Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs : 23
X
Xal û xwarzî
Xal: 1. Birayê dayikê.
- Şanik, deq.
- Cîh.
- Nuqte ( li dawîyê hevokê tê danîn.)
- Bend, birg, made.
Xwarzî: 1. Zarokên xwîşka kesekê/ kesekî.
Mane: Birayên dayikê û zarokên vê dayikê.
Mînak: Neçe şerê xal û xwarzîyan, neke hawar û gazîyan(1).
Xan û man
Xan: 1. Avahî, mal, xanî.
- Karwanseray, hotêl, qonax, qesr.
- Dewlemendî, hebûn, xanûman.
- Mîr, key, serok, birêveber, şah, qral.
- Sifre.
- Qonax, qedem, gav, ast, rewş.
Man: 1. Ji cîhêkî neçûn, li cîhêkî sekinîn.
- Li cîhêkî rûniştin, lêrûniştin, îkamet kirin.
- Xilasnekirin, bidawînebûn.
- Nemirin, jîyana xwe domkirin.
- Kar û îş şûn ve avetin.
- Bermayî, jibermayî.
Mane: Mal û melal, mal û malat, mal û hal, sermiyan, milk, kapîtal.
Sing, sîng, sing û ber ( mecazî ji bo jinan)
Mînak: Hîna ew qas xan û manê wan jî li parêzgeha Dîlokê heye.
Xanim û xatûn
Xanim: 1. Xatûn, stî, hêja. (bi tenê bo keç û jinan.)
- Banî, hêja.
Xatûn: 1. Banî, melîke, stî, qeralîçe. ( bi tenê bo keç û jinan.)
Mane: Xanimok.
Keç yan jî jinên rûmetdar, rêzdar.
Mînak: Xanim û xatûnên rêzbar hûn bi xêr hatine civîna me.
Xem û keser
Xem:1. Derd, ezab, araz, êş, kovan, nexweşî, kul, qisawet, ezyet.
- Jan, îza, xemgînî, nîgeranî, elem, bêhntengî, dilgiranî.
Keser: 1. Xem, kul, kovan, derd.
Mane: Derd, qisawet.
Dilêş, jandar.
Mane: Yêzdayê mezin xem û keseran nede dilê netewa me.
Xar û xes
Xar: 1. Sinc, stirî, sîx.
- Berbijêr, kevanikî.
- Gogên hûr. ( Bi taybetî yên ku zarok pê dilîzin.)
- Qefîle, qefle, kom , kerî. (mîn: xara siwaran.)
- Êriş, hicûm.
Xes: 1. Marûl, kaho, kahû.
- Xesandin.
Mane: Qirşûqal, gelaş, gilêş, xaşak.
Mînak: Ware em vê xas û xesê ji ve baxçe paqij bikin.
Xaret û xîret
Xaret: 1. Werzîmendî, xîret, xeyret.
- Hewl, cehd.
- Heysîyet, rûmet, şeref, qîmet, rêzdarî.
Xîret: 1. Werzîmendî, xaret, xeyrer.
- Hewl, cehd, kêfaret.
- Ezîm, ezm, taqet, têkoşîn.
- Namûs, şeref, rûmet, nirx.
Mane: Heysîyer, namûs, şeref, rûmet.
Mînak: Xaret û xîreta xwe kire pênc qurîş..
Xatir û qîmet
Xatir: 1. Dil.
- Giramî û hezkirina ku ji yekîra tê xweyîkirin.
- Hal û ehwal.
- Bo, ji bo, ji ber ( ji bo xatirê wî)
- Weda, silava dema ji hev veqetînê, xatirxwazî, xatirxwastin.
Qîmet: 1. Nirx, biha, fiyat, bihagiranî, heq.
- Rûmet, rêz, qedr, namûs, şeref.
Mane: Qedr û qîmet, nirx, rûmet.
Mane: Ew kî ye ku xatir û qîmetên dê û bavê xwe nizane?
Xav û kelî
Xav: 1. Xag, nebiraştî, nekelandî.
- Bêxwê.
- Sist, ne xurt, ne zîrek, ne çeleng. (mecazî)
- Cahîl, nezan, xişîm. ( ji bo meriv û gotinên nebaş)
- Teze (ji bo şîr, şîrê teze)
Kelî: 1. Li kelê (ava ku hîna dikele)
- Kelîyayî, kelêjî, kelandî, zerav.
