‘112 Hesp û Xezelek’ derket

112 Hespên Selîm Temoyî… Selîm Temo, du sal piştî çapa Pûnga li Bajêr bi pirtûkeka nû ya helbestan hat pêşberî xwîneran.

Navê pirtûka Temoyî 112 Hesp û Xezelek e û besta xwe ji hespên dîrok û çanda Kurdan girtiye.

Temo di pirtûka xwe de navên 361 hespan anîne û li ser 112 ji wan helbest nivîsîne.

Pirtûka nû ya Selîm Temoyî, 112 Hesp û Xezelek, di nav Weşanên Darayê de derçû. Pirtûka ku demek dirêj e xwîner bi meraq li bendê bûn ji 113 helbestan pêk hatiye ku bi giştî 1.094 riste ne. 112 ji van helbestan ji devê hespan in û bi zimanê hespan diaxivin.

Helbesta dawîn ku bi forma xezelê hatiye nivîsîn, ji 112 beytan pêk tê. Di vê xezelê de dengê helbestkarî bi xwe tê bihîstin ku hem behsa cîhana xwe dike, hem jî behsa serpêhatiya xwe ya bi hespan re.

İlginizi Çekebilir

Selim Temo’dan yeni şiir kitabı: 112 Hesp û Xezelek
TİP, TKP, EMEP ve Sol Parti’den HAMAS’a destek

Öne Çıkanlar