🔴COLEMÊRG – Hevseroka Giştî ya Partiya DEM’ê Tulay Hatimoğulları di bernameya fitarê ya li Geverê de axivî û diyar kir ku şerên navend-Îran herêmê ber bi kaoseke kûr ve dikişînin. Hatimoğulları hişyarî da û got: “Divê Tirkiye di vê rewşa kaosê de pêvajoya aştiyê bi rengekî rast û stratejîk binirxîne. Serdema dirêjkirina pêvajoyê êdî bi dawî bûye.”
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) xwarineke fitarê hat organîzekirin. Bername li Salona Dawetê ya Tekçe pêk hat û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Tülay Hatimoğulları, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatî beşdar bûn. Axaftina destpêkê ya bernameyê ji aliyê Hevseroka TUHAY-DER a Colemêrgê Pınar Yılmaz ve hat kirin.
‘Herêm di nav kaoseke bixwîn de ye’
Piştre Hevseroka Giştî ya Partiya DEM’ê Tülay Hatimoğulları axivî. Hatimoğulları bal kişand ser êrîşên Îsraîl û DYA’yê yên li ser Îranê û geşedanên li Rojhilata Navîn û got: “Herêma me mîna cihê agir e. Gava em îro di vê salonê de li hev civiyane, li Îranê û li gelek welatên din fuzeyên û bombeyên diteqin. Herêm ketiye nav şerekî mezin. Şerê Afganistan-Pakistanê, şerê Rûsya-Ukraynayê, dagirkeriya li Filistînê û herî dawî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê. Nexasim ev der xala sifrê ya sînorê Îranê ye. Li kêleka me şerekî pir mezin heye û herêm di nav kaoseke bixwîn de ye. Me di her platformê de polîtîkayên Îranê yên zordar û êrîşkar ên li ser gelan rexne kirin, îro jî em rexne dikin. Li Îranê ev demeke dirêj e li dijî perçiqandina feqîran, karkeran, kedkaran, esnafan û jinan tevgereke mezin a berxwedanê pêş ketiye. Gelên li wir bi salan e daxwaza mafên xwe dikin. Rêxistinbûn û daxwazên gelê Rojhilat ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê belê rejîma molla ya Îranê hewl da van tevgeran tepis bike û bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Em ê Jina Mahsa ya hat qetilkirin ji bîr nekin. Di şexsê Jina Mahsa de ku bûye sembola berxwedanê, em silavên xwe ji bo hemû jinên berxwedêr re dişînin.”
Geşedanên li Rojhilata Navîn
Hatimoğulları diyar kir ku çareserî ne polîtîkayên dagirkeriyê yên hêzên emperyalîst in û ne jî rêveberiya zordar a rejîma molla ye û banga agirbestê kir. Hatimoğulları got: “Em wek gel, çareseriyê di bombekirina qadên jiyanê yên bi fuzeyan de nabînin. Çareseriya li Îranê ne polîtîkayên dagirker ên hêzên emperyalîst e, ne jî rêveberiya otorîter û zordar a rejîma molla ye. Divê her du alî jî dest ji van polîtîkayan berdin. Wekî xelkê Colemêrgê, xizm û cîranên me li aliyê din ê sînor hene. Divê şer tavilê bi dawî bibe û agirbest were ragihandin. Divê ji bo avakirina Komara Îranê ya Demokratîk ku tê de gelê Kurd, Belûc, Azerî û gelên din û jin çawa dixwazin werin birêvebirin, gavên şonkî werin avêtin.”
‘Serdema dirêjkirina pêvajoyê divê bi dawî bibe’
Hatimoğulları bal kişand ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dabû destpêkirin û destnîşan kir ku divê serdema belavkirina pêvajoyê li ser demê bi dawî bibe. Hatimoğulları wiha domand: “Di ser bangawaziya aştî û civaka demokratîk a Birêz Abdullah Öcalan re ku di 27’ê Sibatê de kiribû, salek derbas bû. Me di 27’ê Sibata borî de li Enqereyê civînek pêk anî, ev pêvajoya salekê nirxand û peyama nû bi gelê xwe re parve kir. Ev pêvajo ne pêvajoyek e ku were paşguhkirin. Di demekê de ku rîska belavbûna şer li Rojhilata Navîn zêde dibe, gavên şonkî hene ku divê werin avêtin. Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê îro eşkere kir ku li navçeya Dörtyol a Hatayê cismekî ku tê gotin mûhîmmata balîstîk e ketiye. Em naxwazin şer derbasî Tirkiyeyê bibe. Divê Tirkiye di vê navenda kaosê de pêvajoya aştiyê bi rengekî rast û stratejîk binirxîne. Serdema dirêjkirina pêvajoyê êdî divê bi dawî bibe. Di ronahiya geşedanên li Rojhilata Navîn de, hêdîkirina pêvajoyê tê wateya bi kinfê çûna ser agir. Em dixwazin li Tirkiyeyê aştî pêk were. Ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê divê serlêdanên qeyûman tavilê bi dawî bibin.”
Bername piştî xwarina fitarê bi dawî bû.
/Çavkanî: MA/