- Bêxwê, kêmxwê, neşor.
Mane: Tamsar, bêtam, bêçêj, bêtahm û bêxwê.
Mînak: Di dawetê da xwarina xav û kelî dan ber me.
Xax û bend
Xax: 1. Rezîl, riswa, pêrîşan, bêhal, reben, feqîr, belengaz, hejar, jar.
- Bela, bûyerên nebaş.
- Bend:1.Dîwarê ku bi keviran hatîye çêkirin (bo av, bax û baxçe)
- Partî, hîzb
- Qeyde, made.
- Dezî, ben.
- Sekn, hêvî.
- Qeyd û bend, zend û bend.
- Çarîn.
- Peywend, têkilî.
Mane: Bela, bûyer, bûyerên nebaş.
Mînak: Xax û bendên giran anîn serê hev.
Xax û pax = Xax û bend.
Xax û lek
Xax: 1. Rezîl, riswa, pêrîşan, bêhal, reben, fekîr, belengaz, hejar, jar.
- Bela, bûyerên nebaş.
Lek: 1. Leke, pîsî, qirêj, qilêr, genî.
- Mîka, melamîn.
- Yekîneyên leşkerî yan mezin. (tumen)
Mane: Kirinê helez.
Karên enteresan, tevelok.
Mînak: Xax û lekên kû anîn serê wî, qet nahatîye serê tu kesîyan.
Xax û lelek = Xax û lek.
Xax û gosartme
Xax: 1. Rezîl, riswa, pêrîşan, bêhal, reben, fekîr, belengaz, hejar, jar.
- Bela, bûyerên nebaş.
Gosartme: 1. Rezîl.
Mane: Rezîl û riswa.
Mînak: Ew bûye Xax û gosartme.
Xebat û lebat
Xebat: 1. Xizmet.
- Şixul, kar, çalakî, kiryar.
Lebat: 1. Tevger, liv, leqîn.
- Li cîhekî nesekinîn, li cîhekî ranewestîn.
Mane: Kar û bar, kar û kirin, şixûl û liv û leqên vî şixulê.
Mane: Ji ber xebat û lebatê ev bû çend salin min bêhna xwe nedaye.
Xefik û xapan
Xefik: 1. Dek, tepik, kemîn.
- Fêl, fend, xap.
Xapan: 1. Xapîn.
- Xap, desîse, fend.
Mane: Hîle xurde.
Bi xapînê dafikê ketin.
Mînak: Hê tu bi xafik û xapanê dijmin nehesîyayî?
Xelk û alem
Xelk: 1. Alem, mirov, însan, civak, civat, dinya.
- Gel, milet.
- Rûniştvan, niştecîh ( xelkê wê deverê. Mîn: Tu xelkê kîjan bacarî yî?)
- Merivên din, alem.
Alem: 1. Dinya, cîhan, derdûn.
- Xelk, meriv, însan, civak, civat.
Mane: Hemû dinya.
Di wateya bîyanî da “xelk.”
Heft bavan ji hev dûr.
Mane: Di nav xelk û alemê da xwe rezîl kir.
Xem û xiyal
Xem: 1. Derd, êş, kisawet, ezyet, jan, xemgînî, kul.
- Pirsgirêk, endîşe. (Mînak: Xem meke!)
- Armanc (mecazî)( Mînak: Xema min ew nîn e.)
Xiyal: 1. Xeyal.
- Tiştên ku meriv di hiş û mêjiyê xwe da diafirîne, disêwirîne û çêdike.
- Mirad, hêvî.
Mane: Derd, êş û miraz û hêvî.
Mînak: Di nav xem û xiyalan da di xew re çû.
Xeml û Xêz
Xeml: 1. Xemil, zewêr, kok, zînet.
Xêz: 1. Xet, xîç, rêz.
Mane: Xemil, xemil û memil.
Mînak: Bi xeml û xêz çû nik destgirtîya xwe.
Xeml û meml = Xeml û xêz.
Xerîb û xurbet
Xerîb: 1. Derveyî, ecnebî, bîyanî, bêganî.
- Ne normal, ecêb, ne asayî.
