Osman Şahin: Armanca Erdoğan ya qirkirina gelê Kurd û stratejiya Tirkiyê! 

KurdiYazarlar

Tevgera Azadiya Gelê Kurd, di 10 Îlonê de bi daxuyaniyeka dîrokî pêngava pêşigirtina qirkirina li ser gelê Kurd û Kurdistanê ragihand. 

KCK di daxuyaniya xwe ya bi navê “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” de, li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker ya dibin sêrkêşiya Erdoğan-Bahçelî de, banga berxwedanê li tevahiya gelên Kurd kir.

Di dîroka Tevgera Azadiyê ya di 45 salan de, gelek caran bi gav û pêngavên wiha, pêşî li dîroka qirkirin û tunebûnê hatiye girtin. Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi pêşbîniyên xwe yên di demên herî zahmet ku hêvî herî kêm de, rihê azadî û berxwedanê daye Kurdistanê. Berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’an, 15’ê Tebaxa 1984’an, 1’Hezîrana 2004’an, berxwedana havîna 2012’an, 5’ê Tebaxa 2014’an mînakê vê yekê ne. Eger ev destwerdanên dîrokî nehatine kirin, wê îro bi navê Kurd û Kurdistanê tû tiştek nemaye û siyaseta dewletên ku Kurdistan dagir kirîn bi serketibûya.

Wek ku di daxuyaniya KCK’ê ya di 10’ê Îlonê de hat destnîşankirin, dewleta Tirk ya dibin serkêşiya Erdoğan de, bê çawa di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 1. de hate ser gelên Ermen, Asûrî-Suryanî-Keldanî, Pontûs û Rûm’ên li Anatoliyê qir kir, di Şerê Cîhanê yê 3. de jî dixwaze ji nakokiyên di navbera dewletan de sûd werbigire û Kurdan bi giştî qir bike.

Împaratoriya Osmanî bi dehan gel, civak, kom û bawerî li Anadolî û Mezopatamyayê bi awayekî fîzikî qelandin. Yên ku bi fîzikî ji holê ranekirin, di bin nasnemeya Tirk-Îslamê de helandin. Gelê ku bi awayekî xwe ji vê qirkirin û helandina bi giştî parast gelê Kurd bû. Bi gotinek din, ji ber ku dewleta Tirk bawer dikir ku ewê bikaribin gelê Kurd di nav nasnameya Tirk-Islamê de bihalînin û ji bo berjewendiyên xwe yên emperyal û kolonyal bikarbînin, biryara tûnekirina vî gelî ya bi giştî nexistin meriyetê. Lê belê piştî têkçûna DAİŞ’ê li Rojavayê Kurdistan, Şengal û İraqê ji aliyê şervanên Azadiyê û hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an, biryara qirkirina gelê Kurd û dagirkirina tevahiya Kurdistanê da.

Her çiqasî gelê Kurd, ku bi piraniya wî bi darê zorê îslamiyet qebûl kir, heya asteke xwe ji holê rakirina fîzikî ya bi giştî parast. Lê her cara ku xwest mafê xwe biparêze an jî ji bo maf û hebûna xwe têbikoşê, ji siyaseta komkujiyê ya Osmaniyan bêpar nema. Lê Împaratoriya Osmanî wek projê û siyaset, û ji bo qelandina Kurdên-misilman ajandaya xwe çêkir. Ji ber ku wan Kurd ji xwe re wek xeterî û metirsiyek bingehîn ne didîtin. Berovajî wê, Kurê misilman ji bo Împaratoriya Osmanî pêwist bûn. Bê gûman gelek sedemê vê yekê yên din jî hebûn. Lê yek ji sedemên bingehîn, bikaranîna Kurdên-misilman ya ji bo pêkanîna siyaseta wê ya emperyal û qirker bû.

