Rohat Alakom: Hewldana Kuştina Şerîf Paşa li Parîsê (1914)

KurdiYazarlar

Rohat Alakom: Hewldana Kuştina Şerîf Paşa li Parîs  (1914)

Piştî hewldana kuştina Şerîf Paşa, kesê milê rastê Şerîf Paşa ye, kesê li ser pêya zavayê wî Salih Beg e ku dema bûyerê li kujer xistiye û ew kuştiye

Di roja 14/1 1914an li Parîsê li hemberî Şerîf Paşa hewldaneke kuştinê (suîkast, attentat) pêk tê. Bûyer roja 15/1 1914an di hemû rojnameyên cîhanê de cîh digre. Bi taybetî jî çapemeniya fransî bi hûralî gelek li ser bûyerê disekine. Herwiha çapemeniya swêdî cîhekî fireh daye vê hewldana kuştinê. Di çapemeniya kurdî de em heta niha rastî tu agahî û zanyarîyekê nehatine ku qala vê bûyera ku berî 100 salan pêk hatiye, dike. Bûyer wek hewldaneke kuştinê ya polîtîk ku di dîroka kurdî de pêk hatiye dikare bê hesibîn(1).

Li jêr angorî ragîhandina rojnameyên swêdî yên wan salan ev bûyera bi kurtî tê ronî kirin.

Şerîf Paşa (1865-1951) di dîroka kurdî de navekî naskirî ye. 1898an heta sala 1908an ew qasî deh salan li Swêdê wek sefîrê osmanî kar dike. Piştî sala 1908an diçe li Parîsê cîwar dibe û li hemberî rêvebiriya Îttîhat û Terakkiyê dest bi tekoşîneke demokratîk dike. Jîyana wî ya li Fransayê wek bagerê derbas dibe. Ew dibe şahidê gelek bûyeran. Yek ji van bûyeran di sala 1914an de diqewime û Şerîf Paşa dibe hedefê hewldaneke kuştinê. Di vê bûyerê de berdestî (xizmetkar) û şofêrê wî birîndar dibin, kujer tê kuştin, di cîh de dimre. Lê belê di vê bûyerê de Şerîf Paşa sax-selîm xelas dibe. 

Berî ku em derbasî nasandina vê bûyera bi xwîn bibin divê em hinekî jî qala beşeke jîyana Şerîf Paşa bikin ya ku di navbera salên 1909-1913an de li Parîsê derbas bûye. Wî di van salan de li hemberî cuntaya Îttîhat û Terakkiyê şer û tekoşîneke bêtirs û sert meşandiye. Ev salên Şerîf Paşa yên muhalefetê bala lêkolerê tirk Taner Temur jî kişandiye(2).

Taner Timur di tekoşîna li hemberî nasîyonalîzma şoven, pêpeskirina qanûna bingehîn û îşkenceyê de Şerîf Paşa yek ji wan kesên herî sadiq dibîne ku bi daxwazên sala 1908an re girêdayî maye(3).

Şerîf Paşa piştî Meşrutiyeta II (1908) demeke kurt li Stembolê dimîne. Angorî Şerîf Paşa sîyaseta rêvebiriya Îttîhat û Terakkiyê ji dewra Evdilhemîd qet baştir nîne. Şerîf Paşa pêşeroja welêt qenc nabîne. Berê xwe dide Parîsê. Xwe bona tekoşîneke nû amade dike. Di sala 1909an de partiyeke polîtîk Islâhât-ı Esâsiyye-i Osmâniyye Fırkası saz dike û bi navê Meşrutiyet (Mècheroutiette) kovarekê derdixe. Ev yeka bêguman ji Şerîf Paşa re dijminên nû peyda dike. Bi vekirî û bi veşartî li hemberî Şerîf Paşa propagandayeke bêhempa li Welatê Osmanî tê meşandin. Ritbeya generalî û paşatiyê jê distînin. Wek rojnameyên swêdî jî nîşan didin ku êdî Şerîf Paşa wek “Şerîf Beg” (4) û“Redaktor Şerîf” (5) tê nasîn. Dewlet dest dide ser hemû mal û milkê wî. Tekoşîna wî di navbera salên 1909-1913an de her berdewam dike. Kovara Meşrutiyet di navbera salên 1909-1914an de qasî 54 hejmar bi fransî û osmanî li Parîsê derketiye. Rojnameya swêdî Aftonbladet dîyar dike ku vê gavê xêncî kovara Meşrutiyetê tu çekeke Şerîf Paşa tune ye(6).