- Nenas.
- Bêrî, hesret. ( daxwaza dîtinê ji kesekî xerîb bûn.)
Xurbet: 1. Bîyanî, xerîbî, biyanîstan, dûrwelat, derbiderî, dîyaspora.
Mane: Cîhê ku ne war û welatê meriv e.
Cî û warê nenas û ecnebî, dîyaspora.
Mînak: Xerîb û xurbetî êşa dil e.
Xerîwî û xerîwîstan
Xerîwî: 1. Xerîbî, sirgûn, mîşextî, awaretî, derbiderî, bîyanî.
- Kocberî, penaberî.
Xerîwîstan: 1. Bîyanîstan, dîyaspora. cîhê ku war û welatê mirov nîn e.
Mane: Deverên bîyanî.
Welatên xerîbî.
Xurbet .
Mînak: Çi heyf ! Dîsa xerîwî û xerîwîstan bû para me.
Xew û xewn
Xew: 1. Xewîn, xewtin, razan, raketin.
Xewn: 1. Tiştên ku mirov di xewê de dibîne. Di dema raketin/razayê de tiştên ku dibîne.
- Nîgaş, xiyal. (mecazî)
- Hêvî. (mecazî)
Mane: Di daxwaza nepêkan/nemimkin da bûn.
Mînak: Ew kesa di xew û xewnê da ye.
Xewn û xeyal
Xewn: 1. Tiştên ku mirov di xewê de dibîne. Di dema raketin/razayê de tiştên ku dibîne.
- Nîgaş, xiyal. (mecazî)
- Hêvî. (mecazî)
Xeyal: 1. Wêne, raman û bûyerên ku mirov di hiş û mejîyê xwe de diafirîne an jî çê dike. ( Bi taybetî yen ku nehatine dîtin û qewimîn.)
- Mirad, hêvî.
Mane: Nepêkan, bêderfet, bêmefer.
Mirad kirin, bi hêvî.
Mînak: Leylayê ji Mecnûnê re got: Ez aşiqê Mecnûnê xewn û xeyalên xwe me…
Xêr û bêr
Xêr: 1. Başî, qencî,
- Xêrik, zekat, sedeqe.
- Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
- Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
- Berhem, deramet, ber, dahat. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
- Ji bilî.
Bêr: 1. Li zozan û çoltaran pez şarkirin.
- Alava kolandinê. Alava ku pê tişt tê avetin.
Mane: Bereket.
Bi ber û bereket.
Mînak: Bi xêr û bêr me genimê xwe biavetana embarê!
Xêr û xaş
Xêr: 1. Başî, qencî,
- Xêrik, zekat, sedeqe.
- Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
- Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
- Berhem, deramet, ber, dahat, semere. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
- Ji bilî.
Xaş: 1. Xweş.
- Li gorî dil.
- Bi tahm.
- Tendurist, sehet, sax.
Mane: Başî û xweşî.
Başî, xweşî û silametî.
Mînak: Xêr û xaşî li te barî, kevir û kuçik li min barî (2).
Xêr û gune
Xêr: 1. Başî, qencî,
- Xêrik, zekat, sedeqe.
- Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
- Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
- Berhem, deramet, ber, dahat, semere. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
- Ji bilî.
Gune: 1. Guneh.
- Liberketin, dilpêşewitîn, êşîn, pêşîn.
- Libat û karên ku ji hêla olî ve suc e.
- Bervale, belengaz, reben,rebenok, bêkes, evdal (mecazî).
- Webal, obal.
Mane: Xêrûxêratî û libat û karên nebaş.
Nebaşî, nerindî.
Mînak: Xêr û guneyên wan kire stûyê xwe.
Xêr û bereket
Xêr: 1. Başî, qencî,
- Xêrik, zekat, sedeqe.
- Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
- Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
- Berhem, deramet, ber, dahat. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
- Ji bilî.
Bereket: 1. Zêdehî, gelekî, gumrehî, berhemdarî, zehfî, boşahî.
- Zêde bûn.
Mane: Boşahî, Pir zêde bûn.
Bi ber û bereket, xêr û bêr.
Mane: Malxweyê malê ji nîvanê xwe ra got, ” tu bi xêr hatî, te xêr û bereket anî mala me.”
