Mihyedîn Nahrîn: Di Hezkirin û Famkirina Edebiyatê de Rola Sînemayê

KurdiYazarlar

Peyva edebiyatê bi kurdî wêje ye. Eslê peyva wêjeyê ji peyva wişê tê û wiş tê wateya “peyva xweş”. Di zimanê erebî de jê re edebiyat tê gotin û edebiyat pirjimara edebê ye û wateya edebê jî “peyv û tevgera xweş e”. 

Edebiyat ji bo gelek însanan çi nivîskar be û çi jî xwîner ciyê bêhnvedanê ye.

Di zemanê berê de nivîs nebû wêje bêhtir li ser çîrokan dima. Pişt re nivîs derket. Bi derketina nivîsê re êdî çîrok hatin qeydkirin. Ji bo çîrokên berfireh jê re gotin novel. Bi derketina rojnameyan çîrok an jî novel beş bi beş di rojnameyan de wek heftane derdiket û însan bi meraqdarî li benda beşa nû diman. Bi derketina sînemayê êdî hemû mal û milkê edebiyatê bû bingeha sînemayê. Edebiyat sînema xurttir kir. Bi saya edebiyatê sînema qonax derbas kir û peyv û tevgerên xweş temaşevanan bi xwe ve girêda.

Gelek caran wextê însanan namîne û însan di kar û barê dinyayê de dibetilin. Dema têne malê qeweta wan ya xwendinê namîne. Qewet mabe jî xîra nakin bixwînin. 

Gelek caran hin pirtûk hene ji hezar rûpelî zêdetir in û qedandinê wan demek dirêj dom dike. Însan bê sebrin û nikarin bi rehetî rûnin û wan rûpelan bixwînin.

Gelek caran dema meriv hin pirtûkan dixwîne meriv ji wan baş fam nake. Carna têgihiştina me însanan têra famkirina hin pirtûkan nake.

Di rewşên wisa zehmet de sînema dighe feryada me. Sînema li ser edebiyatê bêhtir û xweştir mezin dibe. Sînema edebiyatê bi rehetî bi însanan dide famkirin. Gelek kes dema fîlmekî temaşe dikin piranî li senarîstên wan nanerin. Lê dema binerin dê bibînin gelek fîlm ji pirtûkan hatine adaptekirin û bûne fîlm. Gelek kes xîre nakin pirtûkekê bixwînin û gelek kes dîsa difikirin li şûna bi rojan bi pirtûkekê re eleqedar bibin radibin di saetek an jî di du saetan de fîlmekî temaşe dikin. Hem pê kêfxweş dibin û hem jî pir wextê wan naçe. Sînema vê meselê çareser dike û ji însanan re wext dihêle.

Sînema hezkirina xwendinê di dilê însanan de şîn dike. Bi saya sînemayê gelek însan naveroka pirtûkan meraq dikin. Ji bo ku sînema bi sînor e pirtûkên tê adaptekirin têne kurtkirin. Însanên di bin bandora fîlman de mayîn meraqa hurgiliyên çîrokan dikin. Piştî fîlm dest bi xwendina pirtûkan dikin.

Bi saya sînemayê em hem fêrî edebiyatê dibin û pir wextê me naçe. Ji bilî wê jî sînema di derbarê nivîskar, derxistina pirtûkan, di berbarê weşangeriyê an jî di derbarê pirtûkfiroşiyê de gelek tiştan ji temaşevanên xwe re vêdibêje. Cîhana wêjeyê bi nêrînên cuda cuda tîne ber çavên temaşevanan.

Hemû cureyên edebiyatê û nivîskarên wê rengekî nû li sînemayê zêde kirine. Carna helbestek dibe sînema, carna çîrokek, carna piyesek, carna romanek… Ne tenê berhem nivîskar, helbestvan, lêkolîner, şanonûs û hwd. dibin mijarê sînemayê. Sînema êş û kula xebatekê (helbest, çîrok, roman…) bi hemû rengê xwe derdixe pêşberî temaşevanan. Hezkirin û famkirina edebiyatê bi xebatên sînematografîk baştir dibe û bandora edebiyatê her diçe xurttir dibe.

Gelek caran dema hîn pirtûk nû derketî fîrmayên sînemayê diçin û hemû têlîfê berhemê distînin da ji bo pêşerojê ji xwe re li ser fîlmekî bikşînin an jî wê senaryoyê bi bihayekî baş bifroşin.

Walt Disney gelek klasîkên zarokan kirine fîlm. Anîmasyonên ku hatine çê kirin pir serkeftîne. Hûn hem dikarin van anîmasyonan temaşe bikin û hem jî pirtûkên wan bixwînin.

Fîlm: The Lord of the Rings

Berhem ji aliyê nivîskar J.R.R. Tolkien ve hatiye nivîsin. Pişt re ji aliyê derhêner Peter Jackson ve hatiye kişandin. Di fîlmên herî baş yê IMDb de di nava 10 fîlmên herî baş de du fîlmên The Lord of the Rings hene.

Di vî fîlmê zîncîre de Frodo ji bo gustîlka Sauron tune bike ji gundê Hobîtan derdikeve rê. Hemû fîlm li ser rêwîtiya Frodo sekiniye.

Ji xwendina pirtûkê bêhtir însanan fîlmê wê temaşe kirine û bi rastî jî fîlmê wê gelekî serkeftiye.

Fîlmên tewsiye:

Nav -Derhêner

-Çêker

Senarîst -Lîstikvan

-Dengvan

Sal -Wext

-Beş

Temen
Harry Potter Chris Columbus J.K. Rowling Daniel Radcliffe, Emma Watson… 2001 2 s.

32 d.

Fahrenheit 451 François Truffaut Ray Bradbury… Oskar Werner, Julie Christie… 1966 1 s.

52 d.

The Curious Case of Benjamin Button David Fincher F. Scott Fitzgerald Brad Pitt, Cate Blanchett… 2008 2 s.

46 d.

Anna Karenina Joe Wright Lev Tolstoy Keira Knightley, Jude Law… 2012 2 s.

9 d.

The Prestige Christopher Nolan Christopher Priest Christian Bale, Hugh Jackman… 2006 2 s.

10 d.

The Lord of the Rings Peter Jackson J.R.R. Tolkien Elijah Wood, Ian McKellen… 2001 2 s.

58 d.

Crime and Punishment Julian Jarrold Fyodor Dostoevsky John Simm, Ian McDiarmid… 2002 3 s.

20 d.

The Old Man and the Sea John Sturges Ernest Hemingway Spencer Tracy, Felipe Pazos… 1958 1 s.

26 d.

Les Misérables Tom Hooper Victor Hugo Hugh Jackman, Russell Crowe… 2012 2 s.

38 d.

The Merchant of Venice Michael Radford William Shakespeare Al Pacino, Joseph Fiennes 2004 2 s.

11 d.

The Godfather Francis Ford Coppola Mario Puzo Marlon Brando, Al Pacino… 1972 2 s.

55 d.

The Little Prince  Mark Osborne Antoine de Saint-Exupéry Jeff Bridges, Mackenzie Foy… 2015 1 s.

48 d.

The Prophet Roger Allers… Kahlil Gibran Liam Neeson, Salma Hayek… 2014 1 s.

25 d.

A Christmas Carol Robert Zemeckis Charles Dickens Jim Carrey, Gary Oldman… 2009 1 s.

36 d.

 

İlginizi Çekebilir

Sessiz salgın: Her yıl 250 bin kişi suda boğuluyor 
Bağdat: Tevgera Azadî ve PADÊ hakkında kapatma kararı verildi

Öne Çıkanlar