Di rojnameya Svenska Dagbladet de em dixwînin ku dema her hejmarên nû yên Meşrutîyetê derketine Şerif Paşa ew bêpere ji redaksiyonên rojnameyên mezin ên swêdî re şandine(7). Şerîf Paşa bi rêya kovara xwe Meşrutiyetê hemû rezalet û nepakiyên Jontirkan eşkere dike(8). Ew di nivîseke din de xweziya xwe li rojên berê tîne(9). Şerîf Paşa piştî gelek salan cara pêşîn di dawiya sala 1912an de ji sirgûnê vedigere Welatê Osmanî(10).

Di destpêka sala sala 1913an de nûçegîhana jinîn a rojnameya Aftonbladetê Eira Hellberg ku carina bi navê “Jaya” nivîsên xwe weşandine ligel Şerîf Paşa hevpeyvînekê li Stembolê amade dike. Nûçegîhan dema li ser kolana Perayê (Îstîklal Caddesî) rastî Şerîf Paşa tê ew dîyar dike ku Şerîf Paşa gelek dilşa bûye dema lingê avitiye ser erdê Stembolê. Paşê diçin otêlekê li wir dipeyîvin. Rojnamevan dibêje ku Şerîf Paşa dema pêştaçûyina bûyeran tenê wek bînerekî (temaşeker) pasîv nemaye, li sirgûnê li hemberî Jontirkan tekoşîneke enerjîk daye. Şerîf Paşa bi dûr û dirêj qala rewşa Welatê Osmanî dike ku her diçe berbi xirabiyê diçe. Di dawiya hevpeyvînê de Şerîf Paşa bi rêya vê rojnameyê ji dil silavên xwe dişîne Swêdê ku -bi xweşikbûna xwe -wek welatekî bêemsal bi nav dike. Ew dîyar dike ku wî beşeke here rind a jîyana xwe li wir derbas kiriye(11).

Şerîf Paşa tekoşîna xwe ya li hemberî Jontirkan heta dawiya sala 1913an her berdewam dike(12). Neyarên wî nûçeyên nerast belav dikin û dibêjin ku Şerîf Paşa rêxistineke binerd saz kiriye û hilweşîna hikumetê ji xwe re kiriye armanc(13). Di sala 1913an de dema Sadrazam Mahmud Şefket Paşa tê kuştin neyarên wî dîsa nûçeyên çewt belav dikin wekî Şerîf Paşa û zilamên wî di pişt vê bûyer de ne. Şerîf Paşa bêî ku bê dadgeh kirin cezayê mirinê werdigre(14).

Rojnameyeke din diyar dike ku deh kes vî cezayî werdigrin, di nav wan de Şerif Paşa ji heye(15). Rojnameya Svenska Dagbladet wê demê karîkaturekî Şerîf Paşa weşandiye ku gelek balkêş e. Şerîf Paşa bi destê xwe yê rastê kaxizek bilind kiriye ku biryarê dadigehê nîşan dide, li pêşiya wî li ser masê kovara ku wî li Parîsê derxistiye, heye. Şerîf Paşa di karîkatur de bi kêfxweşî dikene. Li jora karîkatur em van gotinan dixwînin: “Reklameke qenc bona min û kovara min”(16).

Şerîf Paşa wisa bawer dike ku Jontirk bi van kirinên xwe welêt berbi hilweşîn û wêranbûnê dibin. Wê demê angorî Şerîf Paşa tu hêz nikare pêşiya bilindbûna tevgerên ku di nav ereb, kurd û komên din ên xiristiyan de belav dibin, bigre(17).

Rojnameya Dagens Nyheter telûke, xeter û rîskên ku li pêşiya Şerîf Paşa ne û pêşeroja wî tayîn dikin hê berî çar salan dibîne. Rojname di nivîseke xwe ya bi 10/7 1910 terîxî de Şerîf Paşa wek “Yekî ku dixwaze koka Jontirkan bîne” dide nasîn û qala muhalefeta wî dike. Rojname paşê çend tiştên balkêş dibêje. Şerîf Paşayê milahîm, nerm piştî guhartinên sala 1908an dibe kesekî hêrsdar. Kêfa wî bi vê hukimeta nû nayê. Bi hesret, rojên bihurî difikire, dema li Stockholmê bi aramî û bi rehetî diçû-dihat tîne ber çavên xwe. Rojname paşê ji dûrve vê şîretê lê dike: “Baştirîn e Şerîf Paşa bi mesafeya minasib dûrî Tengavê (Tengava Stembolê) bimîne(18). Hemû dîtin û ramanên ku Şerîf Paşa di derbarê zordarî û dîktatoriya Îttîhat û Terakkiyê de anîne zimîn di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de yek bi yek rast derdikevin.

