Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Demirtaş re Civîya
Pervin Buldan û Mithat Sancar, li Girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş kirin.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Pervin Buldan û Mithat Sancar, çûn Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û bi Selahattin Demirtaş re hevdîtinek pêk anîn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di vê serdanê de Buldan û Sancar li ser geşedanên siyasî yên dawî û rojeva germ a welat bi Demirtaş re danûstandina ramanê kirin. Tê payîn ku piştî temambûna hevdîtinê, derbarê naveroka serdanê de agahiyên berfirehtir werin parvekirin
/Çavkanî: MA/












