🔴Serokkomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji roja ewil ve bi rêyên dîplomatîk hewl dide çareseriyekê bibîne û ji bo ku rageşî neyê zêdekirin, bi welatên dost û bira yên li herêmê re di nav têkiliyeke qutnebûyî de ne.
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, êrîşên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê wekî “ne hiqûqî” pênase kir û destnîşan kir ku Tirkiye alîgirê aştiyê ye. Erdogan anî ziman ku heke mudaxileyên pêwîst neyên kirin, dê ev pevçûn ji bo ewlehiya herêmî û gerdûnî encamên giran bîne.
Erdogan di bernameyeke fitarê de ku bi endamên MKYK ya AK Partiyê, lijneyên partiyê û teşkilatên Enqereyê re hatibû lidarxistin de axivî. Wî diyar kir ku ew ê neyên xapandin bi rojevên bêvîzyon yên mûxalefetê û wiha got: “Em nikarin li vîzyona mûxalefeta ku di nav rojevên rêxistinên sûc de asê maye binêrin û leza xwe kêm bikin. Divê em her gav tempoya xwe zêde bikin û asta serkeftinê bilindtir bikin.”
Sersaxî ji bo Gelê Îranê
Erdogan bi bîr xist ku di nav kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane de Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî, rayedarên sivîl û leşkerî û zarok jî hene; wî ji bo miriyan rehmeta Xwedê û ji bo gelê Îranê sersaxî xwest. Serokkomar got: “Hemû barê pevçûnan li ser milê sivîl û zarokên bêgunah e. Em ji dîtina vê êşê gelekî xemgîn in.”
Serokkomar Erdogan bal kişand ser hewildanên dîplomatîk û wiha dewam kir:
“Lê belê ji masê muzakereyê encama ku dihat hêvîkirin derneket. Tolhildanên dualî bandoreke neyînî li birayên me yên li Kendavê jî kir.”
“Em Alîgirê Sulhê ne”
Serokkomar destnîşan kir ku heta agirbest pêk bê û aramî li herêmê serdest bibe, dê pewendiyên dîplomatîk bên xurtkirin: “Em alîgirê sulhê (aştiyê) ne. Em dixwazin ku xwîn nerije, hêsir bisekinin û herêma me bigihîje hizura mayînde. Helwesta me ya li hemberî êrîşên ne hiqûqî yên li ser Îranê jî di vê çarçoveyê de ye.”
Erdogan her wiha hişyarî da ku ev pevçûn dikare bibe sedema nezelaliyên aborî û jeopolîtîk û got: “Divê ev agir berî ku zêdetir mezin bibe, were vemirandin. Yekîneyên me yên ewlehî û îstîxbaratê geşedanên li qadê bi baldarî dişopînin.”
Tekezkirina li ser “Eniya Navxweyî”
Erdogan di axaftina xwe de girîngiya yekîtiya navxweyî jî anî ziman:
“Ji bo ku zirar negihîje mûyekî 86 mîlyon welatiyên me, peywira dewleta me çi be em bi herfî bi cih tînin. Em senaryoyên li pişt deriyên girtî, dafên hatine danîn û hesabên sînsî baş dizanin. Tirkiye bi polîtîkaya xwe ya derve ya bihêz, bi aboriya xwe, bi pîşesaziya parastinê, bi kapasîteya xwe ya leşkerî û ya herî girîng bi eniya xwe ya navxweyî ya xurtkirî, dê ji serê her cure zehmetiyan bi rûsipî derkeve.”
/Çavkanî: Îlke TV/











