Şikeftên Dewrêşan: Mirata Dîrokî ya Li Zinarên Melkisiyê

Kurdi

🔴DERSÎM – Erdnîgariya Kurdistanê, ji ber kûrahiya dîroka xwe, her herêma wê mîna mûzeyeke li bin ezmên e. Yek ji van cihên herî taybet û balkêş jî Şikeftên Dewrêşan (an jî bi navekî din Qulên Dewrêşan) in ku li navçeya Melkisiyê (Çemişgezek) a Dersîmê cih digirin. Ev şikeftên ku di nav zinaran de hatine kolandin, ne tenê şûnwarên mîmarî ne, lê di heman demê de şahidên berxwedan û jiyana ruhanî ya hezaran salan in.

Melkisî: Navendeke Şaristaniyê ya 6000 Salî

Dîroka navçeya Melkisiyê heta sala 4000’ê beriya zayînê diçe. Ev axa kevnar bûye warê gelek şaristaniyên mezin ên mîna Hûrî, Hîtît, Ûrartû, Med, Pers û Romayê. Her çiqas di pêvajoyên dîrokî de dagirkeran xwestibe şopên Kurd û Kurdistanê jê bibin jî, bermahiyên mîna Şikeftên Dewrêşan wekî belgeyên zindî yên vê dîrokê li ser piyan mane.

Melkisî di qada îdarî de jî gelek guhertin dîtine:

• Di sala 1518’an de sencaqeke ser bi Amedê bû.

• Di sala 1858’an de bi Xarpêtê ve hate girêdan.

• Piştî ku Dersim di sala 1881’ê de bû parêzgeh, Melkisî bû navçeyeke Xozatê.

• Herî dawî di sala 1935’an de bi navenda Mamekiyê ve hate girêdan û îro wekî navçeyeke Dersîmê ya li quntarên Çiyayê Mûzirî tê naskirin.

Hunera Mîmarî: Şikeftên Sêqatî

Şikeftên Dewrêşan li rojavayê navçeyê, li ser geliyê Çemê Taxarê di nava zinarekî asê yê kirsî de bi destan hatine kolandin. Li gorî zargotina herêmî, ji vî zinarê ku şikeft lê hatine çêkirin re dibêjin Mirnaxî û ji kunên şikeftan re jî dibêjin “Şikeftên Dewrêşan”. Taybetmendiya herî mezin a van şikeftan mîmariya wan a hûrgulî ye ku ji serdema Urartuyan maye:

1. Sîstema Qatan: Şikeft ji sê qat, 20 wetaq û du beşên sereke pêk tên. Ji bo derketina qatên jor, di hundurê zinar de derenceyên taybet hatine çêkirin.

2. Wetaq û Eywan: Bi dehan ode (wetaq) yek li pey yekê hatine rêzkirin. Her odeyek nêzî 2-3 metre fireh û 2 metre kûr e. Ji bo ronahiyê, eywanên dirêj û şibakên mezin hatine vekirin ku berê wan li geliyê çem e.

3. Wetaqa Key: Li qata herî jor, odeyeke ji hemûyan mezintir heye ku jê re “Wetaqa Key” tê gotin. Gihîştina vê odeyê ji yên din zehmetir e û wekî navenda herî girîng a şikeftê tê qebûlkirin.

4. Sîstema Avê: Ji bo pêdiviya avê, di zinaran de xêzik (kanal) hatine kolandin ku ava baranê ber bi sarincan ve dibin.

Gorên Kevirî yên Taxa Kelê

Hêjayî gotinê ye ku şopên vê şaristaniyê tenê bi Şikeftên Dewrêşan ve sînordar nînin. Li gundê Qelê yê navçeyê jî gorên kevirî yên dîrokî hene. Tê zanîn ku ev gorên kevirî bi “Şikeftên Dewrêşan” re di nav têkiliyeke dîrokî û çandî de ne û her du şûnwar jî wekî perçeyên heman kompleksa mîmarî ya kevnar tên qebûlkirin.

Ji Jiyana Cîhanî Ber Bi Penageha Rihanî ve

Li gorî rîwayet û baweriyên herêmî, ev şikeft di serdema Mûsa Pêxember de bûne cihê çilekêşî û îbadeta dewrêşan. Dewrêşan ji bo ku xwe nas bikin û xwe ji qerebalixiya dinyayê dûr bixin, xwe li van şikeftan tecrîd kirine.

Ev sefara ruhanî ya di nav bêdengiya zinaran de, pirsiyareke bingehîn li dû xwe dihêle: “Gelo em xwe çiqas nas dikin?” Şikeftên Dewrêşan îro ne tenê wekî kevir û zinar, lê wekî bîra civakî ya Dersîmê û sembola lêgerîna li heqîqeta mirovahiyê li benda mêvanên xwe ne.

/Nûpel/

 

 

İlginizi Çekebilir

Alican Uludağ hakkında sevk iddiasına yalanlama
Hevrikên Tora 16’an a Lîga Ewropayê Diyar Bûn: Fînal li Stenbolê ye!

Öne Çıkanlar