Hin ji wan navên xwe ji fîlmên karton digrin; wek Daltonlar, Casperler, Redkitler… [1] Hin ji wan paşnavên eletewş ên dewletê dane bi kar tînin; wek Bayğaralar, Anucurlar, Çoğaçlar… Hin ji wan navên ecêb li xwe datînin; wek Çirkinler, Duygusuzlar… Navê welatê xwe bi kar tînin; wek Naciyê Sêrtî, Ferhadê Mêrdînî… Ji navên berendam û kuştiyên wan diyar e ku gellek ji wan ji malbatên welatparêz in; Zûhat, Berdan, Diyar, Bager… Gava navên xwe yên li ser nasnameyê diguherînin, navên Kurdî li xwe datînin; wek Serhad Azad…
Zarê wan Tirkiyeka şikestî ya kolanê ye. Kurdî fon û dekor e ji bo wan; wek ruhê ne li nav lê li pişt gewdeyî. Stran û sirûdên mîkskirî; ji durikan heya deyirên Alawiyan, ji muzîka rêzefîlma nijadperest a bi navê “Kurtlar Vadisi” heya Aram Tîgran (bi piranî “Em Şoreşger in”), Şakiro, Koma Berxwedan ûyd… Dengê Yılmaz Güneyî ji fîlma Seyithan û ji gotara Newroza 1984an, ku digot “em dê biserkevin, teqez em dê biserkevin.” Stran, gotar û sirûdên bi vî rengî ji konteksta wan diqewêrin û bi cîhana xwe ve dizeliqînin.
Simbolên wek zulfîqar, roj, Ahura Mazda bi kar tînin, deqên li ser çermê wan Melekê Tawis in, Ahmet Kaya ye, sloganên Kurdî ne. Li hespên şê yên rewan siwar dibin, kuçikên dirinde xwedî dikin; wek qengal, pitbull, gurêx…
Fotoyên xwe li ser maseyên raxistî bi xwarinên curbicur digrin. Bersiv e bo nanê kartû, pîvazên hişk û şorbeya bêdan î sar. Saetên biha di zendan de, modela “pîlot / aviateur” li ber çavan. Li ser text û kanepeyan foto didin girtin ku xwe dane paşiyê û li pêşiya wan deste bi deste pere hene. Seyareyên dişibin tangan didin pişt xwe gava foto digrin li derve. Sekneka dixwaze bi heybet be heye di fotoyan de; ne çavên wan lê ew kûr û dûr dinêrin li objektîvê. Dîtin berbelav e li ser rûyê wan, ne pirs lê bersiv in.
Dijminên wan kesên wekî wan in; Kurd in, “Kurdên din” in. Ji hev re gurg in, têr nabin ji xwîna hev. Bûne xencera ko û tor; di sîngên hev de dişixulin.
Herî zêde li bajarên çaviyên hişbirê çalak in; wek Edene, Mêrsîn û Stenbolê. Li taxên ku tevgera Kurdan a major lê xurt e belav in. Ji can dane stû û kêm ji wan 25 saliya xwe dibînin. Bi hezaran ciwanên Kurd li nav û dora vê çand û dij-civakê doş û gêj in.
Cilên wan ji markayên biha ne; modelên beloq hildibijêrin da logo ji 50 metreyî ve bixuyîn; wek Prada, Columbia, Armani, Lacoste, Gucci… Ev dinyanedîtîbûn nîşan dide ku ne ji malmezinan in, bêhna birçîtiyê tê ji hestiyê wan.
AK47, Scorpionên 7,65, Mini-Uzi, heta narincok hene di destê wan de.
Kî ne ew?
Mafyaya nû ya Kurdan e ku “apparatchik”, berdest û maşika mafyaya Tirkan e. Simbiyotîk in lê rolên serdestî û bindestiyê wek cîhana “legal” in. Li bin destên sê kartelan belav bûne; Sarallar, Sedat Peker û Alaattin Çakıcı. Ne serek lê berdevk in, ne dar lê sî ne, ne deng lê olan in. Ew jî wek gellek diyardeyên nû berhema deh salên dawîn in. Ew deh salên ku Kurd li serê nafikirin, behsê nakin, wek nebûbe tevdigerin.
