Marksîstê saeta duyemîn Ernst Bloch li cîhekî dibêje, tiştên nû di jiyanê de kêm kêm diqewimin, û ez bawer im ku ew biheq e. Gava ku em vê biajon gotinê, tenê dubarekirina gotina ku carinan li cîhekî hatiye telafûzkirin heye.
Ew ji hêla mirovên din ve, di kulturên din û di demên cûda de tête dubare kirin. Ku em vê biajon jiyana mirovan bi meseleya pandemiyan ve, ew jî her dem hene, hebûn e, çima ku pirraniya vîrus an bakteriyên ku dibin sedema nexweşiyên pandemîk, di dîroka evolusyonê de berê mirovan heyî bûne, û dibe ku hinên wan jî piştî mirovan hebin.
Dîroka mirovahiyê tijî ye ji pandemiyan, hinek ji wan baş têne zanîn, baş hatine belgekirin, hinek jî nayên zanîn, an jî mîna ya paşîn, di dema real de têne belgekirin û di mêjiyê meyê dîjîtal de têne tomarkirin.
Micadeleya mirovan a li dijî pandemiyan bê guman ji îro pê ve micadeleyek dîsîplîn û hevgirtinê ye. Di rewşek awarte de, sînorên kom û civakên mirovî bi pandemiyan ve têne ceribandin, sînorên yekbûn û hevgirtinê têne hesibandin û nîqaşkirin. Yekbûn û hevgirtin bingeha jiyana civakî di du astên cûda de pêk tîn in. Gava ku dor hat niqaşkirina wan, pê re meriv digihîje sînorên pêşkeftina civakî jî, ew her du faktor derveyê civak û koman in, ew têne dîtbarî li wan in.
Jixwe mebestên vê pêşkeftinê ev e ku yekbûn û hevgirtin hevpartir bibe û her weha bikeve nav herikîna jiyanê robiroyî di civakan de, yenî derve û hundir yeksan bibin. Eger ku ev hişmendî winda bû, ji kê û çi meriv çawa û çiqas biaxive, heya endeksa nirxên bingehîn ên civakê, seheke dûrketinê û daleqandinê di hemûyan de çê dibe. Sebeb a ku ev dûrketin nabe felaketek, ne hestên meyên hestyarî û exlaqî ne, zanîna objektîf û rasteqîn, û jiyana hevgirtiya bi rûmet a ku ji hêla zanist û zanînê ve tê wehdkirin e.
Ez nizanim gelo pîvanek ji bo pêşkeftina civakî heye yan an. Her çendî Kazancakîs bibêje jî, ev di kulturekê de bi rola jinê, ka ew çiqasî azad dikare beşdarî jiyana civakî bibe, dikare were pîvandin. Lê dîsa jî ev referansek e, referansek zanistî û zanistê ye. Em wiya baş dibînin ku di pirr qedemeyên jiyana civakî de em ê nikaribin vê pirsgirêka azadî û beşdariya jinê bi madeya xam a ku me ji alema heywanan deyn girtiye, bê zanistê, çareser bikin.
Û aqilê ku em pê bikaribin vê pirsgirêkê çareser bikin, heman aqil e, ê ku bi awayekî din, di ceribandinên teknolojîk û zanistî de bo parastina ji pandemiyan hatiyê xebitîn. Orbîta wî ya siyasî û civakî ber bi jiyana bi rûmet û hevgirtî yek e. Me dît û şehdetî kir ku mirov îro bi saya destxistina ku di vê orbîtê de çêbûye, dikare xwe biparêze. Di pandemiya anihayî de, eger hûn bixwazin, û dîsa eger hûn ne qurbanê siyaseta çewt û însiyatîfa belengaz a siyasetmedaran bin, hûn dikarin xwe rind biparêzin. Zanist û mîrasa yewnanan a ji Zenon vir de, ku cîhanê ta avahiya weya herî hûrik lêkolîn dike, dikare di vê pandemiyê de parastina hema hema asta herî jorîn pêşkêşî mirovan bike.
Ji vakslêdana, ku di demeke wusa kurt de hat îcadkirin, heya qedexeya derketina derve û maskeya wê. Ew di ronahiya zanîna heyî de û her roj dane di awayê çêtirîn zêde dike ku em pê bikaribin xwe û kesên din biparêzin. Xisûsen ji parastina bi maskeyan pirr balkeş e, çima em bi wan hem dikarin xwe û hem jî hem ên din biparêzin. Rola maskeyê ji hemû yên din wêdetir, eleqedarê hevgirtin û yekbûnê bû, çimkî bi wê ve dihate bawerkirin ku em ê xwe û yên din ji vegirtiya vîrûsê biparêzin.