Mînakên vê yekê, bikaranîna Kurden-misilman ya di projeya ji holê rakirin û qelandina gelê Ermen de bû. Bê gûman Kurdê ku di vê qirkirina gel û baweriyên din de hatin bikaranîn û rol ji bo wan hat dayîn, ne ji ber nasnemeya wan ya Kurd-Kurdistanî bû. Ew di eslê xwe de Kurd bûn, lê wan di nav vê siyaseta qirker û qirêj, ji ber nasnemeya xwe ya olî, berjewendiyên aborî û desthilatdarî cih girtin. Lê rastiyek jî heya, gelêk desthilatdarên Kurd ku gelek caran wek sembola Kurditiyê tên dîtin, wan bi xwe jî li hemberî civak û baweriyên li ser axa Kurdistanê komkujî û ferman pêk anîn.

Piştî ku komara Tirk hat avakirin, êdî li meydanê, bi awayekî fîziki, sosyolojîk, coxrafî û çandî ji bilî nasnameya Tirk, gelê tenê gelê Kurd ma. Her cara ku gelê Kurd daxwaze mafê xwe kir û xwest hebûna xwe biparêze, ew rastî komkujî, sûrgûn, darvekirin û zîndanan hat. Komara Tirk xwest bi guherîna Demografî û bişaftina gelê Kurd tevlî nav nasnameya Tirk bike. Di vî warî de gelek serketftin jî bi dest xistin. Îro kî ji me dikare bi dilekî xweş û rehat bahse Kurdîtiya Erzirom, Meletî, Koçgirî, Erzingan, Dîlok, Entab û gelek cihên din bike. Li gorî siyaseta dewleta Tirk wê di nava demê de, tevahiya gelê Kurd bihata bişaftin û helandin. Bi taybetî jî bi destpêka têkoşîna çekdarî ya 15’ê Tebax a 1984’an pêşî li vê yekê hate girtin.

Di salên 1990’î de dewleta Tirk carekdin siyaseta kuştin, xerakirina cih û warên gelê Kurd, talankirin, wêrankirin û girtinê xiste meriyetê. Bi hezaran gund valakirin û şewitandin, bi hezaran kes kuştin, bi dehhezaran xistin zîndanan, lê daxwaza azadiyê ya gelê Kurd ji holê ranebû. Dewleta Tirk li kêleka siyaseta wêrankirin, talankirin û kuştinê ol jî xist dewrê. Bi taybetî jî bikaranîna Hizbul-Kontra. Lê Hizbul-Kontra ewqasî vekirî bûbû şubeyek ji ya JÎTEM’ê ku hemû kîn û nefreta gelê Kurd girtibû ser xwe û tiştê ku dixwestin jê encam bigrin pêk nehat.

Piştî dîlgirtina Ocalan jî, ji xwe rewş bi temamî hat guhertin. Li gorî dewleta Tirk, wê AKP’ê gelê Kurd di nava wext de pasîfîze kiribûya û bi awayekî nerm Kurd bêxistina nava pergala dewleta Tirk û bi vê yekê jî pirsgirêk bihate “çareserkirin“, Kurd jî bi temamî bihatina bişaftin û ji bona berjewêndiyê Tirkîtiyê bihatina bikaranîn.

Li ser vî esasî, rê ji Erdoğan û AKP’ê re hat vekirin. Her wiha nêzikbûna ber bi YE’yê û siyaseta navbera 2002-2004’an ya AKP’ê, hêvî bi gelek kes û derdoran re çêkir. Lê hê wê demê, Erdoğan di serdana xwe ya li Rûsya ku dayî karkerekî Kurd de, neynik û naveroka tevahiya siyaseta xwe eşkere kir û got “eger hûn nefikirin meseleya Kurd tûneye”

Ev ne tenê bersivek ya ji bo karkerekî Kurd bû, ev bersivek ji tevahiya gelê Kurd û daxwazên wî yên azadiyê yê sedan salan jî bû. Ji xwe piştî destpêka şerê çekdarî yê di Hezîran e 2004’an de û bi pêkanîna çalakiyên bi bandor yê şervanên Kurd, êdî Erdoğan û AKP’ê nema karîbûn rûyê xwe yê qirêj veşêrin. Ji wê demê şûnde dest bi siyaseta agresif û kuştinê kirin. Her ku diçû Erdoğan di retorîka xwe de bi hêrs dibû, agir û xwîn ji devê wî dibarî. Ji ber ku nikarîbû xwe kontrol bike, tiştê ku dihat ber devê wî digot, vê yekê Kurd ji wî dûrxistin.