Xêr û şer
Xêr: 1. Başî, qencî,
- Xêrik, zekat, sedeqe.
- Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
- Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
- Berhem, deramet, ber, dahat. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
- Ji bilî.
Şer: 1. Ceng, herb, cewşen.
- Lec, gengeşî. (mecazî)
- Lêkdan, pevçûn, lihevxistin.
Mane: Baş û xirabî, xêrik û xirabî.
Mînak: Di bawerîyên Kurdên kevn da tarî û ronahî wake xêr û şer dihatin qebûlkirin.
Xêr û xêrat
Xêr: 1. Başî, qencî,
- Xêrik, zekat, sedeqe.
- Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
- Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
- Berhem, deramet, ber, dahat. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
- Ji bilî.
Xêrat: 1. Ji bo gel tiştên ku hatine çêkirin, gel jê xêrek bibîne.
Mane: Xêrik û tiştên ku ji bo xêr hatine çêkirin.
Mînak: Ji gor adetên xwe xêr û xêratên mirîyên xwe dan.
Xêz û rêz
Xêz: 1.Xet, xîç, rêz, xîşk.
- Bi pênûsê xêzik kişandin.
- Alî, hêl.
Rêz: 1. Xet, xîç, xêz.
- Hêl, alî.
- Dor, ger, sira.
- Rêç, rêbaz, rê, rêçik, qeyd.
- Rûmet, qedr, qîmet, nirx, giranî, gramet.
Mane: Rêzandin, rêzikî. Ahengdar.
Mînak: Eskeran, bi xêz û rêz silav didan fermandarê xwe.
Xil û xar
Xil: 1. Kevira topik a qasî girmikê.
- Bazdan, qevezdan, tûldan, vecinikîn, hilpekîn.
Xar: 1. Sinc, stirî, sîx.
- Berbijêr, kevanikî.
- Gogên hûr. ( Bi taybetî yên ku zarok pê dilîzin.)
- Qefîle, qefle, kom , kerî. (mîn: xara siwaran.)
- Êriş, hicûm.
Mane: Bêpergal hewlogewlo, xuloxwari, xwaropêç, xingalkî.
Vir û viç, derew, derew, vir û viz.
Mane: Feqîrê barkêş, di bin barê giran da xil û xar bûye.
Xip û xweş
Xip: 1. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bêwate.
- Tişta/tiştê ku li gora dilê meriv e.
- Bitahm.
- Saxlemî, bijîndar, saxî, sehet.
- selamet.
Mane: Spisax, bi temamî sax, çipcanî,
çîpcanî, ter candar.
Mane: Bapîrê wan li cem xwedê sal û roj nehiştîye, hîna jî xip û xweş e!
Xir û cir
Xir : 1. Pevçûn, pevçûn û hegame, xir û gir, gengeşe.
- Xirt, kirt, tik.
- Sist, xirek, leqok, livok.
- Kîr, cûc.
- Gilover, girover, gilor.
Cir: 1. Xûy, xislet, tabîet.
- Rû, sûret.
- Miamele.
- Xûynepak, bêxulk, bêcir, cirnexweş.
- Bûn xerab, bûn nebaş ( kese dikeve rêya xerab.)
Mane: Teşqele, geremol, alozî.
Pevçûn, lihevxistin, qal û qir, hengame, heyleme.
Mînak: Ev kesa diçe kuderê xir û cirê xwe jî bi xwe ra dibe.
Xir û xalî
Xir : 1. Pevçûn, pevçûn û hegame, xir û gir, gengeşe.
- Xirt, kirt, tik.
- Sist, xirek, leqok, livok.
- Kîr, cûc.
- Gilover, girover, gilor.
Xalî: 1. Xwelî.
- Xalîçe.Nivîna ku binê male tê raxistin.
- Xwerû, pak, pakij, zelal, tisî, bêqatix.
- Bêdeng, tenha, tenahî.
- Vala ( di hindir da kesek tine), tazî ( di hindir da tiştek tine)
- Mirî (mecazî)
Mane: Tip û tal, vik û vala, viç û vala.
Bêdengî.
Mînak: Newala xir û xalî mişk lê dibe walî (3).
Xirp û çû
Xirp: 1. Xaftila, ji xaftilan, ji nişka ve.
