Wan: Hûnermenda ciwan li ser cilûbergên Kurdî Pêşangeh vekir

Kurdi

 Şêwekara ciwan Sema Çaglak li ser jin û cil û bergên Kurdî, li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi navê Gelawêj pêşangeh vekir. Sema Çaglak ji ajansa Nûpelê re behsa pêşangeha xwe ya yekem dike û dibêje ew dixwaze di wêneyên xwe de hertim behsa çanda Kurdî û nirxên Kurdan bike.

Çaglak dibêje cilên Kurdî divê ne tenê bibin cilên pîrozbahiyê, bibin cilên rojane ku em li xwe dikin. Çaglak wiha berdewam kir:

‘’ Cilûbergergên me nasnameya me ye. Divê em biparêzin. Portreyên ku xêz dikim ne tenê weke modelek in, çîrok, hest, bîr û jiyanekî di nava xwe de dihewînin. Ez bi van xebatên xwe jî dixwazim bêjim em bi nasnameya xwe hene. Em dê di roja îro de jî vê nasnameya xwe biparêzin.’’ Çaglak dibêje ev pêşangeha wê ya yekem e lê armanc dike ku zêdetir xebatên pêşangehê lidarbixe. Herwiha diyar dike ku dê xebatên wê yên di çarçoveya nîşandana çanda Kurdî bidom in. Pêşangeha 1ê Adarê li Galeriya Hûnerê ya Îpekyolu Ataturk birêve diçe dê heta 8ê Adarê berdewam bike .

İlginizi Çekebilir

İran Devrim Muhafızları: Abraham Lincoln Uçak Gemisi 4 İran füzesiyle hedef alındı
İran Cumhurbaşkanı Pezeşkiyan: Geçici Liderlik Konseyi görevine başlamıştır

Öne Çıkanlar