ÇJi bo çareserîya meseleyên civakî mirov dikane formûlekî wiha mîna siloganekê bilêv bike; kê ava kir, jiyan a wê/î ye…
Siyaseta civakî bi xwe ji bo lêgerîna çareseriya pirsgirêkên civakî ye û ji ber vê yekê divê ji mijar û meseleyên civakî ên jiyanî dûr nekeve. Eger siyaset ji pirsgirêkên jiyana xelkê a rasteqîn dûr bikeve, wê çaxê hêz û enerjiya civakê ê li dû meseleyên xapînok û xeyalî bê tunekirin.
Ev nexweşiyeke modern e û Kurd jî bi modernbûnê jê para xwe distînin.
Modernîzm însên ji pirsgirêk û rojevên esasî qut dike û li pey rojevên xapînok û îrrasyonel ên çêkirî re kaş dike. Mijarên bingehîn ên mîna ekonomî, hilberîn, xizanî, aramîya civakî, perwerde, tenduristî, çûnehatî, ekolojî, çand û huner, wekheviya civakî û hwd ji rojeva xelkan têne derxistin.
Li şûna wan meseleyên dînî, etnîkî mîna mijarên sereke li pêşiya xelkan tê danîn û xelk bi van û şerên bi van mijaran ve têkîldar re têne mijûlkirin, hêza wan pê tê tunekirin…
Helbet Kurd xelkekî bindest in û bedelên pir giran didin. Ji ber ku çavên dinya alemê lê ye Kurdistan jî ji her hêlan ve mîna sifra guran e.
Lê ev çax çaxê êqil e, bi serê xwe tenê hest ne însên ne jî xelkan ji derd û kulan xilas dikin. Gereke siyaset xelkê ji bo avakirinê, xwe tevlîkirinê, afirandinê, mûdaxîlbûyînê motîve bike û pêşiya wan negire. Êndî ne ji hinekan payîn, berovajî payînê bi xwe tevlîbûn û bandor li siyaset û jiyanê kirin divê. Ev jî peywira ji her rengê siyasetên Kurdî bi xwe ye.
Pirî caran em Kurd an xwe berdidin dû rojevên çêkirî ên ku hêzên serdest datînin ber me li pey wan kaş dibin an jî di bin bandora yek rengîniya siyasetên hêzên Kurdî de xwe betal û bê înîsîyatîf dihêlin û kar û barên jiyanî paşguh dikin.
Siyaseta Kurdî pirî caran bi yek rengî û yek dengî tê meşandin. Eger em meseleyê bêyî pêşdaraz hilînin dest, bi dil û zanebûn nebe jî, di bin tundîya pêşketinên aloz ên herêmî, potansiyela mezin a hêz, deng û rengînîya civakî nayê jiyanîkirin û piraniya wî potansîyelî di nava yek rengî û yek dengîyê de tê lewazkirin û pûçkirin.
Li Rojhilata Navîn tu xelk qasî Kurdan xwedî potansîyelekî bo pêşxistina siyasetek û avakirina jiyaneke nû nîn e. Lê mixabin ev enerjî bi giştî naye zindîkirin û ji bo rindtir û baştirkirina jiyana xelkê nayê motîvekirin. Siyasetên Kurdî bo pêşîvekirinê an zêde xwe nalivînin, an nawêrin an jî xwe ewqas bi hêz nabînin.
Rast e li Rojava kedeke mezin tê rijandin û eger hevîr havênê bigire belkî bo parçeyên din ên Kurdistanê jî rol û modeleke kilîtî derkeve holê. Lê him li parçeyên din û him jî li derveyî welêt, li dîyasporayê Kurd ji meseleyên xwe yên bingehîn re zêde ne mijûl in. Ji meseleyên netewî bigirin heta yên rojanê ên civakî, li hemberî giştan mixabin hal û mesele hinekî bi vî rengî ye.
Bi kurt û kurmancî eger em şûjinê li xelkê re dikin, gereke derziyê jî bi xwe re bikin. Kê ava kir, jiyan a wê/î ye; yanî Kurd ê jiyaneke gorî xwe, jiyaneke Kurdewar û hevdem ê bi xwe, bi hêza xwe ava bikin. Divê siyaseta Kurdî lingê xwe deyne erdê û vî potansîyelî bixe hereketê…
Piştî navbereke dirêj bi rêya ‘Nûpel’ê careke din ji xwinerên Kurdî re dibêjim “çaxa we bi xêr!” Xizir di meşa çapemeniya azad a Kurdî û Kurdistanî de bi ‘Nûpel’ê re jî bibe heval û jê re rê veke…