Trump: Ez Dikarim ‘Heger Pêwîst Be’ Hêzên Bejayî Bişînim Îranê; Encamên Ankêtan Di Xemê Min de Nîn in
🔴Serokê DYA’yê Donald Trump, di daxuyaniya xwe ya ji bo New York Post’ê de diyar kir ku ew dikare vebijarka şandina hêzên bejayî bo Îranê “heger pêwîst be” binirxîne.
Trump piştî êrîşên roja şemiyê yên li dijî serkirdayetiya leşkerî û siyasî ya Îranê axivî û got: “Derbarê hêzên bejayî de fikarên min nîn in. Ez wek her serokî nabêjim ‘hêzên bejayî nabin’. Ez dibêjim ‘dibe ku neyên xwestin’ an jî ‘heger pêwîst be’.”
‘Operasyon ji Plana Me Zûtir bi Pêş Ket’
Trump da zanîn ku operasyona li dijî Îranê “ji ya ku dihat plankirin pir zûtir” bi pêş ketiye. Wî di hevpeyvîna xwe ya roja yekşemê ya bi Daily Mail’ê re texmin kiribû ku şer dê “çar hefteyan” bidome, lê ji New York Post’ê re destnîşan kir ku ev dem dikare kurttir bibe:
“Her tişt dê pir bi lez pêş bikeve. Di mijara serkirdayetiyê de em ji bernameyê pir li pêş in. 49 kes hatin bêbandorkirin. Me digot qey ev ê bi kêmî ve çar hefteyan bikişîne, lê me di rojekê de bi ser xist.”
Serok Trump her wiha anî ziman ku ew ji tolhildana Îranê ya ji ber êrîşên dawiya hefteyê natirse û got: “Çi dibe bila bibe, çi hebe em ê bigirin. Wek her tiştî, em ê vê jî bigirin.”
Sedema Operasyonê: ‘Xebatên Nukleerî yên Veşartî’
Trump diyar kir ku wî biryara operasyonê piştî hevdîtinên dawî yên roja pêncşemê yên li Cenevreyê daye. Trump destnîşan kir ku zanyariyên derbarê “destpêkirina veşartî ya projeyên nukleerî yên Îranê” di girtina vê biryarê de bi bandor bûye û wiha pê de çû:
“Me hevdîtinên pir cidî kirin, lê wan xwe vekişand.”
“Xwestin çekên nukleerî hilberînin, me ew bi temamî ji nav birin. Lê belê me dît ku li qadeke din, li cihekî bi temamî cuda dixebitin. Loma gava dem hat, min got ‘Ka em dest pê bikin’.”
‘Ez guh nadim Ankêtan’
Li gorî ankêta ku ji aliyê Reuters/Ipsos ve roja şemî û yekşemê hat kirin, tenê %27ê Amerîkiyan piştgirî didin êrîşan, %43 li dijî ne û %29 jî bêbiryar in.
Trump derbarê van encaman de got:
“Ez neçar im tiştê rast bikim. Divê ev yek pir berê bihata kirin. Ez guh nadim bê ka mirov çi difikirin. Ez bawer dikim ku ‘piraniyeke bêdeng’ heye.”
Trump tekez kir ku ketina çekên nukleerî bo destê “mirovên dîn”, ji şerekî herêmî bi xetertir e.
/Çavkanî: Îlke TV/











