Sebahat Tuncel: Cihê ku nasnameyên rengîn lê hene, bi yekperestiyê nayê birêvebirin

Kurdi

🔴TJA’yê li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê şeniyeke jinan li dar xist û beriya 8’ê Adarê bal kişand ser aşitî û azadiya jinê. Sebahat Tuncel a ku di şeniyê de axivî, diyar kir ku: “Cihê ku evqas nasnameyên rengîn lê hene, bi yekperestiyê nayê birêvebirin. Tunehesibandina nasname û hebûna kesekî, sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye. Lewma ji bo Rojhilata Navîn çareseriya herî baş çareseriya demokratîk e, ji bilî vê tu rêyeke din tune ye.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê şeniyeke jinan li dar xist. Di şeniya ku li ber avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Bayrakliyê hat lidarxistin de, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugül Çubuk axivî û got: “Em ê bi hev re qezenckirina azadî û pêşeroja xwe bidomînin. Di dawiya vê rêyê de, em bi hev re ber bi rojên ku jin û zarok nayên qetilkirin û em aşitiyê bi hev re ava dikin ve diçin.”

Piştre Sebahat Tuncel a ji TJA’yê hildan ser gotinê û anî ziman ku ji 1’ê Adarê û vir ve ji bo li dijî polîtîkayên dijminahiya jinê bisekinin û pêşwaziya 8’ê Adarê bikin, her roj li kolanan in. Tuncel diyar kir ku ew dixwazin 8’ê Adarê bi coş pêşwazî bikin, lê li erdnigariyê şer hene û wiha berdewam kir:

“Her roj jinek tê qetilkirin. Em dixwazin jinan bidin jiyandin û ji bo vê têkoşînê dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin ‘na ji şer re’. Wek jin em dixwazin di nav mîsogeriya aşitiyê de bijîn. Sînorên ku li Rojhilata Navîn hatine xêzkirin û netewe-dewletên hatine avakirin, bûne belaya serê gelan. Lê em jin vê yekê qebûl nakin. Li Îranê jinan bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ serhildan kirin. Li wir hemû gelan jiyaneke wekhev û azad xwest. Mirov li ser piyan in û dixwazin rejîm biguhere; rejîm jî dixwaze bi zext û tirsê vê yekê bifetisîne; lê em dibînin ku niha mudaxaleyeke emperyalîst heye. Lê ne mudaxaleya emperyalîst ne jî rejîma faşîst. Rêyeke din heye, ew jî fikriyata komara demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk a Birêz Ocalan e. Jiyana bi hev re ya gelan bi vê yekê pêkan e. Cihê ku evqas nasnameyên rengîn lê hene, bi yekperestiyê nayê birêvebirin. Tunehesibandina nasname û hebûna kesekî sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye. Lewma ji bo Rojhilata Navîn çareseriya herî baş çareseriya demokratîk e. Dema ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re nû dest pê kirin, wî bal kişandibû ser kaos û krîza li Rojhilata Navîn. Di eslê xwe de li dijî polîtîkayên emperyalîst ên ku li Rojhilata Navîn krîzê hildiberînin, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaza jinê dê bibe çareserî û em jin jî dê bibin pêşengên vê yekê. Lewma heger em azadiyê dixwazin, em ê bi destên xwe ava bikin.”

‘Divê jin bi xwe biryarê li ser jiyana xwe bidin’

Tuncel destnîşan kir ku divê siyaset bi hişmendiya azadîxwaziya jinê were kirin û wiha got: “Siyaseta ku tenê mêr tê de ne û tenê mêrtiyê pîroz dibîne, pirsgirêkên me çareser nake. Em di sedsala 21’emîn de ne; lê hîn jî jin tên qetilkirin, zarokên me tên qetilkirin. Wek jin pirsgirêkên ku em dijîn bi jimartinê naqedin. Jinbûn li vê erdnigariyê ne hêsan e. Em di civakeke baviksalar de dijîn, mafê gotinê nadin jinan. Divê jin bi xwe biryarê li ser jiyana xwe bidin. Cihêrengiya me ya biyolojîk nayê wê wateyê ku mêr ji me jortir in. Dîsa em dibêjin ku divê ev malbat demokratîk be. Ked û xebata jinê ya nayê dîtin, bêqîmet tê dîtin. Em van hemûyan serûbin dikin.”

Piştî axaftinan, li Komeleya Çand û Hunerê ya Azad lîstika şanoyê ya jinan hat pêşandan û koma muzîkê Praksis derket ser dikê. Şenî bi gerandina govendê bi dawî bû.

/Çavkanî: MA/

İlginizi Çekebilir

Îranê derî girtin: Bi sedan wesayît li ser sînor asê man
CNN: Trump yönetimi Kürt liderlerle aktif görüşmeler yürütüyor

Öne Çıkanlar