Serokê berê yê Partiya Karkeran a Îngilîstanê Jeremy Corbyn ji bo naskirina statûya Rojava pêşnûmekî pêşkêşî Parlamentoya Ingilistanê kir. 28 parlementeran jî piştgirî dan pêşnûmeyê.
Jeremy Corbyn mijara naskirina statûya Rojavayê Kurdistanê xist rojeva Parlementoya Îngilîstanê.
Corbyn bi armanca parastina Rêveberiya Xweser pêşniyarpirsek pêşkêşî parlamentoyê kir.
Heta niha 28 parlementeran piştgirî daye pêşnûmeyê.
Ji hemû partiyên li Parlamentoyê wekîlan piştgirî dan pêşnûmaya Corbyn.
Ji Partiya Karkeran Brian Leisman, Long Bailey, Neil Duncan, ji Partiya Keskan Carla Denyer, Sian Berry, Dr Elli Chowns û Galler Plaid Cymru parlamenter Liz Saville Robert’s, Ben Lake, Ann Davies, ji Parlamenterê SNPê Logan Seamus, ji Partiya Lîberal Demokrat Jardine Christine, Andrew George, ji Partiay DUP a ji Îrlandaya Bakur Jim Shannon pêşnûme îmze kirin.
‘Bila hikûmeta Îngilîz ji bo qebûlkirina statûya gelê Kurd bixebite’
Di pêşnûmeyê de tê xwestin, mafên civakî û siyasî yên gelê Kurd bêne naskirin.
Di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku ji bo naskirina ziman, nasname û xwerêveberiya Kurdan li Destûra Bingehîn a Sûriyeyê cih bigre.
Jeremy Corbyn helwesta gelê Kurd silav kir û got:
“Daxwazên rewa yên gelê Kurd û nasnameya Kurd li Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û welatên din gelek caran hatin tepisandin. Li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê pêwîstî bi naskirina mafên gelê Kurd heye.”
Corbyn ev bang li gelê Kurd kir:
“Li hemberî hovîtiya êrişên leşkerî ku bi salan li gelek deveran bû sedema mirina gelek mirovan, ji bo parastina gelê Kurd em bi hev re bixebitin.
Ji bo Rojava em bi hev re bixebitin û bi hev re biparêzin.
Ez piştgiriyê didim gelê Kurd.”
/Jêder: Ronahi TV/









