🔴Ev entegrasyona siyasî gelek caran bi asimîlasyona çandî re hevrast çû. Zimanê Îngilîzî bû zimanê rêveberî, perwerdehiyê û herî girîng zimanê pêşveçûna civakî; di heman demê de pergala mafê kevneşopî, avahiya klanan û şêweyên herêmî yên desthilatdariyê hêdî hêdî girîngiya xwe wenda kirin.
Ji sedsala 14’an û 15’an ve, Îngilîzan gavbigavî hewl dan ku gelên Keltî bi asimilasyonê re wan bixin nav xwe û bihêlin. Çawa ku heta îro xuyang e, di encamê her du alî neçar man ku modeleke entegrasyonê ya ku bi temamî qet yek jê razî nema qebûl bikin. Lê dibe ku li vir jî hîn pirsa dawîn nehatibe gotin.
Îngilîz bi xwe li Giravên Britanya koçber bûn, û bi giranî neviyên Vîkîngan bûn ku ji bakurê Almanya û Îskandînavyayê hatibûn. Piştî ku ew Giravên Britanya dagir kirin, gelên Keltî yên ku xelkên wan giravan ên resen bûn li dijî wan ber xwe dan û her wiha nêvengek a şer û pevçûnê li Britanyayê çêbû. Paşê ev rewş veguherî pevçûnek pir-aliyî di navbera Îngilîzan û çawa ku îro ji wan re tê gotin “neteweyên” Keltî de ku tesîra wê heta îro jî tê hîstin. Mînakî, çend sal berê dema ku li Skotlandê referanduma serxwebûnê hat kirin, ev rewş dîsa xwe nîşan da. Wek ku tê zanîn, encama referandumê bi awayê daxwaza Londonê encam da, û London hîn jî Skotlandê wek beşekî qanûnî yê keyaniya xwe dibîne.
Bêguman, di hin aliyan de ev îdia dikare rêdayî were dîtin – belê wisa jî lêpirsîna çawa em gihîştin vê astê jî. Her çend axa Skotlandê di demeke dereng de hate dagirkirin û tevlî Keyaniya Mezin bû jî, Îngilîz serket ku bingehê civakî ji revebiriya siyasî ji hev veqetînin, û wan hêdî hêdî entegre bikin da ku gelên Keltî di dawiyê de bibin wan beşek ji wan. Ev jî bi rêbazên ku ji me re nas in pêk hat: bi zordestî, şer, sürgûnan, têkbirinê, qedexeyan û tirsandinê.
Piştî her têkçûnê, Keltan neçar man ku vegerin proseseke nû ya entegrasyonê, û di dawiyê de yekem windahiyên mezin xwe nîşan dan. Ne erd bû, lê her tiştî berî qadê çandî hate talankirin. Zimanên Keltan hatin qedexekirin; ji pergala idarî û perwerdehiyê hatin dûrxistin. Çanda wan sedsalan têra xwe pêş neket an jî bi gelek hêdî pêş ket, ku ev yek bû sedema hilweşîna hêdî ya avahiyên wan ên civakî û lawazbûna îradeya wan a siyasî. Di sedsala 19’an de di nav Keltan de qutbûneke çandî çêbû. Çanda Îngilîzî bi temamî serdest bû, çandên Keltan di nav xwe de hilweşiyan, û ji bo elîtên siyasî qadeke hereketê ya zêde sembolîk ma – ya ku heta îro jî bi zehmet tê girtin.
Berê hin kes ji vê rewşê razî bûn; lê hinên din – wek mînak Îrlanda – bi fedakariyên mezin, komkujiyan, sürgûnan û birçîbûnê re, her çend bi bihayekî gelek giran jî, bi qasî ku beşekî azad bûn û heysiyeta xwe ya neteweyî dîsa anîn cîh.
Wekî din, rewşa îroyîn ji bo “neteweyên Keltî” fikarbar e: ji aliyê zimanî ve piraniya wan asimile bûne, ji aliyê çandî ve lawaz in, û ji aliyê siyasî ve li ser herî biçûk cudahiyan jî parçebûne. Her çend li Ewropa, Amerîka û Awustralya zêdetirî 100 mîlyon kes xwe wek Îrlandî, Skotlandî, Breton an jî Gallerî binav bikin jî, li gorî Neteweyên Yekbûyî hemû zimanên Keltan di xetereya tunebûnê ya giran de ne. Rewşa li vir di hin aliyan de bi rewşa Kurdan re dişibe. Her çend hişmendiya etnîk hîn jî xurt be jî, nasnameya çandî di xetereya wendabûnê ya tam de ye.
Gava ku em vê babetê di çarçoveya dîrokî de binirxînin, şêwazek derdikeve holê. Di mînakê Keltan de, Îngilîzîkirin bi serî ji jor ve pêk hat. Loma ev pirs xwe li eşkere dike: elîtên Keltan di vê prosesê de çi rol lîstin? Bersiv bi rastî tevlihev e, lê beşdariya wan gelek girîng bû.
Beşek ji elîtên Keltan, bi taybetî arîstokratên herêmî, serokên klanan (qebîlan) û xwedîyên axan, ji bo bidestxistina erd, inwan, berjewendiyên aborî û bandora siyasî, gav bi gav xwe tevlî avahiya siyasî ya Îngilîzî û paşê Britanî kirin. Ev entegrasyon di astên cihêreng de pêk hat: bi qebûlkirina inwanên asaletê yên Îngilîzî, tevlîbûna Parlamentoya Londonê, bi wergirtina girêdana leşkerî bi Tacê Keyanî re yan jî bi peymanên zewacê yên stratejîk bi malbatên Îngilîzî re.
Ev entegrasyona siyasî gelek caran bi asimîlasyona çandî re hevrast çû. Zimanê Îngilîzî bû zimanê rêveberî, perwerdehiyê û herî girîng zimanê pêşveçûna civakî; di heman demê de pergala mafê kevneşopî, avahiya klanan û şêweyên herêmî yên desthilatdariyê hêdî hêdî girîngiya xwe wenda kirin. Parçeyên elîtên Keltan di vê demê de wek navbeynkar di navbera navenda hêza Îngilîzî û perîferiya Keltî de xebitîn, û bi vê yekê jî bûn komeke ku Îngilîzkirin zêdetir pêşvexistin. Di vê prosesê de navbera wan de jî reqabet hebû, û ji vê reqabetê li gorî cihê wan di prosesê de pêlên cuda derdiketin.










