Xulase Mehmet Uzun di romanê de, li çend cihan di zimanê Kevokê de tê ziman û pênaseya edebîyatê dike û dikeve nava gengeşîyan. Kevok di deftera xwe de dibêje “edebîyat, êş, jan,… edebîyat tarîtî û ronahî….edebîyat hêlîna hêvîyê” (r.344-5) Min xwest di vê nivîsê de balê bikşînim ser eşqa dilê rezîl ya Kevokê û deftera wê ya qirêj û çend rexneyan bînim ziman…
Fırat Aydınkaya ji bo Botan Timesê nîvisi:
Kundera di metneke xwe de dibêje, “roman berhemeke Ewropî ye û milkê Ewropayê ye” [1]. Belê rast e ev tespît, lê kêm e. Gava roman bû roman, ne tenê hebûna Ewropayê, hebûna dagirkerîya Ewropayê jî tevlî romanê bû. Loma roman ne tenê sinet e, di heman demê de amurekî dagirkerîyê ye jî; wekî qehremanê Conrad, Kurtz him kaşif e, him dagirkerekî zalim e. Roman cara ewil di berîka Robinson Crusoe û Olenin de, bi teyareya Sabiha Gokçenê ketîye welatê bindestan. Divê ev heqîqeta romanê neyê jibîrkirin.
Ji alîyê din ve, roman li Rojavayê zêdetir bi metnên zengînan, bi tekstên ziktêran û bi nivîsên burjuvayên biçûk kemilîye. Li alîyê din romanên bindestan ne li qesrên arîstokrasîyê lêbelê li zindanan hatine nivîsîn; ne li ser sifreya burjuvazîyê lêbelê li sirgûnê bi destên zikên birçî hatîye hûnandin. Ne li bin balqona evîndaran hatîye xwendin, li cepheyên şerî ji şervanan re hatîye xwendin; di zindanan de bûyê axîna bûkên serbixêlî, li sirgûnê bûyê hestîyê pişta azadîxwazan. Loma ji rûpelên romanên gelên bindest serhildêrî û xewnên azadîyê diherikin.
Tevî vêya jî roman ji roja ewil vir ve keşfa hebûnê bi xwe ye. Dostoyevskî bi saya romanan behsa keşfa derûnîya rihên mirovên ji sifreyê hatine dûrxistin, dikir. Proust bi saya vê edebîyatê keşfa kûrahîya zemanan dikir. Balzac, bi saya qelema romannûsan dixwest, ya ku Napolyon bi şûrî kirîye, ew bi qelemê bike. Conrad bi saya metnên bi vî rengî keşfa qerekterên dagirker û welatên nû dikir. Ji van mînakan xuya dike ku roman zanîneke nû ye, ev zanîna nû texeyûla insanan û arezûya mirovên çavlider kûr dike.
Romanên gelên bindest him bi hebûnê, him jî bi xwebûnê ve eleqedar in. Qet ji tiştekî re nebe jî, bi qewlê Kafka, “xêzên reva azadîyê” raveya miletekî bindest dikin.
Romana Kurdî
Romana kurdî berî her tiştî bersiv e. Di serî de bersiva dagirkeran û ya aşkerekirina degirkerîyê ye. Ji dagirkeran re dibêje tu dagirker î. Paşê jî bersiva civaka kurdan e. Ji civakê re dibêje, tu hatîyî pelçiqandin, dest avêtîne hebûna te, tu li ser tenaşoyê yî, haya te ji te heye gelo? Ya dawî jî bersiva kurdekî ye. Ji kurdekî stûxwar re dibêje zimanê te hatîye jêkirin, welatê te ji destê te hatîye wergirtin, tu hatîyî înkarkirin. Ma heta kengî tu dê vê koletîyê qebûl bikî? Welhasil romana kurdî, fenerek e li ser jîyana koletîyê hatîyê vêxistin. Loma romaneke berxwedêr e. Gava aşkere dike jî berxwedêr e, gava ava dike jî berxwedêr e.
Baz û Kevok [2]
Pêşîya naverokê dixwazim li ser teknolojîya romanê çend gotinan bînim ziman ji ber ku teknîka romanê bi metafizîka romanê ve girêdayî ye.
Yek ji serkeftinên romanê ew e ku ev roman nêzikî bi şeş sed-heft sed peyvên cuda hatîye nivîsîn. Xuya ye ku ferhengoka nivîskarî gelek dewlemend e. Texmîna min ji hêla bikaranîna peyvên cuda û dewlemendîya ferhengokê ve, ev romana herî serkeftî ya romanên me ye.
