ji kurdan dûr bixin.
Derdê Bexdayê ev ku zerar bide kurdan û wan qels bike. Heta ereb dibêjin êzîdî bi ol û baweriyên xwe misilmanên sofî ne, girêdayî Şêx Adiyê misilman û sofist ji Libnanê ne. Li goriya wan êzîdî êdî bûne ereb û tariqeteke sofîstên misilman in.
Ermenistan beriya 70 salî û zedetir destpêkir û xwest bi ‚ilmî û dîrokî’ êzîdiyan ji kurdên misilman dûr bixe. Li goriya wan êzîdî bi eslê xwe ji Hetît û Sumeran in û ji Babîlonê hatine nav kurdan. Ji ber ku ermenîstan kurdên misilman sucdar dike li ser qirkirina ermeniyan, dixwaze êzîdiyan ji kurdan dûr bixe.
Mixabin ev serket in. Niha li ermenistan êzîdî çiqas hindik bûne sê kom: êzîdî wek milletek, êzîdiyên kurd û êzîdiyên ku bûn e xiristiyan.
Pirsên navxweyî
Niha ev pirsgirêk li Kurdistanê û dervayî welat di nav êzîdiyan jî destpêkiriye û şerek û guftûgoyên ne xweş derbas dibin. Ev guftûgo caran hevqas qirêj û bê edeb derbas dibin ku mirov şerm dike. Ev jî sedemeke ku piraniya êzîdiyan bê deng in û meydan berdane ji cahil û sînor-nezanan re. Hinek “rewsenbîrên” êzîdiyan destpêkirine wan teoriyan belav dikin û dibêjin “em ji Sumer û Hetîta ne”. An jî teoriyên nu bê bingheh di nav gel de belav dikin. Ev jî yek ji sedemên jenosîdê ye û bandora xwe ya travma nîşan dide, wek li gel Elewiyên Kurd pîştî jenosida Dersimê di sala 1937/38 an de heta îro.
Êzîdî Kurd in an jî na? Êzîdî kurd bin an jî ne kurd bin dê çi bibe? Kurd dixwazin êzîdî perçeyek civaka Kurdan bin? Baş e, kurd ji bo wan dê çi bikin?
Ji ber ku rêkxisitînên kurdan û hikumeta Kurdistan bi taybetî piştî jenosîda dijî êzîdiyan siyaseteke hevpar û erenî diyar nekirin, gelek car wan bi tenê hîştin û guman rakirin li ser mesela DAÎŞê baweriya wan bi kurdbûna wan şikest.
Çi hewceye?
Serkerderiyên kurd ku bi rastî bixwazin êzîdî ji wan dûr nebin, divê bi temamî paradigmên xwe ye siyasî li ser êzîdiyan biguherin. Divê ji êzîdiyan lêborîna xwe bixwazin, mafê wan bidin wan û hewl bidin ku kurdên misilman û êzîdî nêzîkî hev bibin.
Êzidî divê bibin xwedî statuyekê fermi, wek parêzgeh an jî otonomî, çiqas hindik bibe parezgehek wek Dihok, Hewler, Sulemaniyê û Kerkûk û girêdayî Kurdistanê be. Lê ev jî tê gengeşekirin û herkes qebûl nake.
Ku guhartin çênebin êzîdî dê ji Kurdistanê derkevn. Belku hinek kêm an zêde bimînin, lê demdirêj êzidî dê li diyaspora bijîn û di nav car heta pênc nifşan bi temamî werin guhartin.
Êdî kurd bin an ne kurd bin, evê li diyasporayê bibin xwedî nasnameke nu, ne kurdî ê ne êzîdî.
Êzîdî kurd in an na?
Tu kes heta niha bi rastî û zanyarî ji min re îspat nekiriye û nikare îspat bike ku êzîdî ne kurd in. Bê guman êzîdî bi ziman, çand, ola û erda xwe kurd in. Lê piştî car hezar sal êzîdî bûne xwedî hinek taybetiyan, lê ev na ye we wateye ku ne kurd in.
Dîsa jî, her êzîdiyek xwedî maf û azad e ku nexwaze kurd be. Her êzîdiyek xwedî maf û azad e ku kurd be.