Deh sal berê şerê xendek û barîkatan dest pê kir. Wek Koçgirî, Zîlan, Agirî, Dêsim ûyd; ew jî beriya amadekarî temam bibe hat teqandin ji aliyê dewletê ve. Ew jî wek yên berê têkçû. Ev bû keys û fersend da dewlet taxên hejar û polîtîze xera bike û bi destê TOKIyê [2] mal û malbatan têxe nav zindaneka vekirî. Çîna navîn a Kurdan ku para pitir ji ranta siyaseta netewî xwaribû û bûbû desthilatdar, dest ji hejarên dînamoyê şoreşê kêşa. Hin ji wan ketibûn milê Ertuğrul Özkökî û zor dabûn govendê; lê çi bi serê hejaran ve hat?
Bi hezaran mal hatin xerakirin, bi hezaran ciyên mirov hevûdu didîtin hilweşiyan. Hejar belav bûn, bêstar man. Ew hêz, bêminetî, kelecan, çavsorî û xwebexşiya wan a di xizmeta tevgera Kurdan de çû, guherî û veguhêzî ser tiştekî şexsî. Hin ji hejaran vê carê li ser navê xwe dest bi tundiyê kirin. Kîtleya ciwanên hejar ku kaniya leşkerî û siyasî ya tevgera Kurdan bû, rê wenda kir an jî rê terikand. Êdî li keviya asîmîlasyon, teslîmbûn, sûc û marjînaliyê bûn. Lewre ye nûçeyên ji zû ve nedihatin bihîstin dane dûv hev: “Li Cizîra Botanê li Qehweyekê Reşandin: Du Birîndar”, “Du Grubên Çekdar Li hev xistin: Kuştiyek, Sê Birîndar”, “Li Amedê Şeva Xwînî: Du Kuştî, Yek jê Giran Sê Birîndar.”
Di serdema krîza siyasî û leşkerî ya Kurdan de dewletê ji bo şikênandina dendika polayî ya civakê -ku ez jê re dibêjim “xîret”- kûr şixûlî, kûr lê çû. Wek min berê jî nivîsîbû, ev pêvajo “re-colonisation”, yanê “jinûve-mêtîngehkirin” / “dîs-mêtîngeh-î-kirin”a welêt bû. Di vê serdema têkçûnê û pêkutiya giran de tevgera Kurdan ji kolanan û ji nav civakê vekişiya. Mîtolojiya şoreşgeriyê ku bi vejînê tê pênasekirin ji navê çû. Dewletê desthilatdariya xwe li ser atmosfera jiyan û topografyayê qayîm kir; navluleyên wê qet sar nebûn. Piştî demekê tevgera major a Bakur bi ser hişê xwe ve hat, lê yek rexneyekê li xwe nekir, wek beriya têkçûnê tevgeriya. Dîsa bi ser ket, qet nebe di hilbijartinan de, lê ne ji ber xwerexne û stratejiya nû; helbet bi saya “xîret”a gelî. Têkiliya dilî ya di navbera tevgerê û gelî de ji zû de qut bûye, lê xîret maye. Koçberên nû jî ji “belaya xîretê” naynin zimên, lê tevgera Kurdan a major wek sedem û kirdar dibînin. Lewre dest ji Kurdayetiyê nekişandin, lê navbereka fireh danîn di navbera xwe û siyaseta xwe ya berê de.