Feqet bi min problema vê romanê ya herî mezin terza nivîskarî ye. Helbet ev problem ne tenê problema vê romanê ye, ev problem hema em bêjin problema herî mezin ya romanên antî-kolonyal bi xwe ye. Û helbet bi îdeolojîya antî-kolonyal ve jî girêdayî ye. Yanê di warê hilberîna otorîteyan de, îdeolojîya antî-kolonyalîzmê her tim xwedîyê krîzeke veşartî ye, ev krîz têkilî estetîka romanên antî-kolonyal jî dibe û vê edebîyatê dike nava krîzeke xedar.
Romannûs bi xwe jî dixwaze li dijî dagirkerîyê serî hilde, li hemberî dagirkeran bi saya edebîyatê îsyanê bike û xwe û welatê xwe azad bike. Bivê nevê di vir de nivîskar jî, metna wî jî dibe parçeyê hereket û îdeolojîya antî-kolonyalîzmê. Feqet dîsa jî nivîskar û metna wî qet nebe dikare otonom bimîne. Yanê nivîskar dikare xwe jî, metna xwe jî hemet bike û nekeve nava krîzan. Lê pirê caran ji ber şehweta rihên azadîyê û xwesteka otorîtebûyîna nivîskar bi xwe, di nava metnê de, estetîka romanên bindest diherime û metin dibe telîmatname. Nivîskar emiran dide, dibe despot; qerekterên romanê jî emiran digire û dibe robot.
Romannûsên dij-dagirker gava romana xwe dihûne û dest bi nivîsê dike, pirê caran wekî despot tevdigere, li gor bikeran keşf dike û li gor hindê honaka romanê li dar dixe. Bikerên reben di romanê de du caran dibin bindest û kole; cara yekem bindestên dagirkeran in, ya duyem jî koleyên nivîskarî ne. Herwiha nivîskar bikerên xwe wekî nîv-îrade diafirîne, gava qerekterên nivîskarî li hemberî dagirker û civaka xwe ya kevn micadele dikin azad in, ji rihên wan hişmendîyeke azad difire û dixwazin xwe jî, xelkê xwe jî azad bikin. Faîlên azad in. Lê gava qereqter bi nivîskarî re dikevin têkilîyê dibin koleyê nivîskarî, bê nivîskar nikare nefesê bigire. Nivîskar bi vê hişmendîya birîndar, bi destê robotê xwe, dixwaze welat û gel azad bike. Lê qerekterên romanê bi xwe ne azad in, mirov/qerekterekî neazad çawa dikare yekî din azad bike?
Ya ecêb ew e ku pirê caran nivîskar dagirkerî serbest berdide, zêdetir ew diaxive, hetta herî zêde ew diaxive, lê devê qerekterên bindest kilîtkirî ye û kilîta devê qerekteran di qelema nivîskarî de veşartî ye. Carekê Serdar Ruşen di nivîseke xwe de [3] pirsîbû û gotibû gelo pirpar dikare biaxive? Na nikare biaxive, ne Kevoka Mehmet Uzun dikare biaxive, ne jî pirpar dikare biaxive, nivîskar li ser devê wê runiştîye loma. Qerekterên romanê, kurd ji ber ku nikarin biaxivin, pirê caran dibin bindestê Spîvakê.
Di hevpeyvîneke xwe de Selîm Temo bi mafdarî gotibû, “ne tenê mirov; ajal û xwezaya Kurdistanê jî bindest in” [4] Loma divê ajal û xwezaya me jî biaxivin. Objeyên kurdîaxêv herî zêde di kitêba Helîm Yûsif ya Gava Ku Masî Tî Dibin [5] de bi zar û ziman dibin, obje di vê romanê de herî zêde tên ser zimanî, lê bi alfabe û hevokên nivîskarî tên ser zimanî. Wekî dublorên nivîskarî diaxivin, belki nîv-otonom bin, lê ne azad in.
Romana Mehmet Uzun bi temamî, bi vê terzê hatîye nivisîn. Baz jî, Kevok jî, Mader jî, Zabitên Simbêlqît jî bê nivîskar nikarin nefesê bistînin. Nivîskar şûna wan difikire, şûna wan ditirse, şûna wan birçî dibe, hetta şûna wan hevşa dibe. Di sed rupelên ewil de, qerekter du an sê caran diaxivin û tenê bi hevokên kin xwe îfade dikin. Mehmet Uzun her tiştê qerekteran e, hemû bikerên qerekterî nivîskar temsîl dike. Di gotara xwe ya navdar de, Spîvakê pirsîbû gelo bindest dikare biaxive? Uzun bi vê romana xwe ew bersivandîye û gotîye naxêr bindest nikare biaxive, hetta nikare bifikire jî. Nivîskar an rewşenbîr li ser navê wî diaxive û wî temsîl dike. Halbûkî Spîvak bi xwe dibêje bindest nayê temsîlkirin û rewşenbîr nikare li ser navê wan biaxive [6]. Gava were temsîlkirin, sifata bindestîyê betal dibe.
