Di nav şeş rojên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de di baregehên QSDê da çi bû? Fermandarên QSDê xulek bi xulek şerê ku tê kirin şopandin, ji nav taxan agahiyên demildest werdigirtin. Di nav du biryaran de gengaşî hat kirin. Biryar a ewil “midaxeleya leşkerî”, yên din bi qanalên dîplomasiyê agirbestek.
Biryara yekem riskek mezin bû û jixwe ev êrîş jî biryara ewil di xwe de dihewand yanî biryara midaxeleya ewil feqa devleta dagirker bû. Êrîş hevkêşek/denklemek pir alî û encamên wê jî ew ê pir alî bin. Bi aqlê selîm û şerê stratejîk rêveberên Kurdan biryarek di cîda dan û hêzên xwe yê hindir vekişandin. Derba ewil li vir dijmin ket, tiştên ku dixwestin û feqa ku amade kiribû di destê wan de teqiya. Hêzên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berxwedanek rûmet meşandin şehîd dan û gelek avriyên îşîdê jî kuştin.
Bi rihetî kes nikare bikeve nav çeperên me, ger ewên ku dixwazin ew ê bedelan jî bidin. Êrîşên îşîd û devleta dagirker Kurdan anî ba hevûdin. Ev nêzîkatî bo me Kurdan tiştek muazam e, ji deh şerên giran bêhtir serkeftinek e. Yekîtî hebe qudret heye. Yekîtî hebe ferased heye. Yekîtî hebe têkçûna dijmin teqez e. Ev êrîş Kurdan û hestên wan ên netewî har û gur kir. Ev hestên neteweyî destpêka xelasiya me ye. Dijmin û aparatên wan ji şer bêhtir yekîtiya Kurdan dike armanca xwe. Li ser medyayên civakî bi hezaran trolên xwe dixwazin ev hestên pîroz pûç bikin lê êdî Kurd baş zanin ku hemû êrîş li cihek tê organîzekirin.
Çapemeniyan Kurdan bi yek dengî li hemberî dev geniyan welatê xwe, însanê xwe diparêzin û dengên wan digîhijinin dinya alemê. Kurdan li çar alî welatê xwe rabûn ser xwe, li her der Kurdên xwedî rûmet rabûn ser xwe û daketin kolan û qadên bajarên. Ev pratik û hişmendî serkeftina me Kurdan ne, trol û dijminên Kurdan ji viya tirsin ne ji ti tiştek.
Dixwestin ku Kurd bi aqlê xwe hereket nekin, giranî bi hestên xwe tevbigerin û bikevin nav feqa wan. Dijmin, em Kurdan baş nasdikin, dibê. Nasnakin ji binî nasnakin. Kurd ti car tola xwe li erdê nehiştine, mihakek derfet û dema tolê ketibe destan hatiye standin. Li Stenbolê di nav Kurdan de hêrsek sosret heye, ciwanên Kurdan wek agir in û benda roja xwe ne.
Hest û hiş bûne yek û derba mezin jî ev e. Di malperên wek serbestiyet û wek wan di bin re şerê pîskolojîk dimeşînin, di nivîs û analîzên xwe de îşîd û el kaîdeyên kujer vedikişînin zemîna meşrûbûnê. Li hemberî Kurdan ev tevgirtin me gelek caran tecrube kir. Di şerê Efrînê de ji şerên Serêkaniyê de, di şerên Sur û Cîzîrî de. Bi hemû îmkan û derfetên xwe rihê ku Kurdan bi dest xistiye dixwazin pûç bikin. Hezkiriyên vî welatî, dilsozên vî axî, welatparêzên vî esmanî li hemberî ev şerê qirêj ji hay bin û moral û motivasyona xwe di dest bernedin. Çareseriya wê ne nivîsên wan bixweynin ne jî wan derxinîn pêşberî me, asteng bikin û malperên xwe, ewên Kurd û Kurdistanî ne bişopînin.