- Bêteşe, tiştê ku bi awayekî serobero hatîye çêkirin.
Çû: 1. Ber bi cîhekî ve bûn.
- Ji cîhekî veqetîn.
- Ji karekî derketin.
- Encama rewşekî ( Mînak: Dawîya ev karana dê çawa be!)
- Here.
- Meşîn, Bi rê da çûn.
Mane: Ji xafil rabûn û meşîn, ji nişka ve çûyîn, xaftila çûyîn, req û çûn.
Mînak: Li cem me rûniştîbû, ku ew dît rabû xirp û çû(4).
Xiş û xal
Xiş: 1. Hûr û hû bûn, xirab, belawela, ji hev da ketin.
- Razamendî, razîbûn, li hesabê hatin.
- Zîpik, xişik, tîrî, xilor.
Xal: 1. Birayê dayêkê.
- Şanik, deq.
- Cîh.
- Nuqte ( îşareta ku datînîn ser tîp û paşîya hevokê.)
- Bend, birg, made.
Mane: Xurdexaş, parçewesle, xirdûxan.
Westîyayî û ji pertavketî.
Mînak: Arebe di qezayê da xiş û xal bû.
Xişir û xal
Xişir: 1. Zîwer, zînet, zêr û zîber.
- Gerdank, guhar, gustîl û tiştên ku bi taybetî jin bo bedewîyê bi xwe ve dikin.
Xal: 1. Birayê dayikê.
- Şanik, deq.
- Cîh.
- Nuqte ( îşareta ku datînîn ser tîp û paşîya hevokê.)
- Bend, birg, made.
Mane: Zîwer, xişr, zêr û zînet.
Mînak: Bûk bi xişir û xalan hate xemilandin(5).
Xof û xezeb
Xof: 1. Tirs.
- Saw, dehşet, xezew
Xezeb: 1. Neyarî, hêrs, gerûşe, kîn, nifir, nefret, dijminatî, bela, xişm.
Mane: Zalimî, teror, zordestî.
Mînak: Bi bombeyên kîmyewî ; di 16 ê meha Adarê ya sala 1988 an da zalimên dewleta Irakê bi Xof û xezeb êriş birin ser Kurdên Helepçeyê.
Xof û saw
Xof: 1. Tirs.
- Xof, dehşet, xezeb.
Saw: 1. Sam, sehm, tirs, xof.
Mane: Zalimî, teror, zordarî.
Tirs, endîşe, metirsî.
Mînak: Dîrok dibêje ku Moxoliyan, pêşî xof û saw berdidan derdora devera ku çav berdanê û dû re êriş dibirin ser.
Xurik û vexurik
Xurik: 1. Xwarin, xida, xiza, erzaq. Hemû tiştên xwarinê.
- Tamik (ji bo girtina masî û wakî wan)
- Qûtê ku çûçik ji çêlikê xwe ra dibe.
Vexurik: 1. Hemû tiştên ku tê vexwarin. ( Av û tiştên şilemenî,)
Mane: Xwarin û vexwarin.
Mînak: Me îro xurik û vexurikên çêlikên mirîşkan neda wan.
Xurt û zexm
Xurt: 1. Bihêz, hêzdar, egît, çeleng, çalak, leheng, mêrxas, rewan, jêhatî.
Zexm: 1. Zexim.
- Gir, girs, giran, bilind û qelew, xurt, bihêz, qeyîm, biquwet.
- Qawî, bitaqet, qelew.
Mane: Bihêz, bikuwet, bi zend û bend, gir û qawî.
Mînak: Camêrekî xurt û zexm e.
Xwar û çiv
Xwar: 1. Jêr, binî, ne serî, ne jor. Beşa binê tiştekî.
- Berbijêr. Kevankî.
- Dirû, derewîn, xapînêr. ( ji bo merivan.)
- Çewt, xelet.
Çiv: 1. Çov.
- Fetlanek, fetlok, çivane, veger, çerx, zivir, xwarpêçk, xilexwar, çivûçûr.
- Çivçivandin ( ji kar revîn.)
- Hildan, tûldan, xildan, veciniqîn, hilciniqîn, hilpetikîn.
- Candarî, geşedarî, şênbûnî.
- Tewan, tewikî.
Mane: Xwarûpêç, çelexwarî, xelexwarî.