Uzun wek xwedayê qerekteran tevdigere, hetta ne xwedayekî normal e, wekî xwedayekî mutlak tevdigere, îradeya cuzzî ya qerekteran betal dike, hemû îradeya wan dike nava îradeya kullî ya xwe. Lê Uzun ne tenê wek xwedayên olên İbrahîmî tevdigere, carna wekî xwedayên mîtolojîya Yewnanan hereket dike. Dibe Zeus, ji çîyayê Olimposê tê xwarê, dil dikeve qerektera xwe Kevokê, pê re dipeyîve, dibe dildarê wê, dixwaze bibe odeya otela xwe û bikeve ber Kevokê. (r.133-154)
Çawa Zeus dikete şiklê insanan û bi vî awayî daxilê nava jîyana rojane dibû, Uzun jî wekî wî tevdigere, dibe qerekterekî xwe, zindî dibe, hûnandinê sekan dike û tevlî romanê dibe. Helbet ev terz, ji terzên romanên post-modern e. Lê di romanekê de gava şêweyên romana post-modern û şêweyên romanên antî-kolonyal bikevin nava hev, divê nivîskar zêdetir baldar be. Eger baldar nebe wê demê xweda-nivîskarîya romana antî-kolonyal diguhere û bi îmkanên şêweya romana post-modern nivîskar dibe Zeusekî qirase. Bila di vê astê de pirsek bê bersiv li vir be: qerekterên romanên post-modern û yên romanên antî-kolonyal dikarin di laşekî de bibin yek û wekhev bin?
Di warê teknikî de problemên din jî hene. Teswîr, teswîr, teswîr. Çerm û hestîyê vê metnê ji teswîrê hatîye çêkirin. Roman ji serî heta binî bi teswîran diherike. Uzun, qerekterên xwe bi teswirên dirêj û bêdawî difetisîne û di hevokên dubarekirî de dixeniqîne. Nivîskar, çima bi zanîn û feraseta xwendayê xwe ne bawer e gelo? Çima bi şiûra xwendayê xwe dileyîze?
Problema dawî ya teknîkî ew e ku ev roman yekdeng e. Bi piranî romanên gelên bindest jixwe bi yekdengî tên nivisîn, honaksazîya pirdeng û armonîyeke demokratîk wekî barekî giran tên hesibandin. Nizanim çima?
Naverok
Gelo derdê vê romanê çi ye û derdê nivîskarî çi ye? Dixwazin ji me re çi bêjin?
Berî her tiştî dixwazim balê bikşînim ser klîşeyeke me kurdan. Ma qerekterên zilmê li me kurdan dikin û yên me dikujin, çima pirê caran wekî sêwî an zarokên mala sêwîyan tên pênasekirin? Zarokên bi dê û bav nabin qatil gelo? Mirovên xwedîyê mal û hal, mirovên evîndar, bav û dêyên zarokan, mêr an jinên zewicî, mirovên aram û bextewar nabin qatil? Ya rastî ev mijar ne tenê mijara me ye. Ji komkujîya Ermenan û ya Cihûyan vir ve, ew mijar zêdetir mijara lêkolînê ye. Ji Arendt heta Reich, ji Adorno heta Primo Levi gelek kesan tespît kirine ku esasen mirovên zilimkar ji malbatên aram û dewlemend derdikevin. Herwiha li gor Adorno, Arendt û Reich taybet jî kesên xwedîyê mal û hal, jin û zarok, xwedîyên statuyeke baş û bextewar di krîzên civakî de dibin qatilên gemar. Êvarê keça xwe maç dike, pê re dileyîze, wê radizîne û serê sibê jî radibe diavêje ser malan, zarokên cînarên xwe dikuje. Ji bo wî xirabî jî wekî bavtîya wî wezife bi xwe ye. Adorno gava behsa wan dikir digot ew kesayetên otorîtaryen in [7], Arendt digot xirabîya jirêze [8], Reich digot mirovên biçûk [9].
Loma ev klişeya di nav me de hatîye belavkirin, bûyê bingeha romana Uzun jî. Baz sêwî nebe jî dikeve xwîna me, Baz mêrekî bextewar be jî, gava aciz dibe me dikuje û hedûrîya xwe tîne. Bila were bîra me Oleninê Tolstoy [10], xwedî mal û hal e, aciz dibe loma dixwaze bikeve nav macerayên kelecanîyê. Dixwaze here welatê Kazakan, bo jinên bedew, bo serkeftineke dagirkerîyê û pê bikare statuya xwe mezin bike û dibe zilimkar.