 

Rojnameya swêdî ya navdar Dagens Nyheter (18/1 1914) ligel nûçeyê, wêneyê kesên ku dema bûyerê di mala Şerîf Paşa de bûne jî belav kiriye: Şerîf Paşa û Emîne Xanim (li jor) zavayê wan Salih Beg û berdestiyê wan Îsmaîl Hakkî (li jêr)

                                                   II

Angorî agahiyên rojnameyan kesekî nenas roja çarşemê 14/1 1914 berî nîvro tê adrêsa “Rue de la Pompe 115” ku Şerîf Paşa bi malbata xwe lê dijî. Ev kesa rastî berdestiyê Şerîf Paşa tê, navê berdestî Îsmaîl Hakki bûye û ev qasî 14 sal in li bal Şerîf Paşa kar dike. Kujer ji Îsmaîl Hakkî re dibêje ku ew dixwaze Şerîf Paşa bibîne û nameyekê bidê. Îsmaîl Hakkî dibêje ku Şerîf Paşa vê gavê ne amade ye. Dema kujer nameyê dirêjî Îsmaîl Hakkî dike di heman demê tebençeya xwe derdixe, du gulan berî sîngê Îsmaîl Hakkî dide û wî birîndar dike. Şofêrê Şerîf Paşa fransizekî bi navê M. Vital Borderes jî birîndar dibe. Şerîf Paşa di serşoyê de bûye. Dema dengê çekan tê Salih Beg (zavayê Şerîf Paşa) ji cîhê xwe difire û bi çeka Îsmaîl Hakkî berê xwe dide kujer. Çawa dibe çek kar nake û direve diçe odeya Emîne Xanimê ku li wir çekeke din hebûye.

Dema vê çekê hildide tê cîhê bûyerê ew lêdixe kujer heman demê de dikuje. Kujer di cîh de dimire. Zavaya Şerîf Paşa ku xezûrê xwe xelas kiriye di vê bûyerê de qehremanîyeke mezin nîşan dide. Keça Şerîf Paşa ya mezin Şerîfe Xanim ku bi Salih Begê re mêrkirî ye 20 salî û keça wî ya piçûk Seza 12 salî bûye. Rojnameyên wê demê herwiha qala cesaret û zîrektiya Emîne Xanimê jina Şerîf Paşa jî dikin. Rojnameyek dîyar dike ku dema bûyerê Emîne Xanimê bi kulman êrişî kujer kiriye(19).  Rojnameyeke din dinivîse ku dema dengê teqînê hatiye, Emîne Xanim bi rev diçe cîhê bûyerê. Kujer ew jî xistiye hedefê xwe û bûye vizînîya gulan. Lê belê Emîne Xanim birîndar nabe, dikeve erdê û xwe bi miritiyê datîne. Kujer li pêl serê wê kiriye û xwestiye here aliyê odeya Şerîf Paşa. Emîne Xanim paşê radibe pêyan direve jêrê telefonî polês dike(20).

Du rojan şunda navê kujer tespît dibe û derdikeve holê ku navê wî Alî Cevat e, xortekî 22 salî ye. Dema polês li ser wî digere, dibîne ku di berîka wî de du tebençe, xençerek, tizbiyeke kerûbar,  quranek û zerfeke mezin ku navê Şerîf Paşa li ser hatiye nivîsîn, hebûye. Çend roj li ser bûyerê re derbas dibin rojnameya Dagens Nyheter dîyar dike ku têkiliyên Şerîf Paşa ligel derve qut bûne û ew nikare ji mala xwe derkeve. Angorî rojnameyê polêsê Parîsê ku di derbarê ewlekariya Şerîf Paşa de xwe berpirs dibîne heta demekê destûr nedaye bona ew derkeve derve. Şerîf Paşa wek girtiyan di mala xwe de tê parastin(21).

