Ev tişteke belge jê re ne pêwîste û hatiye selmandin. Hêrisbuna siyasetvanan ji vî gotinî bê sud e û tû tiştek ji rastiya gotinê naguherîne.
Li cihek kû derew hebe, pêkenok bi awayeke lezgîn û afrêner zêde û berfereh dibe.
Hilbijardinên şaredariyên Tirkiye bûn sedem ji bo afrandina gelek pêkenokên nû, herweha ewan hilbijardinana bûn sedem em çend tiştên xweş û pir wate bibhîsin, bixwînin û herwesa ji min re bûn sedem çend tiştên kevin bên bîra min.
Yek ji qiseyên xweş kû li torên civakî “sosiyal mêdya” hatibu belavkirin, weha bû:
“li Ankara siyasetvanekî ji xelkê dixwaze dengê xwe nedin bêşerefan. Spas ji xelkê re kû bi gotina wî kirin”.
Hen pêkenok hene, bi rastî jî li armancê dixînin, li armancê dixînin û ne tenê mirov dikenînin, herwesa dikin kû mirov kur bifkre jî.
Bêguman hûn jî dizanin çê nabe serokek bi wî awayî bipeyve û melzemeyên xwe îfadekirinê li ba wî di nîvoyeke wisa de be. Divyabû derdora wî an jî rawêjkarên wî yên nêzîk pisteyek di gohê wî de bikiribana: “ axaftin bi wî awayî û bi wî metodî, te dike melzemeya pêkenok. Heke tu wisa biaxvî dibî çavkanî ji bo henekpêkirinê”.
Ewî kû hertim di axaftinên xwe de dibêje: “ Xwedê yar û alîkarê me be”, yekî nivîsandibû: “bihêle xwedê yar û alîkarê me be jî, ma Amerîka, Ewrupa û Rusiya têra te nakin, bihêle lo?”.
Pêkenok sînor nas nake. Her kultur û zimanekî li gor xwezabuna xwe pêkonok û îroniya wê/wî heye.
Li hin cihên Ewrupa nav li serokwezîra Brîtanya, Thersa May kirine; Therasa April. Xuyaye kû Brexit sedeme kû navekî wisa jê re çê kirine. Lê xala giring di pêkenokê de peywendiya nav (May-April) û derewa April (Nîsanê) ye. Peywendiyek di derbarê bi cihanîna siyaseta derewê de.
Di nav kurdan de jî pêkenokên siyasî gelekin, dibe kû komkirina wan di pertukek an du pertuk de hêsan nebe.
Pêkenokên siyasî çekeke kû sîhra xwe heye, heman dem çekeke kû deshilatdar nakare bi ser de zal be. Çekeke kû hertim serkeftina wê misogere û bi ser jî dikeve. Li welatên Ewrupa, li Îraqa Sedam Husên, Îraqa niha, li Iranê, li Mîsir û li gelek cihên din ên dunyayê, pêkenokên siyasî ji melzemeyên girîng ên rexne û berxwedanêne. Ew bi awayeke gelekî lezgîn û bi bandor di nav xelkê de belav dibin. Ev yek jî sedeme kû siyasetvan jê hêris bin û pir jî jê bitirsin.
Li hin cihên rojhilat û cîhanê siyasetvan û serokên nexweş êdî bi xwe bun pêkenok. Buteflîqe yê Cezaîr yek ji wan e.
Dibêjin; carek Sedam Husên, ji waliyê Bexda dipirse; Semîr saet çende? Ew jî weha bersiva wî dide; cenabê serok hun dixwazin saet çend be? Ev pêkenoka Bexdadiyane, kû di wî warî de afrînerin. Navê wî waliyî Semîr Şêxlî bu, bêguman yek ji koyleyên Sedamê bu.
Xweştirîn pêkenok yên wan serokan ewe, dema bas li demokrasî, mafê mirov û hilbijardinên pakij dikin.
Di rojên hilbijardin li komareke îslamî de, hin ji alîgir û alîkarên partî û berendaman dibêjn: “ewên dengê xwe nedin filan partî û berendamê ji filan xelîfeyî rezîltirin”. Ewên li hember wan çi dibêjin: “Na, ewên kû dengê xwe bidin wan ji filan xelîfeyî rezîltirin”. Kurdekî kû guhdariya vê diyaloga “modern” kiriye, gotiye: Cenabê xelîfe, heya ev der û bes, êdî ez jî te naparêzim.
Kirmaşanî bi gotinên xweş û pêkenokên xwe bin nav û dengin. Helbete bi kurdiya wanî yê şêrîn pêkenokên wan hê xweş e.
Kirmaşaniyekî ji ber kû di meha remezanê de li derve cigare kişandiye, tê girtin. Hêzên dewletê hem bi xwe lê dixin û hem jî ji xelkê dixwazin lê xînin, ji ber kû lêxistina wan “Xêre û wesîleya derbazbuna buheştê” ye.
Pantolê jê dikin û di nav bazarê de dest bi lêxistina wî dikin. Dema kû ji lêxistina wî aciz dibin, hêdî hêdî dest jê berdidin, camêrê Kirmaşanî dema kû dixwaze pantolê xwe hilkişîne, ji xelkê re dibêje: “heke kesekî din ne bi niyeta buheştêye, ezê deriyê buheştê bigrim”.
Meleyek naheqî li feqî yekî dike, feqî hêj zarok e û temenê wî hindike, nikaribuye xwe biparêze. Mele kêr nedaye feqî pê bilîze, na, tştekî din daye wî, hema di peyva kêr de; (î) têxe şuna (ê), ewî daye destê feqî pê bilîze. Diya feqî pê dihese û şîkayetê dike û mele didin dadgehê. Roja dadgehê ji hêla dadwer û serdozgerê ve mele tê darizandin û jê dipirsin; “Te çima wisa kir? Armanca ewî zarokî û malbata wî jî ewe kû li ba te zanistên olî hîn be, ne tiştek din”. Mele di bersiva dadwer û serdozgerê de dibêje; hun jî ecêbin, ma ez çi bidim destê wî pê bilîze û xwe pê mijul bike? Kêr base? Kêr? Xwe pê birindar bike an jî destê xwe jê bike?”.
Rastiyeke kû li rojhilata navîn û gelek cihên dinê jî, hijmara wan serok û siyasetvanan ne hindikin, kû tevî bawerî û qenaateke tekuz, wisa bawerin pêwîste di cihê “kêr” de tiştekî din bidin destê xelkê û dane jî, xuyaye di armanca wan de girînge kes detsê xwe “jê neke”.
Armanac wan ewe xelkê destê xwe jê nekin, lê xelkê jî ew mebest û armanca wan a (pakij) hertim dikin mijara pêkenok.
/Nupel/