Ji ber van babetan bi ya min bingeha romanê bi krîzeke gelek mezin hatîye avakirin, jixwe herka romanê jî her ku diçe vê krizê mezintir dike. Ji ber ku Baz sêwî ye, nizane aram be, nizane ji jinan hez bike, bextewarbûna xwe li nav şeqan digere, gava bê hizûr dibe, dere kerxanê, dikeve nav çiçikên Maderê. Li jina xwe dixe, li xezûrê xwe dixe, kurdan dikuje. Çima? Çimkî sêwî ye, aramîya dê û bav neditîye, germbûna malbatê nizane, biçûktîya wî ne wek zarokên malbatan e, loma nizane hezkirin çi ye. Nivîskar di sîya hevokên xwe de dibêje ku, divê em wî jî fêm bikin. Gelo bizanîya hezkirin çi ye wê nebûya zabîtekî zilimkar? Baş e, yên ku digotin “li Bodrûmê eşq cuda ye” em çawa binirxînin?
Li alîyê din Baz [11] bi xwe kurd e, lê gava malbata wî tê qetilkirin, wekî zarokekî biçûk ji vê qetlîamê sax derdikeve û bi saya zabitekî li heyatê dimîne û mezin dibe. (r.73) Paşê li sazîyên ordîyê perwerde dibe û dibe fermandarekî mezin û dibe dagirkerekî namdar. Ev çîrok, çîrokeke dîrokî û pîroz tîne bîra me: “çîroka Hz. Musa.” Xuya ye ku nivîskarî, Baz wekî Hz. Musa fikirîye. Tê zanin ku Musa bi xwe jî ji bermahîyên komkujîyeke mezin e, bi saya feraseta dîya wî Musa xilas dibe û diçe li qesra Fîrewnî mezin dibe û dibe fermandarekî mezin. Lê Musa ne bi dildarîya keçeke Cihû, li çolistanê pê dihese ku ew jî ji ben-î İsrailîyan e. Di vê mijarê de tê zanîn ku Freud, behsa koka Musa dike û dibêje ew ne koleyekî îbranî bû, ne jî di seraya Misrîyan de jîyabû, çîroka wî çîrokeke cuda bû [12].
Qerektera Kevokê jî bi çend alîyan ve bi klîşeyan hatîye avakirin. Nivîskar bi xwe mêr e, qerektera wî gelek bedew û seksî ye, usluba nivîskarî, gava mijar tê ser rindbûn û bedena Kevokê bi zimanê mêran tevdigere, seksîst e, zayendperest e. Hetta carna bi zimanekî flortoz behsa Kevok û bedena wê dike. Ya duyem çima kurda welatparêz jin e, çima yê li hemberê wê mêr e? Helbet em dizanin ku di edebîyata kurdi de pirê caran welat jinek e, esyetek e, bûkeke serbixêlî ye, keçeke stuxwar e. Welat bi bedena xwe, wekî jin dibe parçeyeke edebîyatê. Dagirker jî mêr in, teşebbusa tecavuzê dikin, çavberdayîyên welat in, çavê wan li namusa (welat) e. Jixwe roman bi navekî mêran dest pê dike. (r.9) Mêr nêçirvan e, jin (welat) nêçîr e. Ev klîşê helbet di warê hestewarîyê de avantajeke mezin dide nivîskarî. Lê zayendperestîyeke miazem û veşartî di vê hişmendîyê de heye. Jin neçar e, nikare xwe azad bike, li hêvîya qehremanekî mêr e. Çima jin nikare bibe qehreman? Ev klişe, ya rastî carcaran bela serê modernîzm û edebîyata kurdî ye. Romana me pirê caran zayendperest e û çavên wê ji rola çînîyê re jî girtîye. Loma ev romana Mehmet Uzun bi vê halê xwe zayendperest e û di meseleya çînî de kor û lal e. Ser meseleyê rewşa aborîyê yekcar nakeve bîra nivîskarî.