 

Polêsê fransiz li mala Şerîf Paşa, kesê li erdê dirêj bûye kujer Alî Cevat e                                                       (Hvar 8 Dag, nr 17/1914)

Rojnameyên swêdî yên navdar ku di sala 1914an de derketine wek Svenska Dagbladet (22), Dagens Nyheter (23), Aftonbladet (24) û Stockholmstidningen (25) ev bûyera li hemberî Şerîf Paşa roj bi roj şopandine û agahiyên nû bi wêne pêşkêşî xwendevanên xwe kirine. Rojnameya Stockholmstidningen sernivîsa nûçeyên vê rojê bi tîpên sor wek afîşekî rojnameyê (löpsedel) weşandiye û di nav van sernivîsan de sernivîsa hewldana kuştina Şerîf Paşa jî heye. (26). Ji der van herçar rojnameyan hin rojnameyên herêmî û kovarên hefteyî jî cîh dane bûyerê wek Göteborgs Aftonblad (27) û Sölvesborgstidningen (28). Şerîf Paşa piştî çend rojan dîyar dike ku ev hewldana kuştinê ya li dijî wî û heft kesên din ku endamê partiya wî ne, hatiye plankirin (29). Rojnameya Svenska Dagbladet di hejmareke xwe de bûyerê wek “macereya ronesansê ya modern” dinavîne (30).

Rojnameyên swêdî rojên din ligel nûçeyan wêneyên di derbarê vê hewldana kuştinê jî belav dikin. Rojnameya Dagens Nyheter wek mînak nivîseke dirêj ligel wêneyê endamên malbata Şerîf Paşa diweşîne ku wê demê li mal bûne: Şerîf Paşa, jina wî Emîne Xanim, zava Salih Bey û berdestiyê wan Îsmaîl Hakkî (31).

 Rojnameya bi navê Stockholmstidningen, di roja 19/1 1914an de wêneyê kujer Alî Cevat diweşîne ku xwestiye Şerîf Paşa bikuje (32). Göteborgs Aftonblad wêneyekî din wek rekonstruksîyon (wêneyê temsîlî) diweşîne ku nîşan dide kujer û zavayê Şerîf Paşa çawa gulan berî hev didin(33). Rojnameya Stockholmstidningen cara pêşîn li Parîsê hevpeyvîneke ku ligel Şerîf Paşa li mala wî de hatiye çêkirin diweşîne. Şerîf Paşa di vê hevdudîtinê de wan neh qulên ku di dema hewldana kuştinê de guleyên ku kujer di derî û dîwarên oda wî ya xebatê de vekirine, nîşanî nûçegîhanê swêdî daye. Şerîf Paşa di vê hevdudîtinê de rêxistina Îttîhat û Terakkiyê wek “partîyeke kujeran” bi nav dike û dîyar dike ku Welatê Osmanî li ber şêmîga hilweşîna xwe ye.

Di beşekî nivîsê de rojname cîh dide Swêd-evînîya Şerîf Paşa: “Di dawiya hevpeyvînê de Şerîf Paşa wan salên ku wî li Stockholmê derbas kiriye bi bîr tîne. Ew dîyar dike ku ji ber delîlên sempatiyên ku li Swêdê bi serê wî de hatine gelek caran ji kûr ve kelacanê wî aniye, welatekî ku ew hîn bûye jê hez dike” (34). 

Angorî Şerîf Paşa berî sê heftan komek polês bi pêşengiya Azmî Bey -serokê kevn ê polêsê Stembolê- ligel deh alîkarên xwe ji Welatê Osmanî hatiye Parîsê. Piştî ku kar û planên xwe qedandiye Azmî Bey derbasî Îngîlterê bûye. Lê belê mirovên wî li Parîsê mane bona karê xwe biqedînin. Angorî Şerîf Paşa di paş bûyerê de zorbe û zilmkarên Îttîhat û Terakkiyê û bi taybetî jî bûrayê wî Sadrazam Sait Halim Paşa heye. Emîne Xanim (Jina Şerîf Paşa) û Sait Halim Paşa çawa tê zanîn xwişk û birayên hev in. Nûçeyên hewldana kuştina Şerîf Paşa heta dawiya meha yekem berdewam dikin. Rojnameyên roja 26/1 1914an dinivîsin ku Şerîf Paşa nameyek teslîmî dozger kiriye û nîşan dide ku gelek kes ji Stembolê rêketine bona kuştina wî (35).

