Li bajarê Köln mal dighwêzin em. Ji taxeke wî bajarî ber bi taxeke dinê.
Ji bo guhestina hin keresteyên malê navgînekî kirê didkim. Xwediyê navgîn mêrek Ereb yê şîî ji Necefê ye. Karê wî barkirin û guhestin e. di wî warî de ezmuneke wî tewaw heye.
Wî keseke din bi xwe re aniye, xortekê xurte û xuyaye di warê barkirin û hilgirtinê de pirisgirêkên wî nîne.
Ji bo nîv roj ew herdu bi min re kar dikin û barê min sivik dikin. Berî kû em hîsaba kar û wêstabuna wan bikin, em diçin qawexaneyek, bestenî dixun û qehwe vedixun.
Ewê necefî westabun zor lêkiriye û kêfa wî ya axaftinê zêde nine.
Xort jî berdewam diaxve û pirsan dike. Di nav pirsên wî de, ku rasterast ji min dipirse, ev pirs tê:
Gelo tu ji kû derêyî? Li kû ji dayik bûy?
Ez bersiv didim û dibêjim: li Kerkuk. Ez li Kerkukê ji dayik bum.
Rûyê wî tê guhertin û dipirse: Kerkuk? Li kû? Kîjan tax? Jiberkû ez jî ji Kerkukê me. Ez jî li Kerkuk çêbum û li Kerkuk mezin bum.
Ez dibêjim: li Kerkuk, li taxa Zêwê ji dayikbum!
Ew şaş dimîne û ji bawernekirina reha “mutleq” dibêje: Zêwê? Ez kurê Kerkukê me, li Kerkuk taxek bi wî navî tunye.
Dema ez jê dipirsim: gelo tu? Ew ji taxa Hurriyyeye. Dipirsim: gelo dê û bavê te jî li Kerkukê ji dayik bun? Ew jî ji Kerkukêne?
Ewî xortî bersivê dide û dibêje: na, ew ji gundekê derudora Semawe (bajereke ji başurê Êraqê) ne, di despêka salên heştiyan de bi biryara dewletê û bi malbatî ewan anîne Kerkukê û li wir bi cih kirine.
Piştî bersiva wî, êdî ji bo min zelale ewî çawa buye kurê Kerkuk û çawa wî bajarî mîna bajarê xwe dibîne!
Ewî xortî li taxa Hurriyye ji dayik buye û vêgavê jî li Almanya mîna penaber dijî, lê malbata wî li wir, li Kerkukêne û li heman tax dijîn.
Ewî xortî li pey navê „Zêwê“ ye û ne bawere kû taxek wisa di wê bajarî de hebe an jî rojek ji rojan hebu be.
Ji min dixwaze ez bîranînên xwe jê re vegerînim, bîranînên xwe li Kerkukê. Ji ber kû ew jî dixwaze ji min re behsa bîranînên xwe li Kerkukê bike.
Ez jê re dibêjim, mîna gelek kesan ji derudora min, hevalên min ên zaroktî û hevzimanên min, yek bîranîna minî gelek mezin û gelek bi êş heye, tenê yek bîranîn kû bîranînên din ên wî bajarî hewçend li hember wê biçûkin, zehmet li pencereya xeyalê vedigerin. Yek bîranîn, ew jî: “derxistin”.
Em hatin derxistin, ji Kerkuk hatin derxistin û nehîştin careke din vegerîn wir. Ez ji taxa Zêwê, taxa hejarnişînan ku dikeve navberê taxên Azadî û Îmam Qasim ji dayikbum. Hingê û niha jî Zêwê yek ji taxên kevnara ya Kerkukê ye. Lê dema em hatin derxistin taxek bi navê Hurriyyeye li Kerkukê tunebu. Taxa Hurriyyeye berhema partiya Baas bu, ew Hurriyyeye çêkirin.
Li rasthatineke ecêbe û dişbhe dîmeneke xemgîn a Fîlmek. Kesek hatiye derxistin û kesek hatiye anîn bo Kerkuk, li kû? Li Köln – Almanya hev digrin.
“Ez lawê Kerkukim, li bajarê Kerkuk, taxek bi navê Zêwê tuneye”. Ev hevoka lawik sedeme bo bîranîna bi lez a demeke hindik û lezgîn a zaroktiya min li Kerkukê, bîranîna dibustanên Kurdî yên Aştî û Pîremêrd, kebaba Reza Kebabçî, çayxaneyên taxên Aşur û Azadî, pisiklêtxaneyên Îskan û Zêwê, malên metên min li Zêwê û li Şorîce û ronahî ya agir ên bîrên petrolê, taybet di şevên havînî de.
“Lawê Kerkukî” hebuna taxaek bi navê Zêwê her nepejrand. Ez jî bi rastî nizanim taxek wisa di tomara fermî ya Kerkukê de maye an tune kirine!
Lêbelê mixabin ji wan gotinan jî xerabtir ew bu, dema min xwest ji perspektîva wî ve jî rewş û rojeva Kerkukê guhdarî bikim, min jê pirsî: rewşa niha ya Kerkukê çawa dibînî?
Ewî xortî got:
Dema Kurd sala 2003 hatin û Kerkukê dagîr kirin, rewş gelekî xerab bu. Em ne li bendê bun ku Kurd bikaribin Kerkukê dagîr bikin. Min di hemû temenê xwe de tiştekî wisa nejiyabum. Bo me salên 2003 heya 2017 terajediye û di dîroka kerkukê de nayê ji bîrkirin. Lê piştî ku em ji destê Kurdan azad bun, vêga rewş başe û ber bi başbuna berdewam jî diçe.
Dunyayek çiqas bê nezim û hîsabe, kî kê mîna dagîrkar dibîne û kî kê tune dike?
/Nupel/