Valahîyeke hûnandina romanê jî ew e ku qerektera romanê ya welatparêz Kevok kengî bûye xwedîyê vê hişmendîyê ne dîyar e. Rastî ev merhele bo romanên antî-kolonyal gelek gelek muhîm e. Ji ber ku bikerên bindest hêvîyên azadî û rizgarkirina welêt temsîl dike, loma divê di merheleyeke romanê de were perwerdekirin, divê di asteke metnê de bibe insaneke nû. Ji feraseta romanên antî-kolonyal em dizanin ku zanîna kevn ya welatê bindest êdî rizîyaye, pûç bûye loma qewet tê de nemaye. Ji ber vê yekê zanîneke nû lazim e, divê biker bi perwerdeyeke nû were perwerdekirin, bi hişmendîyeke modern were kemilandin û paşê bikeve nava hereketa rizgarîyê û bibe xelaskerên welêt. Ya em dizanin Kevok keça avuqatekî ye, li sirgûnê mezin bûye û ziman û edebîyata Fransî xwendîye. Lê xwendina modern ya bikeran her daîm wan nayîne ser rêya welat û azadîyê, hin caran di romanan (Achebe, Naipaul, Gurnah) de xwendina modern, bikeran dike egoîst û li dû berjewendîyên xwe yên şexsî jî ter in. Loma her xwendina modern, bikeran azad nake û nayîne ser rêya azadîya welêt. Ji ber van babetan di romanê de em nizanin ka Kevok bi çi awayî ketîye ser rêya azadîyê heta Kevok dibe îtirafkar. Bi min valahîyeke kûr li vir heye. Ji ber ku ev tiştên nivîskar behs dike, dikare berê keçeke ciwan bide ser rêyeke din jî, hetta ser rêyeke xwe-înkarkirinê jî. Lê paşê, ber bi xelasîya romanê ve nivîskar jî vê valahîyê ferq dike û gava Kevok dibe îtirafkar, di îtirafa xwe de behsa Hugo, Stendhal, Balzac û Flaubert dike. Hetta behsa Fanon û kitêba wî ya meşhur jî dike. (r.261) Îtirafkar û referansa ji Fanon?!
Vê valahîyê helbet bo Jîr jî em dikarin bînin ziman ku em dizanin Jîr li zaningehê dergistîyê Kevokê ye, lê şevekê li nav cihê Kevokê biryarê dide û diçe serê çîya. Çima? Çi eleqe? Qerekterên romanê tu dibê qey hîn di hemla dêya xwe de politîk bûne û bûne bikerên bindestan. Nivîskarî jî hay ji vê valahîyê heye û mecbûr dimîne dibêje, “kitêbên wan xwendibûn, şiîrên ku wan jiber kiribûn, ne li ser vê roja azad, serbest û ronî bûn”. (r.181) Kîjan kitêb? Şiîrên kê?
Ev tiştên em behs dikin, hemû krîzên romanê ne, ji ber ku roman, romaneke antî-kolonyal e, dixwaze ji krîzên gelên bindest re bibe şifa. Lê gava metin bi xwe bi krîzên sereke were hûnandin, krîza gelên mêtingeh gûr dike. Ser meseleyê nivîskar ji nişka ve, ji me fanîyan re dibêje, “Kevok, ne kevoka wê şeva hez û hezkirinê ya Jîr e, ne jî Kevoka wê şeva sohbeta hotelê ye. Niha ew qûlipîye ser insaneke din, insaneke nû” (s.177). Na nivîskar ne tenê ji cil û bergên wê diaxive, ne jî tenê behsa hatina ji serê çîya dike. Nivîskar ji me re qala mîladekê dike: “insaneke nû”.
Ya rastî ev mesele fokûsa romana antî-kolonyal e, qîyameta qerekterên romanên bindest e. Ji ber ku insanên berê dimirin, insanên nû çavên xwe vedikin ji jîyaneke nû re. Loma pir û pir muhîm e ev mesele. Bila were bîra me, di kitêba xwe ya navdar rupela dawî de, Fanon bo azadîya gelên bindest dibêje teqez insanekî nû, hişmendîyeke nû lazim e [13]. Herwiha ne tenê Fanon, Dostoyevskî jî dawîya romana xwe ya Suç û Cezayê bi vê daxwazê girê dide [14]. Loma bivê nevê “insanekî nû” bo romana antî-kolonyal her tişt e, bo romanên bindestîyên ewropî gelek tişt e. Helbet nivîskar jî vê realîteyê dizane û ji me re dibêjê, kerem ke ji we re “insaneke nû”. Lê em nizanin Kevok bi çi awayî dibe insaneke nû, ji kîjan merheleyê derbas bûye, krîza insana kevn çawa derbas kirîye, çima hewcedarî bi hişmendîyeke nû kirîye, ev ne dîyar in. Nivîskarî di şevekê de Kevok, kirîye “insaneke nû”.
