🔴ÊLIH – Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, ji bo piştgirî û silavkirina jinên di girtîgehan de ne, kartên pîrozbahiyê şandin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), xebatên xwe yên ji bo 8’ê Adarê li bajarê Êlihê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, aktîvîstên TJA’yê li ber Şaxa Navendî ya PTT’ê ya Êlihê civiyan û ji bo 53 jinên girtî kart şandin.
Beriya şandina kartan, li ser navê TJA’yê Dicle Erdem daxuyaniyek kurt da û bal kişand ser girîngiya piştgiriyê. Erdem diyar kir ku ew di hefteya 8’ê Adarê de berxwedêrên herî sereke yên vê têkoşînê ji bîr nakin û wiha got:
“Em bi boneya 8’ê Adarê, ji bo silavkirin û piştevaniya bi wan re, van kartan dişînin. Li vir em hemû hevalên xwe bi rêzdarî silav dikin. Em 8’ê Adarê li hemû jinên ku li ber xwe didin û têdikoşin pîroz dikin. Weke nîşaneyekê, em van 53 kartên xwe ji bo hevalên xwe yên têkoşer dişînin.”
Piştî daxuyaniyê, kartên ku hatibûn amadekirin radestî rayedarên PTT’ê hatin kirin da ku bigihêjin girtîgehên cuda.
/Çavkanî: MA/