Dehaqê serdemê, avakirina dewleta Osmaniya-Nû, li ser qirkirina tevahiya gelê Kurd û ‘fetihkirina’ Kurdistanê kiriya armanc!

Piştî şerê li Sûriyê yê 2011’an û derketina hêzên cihadîst yên li herêmê, bi taybetî jî piştî ku DAİŞ’ê di nava demek kurt de, gelek cih xistin bin dagirkeriya xwe, hêviya bicihanîna armancên Osmaniya-Nû li cem Erdoğan û dewleta Tirk xûrt bûn. Li gorî hişmendî, birdozî û hişmendiya wan ya faşîst dem hatibû ku ew êdî Xwewn û xeyalên xwe yên sadê salan carakdin bicihbînin, destpêkê li Rojhilata Navîn, piştra jî li tevahiya cîhanê belav bibin û bibin desthilatdar.

Ew vê sadsalê sadsala rabûna Tirkan pênase dikin û li gorî wan êdî tû kes nikare li pêşiya wan bibe asteng. Ji xwe ra jî wek sembol ji dîrokên 2023, 2053 û 2071 danîne. Çend meh berê dest danîna yek ji dêr û merateya mirovahiyê Aya-Sopfia’yê jî di vê çerçoveyê de pêk hat û bi vê yekê hem peyam dan aligirê xwe û hem jî dan cîhanê.

Lê Erdogan û dewleta Tirk a dagirker di vê rêya ku dixwazin qaşo li tevahiya cîhanê bibin desthilatdar û her derê ‘fetih’ bikin ji xwe ra hebûna gelê Kurd asteng dibînin. Ji ber vê yekê jî, biryara bi temamî qirkirina gelê Kurd û ‘fetihkirina’ Kurdistanê dan. Bi taybetî jî piştî têkçûna DAİŞ’ê ya li Kobanê gihişt vê biryarê.

Heya hingî wan dixwestin ku vê siyaseta xwe bi destên DAİŞ’ê pêk bînin. Piştî ku dîtin wê bi DAİŞ’ û hêzên din yên cihadîst ev yek ne pêkan e, vê carê ew bi xwe yekser ketin dewrê. Destpêka vê siyasetê, bi holê rakirina Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopya, Şirnex, Gewer, Hezex, Ferqîn û Gûmgûmê pêk hat.

Piştï hingî bi komkujiyên li Amed, Pirsûs, Enqere û Dîlokê re, jî bingehê dagirkirina Rojavayê Kurdistanê avêt. Bi awayekî hêz û bajarên ku li Bakur li pêşiya siyaseta dagirkeriya bînin kelehên berxwedanê têk birin. Li aliyê din jî, li ser vê qirkirina li Bakûr dest bi dagirkirin û qirkirina Rojavayê Kurdistanê kir.

Faşîzma Erdoğan ne xwedî ev hêza ku bi carekê ra êrişî tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê bike. Gelek sedemê vê yekê hene. Yek jê ew dizane ku, eger ew tevahiya gelê Kurd  bi carekê ji xwe ra bike dijber, wê ev yek li hemberî berxwedanak xûrt û yekîtiya wî ava bike, ev yek jî wê bibe dawiya faşîzm û xewnên wî. Sedemek din jî, hîna wî li Tirkiyê pergala xwe ya faşîst sedî sed bicih nekiriye.

