🔴Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi rêya telefonê axivî. Di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiye-Fransayê, şerên li herêmê, mijarên herêmî û gerdûnî hatin nirxandin.
Erdoğan diyar kir ku eger şerê li Îranê demeke dirêj bidome, dê bibe çavkaniya bêîstîqrariyê ji bo herêmê û cîhanê; her wiha destnîşan kir ku Tirkiye ji bo muzakereyan hewl dide.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, lîderan ji bilî têkiliyên dualî yên her du welatan, şerên li herêmê û geşedanên gerdûnî gotûbêj kirin.
Erdoğan di hevdîtinê de diyar kir ku Tirkiye geşedanên li Îranê ji nêz ve dişopîne, ji ber kuştina sivîlan xemgîn in û fikarên wan hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe. Wî her wiha anî ziman ku belavbûna şer li seranserê herêmê bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Serokkomar Erdoğan destnîşan kir ku pêvajoyên şer ên li herêmê û cîhanê, hevkariya berevaniyê di navbera hevalbendên NATO’yê de ferz dike û lezkirina gavên hevpar ên di warê pîşesaziya berevaniyê de, ku demeke dirêj e nehatine avêtin, girîng e.
/Çavkanî: Rd/










