Prof. Dr. İlhan Kızılhan : Siyaseta Kurd û Kurdayetî

KurdiYazarlar

Siyaseta Kurd û Kurdayetî

Piştî hilbijartina şaredariyan Kurd billî gelek astengan kêm an zêde serkeftî bûn. Ev herwiha jî diyar dike ku kurd siyasete xwe li ser Kurdistanê û bi gelê Kurd re bimeşînin, ev baştrîn siyaseteke kurdewarî ye. Lê ev serkeftina hilbijartina şaredariyan divê haydariyeke bide siyasetvanan û partiyên kurdan.

Bê guman her kurdek azadiya xwe û ya welatê xwe dixwaz e. Kî naxwaz e li goriya raman, nasname, ziman û ҫandeya xwe bijî? Kurd ji herkesî zêdetîr hasretê azadî û aramiyê ne.

Lê mirov zû demên borî ji bîr dike.

Baş tê bîra min ku di dema „pêvajoya demokrasiyê“ de stratejiyêke hate meşandin ku paşî gelê Kurd ziyanekî mezin da. Paşî dewleta Tirkiyê rûyê xwe yê rasteqîn diyar kir: bi sedan kurd hatin kuştin, bajêrên wan wek Amed û Sirnex werankirin û hêjî kurd di bin vê karasatê de man e.  Heta îro HDP û partiyên din gelek siyaseteke zikzak, stratejiyeke ne rast û bê perspektîfên zelal ji bo Kurdan li Tirkiyê meşandin e.

Ez dizanim, niha gelek kes dê bi hers bibin û dîtinên min wek amatorî mor bikin. Bila wiha be, lê ez behsa daxuyaniyên sloganî û têoriyên neruniştî nakim.

Dewleta Tirk  ҫi soz dabe kurdan jî, tucar bi cih ne aniye.

Heta PKKê amade bû ku ҫekên xwe deyne û paşî wegere Tirkiyê ku dikaribe bêşdarî siyaseta legal bibe. Ҫi jê derket? Mirin, werankirin û siyaseta tunekirina Kurdan li Tirkiyê.

Ev baş bû? Bê guman na!

Em werin ser siyasta kurdan li Tirkiyê.

Ez dipirsim: Kurd xwedî nasnameya Kurdî, bi xwestina mafên zagonî dikarin li Tirkiyê siyastê bikin?

Li zindanên Tirkiyê binêrin û bixwe bersiv bidin.

Siyaseta kurdan û kurdayetî li Tirkiyê ҫi ye?  Ezê paşî li ser vê pirsê wegerim, lê dewleta Tirkiyê ҫawa dixwaze pirsa kurdan „carser“ bike?

Dewleta Tirkiyê li goriya ramanê netewemendî û olî sînorê xwe eşkere kiriye. Di nav dewleta Tirkiyê de Kurd dikarin wek hemwelatiyên Tirkiyê bijîn. Lê hebûna kurdayetî an jî azadiya Kurdistanê dervayî siyaset û ҫarcoveya „îdeolojiya parastina netewa Tirkan“ e

Ji xwe dewleta Tirkiyê heta îro dixwest bi şer, bi kuştin, talan û koҫberiyê Kurdan di nav sînorê Tirkiyê de asîmilê bike.  

Xwestin ev bu: Her kurdekî ku xwe wek Tirk qebûl bike, mirovekî baş e. Her kurdekî xwe wek Tirk nebîne, terorist e û divê were kustin an jî girtin.   

Dewleta Tirkiyê sed  sal Kurdan ji meydana jiyanê rakirbû û bi perdeyek reş Kurd veşart bûn an jî pîşt vê perdeyê hemû gunehên dij-mirovayî pêkanîn.

Niha Tirkiyê  baş dizane ku êdî  nikare Kurdan asîmîle an jî tune bike.

Herwiha jî, kurd îro li Rojhilata Navîn bûn defakto aktorekî herî pêwist. Li başûre Kurdistanê Kurdistanek heye, li Suriyê piştî şerê qehremanî ye urdan dijî DAIŞê kurd dê bibin xwedî statuyek. Lewra jî ez gellek şaş nabim ku dewleta Tirkiyê dê dîsa bi veşartî an jî eşkere bi Kurdan re têkevin nav diyalogêkê. Evê dîsa  bêjin „Kurd û Tirk birayê hev in.“ Evê dîsa werin û bixwazin ku gelê Kurd ji xwestinên siyaseteke kurdayetî, azadî û serxwebûna Kurdistanê berdin.

Dewleta Tirkiyê kengê bikeve astengiyê, ango Kurd serkeftî bin, guman tune ku dewleta Tirkiyê dîsa bi projeyeke  „bi pêvajoya nû ya demokrasiyê“ Kurdan dorperҫe bike.

Ku ev dîtinên min hinekî rast bin, vê carê sloganeke nû hewce ye. Ev dikare wiha be: „Her Kurdeki ku li goriya raman û siyaseta Tirkiyê hewl û têkoşîn bike, Kurdekî baş e.“  

Êdî nasnameya bi devkî, ku mirov bibêje „ez kurd im“ an jî bi zimanê Kurdî biaxive li Tirkiyê vê ne pirsgirêk be. Lê divê bi ziman, ҫand û siyaseteke taybetî ya kurdeyatî netewa Kurd pêşve neҫe. Evê ji demên borî zêdetir hewl bidin ku Kurd bi siyaseta xwe bibin perҫeyek ji  siyaseta Tirkiyê. Bingeha siyaseta Tirkiyê jî „îdeolojiya parastina sînor û netewa Tirk e“.

De fermo, siyasetekê ji bo mafê Kurd û Kurdistanê li Tirkiyê bikin!

Li goriya min siyaseta Kurdeyatî hewldanek e, têkoşînek e ji bo hebûna Kurd û Kurdistanê.

Bila neyê ji bîr kirin, ku niha jî bi milyonan Kurd dengê xwe dane APK-MHPê. Ev jî rastiyeke Kurdan ne.

Ҫiqas li xweşiya hinek Kurdan und partiya HDPê neyê jî, dive were pirskirin: We ҫiqas di siyaseta xwe de, di  dema borî de kurdewarî parast ye? Ҫima herdem kesên ne Kurd bi bandoreke mezin serkerderiya HDPê dikin? Bi serokatiya Selhattin Demirtaş hinek behna kurdewariyê xwe belav kiriyê û bandor daye li ser siyaseta Kurdan, lê ev gavên pêşînin ji bo meşeke direj ji bo azadiya kurdan.

Lewra jî, siyaseta Kurdayetî li Tirkiyê rû bi rû himberî tehlukeyên mezin e. Siyasate Kurdayetî divê xwedî raman, ҫand û viziyon be. Siyaseteke Kurdayetî ya wale ji bo Kurdan bêxêr e. Hêvî dikim berpirsên HDPê  und partiyên Kurdan li bakûrê Kurdistan ji wan tiştan haydar bin.

Bi vê hilbijartinê hêviyek ҫêbû, ev hêvî ҫiqas biҫûk be jî, her hêviyek dibe hêz û bawarî ji bo jiyanek bi rûmet, kurdewarî û azadî.

 

İlginizi Çekebilir

Osman Aytar:  Çima geşbîn im li pey hilbijartinên 31ê Adarê?
Sîrwan Rehîm: Min bêriya tu tishteke Surya nekiriye

Öne Çıkanlar