Çivçivandin, ji kar revîn.
Mînak: Çavê mêrik kar nebirîya vê carê xwar û çiv da xwe.
Xwar û pêçik = Xwar û çiv.
Xwar û vajî
Xwar: 1. Jêr, binî, ne serî, ne jor. Beşa bînê tiştekî.
- Ber bi jêr. Kevankî.
- Dirû, derewîn, xapînêr. ( ji bo merivan.)
- Çewt, xelet.
Vajî: 1. Tewş, ters, berevajî, rexê serî li binî û ye binî li serî.
- Dij, zid.
Mane: Xwarûwiçko, xwar û xudir, çelexwarî.
Mînak: Bê plansazî bajarên xwar û vajî ava dikin.
Xwar û jêr
Xwar: 1. Jêr, binî, ne serî, ne jor. Beşa binê tiştekî.
- Berbijêr. Kevankî.
- Dirû, derewîn, xapînêr. ( ji bo merivan.)
- Çewt, xelet.
Jêr: 1. Xwarê, binî, ne jor, ne silal, ne serî, dijberî jor.
Mane: Teqrîben, nêzî, kêm zêde, hema, jêrejor.
Mînak: Bihayîya vî xanî Xwar û jêr ev e.
Xwar û jor
Xwar: 1. Jêr, binî, ne serî, ne jor. Beşa binê tiştekî.
- Berbijêr. Kevankî.
- Dirû, derewîn, xapînêr. ( ji bo merivan.)
- Çewt, xelet.
Jor: 1. Haf, banî, ber bi bilindahîyê ve, serî, silal, dijî jêr.
Mane: Kêm û zêde, jorejêr, texmînî, hema hema.
Mînak: Li xwar û jorê malê tev xalî û xalîçe hebû.
Xwarin û vexwarin
Xwarin: 1. Zik têr kirin. kirin zikê xwe.
- Xerc kirin, serifandin ( mal yan pere.)
- Pê ketin, lêdan ( derp lêdan.)
Vexwarin: 1. Av yan jî tiştên şilemenî daqulandin.
- Kişandin ( bo cixarê û tiştên wiha.)
Mane: Xurik û vexurik.
Nan û av.
Mînak: Her kesî heqê xwarin û vexwarinê xwe ji kîsê xwe da.
Xwelî û xîçik
Xwelî: 1. Ax, xak, erd, toz.
- Malwêranî, kembaxî, bela. (mecazî)
- Xulav.
Xîçik: 1. Xezik, xetik, xîçen hûrik.
- Xîz, xîzê hûrik.
- Xêz, xêzik, çixêz.
- Hejik, hijik mijik. ( Darikên hûrik. )
Mane: Axa bi xîz.
Mînak: Xerca bi xwelî û xîçik dîwar nagire.
Xwest û west
Xwest: 1. Daxwaz, mirad, miraz, xwast.
West: 1. Westîn, vês, bêhnvedan.
- Zehmet, zorkêşî, xebat, ked.
Mane: Daxwaz, xwestek, kam, mirad, miraz.
Mînak: Xwest û westên xwe di daxwaznameya xwe da yek û yek nivîsîya.
Xwişk û bira
Xwişk: 1. Xweng, xûşk, xweh, xuh.
- Ji yek dê û bavê. Keça ku kek û birayê wî heye.
Bira: 1. Ji yek dê û bavê lawê ku kek yan jî xwişka wî heye, lawikê qiçik.
Mane: Ji yek dê û bave gorî hev keçik û lawik.
Mane: Xwişk û bira bi hev ra çûn mala meta xwe.
Xwîn û xirar
Xwîn: 1. Ava sor ya ku di laşê meriv û candarên da ye.
- Xîn, xûn.
Xirar: 1. Xaşe (tûrê kayê)
- Telîs ( çewala mezin.)
- Tûr.
Mane: Avxwîn, zûxav.
Serî û çav di xwînê da mayîn.
Mînak: Serî û çav lê di xwîn û xirarê da hêştin.
**
1- Gotina pêşîyan.
2- Biwej.
3-Biwêj.
4-Xirp û hat, xirp û mir, xirp û got, xirp û gezkir…hwd.
5- Xişr û xal, xeşr û xal.