Di vê kaosa kûr de koçberên kevn û nû û nifşên ciwan ên dûr bûbûn ji siyaseta netewî gav bi gav ber bi cîhaneka cuda ve çûn. Li taxên polîtîze hêza çekdarî ket destê van liq û grupan. Li vir êdî diyardeyeka nû ya li Kurdistanê û koçberiyê berbelav e derket pêş: “Dîs-eşîrbûn.” Navê van “eşîr”an berê tunebûn, niha jî tunin; ji ber ku ew ne eşîr in, malbat in; ew malbatên ku min di serî de behs kiribû ka navên xwe ji kû digrin. Gellek ji wan bi peyatiya mafyaya Tirkan dewlemend bûn, xwe bi beşdariya kurxal û pismaman, xal û apên heq û dûr û hevalbendan ava kirin. Rayê xwe bi piranî didin partiya major a Kurdan, lê destekî wan heya nav “ülkücü”yan (Tirkên faşîst) û dewletê diçe.
Taxên welatparêz û şoreşger ên li Stenbol, Mêrsîn, Edenê ûyd gav bi gav dibin qada wan. Hin ciwanên ku demekî komkarî (di şûna peyva “rêxistî” de bi kar tînim û pêşniyar dikim) bûn dibin serek û endamên van grupan. Hin ciwanên li hemberî hişbirfiroşan têdikoşiyan êdî peyayên wan in. Li ser navên wan şerê Kurdên din ên maşika mafyayên din dikin. Nêçîra hevûdu dikin û hev bi alîkariya polêsan, bi agahiyên lokalîzasyon û GPSyê dibînin, zeft dikin. Wek dîkên qoqo li ber çav û li ser navê mafyaya serdestên dest li ser zikê têr ser û katorên hevûdu dikirkitînin.
Hin ji wan Kurdên Alawî ne. Vehênana vala ya îdeolojîk li alîyekî, lê komkar / rêxistinên berê rê û rêbaz bûn bo Alawiyan da karibin xwe li bajaran ji dewlet, mafya û faşîstan biparêzin. Şoreşgerî dînê bajarî yê çekdar bû, kir ku ew jî bibin şirîkên bajêr. Lewre ne di Newrozan de lê di 1ê Gulanê û Geziyê de li qadên navendê bi pehniyên xwe yên hêrsok û erçenên xwe yên şidiyayî dimeşiyan. Lê îro li taxên wan alayên Tirkan û MHPyê li ba ne û li kêleka qehweyên bi genimreng û qemeran ve tije dikanên şîrînahiyê rêz bi rêz in! [3]
Endamên mafyaya bindestan ji Gurcîstan heya Yewnanîstanê, ji Îtalya heya Fransayê, ji Hollanda heya Kurdistanê hevûdu dikujin. Hûr û gir di nav hev de. Ji sibê heya êvarê “racon”ê belav dikin li ser Tik-Tokê. Bac li dikandar û karsazan dibirrin, dest datînin ser ciyan. Li Kurdistanê û gettoyên Kurdan ên li Tirkiyeyê li qehweyan direşînin, li kuçeyan şarjoran di çong û zikên hev de vala dikin. Di nav bikaranîn û firotina hişbira patronên xwe de digevizin.
Di parvekirina rantê de ew gotina “mafyaya herî mezin êdî dewlet e” li dar e. Li bin mafyaya herî mezin kartel hene û li biniya binî mafyaya bindestan. Mafyaya bindestan wek civaka ji nav hatî bindest e, lewre dixwaze bête dîtin, xuya bike, bi ziman bikeve, her biaxive. Ji ber ku pergala dagirkeriyê li cîhana sûcî jî tê avakirin û dubarekirin. Yanê bindestî li dojeh û behiştê yek e, Kurd ne partî lê civak in û navluleya dagirkeran sortir e ji êgir.
[1] “Lar/ler” suffixeên pirjimarî yên Tirkî.
[2] TOKI; saziya fermî ya avahîsaziyê ya Tirkiyeyê
[3] Piştî bikaranîna hişbiran laşê mirovî şîrînahî divê.
Not:
Peyvên ji zimanên Ewropî yên dengê “k” tê de wek “q” nabêjim. Mînak; ji “barîkat-barricade”ê re nabêjim “barîqat”; jixwe ew û briquette (brîket / prîket) ji heman rehê tên; lê kes nabêje “brîqet / prîqet”.