Lê ji berê de pandemiyek din heye ku dîsa û dîsa tê serê mirovan. Ev tenê zêhnî ye û derman û stratejiyên mirov ber bi yekê ve destxistiye, dikare ji ya din re jî bibe alîkar. Lêbelê, ev ne wusa ye, pirr caran, maske zû têne avêtin û vakslêdanê jî tenê demkî jê diparêz e. Ev pandemiya hejariya zêhnî ye, yan jî bi erebî: cehalet. Hin pênaseyên gengaz ên cehaletê di Quranê de “nezanîn”, “nedîtin”, “nenasîn” in û zidê ilm û zanînê ye. Zanîn bi dîtin û lênasîn re ava dibe, ji bo vê ye ku Oscar Wilde tespîteke licîh daye: “Surra rasteqîn a cîhanê ne ya veşartî ye, ew a xuya ye.” Baweriya bi zanistê vê yekê dipejirîne. Ya ku nayê dîtin, ew felsefe, mîstîk e, dema wan ji zûde ve bihuriye.
Ev hejarî, nezanî û pozbilindî dijminê herî mezin ê wî aqilî parastina ji pandemiyan e. Avahî û mantiqa vî aqilî eynî ye bi ya ku em hewl didin xwe pê ve li warên din biparêzin. Her du jî hene ku di jiyanê de avantajek bidin mirovan. Cîhê wan avantajan cûda bin jî.
Fêkiyên vî aqilî xwe di her astên jiyana de rave me didin, her çend taybetmendî û sedem cûda bin. Esasî, herçiqasî di nav gelek dînan de li dijî vê cehaletê dîwarekî hişmendiyê hatibe avakirin jî, lê carinan ew xwe di wan de jî venaşêre, eger ku dîn xwest li pirsgirêkên vê rojê, bi çavên 1500 sal berê mêze bike. Jixwe guherîn di jiyanê de ne xuyangî yan xuyang e, tenê dîtin e, nihêr e.
Gava ku meriv tiştan mîna berê 1500 salan dî, wê çaxê destwerdana li jiyanê jî girr dibe. Ev sebeb, her çendî dîn pirr caran ji hêla cehaletê têkbiçin jî, di diyardeya dîn de stratejiyek qenc heye ku meriv pê ve dikare di medeniyetê de micadeleya hember cehaletê pêşve bixe: Lihevkirin (ne her tim!) a zanîn û bawerkirin e. Bi wê xwebaweriyê Quran a Kerîm cehaletê dihilweşîne û di temenek li gorî xwe prehîstorik de, di serdemeke borî de, heps dike, lewra ku ew xwe weke ronahî û ronakbîrek cîhanek nû, serdemek nû ya ku tê de sentenza bawerkirin û zanîn kemal bûye, dibîne.
Li vir, dîn di stratejiyên kultura dinyayî yên ku wê li dijî vê nexweşiya zêhnê pêş xistiyê her gav bûye îlhameke mezin. Wekî Hannah Arendt nivîsandiye, îcata herî girîng a ku dîn, hêj bêtir Xiristiyanî, aniye jiyanê mirov, dîrok e. Dîroka ku bi Xiristiyantiyê re hatî îcad kirin firsendeke bêhempa pêşkêşî mirovan kir. Di dîrokê de, mirov bi derbazkirina dem û warên xweyên kulturî ji bêserûberbûnê û, bi rastî, ji hêçbûnê rizgar dibin.
Di yewnana kevnar an di dînên samî de, ji xeynî kultura kevnar a îraniyan, qapîyek wusa ji bo mirovan tuneye. Wateya sêyaneyê (sêyektayî) bi rastî ev têgihîştina dîrokê ye, çi Bav, Kur an Ruhê Pîroz, xwezaya Xwedê, di wan de zeman û mekan derbas dike, li peyê xwe dihêle. Îcar, bi lêniherînek ve ev xweza xwezaya mirovan e, ew pê ve hewl dide ku bi herikîna zeman, a di mekan de, re bibe yek û wusa wî ji nifş bi nifş, ji pêşeroj û paşerojê de qul bike.
Kultura dinyayî ya Cîhana Rojava têgihiştinek bingehîn ji gramera yekandina vê pirraniyê destxistiyê, ku ew heya îro jî lê cewherê avahiya jiyana civakî pêk tîne. Ev têgeha ‘persona’ (kesayetî, şexis, ferd hwd.) e. Bi vê têgihîstinê ve hişmendî, çalakî, raman û îrade tên ba hev û tê de îfadeya xwe, ya yekbûna xwe, dibînin. Loma, ev yekbûn di kesekî de ji perçebûn û qutbûnê serbixwe “xuyayî” ye. Yek ji etîmolojiya gengaz a têgeha kesayetiyê (persona û afirandinê jê di zimanên li Cîhana Rojavayî de) mikabilê vê “xuyang”a yekandî, ya çalakî, îrade, raman û hişmendiyê di derbekî de ye.