Ji bona ku pergala xwe bicih bike, pêwistî pê heye ku li Tirkiyê nijadperestî û olperestiya miletê Tirk zindî bihêlê. Li gor wî an jî wan herî baş jî ev yek li ser dijberî, dijminatî û qirkirina gelê Kurd pêkan e. Dema ku Erdoğan êrişî Kurdan bike, wan qetil bike, welatê wan ‘fetih’ bike, li Tirkiyê jî sadî 80-90 wê ji faşizmê ra bibin pişt û alîkar. Ji ber wê jî Erdoğan di siyaseta qirkirina gelê Kurdistanê de gav bi gav di çerçoveya nexşerêyek de tevdigere. Siyaseta Erdogan û rêbazê wî dişibihê ya Dehaqê zalim.

Bê çawa Dehaq ji bo dermankirina nexweşiya xwe, ciwanên Kurd serjêdikirin û mejiyê wan li birînên xwe yên gamarî dikir û bi vê yekê xwe li jiyanê dihişt, Erdoğan jî heman rêbazê pêk tîne. Hebûna xwe ya li jiyanê û misogerkirina desthilatdariya xwe, li ser qetilkirina zarok, ciwan, dayîk û bavên Kurdistanê û dagirkirina welatê wan dibîne.

Yek ji sedemên din ku ew gav bi gav û ne di carekê de, siyaseta qirkirinê pêk tîne, jiber lawezbûna aborî û kêmbûna piştgiriya ji derve ye. Di asta dewlet û hûkûmetan da, zêde pisgirêka Erdoğan tuneya, ya ku hinekî jê re dibe astang, bandora civak û raya giştî ya li van welatan e. Li seranserê cîhanê di asta civakan de, dijberiyek xûrt li hember faşîzm û dagirkeriya Erdoğan heye. Lê belê hêza civakan wê çiqasî û heya kîjan astê bandorê li ya hûkûmetan bike ew jî ne diyar e. 

Ji bona Erdoğan tû farq û cûdahiya wan Kurd û beşên Kurdistanê tune ye. Ji bo ku faşîzma wî li ser piyan bimîne û ewê gav bi gav tevahiya Kurdistanê dagir bike. Faşîzma Erdoğan li kuderê desthilatdar be, wê li wir mafê jiyanê yê kurdekî xwedî bi rûmet tunebe. Para kurde bi rûmet, kuştin, girtin an jî koçberiya ji xaka wî ye. Erdoğan tenê bi şertekî mafê jiyanê dide kesên Kurd, ew jî teslîmeyet û xizmeta ji bona nijadperestî û faşîzma wî ye. Bakurê Kurdistanê û cihên ku li Rojavayê Kurdistanê hatina dagirkirin minakên vê yekê ne.

Faşîzma AKP-MHP a Devleta Tirk ya di bin sêrkêşiya Erdoğan-Bahçelî de, du rê li pêşiya tevahiya gelê Kurd û Kurdistaniyan hiştine, yek bêrûmetî-xîretî û koletî an jî berxwedanek bi rûmet. Pirs ev e. Gelo bê çawa Kawayê Hesinkar bi çakûçê xwe keliha zilmê rûxand, hemû gel û civakên Rojhilata Navîn rizgarkirin, wê carekdin dîrok bikaribe xwe dubare bike an na?

Di vê derbarê de, pêngava ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, di salvegera darbeya faşîst ya 12’Îlonê de, li dijî dewleta Tirk ya berdewamiya dewleta Osmanî dayî destpêkirin, li hemberî gef û xeteriya qirker ya li ser tevahiya herêm û mirovahiyê, bi taybet jî li dijî xeteriya qirkirinê ya li ser gelê Kurd, hêviya azadî û jiyanek bi rûmet dide mirov.

 

İlginizi Çekebilir

Prof.Dr. İlhan Kızılhan: Yekîtiya Netewî, na ne xêr
Halil Dalkılıç: Dîplomasîya Kurdan ê ji şer dijwartir be!..

Öne Çıkanlar