Min bêriya tu tishteke Surya nekiriye
Bêriya wê nakim!
Di bersiva pirsa “te bêriya Surya kiriye?” ewe bersiva xatuneke erbe ya Surî bu.
Em chend kesekin, hevalê hev ên Karin, pêre diaxvin û mijara me di derbarê sher, penaberî û surgunê de ye.
Em hemû bi hevre ne, li vir, li Kölna Almanya, bêy kû cudabuna ziman, ol û nasname diriz bixîne nava me.
Chiqas xweshe yek nasname bi me re be, mirovbun! Lê mixabin hêjî bejna mirov ji wî astî pir nizimtir e û nikare xwediyê ewî nasnameyî be. Hêj nikare. Diyar jî niye kengê nasnameyeke wisa bidest dixe.
“Min bêriya tu tishteke Surya nekiriye”.
Hevalên min ên alman ji bersiva wê fêm nakin. Lê tishtekî têkel ji ken û xemgînî yê kur sîmaya jinê tam girtiye. Jinê berdewam dike:
Bêriya chi? Bêriya ku derê bikim? Ne tenê rewsha sher, berî sher jî, behsa chi û bêriya chi bikim? Rêwsha siyasî? Azadî? Dema mirov welatekî, axekî û nîshtimanekî li pash xwe dihêle, bêriya chi dike? Bêriya dar, av û hewa an jî bêriya chend nirx û prensîban kû jiyan mirov dixemlînin û tenahî pêshkêshî mirov dikin?
Ewê xatunê dibêje:
Salen direjin li wir sher heye. Sherê berê, taybet bu, ne bechek bû, lê sherek bû pisht dishkand. Hingê dewlet sherê xwe bi xelkê re bi awayeke taybet dimeshand, pisîkolojiya wan wêra dikir. Niha girupên cuda bi chek bi hev re diaxvin. Lê hingê bê chek, dewlet û serok di warê sherê derunî de hertim amade bûn. Hertim mirin mîna sî bi mirov re bû.
Dîktator chi tînin serê mirov? Chawa mirov wêran dikin û deruna wan asheke kavil? Kesê kû di wê rewshê de najî û nejî, jê fêm nake, fêm bike jî kur pêre najî. Tenê ewan kesan dizanin sher û gefa chewsêneran chine kû têde dijîn. Hemû ziyanên kû ji kiryarên chewsêneran chavkaniyê digrin ji aliyek û kushtina hez û evîna nîshtiman û hêlîn jî ji aliyek. Tenê serdesî ango xedra dîktatore dikare xweshewîstiya ax di dil û giyana mirovî de perche perche û tune bike.
Ewê xatunê pê dihese kû ewên li hember wê shok bune, lê hewil dide bi wan bide fêm kirin chima bêriya Surya nake!
Ji wê gere kû anha sher e, û kes bêriya sher, rewsha tije mûsîbet, mirin û kushtinê nake, lê beriya sher jî tishtekî kû navê wê xweshî, azadî an jî wekhevî be û anha min bêriya wan bikim, tune bû. Li vir jiyaneke din heye û min di xewnê de jî nedidît. Li vir azadî heye û li wir jî azadî tunebu. Ez bêriya tunebuna AZADÎ nakim!
Dema mirov ji dur ve û ne kur ji herêmê dinêre, wisa fêm dike tenê gelên bê dewlet hatine dagîr kirin û rewsha wanî derunî wêrane. Na, rastî ewe kû, di hundur de, di henaw de, di kurahiya gelên xwedî dewlet de jî, herwesa ewên di nêzîk, gelek nêzîkê muqtedîran pozîsyoneke wan jî heye, di na aramî û na tenahiyê de dijîn
Li rojhilat kesek nîne ku di asayîshê de be, hezkirin û xweshewîstî nemane. Ji mirovek sade heya serokek, tu kes xwediyê aramî û asayshê nîne. Ew ne tenê gelê ku hatine dagîr kirin diperchiqînin û wan ji her tishtî tazî dikin, ew bê dil, bê rehm û bê hestên mirovane bi mirovên xwe re jî didin û distînin, ew aborî, hêzên ewên din û axa ewên din, ên xwe jî dikin qurbana hez û pilanên xwe.
Li wir serok, bi xwe mîna polîsê zilhêzan hatiye danîn û li hemberî xelkê jî buye zilhêz.
Ez ji gotinên wê xatunê bash fêm dikim. Axir ez jî yek ji wan qurbaniyame. Ez jî yek ji wan kesame di siya sher û di bin deselata chewsêneran de zaroktî û xortaniya xwe derbaz kir. Zaroktiyekî: “her lehzeyek jê dergusha hezar girî bu mixabin”*. Dema ez ji hevalên xwe yên Alman dinerim di wê rewsha hizrandinê de, hevokek ji Paul Keller tê bîra min. temasha dikim gotinên ewê xatuna derbider, hevalên min ên Alman shok kiriye. Nivîskarê Alman Paul Keller (1873-1932) dibêje:
Dilê mirov di surguna herî ronî û beraq de jî her berê xwe dide hêlîn û bêriya wê dike.
Lê di vir de xuyaye û tê selmandin kû gotina Paul Keller, ewî hevoka wî ya bedew, ji bo ewê xatunê û hasten wê derbaz nabin. Chawa tîrek li armancê nakeve, di vir de jî hevoka Keller dur ji rewsha wê xatunê dikeve erdê.
Ji ber kû, tu surgunekî, tu rewshekî, tu mercekî jiyan ji wê taltir û tije êshtir nine, dema hemû derî û pencereyên nîshtiman ji mirov were girtin, were nachar kirin di siya dîktetorek de bijî, berdewam hem chepik jê re lêxîne û hem jî kezeba wî/wê jê biqede.
Li rojhilatê dîktator, chewsêner û serokên zalim tijene, kû wisa kirine mirov xweshewîstî û evîna xwe ji bo hêlîn û nîshtiman winda bike.
*Goran (1905 Helebce-1962 Suleymanî)
Her lehzeyek jê dergusha hezar girî bu mixabin
Salên zaroktiya min û hemû temenê min ê xortanî