🔴Şandeyeke Koordînasyona Şengalê ya Pêkhate û Hêzên Niştimanî çû Bexdayê û ji hikûmetê xwest ku ji vebijarkên leşkerî dûr bisekine û bi rêya diyalogê li çareseriyê bigere.
Piştî planên bê îradekirina civaka Êzîdî ji aliyê beşek ji rayedarên siyasî û leşkerî yên Iraqê ve, şandeyek ji Koordînasyona Şengalê ya Pêkhate û Hêzên Niştimanî (Tensîq) berê xwe da Bexdayê.
Serokê Koordînasyona Şengalê ya Pêkhate û Hêzên Niştimanî Dawid Cindî, li gel endamên Koordînasyonê Hisên Hecî û Dexîl Murad, di navbera 23 û 25’ê Sibatê de li paytexta Iraqê Bexdayê bûn. Şandeyê di serî de bi Qasim El-Erecî, Qeys El Xezelî û gelek berpirs û aliyên siyasî re hevdîtin pêkanîn.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê Koordînasyona Şengalê ve hatine parvekirin, mijara sereke ya hevdîtinan rewşa dawî ya Şengalê û siberoja hêzên parastinê yên Êzîdî bû.
Şandeyê dosyeya têkelkirina hêzên Êzîdî bi heykel û nasnameya xwe ve, di nav sîstema leşkerî ya Iraqê de bi berfirehî bi rayedaran re nîqaş kir.
Her wiha hat diyarkirin ku di hevdîtinan de bal hatiye kişandina ser girîngiya aramiya herêmê û hat gotin: “Di şûna bijardeyên leşkerî û aloziyan de, divê zimanê diyalogê bibe bingeha çareseriyê. Pêwîste ruhê niştimanî li herêmê serdest bibe da ku pêkhateyên Şengalê di ewlehiyê de bijîn.”
/anf/