Li vir problemeke sereke ya din: Eger Kevok bi saya hişmendîyeke nû, ketibe ser rêya azadîyê, çima nivîskar tevlîbûna wê ya hereketa azadîyê, bo dîtina eşqa Jîr penase dike? Pirs: Kevok ji bo Jîr (eşqa xwe) ketîye ser rêya azadîyê, an bo “insaneke nû” loma ketîye ser rêya azadîyê? Di rupelekê (r.177) de nivîskar dibêje Kevok êdî ne Kevoka kevn ne, guherî, bû insaneke nû, loma çû serê çîyan. Sê rupel (r.180) şûn ve jî dibêje yê berê Kevokê daye ser van rêyan, Jîr e, dîtina Jîr e. Xuya ye ku hişmendîya insaneke nû nikare, agirê eşqê vemirîne. Eşq zora hişmendîyê dibe, hetta zora hûnandina nivîskarî jî dibe.
Ya rastî di rupelên romanê de, ne pevajoyên kolonîzasyonê dîyar in, ne jî pevajoyên dekolonîzasyonê dîyar in. Heman tişt bo Baz jî durist e. Çima û kengî Baz dixwaze bibe desteyên taybet yê ordîyê, motivasyon û rika wî ji ku hatîye ne dîyar e. Tenê nivîskar di guhê me de dibêje ew sêwî ye, dewletê ew perwerde kirîye loma. Feqet her sêwî an her sêwîyên perwerdeya dewletê digrin mecbur nînin, bibin tîmên taybet. Motivasyona tîmên taybet cuda ye û kîn û rika wan jî divê taybet be.
Eşqa Dilê Rezîl [15]
Dewa vê romanê çi ye gelo? Dixwaze ji me gelên bindest re çi bibêje û herwiha ji gelên serdest û ji edebîyata cihanê re çi bibêje?
Bi ya min mirov dikare bibêje ku, ji ber stîla hûnandin û bêfelsefebûna vê romanê, ev roman ji serdest û edebîyata cihanê re hatîye nivisîn.
Eşq helbet her tim kakilê metn û çîrokan e. Eşqa ne mimkin jî herwiha ji metnên Shakespeare vir ve honaka herî muhîm a edebîyatê ye. Eşqa ne mimkin helbet hîseke ser zeman û ser neteweyan e jî. Tovekî mirovahîyê dihewîne û metnê bi hîssîyata herî gûr re girê dide, loma metn bi vê rengî her tim bal dikşîne. Jixwe mirovên bindest derd û kulên xwe, daxwaza azadîya xwe, micadeleya xwe ya bêderfet her tim bi îmgeya wekî eşqeke nemimkin îfade dikin. Loma honaksazîyeke bi vî rengî bo gelên bindest bivê nevê taybet e û ya herî muhîm gelên serdest û xwendayên edebîyata cihanê jî bo xatirê eşqa serdest û bindestan zêdetir eleqeyê nîşanî metneke bi vî rengî dike. Ev jî populîzma vê metnê ye.
Baş e maneya eşqa jineke kurd û zabîtekî îşkencekar çi ye? Bo gelên bindest maneya eşqeke bi vî rengî çi ye? Hezkirina jineke îtîrafkar û mêrekî işkencekar çima dibe mijara romannûsekî bindest? Gelo çima di edebîyata me de keçên kurdan bi qasî Vera Pavlovnaya Çernişevski, Penelopeya Odisseus nabe? Çima bi qasî Lisaya Dostoyevski, Estera Cihûyan nabe?
Li alîyê din nivîskarekî bindest bi sendroma Stockholmê dixwaze ji gelê xwe re çi bibêje gelo? Bêçaretîyeke romantik, eşqeke dilê rezîl dikare ji kîjan derdî re bibe derman? Ma jineke îtirafkar evîndar nabe, helbet dibe. Ma işkencekerak serdest nabe dildar, çiqas em dikarin wekî eşq penase bikin nizanim, lê helbet dibe dildar. Feqet jineke bindest û îtirafkar, mêrekî komkuj û işkencekar, gava bi mijareke evîndarî bibe bingeha metna romanûsekî bindest, divê romannûs di warê şêwe û honaksazîyê de sed caran baldar be. Ya herî muhîm eger nivîskar vê eşqê bi şêweyeke romantîk bihûne, nexasim jî ji nirxên mirovantîyê normalîze bike û vê eşqê bi hevokên mezinkirinê pêşkeşê bindestan bike di vir de şaşîyeke mezin heye. Kurdên pêşîyê gotine “li ser sergoyan kulîlkên bêhnxweş şîn nabin”.
Nivîskar du dilên rezîl romantîze dike û dibêje herçiqas mêrek bi destê xwe mala gelek mirovan bişewitîne, ocaxên bi sedan kesan kor bike jî, dawîya dawîn ew jî mirov e, dil û hîsên wî jî hene. Jinek çiqas bikeve xwîna hevalê xwe jî, bi îtirafên xwe bikeve xwîna rêheval û dostê xwe jî dil û hîsên wî jî hene, dikare bibe evîndar. Baş e, mimkin e helbet. Ev mijar bi xwe jî dibe mijara edebîyatê, bi vî awayî metin jî hatîye nivisîn. Lê bi gelemperî nivîskarên serdest û populîst ev mijar kirîye nava metnên xwe.