Dem partî mixabin di destpêka şer de û krîza ku derket holê bi birêva nebir. Şok a ku hîskirin zû bi zû di bandora wî derneketin. Çend roj wek mirîşka gêj li derdora xwe çûn û hatin. Bertekek tûnd û hişk li hemberî dijmin destnîşan nekirin, di ser de şerê ku dewleta tirk dimeşîne ji wan re bangawaziya navbeynkariyê kirin. Zêde li Enqere mayîn demek tiştek wisa derdixe meydanê, ma nikaribûn meclîsa tirkan li nav hevûdin bixistina. Nikaribûn kursiya meclîse dagirbikirina. Siyaset li welatê me gelek bi suprîze, her tim gefên dijmin li ser esmanê me xwe daye xuyakirin. Dem di nav rehawetê de hat desteserkirin. Hêviya me û ê civate êdî rûyê xwe bi Enqereya dijmin vegerînin û vegerin nav mala xwe. Bi bangawaziya Enqereyê motivasyona Kurd dikeve û Dem her roj ji kîsê xwe dixwe. Îro baş tê famkirin ku Demîrtaş û hevalên wî çima di zindanên dijmin de hatine dîl girtin!
Bi piştgiriya devleta tirkan avriyên îşîde berê xwe dane Rojavaya Çemê Firadê, cepheyek din li vir vekirin, xem nîne û moralê xwe nexînin. Şer geh bi pêşva çûyîne geh bi paşva çûyîne. Şer hiş û stratejî dixwaze û sebrê hêvî dike. Ferased dixwaze û ev ferased û qebiliyet di şervanên Kurdan de heta hûn bixwazin heye, dibe meriv ji mevziyek xwe vekişîne nay ev maneye ku şer hatiye hindakirin. Kurd ti car şer hinda nekirine û teslîm nebûne ger tiştek wisa di dîrokê de hebûna îro me behsa ne Kurdan dikir ne jî şer ên wan. Htş di pêşaroja ne Surî de ne jî di qada navnetewî ew ê hebe, wek îşîdê ew ê were û here. Sîstema dinyayê wan qebûl nake û mixabin ew ê dîsa bi Kurdan bidin kuştin. Hovbûna wan û xwediyên wan bi her êrîşî derdikeve ser rûye erdê. Tiştên ku kirine hemû hatine tomarkirin, Kurd bêhtir û bi hêz di cihê xwe de keys dibin. Berxwedana Rojavayê Kurdistanê hê jî di hafızaya me daye, me do wan têkbir em ê îro jî wan têkbivin lê ev car ew ê bi xwediyên xwe re çem bi çem herin. Pêşbînî wiya dide destê me, doneyên herî xurt jî Kurd bi hemû rengên xwe yên cuda li ba hevûdin bi cîh bûn.
Devleta dagirker û rêberên wan li ser dîkê hê jî behsa biratiye dikin. Demegojî dikin, êrîşan organîze dikin, taxan û malan wêran dikin û di ser de jî heqeretan li Kurdan dikin. Mesele û armanca wan ji destpêkê heta vêga tinekirina Kurdan serkeftiyên wan bû. Serkeftinên wan ji destên wan standin bû, çareseriya Kurd jî li ser vê esasê meşiya, haya me hemûyan ji vê yekê hebû, em ji xwe bawerbûn ne ji wan li gor wî jî rêveberên Kurdan li hemberi siyaseta wan siyasetek xurt meşandin, em xwedî maf in û li her der li ser heq û mafên xwe me piştrastin. Êrîşên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî rûyên wan ên dijmin derxist holê. Piştî êrîşan Kurdan li derdora xwe komkir û bi hemû qudreta xwe jî ev yekîtî dimeşe. Carna êrîş û şer jinûva zayînê wek ev rojan. Ji şervanên xwe bawer bin, piştgiriya wan di her şert û mercan de bidomînin, guh nedin aparatên devleta xweynxwar, nexweynin nivîskarên wan, temaşe nekin bernameyên wan, postên wan parvenekin û şîrove nekin. Karên me gelek in, barê me girane, rê û rêwîtiyek dûr û dirêj li benda me ye. Enerjiya xwe bi propangayên wan nexînin. Em milletek serîbilind û xwedî rûmetin hêza me ji mîrovahiya me tê!
Bijî û her bijî şervanên gel ên xwe, her bijî yekîtiya Kurd û Kurdistan! Em bi we serbilindin û we rûmetek bêhempa daye me û em ê viya heta nefesa xwe dawî bi serbilind di her qadî de bigerînin!









