Yek ji wan xebatên ku di jiyana min a siyasetê de herî zede ez motîve kirim ev e ku piçûk an jî mezin ez tevlî gelek xebatên aştiyê yên navxweyî bûm ku ez pêşiya şer û pevçûnên navxweyî yên kurdan bibirim. Di van xebatên min yên bo aştiyê de min di çareseriya nêzî 90 dozên xwîndariyan de bi awayekî aktîf cih girt.
Di nav van meseleyên bo aşitiyê de carcaran her du alî welatparêz bûn carcaran jî her du alî ne welatparêz bûn lê bi gelemperî ev dozên aştiyê yên wisa bûn ku aliyek welatparêz bû aliyê din jî ne welatparêz bû. Lê hêjayî gotinê ye ku ev rastiya bingehîn di hemû meseleyan de diyarker e. Di van her sê bijardeyan de jî civatek ruspîyên kurdan hebû ku her du aliyan ew maqûl dîdîtin. Ev kesên rûspî mekanîzmayeke lihevhatinê bûn ku ji aliyê siyasî, aborî an jî çînî ve girêdayî bingeha xwe ya çandî bûn. Hema bêje di hemû meseleyan de em rastî van mijaran dibûn ku ji bo hilweşîna aştiya nav kurdan weke teşebisan bûn. Di van dijminatiyên xwînê, şer û pevçûnên li ser xwînê de an jî em çi navî lê bikin ferq nake, di esasê xwe de bi awayekî tiliya dewletê an jî provakasyonên dewletê hebûn. Her aştî û lihevkirina ku pêk dihat herî zêde dewlet aciz dikir û heya ji dewletê dihat dixwest ku vê aştiyê xera bike. Tevî van hemûyan jî, eger em nêzî aştiyê dibûn, vê carê bi rêya kesên ku manîpule dikirin an jî di nav partiyên ku berê pêwendiya xwe bi wan re kiribûn bi daxwaz û kiryarên ku ne di kevneşopiya kurdan de bûn hewl didan ku rê li ber hevdîtinên aştiyê bigirin. Di encama vê israrê de pêvajoya çareseriyê bi derengî diket û van kesan ji hêza dagirkeran qewet distand da ku kesên hemberî xwe bitirsînin û bitepisînin. Di meseleyên wisa de, bêyî meyla siyasî wan eşîran bi dewleta dagirker re têkiliyeke ku nayê veqetandin ava dikir. Di dawiya van hemûyan de tişta ku nedihat guhertin ew bû ku êş û derd û mirin dibû para her du aliyan û dewletê jî ji vê rewşa kaotîk hêza xwe gurtir dikir û ew dibû sedema kuştin û mirinan. Dawiya dawî her du aliyan piştî ewqas bêçaretiyan li hev dihatin. Di çarçoveya van hemû meseleyan de hemû rûdanên ku li Başûr pêk hatine didin xuyakirin ku em kurd çi malbat, çi eşîr, partî û rêxistineke îdarî bin jî me hê jî heman pêvajoyên çandî temam nekirine û di esasê xwe de wisa xuya dike ku wê encam dîsa jî neguhere.
Di vê pêvajoyê de agahdarî, dezenformasyon û daxuyaniyên provokatîf ên ku li her çar parçeyan hatin kirin, ji pêvajoyên ku di xwîndariyeke piçûk a kurdan de hatine jiyîn ne cudatir in, lê ji aliyê encamên wê ve wê gelekî girantir û dîrokîtir bin. Û metirsiyên ku wê çêbikin jî, mîrateyek e ku em ê hemû wê ji neviyên xwe re bihêlin. Ji ber dagirkirina Kobanê ya DAIŞê, gel bi wî ruhê yekîtiyê ji Xabûrê heta Pirsûsê weke lehiyekê pêşwazîkirina pêşmergeyan kir û bi vê yekê re baweriyeke wisa çêbû ku wê ev çarenûsa xerab bê guhertin. Lê di dozekê xwînê de du alî û dewleta dagirker hebûn, îcar di wê atmosfera yekitiya neteweyî de miletek û dijberiya çar dewletên dagirker li ber çavan bû. Bêyî berjewendiyên siyasî mil bi mil Kobanê hat parastin û aniha jî her çar parçe ji bo hebûna xwe şerê xwe didomînin. Divê kurd bi manevrayên siyasî li hemberî her çar dagirker û parêzvanên wan li ber xwe bidin û xwe ji alozî û nakokiyên ku ew derdixin rizgar bikin.