Bi ya min helbet nivîskarên bindest jî dikarin dest biavêjin vê meseleyê. Lê şêwe, hûnandin, uslûp, estetîka romanê di vir de pir muhîm e. Eger nivîskar eşqa dilên rezil romantîze bike, wekî nimûne nişanê xwendayê xwe bike, li ser vî tiştî bingeheke humanîzma lîberal ava bike û vê mijarê bo gelên bindest normalîze bike, bi ya min êdî ev roman ne romaneke bindestan e. Bi vî awayî mirov nikare bêje ev terz ji parçeyekî edebîyata bindest e. Gelo romantîzma eşqeke wiha (r.356, 348,347) dikare failên komkujîyê paqij bike? Eşq dikare sicîla bi xwînê hatîye nivisîn jê bibe û insanekî nû biafirîne? Eşq dikare mirovên wekî Himmler, Goering, Eichmann bike insanekî normal?
Herçiqas nivîskar bixwaze qehremanê xwe yê Baz, wekî qehremanê Dostoyevskî binerd saz bike jî, Baz ne qehremanekî binerd e. Ew dişibe qehremanên Conrad, dagirker e û dixwaze bibe xwedayê bindestan. Loma ne Kevok qurbaneke modernîzma kurdan e, ne Baz qehremanê binerdê serdestan e. Nivîskar herçiqas bi eşqa qerekterên xwe, bi birînên bikerên xwe, bi uslûba romantîzma xwe bixwaze “wateyên insanî” di vê çîrokê de li dar bixe jî, ev çîrok ne ji çîrokên mirovahîyê ye. Ev çîrok metnek e ji komkujîyê û dilopên xwînê jê dirijin.
Di berhemê de nivîskar çend caran êsîrbûna Kevokê, bindestîya Kevokê wekî rewşa welêt nîşan dide û bi vî awayê xwe ve Kevok sembolîzma welêt bi xwe ye. Li alîyê din jî Baz jî wekî sembolîzma dewlet û milletê serdest hatîye sembolîzekirin. Kevok bi vê sembolîzma xwe dibe kurd û Kurdistan û dibe dildarê îşkencekarê xwe. Êdî mijar ne tenê şexs e, millet û welat e. Çima kurd dildarê işkencekarê xwe ye, çi eleqe? Na, ewqas jî ne, ewqas zêde ye. Ev honaksazî bingeha romana antî-kolonyal diteqîne, bi hewa dixe, êdî romannûsî ev tişt nîyet nekiribe jî metin li ser bingehên self-kolonyalîzmê diherike. Divê em ji bîr nekin ku teknîka romanê her tim bi metafîzika romanê ve girêdayî ye.
Helbet rexne li civaka kevn ya koletîyê divê were kirin, helbet di civaka antî-kolonyal ya nû de jî pirsgirêkên mezin hene, divê bi rexneyên tûj were serûbin kirin. Di vê çarçoveyê de di nava hereketên azadîxwaz de jî pirsgirêkên kûr derdikevin, normal e, hereket û endamên wê hetta qehremanê wî ne pêxember e, xetayên mezin jî ji wan diqewimin. Di kitêba Kulilkên Xwînê [16] ya Ngugî de nivîskar rave dike ku şerê azadîyê şerekî dijwar û grotesk e. Loma pozîsyona qehremanên vê micadeleyê statîk nînin û qehremanî û dij-qehremantî xwişk û birayên hev in.
Welhasil micadeleya antî-kolonyal pirê caran micadeleya bi self-kolonyalîzmê bi xwe ye. Gava romannûsek bixwaze romaneke antî-kolonyal binivîse, divê vê metnê bi sê qeleman binivîse: qelem, derzî û şûjin. Gava şûjin hate şixûlandin divê serê şûjinê bi jehr nebe û jehra şûjinê nekeve nava metnê. Romaneke antî-kolonyal, bi lekeyên koledarîyê nayên hûnandin. Gava hate hûnandin êdi di cihoka nihîlîzmê de diherike. Jixwe pirê hevokên Kevokê ji peyvên nihîlîzma pasîf hatîye lidarxistin. Wer xuya ye ku nivîskar li dû ferqekê ketîye. Casanova di kitêba xwe de dibêje “wezîfeya avakerên edebîyatê ya herî muhîm hilberîna ferqê ye” [17]. Lê ev ferqa vê romanê, ronahîyê nade rih û xeyalên bindestan, ev ferq jihişçûyîn bi xwe ye.