Rojnameyeke din dîyar dike ku jîyana Şerîf Paşa di bin tehdîtê de ye û balê dikşîne komployên Jontirkan (36). Di meha duwem de hin nûçe tenê qala doza hewldana kuştina Şerîf Paşa û biryarên dadgehê dikin(37). 

                                 Şerîf Paşa û zavayê wî Salih Beg (1914)

Di nûçeyeke balkêş de em fêr dibin ku ev hewldana kuştina Şerîf Paşa wê demê ligel çend perçefîlman li Stockholmê di sînemeyan de hatiye nîşandan(38). Êriş û zordestiyên li hemberî Şerîf Paşa bêguman dost û nasên wî yên li Swêdê jî bêhizûr kirine. Çawa tê zanîn Şerîf Paşa di navbera salên 1898-1908an de li Swêdê wek sefîrê osmanî kar kiriye. Him Şerîf Paşa bi xwe him jî heval û dostên wî yên swêdî ji ber vê hevnasiyê piştî gelek salan ev demên salên Swêdê ji bîr nekirine. Şerîf Paşa di nivîsên xwe de hertim piştî navê xwe bi fransî ev îfadeya bi kar anîye: “Sefîrê Kevn yê Osmanî li Stockholmê“ (Ancien Ministre de Turquie a Stockholm). Ev îfadeya herwiha di bergê her hejmara kovara Meşrutiyetê de jî hebûye ku ji sala 1909 heta sala 1914an derketiye.

Rojnamevanên swêdî gelek caran Şerîf Paşa wek heval, nas û dostê xwe dinavînin: “Kevnenasê me Şerîf Paşa “ (Vår gamla bekanting Cherif Pascha) û  “Hevalê me Şerîf Paşa” (Vår vän Cherif Pascha)… Piştî bûyera hewldana kuştina Şerîf Paşa çend meh derbas dibin, di payîza sala 1914an nivîseke balkêş di derbarê Şerîf Paşa de di rojnameya Svenska Dagbladet de hatiye weşandin û bi peyvên “Hevalê me Şerîf Paşa…” dest pê dike. Nivîs wek portreyeke kurt a Şerîf Paşa jî dikare bê hesibîn. Nivîs qala wan rojên berê dike dema ku Şerîf Paşa qasî 10 salan li Stockholmê maye: “Gelek dîplomat hatine çûne, di dawiyê de hatine jibîrkirin. Lê belê Şerîf Paşa wiha bi hêsanî nehatiye jibîrkirin”. Piştî koçkirina ji Stockholmê têkiliyên Şerîf Paşa û dostên wî yên swêdî nehatine birîn. Nivîs di cîhekî de wiha dibêje: “Wî tu car ji bîr nekiriye bona me kovara xwe Meşrutiyetê bişîne û ji derveyî vê me carcar di derbarê kar û barê wî de agahî, gazî û protestoyên wî li hemberî hukimeta nû h.w.d. werdigirtin. Herwiha vê yekê jî alîkarî daye me bona ku em wî bi şadî bi bîr bînin”.

Nivîs dîyar dike ku Şerîf Paşa bona ku ji qeza û beleyan dûr di nav aramiyê de bijî biryar daye ku di ordiya Fransayê de kar bike. Angorî rojnameyê ew niha li Bordeaux dimîne. Rojname paşê dîyar dike ku Şerîf Paşa baqilî kiriye dema Parîs li ser Stembolê re girtiye(39). Di dawiya salê de çend nivîsên din di derbarê Şerîf Paşa de hatine weşandin, wek mînak rojnameyek dinivîse ku Şerîf Paşa êdî qehremaniya xwe dide sekinandin û dixwaze here Misirê bi erdê xwe re mijûl bibe(40).

——————————————————————

1 Rohat Alakom, Şerif Paşa, Avesta, 2016, çapa sêwem, rûp.80-82.

2 Taner Timur, Bir İttihatçı Düşmanı – Şerif Paşa ve Meşrutiyet Gazetesi, Tarih ve Toplum, Aralık/1989. Taner Timur, Yakın Osmanlı Tarihinde Aykırı Çehreler, 2006, rûp.125-136.