Di xwîndarîya navbera eşîran de, ji her du aliyan gelek kes jîyana xwe ji dest didin. Lê bele em kurdên her çar perçeyan, ji ber dagirkeriya çar dewlet û parêzvanên wan ketin nav xwîndarîyeke postmodern û me pêşî Mûsil û Kerkûk winda kir, piştre Efrîn û Serêkaniyê li. Heger ev xwîndariya postmodern berdewam bike, ew ê ji vê aloziyê sûd werbigirin û pêşî Başûr dûvre jî bi dorê parçeyên din têk bibin.
Bi vê rastiyê re, ji neçarî destpêkirina polîtîkaya winda bike-bide windakirin, ku di dawiyê de wê bibe sedema pêkhatina aştiya navxweyî, dê bibe sedem ku em ê hemû kurd gelek salên din winda bikin, wê bibe sedema konjonktura herî girîng a kurdan ku di van sed salên dawî de bi dest xistine û rastiyeke li ber çavan e ku wê rê li ber çar dewletên dagirker veke ku ew qirkirina sedan salan hatiye kirin wê berdewam be. Dema ku em bi giştî rûdanên Rojhilata Navîn binirxînin şerekê giran li ber derî ye. Ji bo ku di vê bahoza ku tê de kurd keştiya xwe bigihînin bendergeheke ewle, pêwîstiya kurdan ji partiyan wirdetir bi rêberiya mêjiyekî neteweyî heye. Di vê polîtîkaya rasteqîn de ku em çiqasî ji yekitiya neteweyî dûr û di heman demê de jî ewqasî mecbûr û hewce ne, divê em bê şert û merc gavên herî wêrek biavêjin. Wekî ku em di dozên xwîndariyê de dikin, divê em pêşî alîgirên pevçûnê yên objektîf an subjektîf ên di nav xwe de têk bibin. Xeletiya herî mezin a ku em di şer û pevçûnan de dikin ew e ku em aloziyên ku tê de mirin tune ye weke şer nahesibînin, lê divê neyê jibîrkirin ku beriya tundiyê, fikir û raman mirovan ji hev dûr dixin û wan dikin dijminên hev. Ev rûdanên ku pêk hatine bi awayekî eşkere destnîşan dikin ku rojek jî tune ye ku em winda bikin. Weke wê gotina navdar ku hemû kurd li Kobanê rakirin ser pêyan, kî çi bike bila îro bike, wê sibê ji bo kirina her tiştî dereng be.
Ev qonaxên ku em di demên dîrokî re derbas dibin, berpirsiyariyên dîrokî hewce dikin. Di vî warî de ez bang li birêz Mesûd Barzanî, rêveberiya KCK û YNKê dikim ku nakokiyên di navbera xwe de bê şert û merc bidin aliyekî û ji bo lidarxistina kongreya neteweyî çi ji destê wan tê bikin.
Astengiya ku ji ber şert û mercên tecrîdê pêk tê, divê ser hewldanên Birêz Öcalan ên di vê mijarê de negire. Birêz Öcalan yekitiya neteweyî ji meqamê xwe wirdetir dîtiye û kongreya neteweyî kiriye weke armanca herî girîng.
Pirsgirêkên îdarî û îdeolojîk ên çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêkên duyemîn in ku divê em di nav xwe de çareser bikin. Rûdanên ku aniha pêk tên pêşxebera şerekî asimetrîk e ku armanc tunekirina hemû destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ye. Ez bi taybetî careke din bang li Birêz Barzanî dikim ku ji her kesî zêdetir di warê civakî-çandî de zana ye û dizane çawa aramî û aştiya hundirîn pêk bîne.
Beriya her tiştî divê Birêz Barzanî ji bo lidarxistina civîna kongreya neteweyî pêşengîyê bike û helwesta xwe li hember rêvebirên PDKê yên alîgirên alozî û nakokiyan bide xuyakirin.
Bi vê îradeya xwe ez bang li hemû kurdan dikim, çi partî, çi ol û bawerî, bila li dora yekîtiya neteweyî bibin yek û dîwarekî ji goşt ava bikin û li hemberî her kesê ku hewl dide di vê yekîtiyê de şikestineke herî piçûk jî çêbike helwesta xwe ya herî bibandor nîşan bidin.