Encam
Ev roman, qerekterên romanê, hetta honaksazîya romanê vê tespîta Memmî tesdîq dike: Kolonyalîzm ne tenê bikerên kolonyal ava dike, bikerên antî kolonyal jî ava dike [18]. Ya rastî pergala li dijî gelê kurd hatîye avakirin, ne tenê Baz, Kevokê jî ava dike. Em dikarin bibêjin, honaksazî û hetta metafîzika vê romanê jî mehsûlatên dagirkerîya Memmî jê behs dike bi xwe ye.
Di romanê de Kevok, kurdan temsîl dike. Gava hîn nebûye esîr, bindest e, bi gramera azadixwazan diaxive. Lê wexta esîr dibe bi îdelaên xwe îmtihan dibe, paşê dikeve nava xof û dudilîyê û tayekî eşqeke rezîl dikeve ser rihê wê. Fanon di kitebeke xwe de carekê behsa rihên “zencî”yan dikir û digot “pirê caran ew rihên zencîyên em jê behs dikin, bi destê qelemên marangozîya zilamên spî hatîye afirandin” [19]. Xuya ye ku Kevok ne çermreşên bindestan e, “zencî”yê Fanon behsa wan dike ew e.
Xulase Mehmet Uzun di romanê de, li çend cihan di zimanê Kevokê de tê ziman û pênaseya edebîyatê dike û dikeve nava gengeşîyan. Kevok di deftera xwe de dibêje “edebîyat, êş, jan,… edebîyat tarîtî û ronahî….edebîyat hêlîna hêvîyê” (r.344-5) Min xwest di vê nivîsê de balê bikşînim ser eşqa dilê rezîl ya Kevokê û deftera wê ya qirêj û çend rexneyan bînim ziman.
Helbet rexnegir nikare edebîyat û naveroka edebîyatê tayin bike, hedê wî jî nîne. Lê heger kêrek tûj li ser qirika milletekî be, her deh salan carekê ev millet rastî komkujîyan were û nivîskar jî şahidê vê bindestîyê be û romana xwe jî li gor vê bindestîyê bihûnê bivê nevê li ser metafîzika romanê niqaş tên kirin. Ji ber ku tenê roman di nava heyata rojane de dikare bi xwendayê bindest re biaxive. Carekê Flaubert gotibû “ya ji polîtikayê ez fehm dikim tenê serhildan e [20]. Gelo xwendayên bindest jî nikarin bêjin “ya em ji romanê fehm dikin tenê estetika serhildanê ye”. Ma ne mimkin e?
Çavkanî û Têbînî
[1] Milan Kundera, Roman Sanatı, r. 17, weş, Can. [2] Mehmet Uzun, Ronî Mina Evînê Tarî Mîna Mirinê, weş. Sel [3] https://botantimes.com/gelo-pirpar-dikare-biaxive/ [4] https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-317 [5] Helîm Yûsif, Gava Ku Masî Tî Dibin, weş, Perywend [6] Gayatri C. Spivak, Madun Konuşabilir Mi?, weş. Dipnot [7] Theodor Adorno, Otoritaryen Kişilik Üzerine, weş, Sel [8] Hannah Arendt, Kötülüğün Sıradanlığı, weş, İletişim [9] William Reich, Dinle Küçük Adam, weş, Cem [10] Lev Tolstoy, Kazaklar, weş, İş Bankası [11] Bo qerekterên romanên Uzun, xebatek baş: Bnr: Melahat Göktaş, Mehmet Uzun Romanlarında Türk İmgesi, teza lîsansa bilind, İstanbul Bilgi Universitesi [12] Sigmund Freud, Musa ve TekTanrıcılık, weş, Say [13] Frantz Fanon, Yeryüzünün Lanetlileri, weş, Sosyalist [14] Fyodor Dostoyevski, Suç ve Ceza, weş. İş Bankası [15] “Dilê rezîl”, têgeha klamên Şakiro ye. Bnr Ömer Güneş –İbrahim Şahin, Dengbêj Şakiro, weş, Nubihar [16] Ngugi wa Thiong’o, Kan Çiçekleri, weş, Ayrıntı [17] Pascale Casanova, Dünya Edebîyat Cumhurîyeti, r.239,weş, Varlık [18] Albert Memmi, Sömürgecinin Portresi, Sömürülenin Portresi, r. 6, weş, Versus kitap [19] Fanon, heman kitêb, r.17 [20] Neqla ji Flaubert, bnr Gayatri C. Spivak, Madun Konuşabilir mi? r.20, weş. Dipnot*