3 Taner Timur, Yakın Osmanlı Tarihinde Aykırı Çehreler, 2006, rûp.135.

4 Cherif Bey, Aftonbladet, 16/12 1909. Cherif Bey som kapten, Dagens Nyheter, 12/10 1909.

5 En turkisk redaktör, Dagens Nyheter, 28/6 1910.

6 Cherif Pascha har ordet, Aftonbladet, 14/7 1910.

7 Folkviljorna på Balkan, Svenska Dagbladet, 11/10 1912.

8 En skandal i diplommatiska kåren, Aftonbladet, 2/4 1912. Röfvarliv vid turkiska legationen i Stockholm, Stockholms-Tidningen, 3/4 1912.

9 Ach, hvad det var skönt! Svenska Dagbladet, 4/10 1911. 10 Cherif Pascha åter i gunst, Svenska Dagbladet,

10/12 1912.

11 En turkisk protestant om Turkiet – Cherif Pascha uttalar sig, Aftonbladet, 8/1 1913. 1

2 Cherif Pascha på krigsstråten, Svenska Dagbladet, 22/11 1913.

13 Cherif Pascha som konspiratör, Dagens Nyheter, 9/1 1913.

14 Cherif åter dömts till döden, Svenska Dagbladet, 29/6 1913. Den dödsdömde förre turkiske ministern i Stockholm, Stockholms-Tidningen, 26/6 1913.

15 Mordet på Mahmud Sjevket Pascha, Norrskensflamman, 26/6 1913.

16 Bussig reklam, Svenska Dagbladet, 29/6 1913.

17 Efter revolten- Krig eller fred? Göteborgs Aftonbladet, 27/1 1913.

18 En som vill ta kål på ungturkarna, Dagens Nyheter, 10/7 1910.

19 Cherif Pascha lever…, Dagens Nyheter, 20/1 1914.

20 När Cherif Pascha höll på att bli mördad, Svenska Dagbladet, 18/1 1914

21 General Cherif Pascha, Kalmar, 24/1 1914.

22Attentat mot Cherif Pascha, Svenska Dagbladet, 15/1 1914 (s.8). P.S. Attentat mot Cherif Pascha-En närmare skildring af förloppet, Svenska Dagbladet, 15/1 1914 (s.9).

23 Ett attentat mot f.d. minister Cherif Pascha, Dagens Nyheter, 15/1 1914.

24 Attentatet mot Cherif Pascha, Aftonbladet, 15/1 1914.

25 Tillämnat attentat mot Cherif Pascha i Paris, Stockholms-Tidningen, 15/1 1914.

26 Attentat i Paris mot förre turkiske ministern i Stockholm Cherif Pascha, Stockholms-Tidningen, 15/1 1914 (Löpsedel).

27 Attentatet mot Scherif Pascha, Göteborgs Aftonblad, 15/1 1914.

28 Politiskt attentat mot Cherif Pascha, Sölvesborgstidningen, 15/1 1914.

29 Attentat mot Cherif, Aftonbladet, 16/1 1914.

30 När Cherif Pascha höll på att bli mördad, Svenska Dagbladet, 18/1 1914.

31 Attentatet mot Cherif Paşa, 18/1 1914.

32 Manen som ville döda Cherif Pascha, Stockholms-Tidningen, 19/1 1914.

33 Hur Scherif Paschas attentator sköts, Göteborgs Aftonblad, 20/1 1914. Rojnameya Göteborgs Aftonblad navê Şerîf Paşa gelek caran wek li vir jî xuya dibe li şuna Cherif Pascha “Scherif Pascha” nivîsiye.

34 Turkiet inför sin undergång? Stockholms-Tidningen, 19/1 1914.

35 Flera mördare mot Cherif Pascha? Stockholms-Tidningen, 26/1 1914.

36 Cherif Paschas lif hotadt, Jämtlandsposten, 26/1 1914.

37 Cherif Pascha-attentatet, Aftonbladet, 8/2 1914.

38 Blanch’s Biografteater, Svenska Dagbladet, 26/1 1914.

39 Vår vän Cherif Pascha, Svenska Dagbladet, 12/9 1914.

40 Cherif Pascha inställer sin hjältebana, Aftonbladet, 29/11 1914.

İlginizi Çekebilir

Günay Aslan: Kürtlerin birliği ve özgürlüğü
Osman Özçelik: Cinawirê Şernexê

Öne Çıkanlar