🔴Serokê DYA’yê Donald Trump ji medyaya Amerîkî û ya Rojava re axivî û diyar kir ku ew “di mijara planeke êrîşê ya gengaz a li dijî Îranê de piştgiriya komên Kurd dike” û got: “Ez difikirim ku xwestina wan a kirina vê yekê tiştekî mezin e. Ez bi temamî piştgiriyê didimê.”
Trump li Qesra Spî bersiva pirsên rojnamevanan da. Trump di hevpeyvîna xwe de destnîşan kir ku hin komên Kurd ên li ser sînorê Îranê bi karbidestên DYA’yê re di têkiliyê de ne û derbarê operasyonên gengaz ên li ser Îranê de hevdîtinan dikin. Trump diyar kir ku ew nêzîkatiya Kurdan a ji bo destpêkirina êrîşekê li dijî Îranê erênî dibîne, lê dema jê hat pirsîn ka DYA dê piştgiriya hewayî bide operasyoneke wiha an na, ew ji dayîna hûrgiliyan dûr ket û got: “Ez nikarim vê ji we re bibêjim.”
“Kurê Xameneyî yek ji cîgirên herî nêz e, lê em ê vê qebûl nekin”
Ji aliyekî din ve, Trump bal kişand ser pêvajoya diyarkirina lîderê nû yê Îranê piştî ku rêberê dînî Ayetullah Elî Xameneyî hat kuştin. Trump diyar kir ku “DYA dixwaze di pêvajoya hilbijartina lîderê pêşerojê yê Îranê de cih bigire.”
Trump destnîşan kir ku kurê Xameneyî, Mojtaba Xameneyî, wekî yek ji cîgirên herî muhtemel tê dîtin, lê wî ev yek qebûl nekiriye û got: “Kurê Xameneyî ji bo min nayê qebûlkirin. Em kesekî ku dê aheng û aştiyê ji Îranê re bîne dixwazin.” Derbarê lîderê dînî yê nû yê Îranê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
“Ez her cure alîkariya ji her welatekî qebûl dikim”
Trump her wiha behsa pêşniyara Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy a ji bo piştgiriya DYA’yê ya li dijî firokeyên bêmirov (SÎHA) yên Îranî kir û got: “Ez her cure alîkariya ku ji her welatekî were qebûl dikim.” Zelenskiy berê ragihandibû ku li ser daxwaza DYA’yê, ew amade ne li Rojhilata Navîn li dijî SÎHA’yên cureyê “Shahed” ên Îranê piştgiriyê bidin.
Donald Trump dubare kir ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dê dibe ku 4-5 hefteyan bidomin, lê ger hewce bike dikare dirêjtir bibe. Trump diyar kir ku armancên sereke yên DYA’yê yên li Îranê ev in: “Ji navbirina kapasîteya moşekan, bêbandorkirina hêza deryayî, rêgirtina li ber bidestxistina çekên navokî û rawestandina şiyana rejîma Îranê ya ji bo çekdarkirin û fînansekirina hêzên li dervayî sînor.”
“Ev fersenda me ya dawî û herî baş bû”
Trump destnîşan kir ku êrîşên DYA’yê heta niha 10 keştî bêbandor kirine û operasyonên li ser kapasîteya moşekan a Îranê hem pergalên heyî ji nav birine û hem jî kapasîteya hilberîna moşekên nû rawestandine. Wî got: “Tiştê ku em niha dikin, fersenda me ya dawî û herî baş bû ku em tehdîdên nayên qebûlkirin ên vê rejîma nexweş û xayîn ji holê rakin.”
“Ti aliyekî vê yê bêzarker tune ye”
Derbarê şandina hêzên bejayî de Trump rednekirineke zelal nîşan neda û got: “Gelek serok dibêjin ‘Em ê leşkeran neşînin qadê’. Ez vê nabêjim. Dibe ku hewce neke, lê ger hewce bike dibe.” Trump anî ziman ku ji destpêka operasyonan ve wan maweyeke 4-5 hefteyî pêşbînî kiriye, lê şiyana wan heye ku demeke dirêj bidomînin û got: “Ez bêzar nabim. Ti aliyekî vê yê bêzarker tune ye.”
Cîgirê Serokê DYA’yê JD Vance jî diyar kiribû ku îhtîmala ku DYA ber bi şerekî demdirêj ve li Rojhilata Navîn were kişandin tune ye.
Dilşikestina Trump a li hemberî Starmer
Trump derbarê Brîtanyayê de got ku ew ji ber ku Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer di serî de destûr nedabû ku baregehên Brîtanî di êrîşên ser Îranê de werin bikaranîn, “gelekî dilşikestî bûye”. Lê belê Trump diyar kir ku paşê Starmer helwesta xwe guhertiye û destûr daye ku DYA baregehên li Brîtanya û baregeha Diego Garcia ya di Okyanûsa Hindî de ji bo êrîşên li ser hin hedefên Îranê bikar bîne, ku ev yek wekî “kêrhatî” bi nav kir.
/Çavkanî: Anka/










