Trafîka Dîplomatîk li Enqereyê: Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî Civiyan

Kurdi

Trafîka Dîplomatîk li Enqereyê: Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî Civiyan

🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, di çarçoveya hevdîtinên li ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de, serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir. Ev hevdîtin wekî gava yekem a trafîka nû ya di navbera partiyan de hat nirxandin.

Hevdîtina ku li Meclîsê pêk hat, nêzî nîv saetê dom kir. Piştî civînê Kurtulmuş daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê û destnîşan kir ku xebatên komîsyonê gihîştine qonaxeke girîng. Kurtulmuş got:

“Ji niha û pê ve berpirsyarî ya Meclîsê ye. Divê ev pêvajo bi awayekî zelal û şefaf bê birêvebirin da ku gavên qanûnî li gorî pêşniyaran bên avêtin.

Piştî hevdîtina bi Bahçelî re, Numan Kurtulmuş trafîka xwe ya dîplomatîk bi partiyên din re wiha didomîne:

• CHP: Îro saet di 15:30’an de bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re dicive.

• DEM Partî: Saet di 16:30’an de serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan dike.

• AKP û Partiyên Din: Tê payîn ku Kurtulmuş sibê jî serdana koma AKP’ê û partiyên din bike.

Ev hevdîtin piştî amadekirina rapora hevpar a komîsyonê pêk tên. Armanc ew e ku li Meclîsê li ser mijarên civakî û demokratîk lihevkirineke berfireh çêbibe û pêşniyarên di raporê de veguherin qanûnên mayînde.

 

 

İlginizi Çekebilir

Özgür Özel’den Akın Gürlek açıklaması: “Sözümün arkasındayım”
Mahmut Alınak Kobani’deki Kuşatmaya Dikkat Çekmek İçin Açlık Grevine Başlıyor

Öne Çıkanlar