Etîmolojiya din a vê têgehê ku mimkun tê niqaşkirin, dîsa wê bêtir di çarçoveya têgihîştina sêyaneyî de tarîx dike. Rastiya ku sêyaneyî, Bav, Kur û Ruhê Pîroz yekîtiyek e, wek ku li jor bo mirovan jî hate gotin, lê ji bo ku ev yekîtî bi rastî bibe dîrokî divê mirov xwe ji rasthatinî û bêqeyd û bêşertên mutleq bifilîtine. Kesê ku dixwaze gav biavêje nav dîrokê divê di wateyek diyar de tiştek hevpar
nîşan bide. Divê ku mirovê dîrokî, xwe nîşanî Xwedayê xwe bide, çawa ku ew xwezaya xwe nîşanî wan dide. Her demê, bi heman suretê ve. Lê sûretê mirov pirr e û yê Xwedê yek e! Dê wekheviya hejmarî ya sûretan di navbera Xwedê û mirovan de çawa were saz kirin? Ev pirs etîmolojiya gengaz a duyemîn a têgehê balkêş dike: ihtimala ku ew ji peyva “phersu” ya ji zimanê Etrûskan, bi xwe bi maneya “fîgurek maskekirî”, hatibe girtin. Angorê wê kesek ku dikare bibe ferd û kesayetiyek divê maske daynê pêşiya rûyê xwe, divê bibe fîgurek rûpoşkirî, da ku di sûretê Xwedê de, di dîrokê de were xemilandin.
Ji bo xatirê dîrok û tê de pêşkeftina medeniyetê, mirov vê maskeya aqil û têgihiştinê bi hezaran sal e ku bi rûmet û qîmetê li rûyê xwe datînin. Carinan kêm, carinan jî zêde. Ev zêdetî ya ku me di dîrokê de pêş dixe, ya ku di dîrokê de berdewamî û aramiyê dide me, û kêm jî nîşana dereceya dûrmayina me ji wî Xwedayê di her çalakiya me de veşêrin e.
Dereceya nêzîkbûna ber bi wî, nîşana beşdariya me li aqilê wî yê bêhed û bêhesab e, dûrketin jî bilêta ehmeqtiyê û beredayîtinê ye. Mîna di pandemiyan de, ku gava maskeyê li dijî cehaletê, ya kesayetî û krêta dîrokî, zû hate danîn, parastina meriv û kesên din pê re kêm dibe. Hêz û qelsiyên mirovhatiyê li pişt wê veşartî ne. Ji bo ku lîstika kulturê, ya ku berdewamiya siyasetê misoger dike, bidome, divê maske bimînin.
Çawa ku krêt û rûmeta kesane li pişt vê maskeyê tê danîn, wusa jî tevî hemû şikestinên pozîtîf ên ku di dîrokê de bûne sedema qirêjtî û nepakiyê, bi veşartina wan li pişta vê maskeyê, wê bixwe dike suretekê germahî û bedewiyê. Hin endamên gel hene, ew çend sal in, li her 24ê Nîsanê, li salvegera komkujiya Ermeniyan de, vê maskeyê ji rûyê xwe datînin. Bi hîlekarî û nerastiyan, xwe bi helbestkiya (poetîk) zimanî dipelçiqînin û tevahiya gund didin peyê xwe û dibin li daristanê winda dikin.
Gotin û argûmanên wan gişk dikarin bi lêgerînek saeta sifir di dîrokê werin destnîşankirin. Hema, em hemû dizanin saetek li ser sifirê di dîrokê de, ya ji rabirdûyê azad, jê hatibe paqijkirin tuneye. Ji ber vê yekê dîrok, ew der cîhê pêşeroj û paşeroj li hember hev têne pîvandin e. Daxuyaniyên xwedî soz û îradeyê ji gelê me jî diyar kirin em vî cîhî ji xwe re dixwazin li dîrokê zeft bikin, ne yê saeta sifir.
Û tê de rûyê xwe yê germ û bedew rave cîhanê bidin, rûyê me yê ku layiqê têketina dîrokê ye, çima ku ew ne ji rabirdûyê ne ji bûyerên ji wê ditirse, xwebawer û pêzanîna mesuliyeta wan, gavbigav rê digre ji dîrokê, dibe ku li hin qedemeyan bar giran be jî. Her kes dixwaze saeta vegerîne ser sifirê, lê ew ne mimkun e. Dîsa jî: hewldanên ber bi goreyîkirin û înkara qirrkirina Ermeniyan sal bi sal hatine ritûlîzekirin, da em binêrin sala ku were ekîba lêkolîner-nivîskar ê çi ji me re bi navê ‘afirîna siyasetê’ pêşkêş bike. Ev ne revîzîyonîzm, rezîlîonîzm e.